Gelo Kul û Derd wê Rojekê Xelas Bibin?
Hûn çi difikirin?
-
Erê
-
Na
-
Nizanim
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
“[Xwedê] wê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).
MANEYA GOTINÊN JORÎN
Em fehm dikin ku problemên me ne ji Xwedê ne (Aqûb 1:13).
Em teseliyê distînin ji ber ku em dizanin ku Xwedê halê me fehm dike(Zekerya 2:8).
Em bawer in ku rojekê, hemû kul û derd wê xelas bibin (Zebûr 37:9-11).
GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?
Belê! Bala xwe bidin van sebeban:
-
Xwedê ji kul û derdan û ji neheqiyê nefret dike. Li gor Kitêba Pîroz, Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – pir aciz dibû gava xizmetkarên wî rastî zilm û zordariyê dihatin (Serweran 2:18).
Xwedê bihêrs dibe gava mirov zerarê didin kesên din. Mesela, li gor Kitêba Pîroz, Xwedê ji “destên ku xwîna bêsûcan dirijîne” nefret dike (Methelokên Silêman 6:16, 17).
-
Xwedê xema me dixwe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:7).
Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû kul û derdan bi destê Padîşahiya xwe tune bike (Metta 6:9, 10). Heta wê demê, ew teseliyê dide kesên ku xwe dispêrin wî (Zebûr 23:4; 2. Korîntî 1:3, 4).
HÛN ÇI DIFIKIRIN?
Xwedê çima îznê dide ku kul û derd hebin?
Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: ROMAYÎ 5:12; 2. PETRÛS 3:9