Gelo Mirin Dawiya Her Tiştî ye?
Hûn çi difikirin?
-
Erê
-
Na
-
Nizanim
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
“Ew wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29).
MANEYA GOTINÊN JORÎN
Gava dost yan merivekî me dimire, em teseliyê distînin (Romayî 15:4).
Em ji mirinê bi zêdeyî natirsin (Îbranî 2:15).
Hêviya me heye ku emê hezkiriyên xwe yên mirî dîsa bibînin (Yûhenna 11:23, 24).
GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?
Belê! Bala xwe bidin van sebeban:
-
Xwedê jiyan daye me. Li Kitêba Pîroz, Xwedê – yê ku nave wî Yehowa ye – wek “kaniya jiyanê” tê bi nav kirin (Zebûr 36:9; Karên Şandiyan 17:24, 25). Yê ku jiyan daye her kesî bê guman dikare miriyan rake.
-
Li demên berê, Xwedê hin kesên mirî rakirin. Kitêba Pîroz behsa 8 kesên ciwan, extiyar, jin û mêr dike, yên ku ji bo jiyana li rûyê erdê ji mirinê hatin rakirin. Hin ji wan nû miribûn, lê yek ji wan 4 roj li mezelê mabû (Yûhenna 11:39-44).
-
Xwedê dixwaze kesên din jî ji mirinê rake. Yehowa ji mirinê nefret dike û mirinê wek “dijmin” dibîne (1. Korîntî 15:26). Ew ji dil dixwaze vî dijminî tune bike û miriyan rake. Loma ewê hemû kesên ku di bîra wî de ne rake ku ew dîsa li rûyê erdê bijîn.
HÛN ÇI DIFIKIRIN?
Em çima kal û pîr dibin û dimirin?
Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: 1. MÛSA 3:17-19; ROMAYÎ 5:12