Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Yehowa Rêberiya Min Kiriye

Yehowa Rêberiya Min Kiriye

GAVA ez ciwan bûm, pir kêfa min ji îşê min re dihat. Lê paşê, Yehowa riyeke din nîşanî min da. Qey wî ji min re wisa digot: “Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim” (Zebûr 32:8). Ji ber ku min îzin da ku Yehowa riya min rast bike, min gelek bereketên ruhî standin û min 52 sal li Afrîkayê xizmet kir.

RIYA MIN JI ÎNGILISTANÊ HETA AFRÎKAYÊ

Ez di sala 1935an de li bajarê Darlastonê hatim dinyayê. Seba dûmana reş, a ku ji gelek fabrîkayan bilind dibû, herêma me wek “Memleketê Reş” hat binavkirin. Gava ez weke 4 salî bûm, dê û bavê min bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ez jî bi riya rastiyê îqna bûm, û di sala 1952yan de, gava ez 16 salî bûm, ez hatim binavkirin.

Eynî sal, ez li fabrîkayeke ku hacet û parçeyên erebeyan çêdikirin bûm stajyerê îdareya şîrketê, û pir kêfa min ji vî îşî re dihat.

Rojekê, çavdêrekî rêwî teklîfî min kir ku ez li civata Willenhallê, a ku civata min bû, Lêkolîna Kitêbê ya Civatê îdare bikim. Ji bo vê, lazim bû ku ez qerareke zor bidim: Wê demê, ez diçûm civînên du civatan. Di hundirê heftiyê de, ez diçûm civata Bromsgrove’ê, ya ku nêzîkî fîrmayê bû û weke 32 km ji mala min dûr bû. Dawiya heftiyê, gava ez li mala dê û bavê xwe bûm, ez diçûm civata li Willenhallê.

Min dixwest piştgiriya teşkîlata Yehowa bikim, loma min teklîfa çavdêrê rêwî qebûl kir. Lê ji bo vê, lazim bû ez dev ji îşê xwe berdim. Bi saya rêberiya Yehowa, min dest bi jiyaneke pir xweş kir, û ez tu caran poşman nebûm.

Li civata Bromsgrove’ê, min xwişkeke bi navê Anne nas kir, a ku hem bedew hem jî ji aliyê ruhî ve qewî bû. Di sala 1957an de, em zewicîn. Bi hev re, me wek pêşengên daîmî, wek pêşengên xisûsî, di îşê rêwî de û li Beytelê xizmet kiriye. Bi saya Anne’ê, jiyana min pir bextewar bû.

Di sala 1966an de, em çûn sinifa 42yan a Mekteba Gîleadê. Em hatin şandin Malawiyê, welatekî ku seba dilgermî û mêvanheziya xelkê wek “dilê germ” ê Afrîkayê dihat binavkirin. Wê demê, me nizanibû ku li wê derê, çi wê bê serê me.

LI MALAWIYÊ TENGASÎ DEST PÊ DIKE

Erebeya ku ji bo çavdêriya rêwî li Malawiyê dihat bikaranîn

Em li 1ê Sibatê ya sala 1967an gihîştin Malawiyê. Meha pêşîn, me temamiya wexta xwe li ser hînbûna zimên xerc kir. Piştî vê, me dest bi îşê çavdêriya mintiqeyê kir. Erebeya me modeleke 4x4 bû, û hin kes difikirîn ku ev erebe dikare here her derê, heta di çeman re jî. Lê bi rastî ne wisa bû. Me tenê dikaribû di ava nizm re derbas bibin. Em carinan di holikên herî de diman, û li demsala bibaran, lazim bû ku di bin ban de muşembe bê daleqandin. Belê, xizmeta me di serî de wek macera bû, lê me dîsa jî jê hez dikir!

Li meha Nîsanê, ez pê hesiyam ku problemeke mezin tê meydanê. Li radyoyê, min guh da gotareke ji aliyê serokkomar Dr. Hastings Banda ve. Wî got ku Şahidên Yehowa bacê nadin û tev li siyasetê dibin. Ev yek helbet derew bû. Me gişt dizanibû ku problema eslî ev bû ku em ji aliyê siyasetê ve bêteref dimînin. Problema herî mezin ev bû ku me ji xwe re kartên endamiya partiya siyasî nedikirîn.

Li meha Îlonê, me li rojnameyê xwend ku serokkomar Şahidên Yehowa sûcdar dike ku ew li her derê dibin sebeba tevliheviyê. Di komcivîneke siyasî de, wî got ku hukûmet wê zû teklîf bike ku bila Şahidên Yehowa bên qedexekirin. Li 20ê Cotmehê ya sala 1967an, vê qanûnê dest pê kir. Wexteke kin piştî vê, polîs û memûrên koçberiyê hatin ku buroya me bigirin û mizgînvanên wezîfedar ji welêt bişînin.

Sala 1967an: Ez û Jack û Linda Johansson, em tên girtin û ji Malawiyê derxistin

Piştî ku em sê roj li hebsê mabûn, em hatin şandin girava Mauritiusê, ya ku di bin kontrola Brîtanyayê de bû. Lê belê, dewleta Mauritiusê îzin neda ku em wek mizgînvanên wezîfedar li wê derê bimînin. Loma, teşkîlatê em şandin Rodezyayê (niha wek Zîmbabwe tê binavkirin). Gava em gihîştin wê derê, memûrekî koçberiyê îzin neda ku em bikevin welêt û bi sertî wisa got: “Hûn pêşî ji Malawiyê û paşê ji Mauritiusê hatin qewirandin. Niha jî hûn hatine vira, çimkî hûn difikirin ku dilê we çi dixwaze, hûn dikarin vêya bikin.” Anne giriya. Em difikirîn ku tu kes me naxwaze. Wê demê, min dixwest biçûya û vegeriya mala xwe li Îngilistanê. Dawiya dawîn, memûrên koçberiyê ji me re îzin da ku em şevê li buroyê bimînin, lê wan dixwest ku em roja din herin merkeza koçberiyê. Em pir westiyayî bûn, lê me her tişt da destê Yehowa. Roja din piştî nîvro, ji me re îzin dan ku em wek tûrîst li Zîmbabweyê bimînin. Ezê tu caran ji bîr nekim ku wê rojê, ez çi qas şa bûm. Ez emîn bûm ku Yehowa rêberiya me dike.

WEZÎFEYEKE NÛ

Sala 1968an: Tevî Anne’ê, li Beytela Zîmbabweyê

Li buroya Zîmbabweyê, ez li Departmana Xizmetê bi îşê Malawî û Mozambîkê mijûl bûm. Wan salan, xwişk û birayên li Malawiyê rastî zilma giran dihatin. Pareke îşê min ev bû ku raporên ku ji çavdêrên herêman yên Malawiyê dihatin, tercûme bikim. Carekê, gava ez heta nîvê şevê xebitîm ku raporekê xelas bikim, ez seba zordariya ku li xwişk û birayan dihat kirin, giriyam. * Lê belê, ez ji dilsozî, bawerî û sebra wan re heyran dimam (2. Korîntî 6:4, 5).

Me çi ji destê me dihat dikir ku ji bo xwişk û birayên ku hê li Malawiyê bûn û ji bo yên ku seba zilm û zordariyê reviyabûn Mozambîkê xwarina ruhî hazir bikin. Koma tercûmanên zimanê Çîçewa * derbasî çewlika mezin a birayekî li Zîmbabweyê bû. Bi saya ofîs û xaniyên ku vî birayê destvekirî ji bo tercûmanan ava kirin, wan dikaribû îşê tercûmaniyê berdewam bikin.

Her sal me gazî çavdêrên herêman ji Malawiyê dikir ku ew li Zîmbabweyê bên komcivîna bi zimanê Çîçewa. Li wê derê, wan gotarên komcivînê distandin. Gava ew vedigeriyan Malawiyê, wan çi ji destê wan dihat dikir ku van gotaran bidin destê birayan. Carekê, gava ew hatin Zîmbabweyê, me Kursa Xizmeta Padîşahiyê derbas kir ku cesaretê bidin van çavdêrên herêman yên mêrxas.

Li Zîmbabweyê, ez li komcivîneke bi zimanên Çîçewa û Şona gotareke bi zimanê Çîçewa pêşkêş dikim

Li meha Sibatê ya sala 1975an, ez çûm ba xwişk û birayên ku ji Malawiyê reviyabûn kampên li Mozambîkê. Li kampan, wan bi dilsozî li gor rêberiya teşkîlatê hereket dikir. Mesela, wan dest pê kiribû ku sîstema komên rîspiyan bi kar bînin. Rîspiyên nû gotarên umûmî pêşkêş dikirin, ayeta rojê û kovara The Watchtower muzakere dikirin û komcivîn derbas dikirin. Wek li komcivînan, di kampan de jî departmanên paqijkirin, belavkirina xwarinan û emniyetê hebûn. Bi saya bereketa Yehowa, van birayên dilsoz gelek îşên mezin birin serî, û min ji wan pir teşwîq distand.

Teqrîben di sala 1979an de, buroya Zambiyayê mesûliyeta Malawiyê stand. Dîsa jî, min û gelek kesên din, me ji bo rewşa li Malawiyê xem dikir, û me ji bo xwişk û birayên li wê derê dua dikir. Min wek endamekî Komîteya Buroya Zîmbabweyê xizmet dikir, û ez çend caran tevî birayên mesûl ên ji Malawî, Afrîkaya Başûr û Zambiyayê bi temsîlkarên ji merkeza cîhanî re li hev top dibûm. Li her civînê, me dipirsî: “Gelo tiştekî din heye, yê ku em dikarin ji bo xwişk û birayên li Malawiyê bikin?”

Bi zeman re, halê Malawiyê baştir bû. Xwişk û birayên ku ji wê derê reviyabûn hêdî hêdî vegeriyan Malawiyê, û rewşa kesên ku li wê derê mabûn êdî baştir bû. Welatên li hawirdorê, yên ku fealiyetên Şahidên Yehowa berê qedexe kiribûn, êdî îzin dida ku em îşê xwe bi serbestî bikin. Di sala 1991ê de, dewleta Mozambîkê jî îzin da Şahidên Yehowa. Me meraq dikir ka Şahidên Yehowa yên li Malawiyê wê kengê azad bin.

EM VEDIGERIN MALAWIYÊ

Dawiya dawîn, rewşa siyasî ya Malawiyê guherî, û qedexeya li ser Şahidên Yehowa hat hildan. Rojekê, mizgînvanekî wezîfedar ji min pirsî: “Gelo tuyê vegerî Malawiyê?” Wê demê, ez 59 salî bûm, loma min got: “Na, ez êdî kal bûme.” Lê belê, wê rojê Koma Rêberiyê ji me re faksek şand û teklîf kir ku em vegerin wê derê.

Me ji xizmeta li Zîmbabweyê pir hez dikir, loma ev yek ji bo me qerareke zor bû. Em êdî hînî rewş û jiyana li Zîmbabweyê bûbûn, û li wê derê dost û hevalên me hebûn. Koma Rêberiyê bi dilovanî ji me re got ku eger em nexwazin, em ne mecbûr in ku herin. Loma, me dikaribû qerar bidaya ku li Zîmbabweyê bimînin. Lê belê, ez li ser Birahîm û Sarayê difikirîm, ên ku di extiyariya xwe de guh da Yehowa û mala xwe ya rihet hişt û çûn (1. Mûsa 12:1-5).

Di netîceyê de, me qerar da ku li gor rêberiya teşkîlata Yehowa bikin. Li 1ê Sibatê ya sala 1995an, 28 sal piştî ku em cara pêşîn gihîştibûn wê derê, em li eynî tarîxê vegeriyan Malawiyê. Li wê derê Komîteyeke Buroyê hat sazkirin, û ez û du birayên din, em wek emdamên Komîteya Buroyê hatin tayînkirin. Me hemen dest pê kir ku îşê Şahidên Yehowa ji nû ve organize bikin.

YEHOWA ÎŞÊ ME BIBEREKET DIKE

Bi saya bereketa Yehowa, îşê me zû bi pêş ve çû. Di sala 1993yan de, hejmara mizgînvanan weke 30.000 bû, lê di sala 1998an de, zêdetirî 42.000 mizgînvan hebûn. * Ji ber ku îşê me pir zêde bûbû, Koma Rêberiyê îzin da ku Beyteleke nû bê avakirin. Ji ber vê yekê, me li bajarê Lilongweyê 12 hektar erd kirî, û ez wek endamekî komîteya avakirinê hatim tayînkirin.

Li meha Gulanê ya sala 2001ê, birayê Guy Pierce, ê ku endamê Koma Rêberiyê bû, gotara ji bo pîrozkirina avahiyên nû pêşkêş kir. Zêdetirî 2.000 xwişk û birayên herêmî hatin wê gotarê. Piraniya wan zêdetirî 40 sal berê hatibûn binavkirin. Ev xwişk û birayên hêja bi gelek salan li hemberî zilma giran ji Yehowa re dilsoz mabûn. Ew ji aliyê madî ve feqîr bûn, lê ji aliyê ruhî ve pir dewlemend bûn. Wê rojê, ew bi dîtina Beytela nû pir şa bûn. Gava ew di Beytelê de digeriyan, wan bi usûla Afrîkayê kilamên ji bo pesnê Yehowa digotin. Ji bo min, ew roj bi rastî jî rojeke bêemsal bû. Min bi çavê xwe dît ku Yehowa kesên ku li hemberî tengasiyan dilsoz dimînin bi comerdî bibereket dike.

Piştî xelaskirina avakirina Beytelê, gelek Salonên Îbadetê jî hatin avakirin, û ez çend caran çûm ku gotara pîrozkirina saloneke nû pêşkêş bikim. Salonên li Malawiyê bi metodeke bilezkirî ya ji bo avakirina salonên li welatên nedewlemend dihatin avakirin. Berê, hin civat li holikên darîn li hev top dibûn. Banên van holikan ji giya bûn, û xwişk û bira li ser bankên dirêj, ên ku ji herî dihatin çêkirin, rûdiniştin. Niha xwişk û birayan êdî bi dil û can kerpîç çêdikirin û salonên xweşik ava dikirin. Lê wan dîsa jî dixwest ku di van salonan de bankên dirêj hebin, çimkî wek tê gotin, li ser bankê her tim ji bo mirovekî ekstra cih heye!

Wekî din, dilê min pir şa bû ku Yehowa çawa alî mirovan kiriye ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Li Malawiyê, gelek birayên ciwan hazir bûn ku di îşê teşkîlatê de bixebitin, û bi saya perwerdeya teşkîlatê, ew zû hînî van îşan dibûn. Bi zeman re, wan li Beytelê û li civatan zêdetir mesûliyet distand. Wekî din, gelek çavdêrên herêman nû hatin tayînkirin ku civatan teşwîq bikin. Gelek ji wan zewicî bûn, û wan li gel urf û adetan û carinan li gel daxwaza merivên xwe qerar da ku li vê sîstemê zarokan neynin dinyayê, lê wext û qeweta xwe bi temamî ji bo Yehowa xerc bikin.

EZ TU CARAN JI QERARÊN XWE POŞMAN NEBÛM

Tevî Anne’ê, li Beytela Brîtanyayê

Piştî ku min 52 sal li Afrîkayê xizmet kiribû, siheta min xera bû. Koma Rêberiyê tewsiyeya Komîteya Buroyê qebûl kir ku em bên şandin Brîtanyayê. Em xemgîn bûn ku gerek em dev ji wezîfeya xwe ya xweş berdin, lê em şikurdar in ku xwişk û birayên li Beytela Brîtanyayê li me xwedî derketine.

Ez tu caran poşman nebûm ku min îzin daye ku Yehowa riya min rast bike. Eger min xwe bisparta aqlê xwe, ezê biketama riyeke pir cuda. Ez pir şa me ku Yehowa rêberiya min kiriye (Methelokên Silêman 3:5, 6). Gava ez xort bûm, min ji karê li fîrmayeke mezin pir kêf distand. Lê belê, teşkîlata Yehowa îşekî hê jî xweştir da min. Ji bo min, ji xizmeta Yehowa tiştekî xweştir tune!

^ Ji bo melûmata li ser tarîxa Şahidên Yehowa yên li Malawiyê, li kitêba 1999 Yearbook of Jehovah’s Witnesses, rûp. 148-223 (bi zimanê Îngilîzî), binêre.

^ Çîçewa, zimanê herî belavbûyî yê Malawiyê ye.

^ Li Malawiyê niha zêdetirî 100.000 mizgînvan hene.