Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

Bira Hevnaskirin, We Berbi Safîkirina Rast Bive!

Bira Hevnaskirin, We Berbi Safîkirina Rast Bive!

“Merivê hindurê dilda . . . pir bi qîmet e”(1 PETRÛS 3:4).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin, wekî kesên ku bi nêta zewacê rastî hev tên, ça dikarin safîkirina baş bikin, û xûşk-bira ça dikarin alî wan bikin.

1-2. Hine meriv derheqa hevdunaskirinê çi dibêjin?

 WEDÊ hevdunaskirinê wedekî gelek xweş e. Hergê tu niha rastî kesekî têyî, bê şik, tu jî dixwazî ku ev wede xweş derbaz be. Xûşkeke bi navê Sîyên a, ya ku li Etyopyayê dijî, dibêje: “Bona min, wedê hevdunaskirinê wedekî gelek xweş bû. Me him derheqa têmên ferz xeber dida, him jî bi şabûnê wedê xwe derbaz dikir. Ez bextewar bûm ku min merivekî usa nas kir, û em gelek hevdu hez dikin”.

2 Birakî bi navê Alêsyo, yê ku li Nîdêrlandayê dijî, usa dibêje: “Bona me, wedê hevdunaskirinê, gelek xweş bû, lê cara problêm jî pêşda dihatin”. Vê gotarêda, emê derheqa hine problêma xeber din, yên ku dikarin pêşda bên û emê dîna xwe bidine hine prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku wê alî wan xûşk-bira bikin, kîjan ku rastî hev tên, wekî bizewicin. Usa jî emê bivînin, ku xûşk-birên din ça dikarin piştgiriya wan bikin.

NÊTA HEVDUNASKIRINÊ

3. Nêta hevdunaskirinê çi ye? (Metelok 20:25)

3 Rast e hevdunaskirin dikare wedekî xweş be, lê ev yek usa jî gaveke ferz e, ku dikare berbi zewacê bive. Roja dewatê, xort û qîz ber Yehowa sond dixwin, ku heta sax bin wê hevdu hez bikin û qedirê hev bigirin. Lema jî pêşiya ku sond bixwin, ewana gerekê ser vê yekê kûr bifikirin (Bixûne Metelok 20:25). Nêta hevdunaskirinê ev e, ku qîz û xort hevdu diha baş nas kin, wekî safîkirineke baş bikin. Cara ewana safî dikin hevdu bistînin, cara jî safî dikin îda rastî hev neyên. Lê ev nayê hesabê, ku wana tiştekî nerast kiriye, çimkî nêta hevdunaskirinê hema ev e, wekî têderxin hela ewana layîqî hev in, yan na.

4. Çira nihêrandina me hindava hevdunaskirinê gerekê rast be?

4 Kesên azep gerekê bîr nekin, ku nêta hevdunaskirinê ev e, wekî qîz û xort safî kin, hela ewana hevdu tên yan na. Ev tê hesabê, ku ewana gerekê rastî hev neyên, hergê nêta wan tune ye hev bistînin. Her kes ji me gerekê fem ke, ku hevdunaskirin çi tê hesabê. Mesele, hine meriv difikirin ku hergê qîz û xort rastî hev tên, ewana îda sed selefî gerekê hevdu bistînin. Gelo nihêrandina usa ça gerekê ser xûşk-birên azep hukum ke? Xûşkeke bi navê Mêlîsa, ya ku li Amêrîkayê dijî, dibêje: “Gava qîz û xort rastî hev tên, hine xûşk-bira difikirin, ku ewana wê hevdu bistînin. Riyê vê yekêda, hine qîz û xortên ku rastî hev tên, gava divînin ku ewana ne layîqî hev in, dîsa jî heleqetiya xwe berdewam dikin. Hine azep jî ditirsin, ku kesekî nêzîk nas bikin. Halê azepa cara rastî jî gelek çetin e”.

HEVDU RIND NAS BIKIN

5-6. Kesên ku dixwazin hevdu nas bikin, gerekê derheqa hev çi bizanibin? (1 Petrûs 3:4)

5 Hergê tu bi nêta zewacê tevî kesekî hevaltiyê dikî, gelo çi dikare alî te bike têderxî, hela hûn hev tên yan na? Hevdu rind nas kin. Hemikî, pêşiya ku we destpêkira rastî hev bên, hûn îda pêşda hine tişt derheqa hev pêhesiya bûn. Lê niha mecala we herda heye, ku “merivê hindurê dilda” rind nas kin (Bixûne 1 Petrûs 3:4). Dêmek tu gerekê têderxî ku heleqetiya wî merivî tevî Yehowa çiqas nêzîk e û usa jî fikir û nihêrandinên wî pêbihesî. Wede şûnda, tu gerekê îda cabên van pirsa bizanibî: “Gelo ewê bona min bibe hevalzewacekî baş? (Metelok 31:26, 27, 30; Efesî 5:33; 1 Tîmotêyo 5:8). Gelo emê hevdu rind fem bikin? Gelo em hazir in kêmasiyên hev bibaxşînin b?” (Romayî 3:23). Wedê hevdunaskirinê, bîr nekin, wekî ya lape ferz ev nîne ku hûn çiqas mîna hev in, lê ev e, ku hûn hazir in cudebûna orta hevda qebûl kin, yan na.

6 Wedê hevdunaskirinê hûn gerekê dîsa çi derheqa hev pêbihesin? Pêşiya ku hûn êmosiyalîda hevva bêne girêdanê, derheqa hine pirsên ferz xeber din, mesele derheqa nêtên hev. Gelo lazim e, ku hûn derbêra derheqa tiştên usa şexsî xeber din, çawa sihet-qewat, problêmên matêrîalî yan tiştên xirab, ku berê hatibûn serê te. Gava hûn teze hevdu nas dikin, ese nîne wekî hûn hemû pirs derbêra şêwir kin (Beramber ke Yûhenna 16:12). Hergê tu difikirî ku hê zû ye, wekî caba hine pirsa bidî, vê yekê jêra bêje. Lê yeke wext şûnda ew gerekê van tişta bizanibe, wekî ew bikaribe safîkirina rast bike. Lema jî zû yan dereng tu gerekê dilê xwe jêra vekî.

7. Kesên ku bi nêta zewacê rastî hev tên, ça dikarin hevdu diha baş nas kin? (Usa jî binihêrin çargoşe bi navê “ Hevaltiya Dûrva”.) (Binihêre usa jî şikil.)

7 Gelo tu ça dikarî têderxî, ku hevalê te dilda yekî çawa ne? Mecaleke baş ev e, ku hûn hindava hevda helal û dilsax bin, pirsa bidine hev û rind guh bidine hev (Metelok 20:5; Aqûb 1:19). Bona vê yekê hûn dikarin tevayî tiştekî bikin û wî çaxî hevra xeber din. Mesele, hûn dikarin tevayî xwarinê bixwin, derva bigerin û tevayî xizmet kin. Usa jî gava hûn tevî heval û malbeta xwe wede derbaz dikin, hûn dikarin hevdu diha baş nas kin. Dîna xwe bidê, ku ew cûre-cûre derecada û tevî meriva çawa ne. Dîna xwe bidinê, wekî birakî bi navê Êşwîn, yê ku li Nîdêrlandayê dijî, derheqa hevnaskirina tevî Alîsayê çi dibêje: “Me wedederbazkirinên usa dijbart, kîjan ku alî me dikirin hevdu diha baş nas kin. Mesele, me tevayî xwarin çêdikir, yan jî tiştên dinva mijûl dibûn. Bi saya vê yekê, me him hunurên hevduye baş didît, him jî kêmasiyên hev”.

Gava hûn hine şixula tevayî dikin, ev yek mecalê dide we, ku hevdura xeber din û diha baş hev nas kin (Binihêre abzasa 7-8)


8. Kesên ku bi nêta zewacê tevî hev dibine nas, ça dikarin ji lêkolîna edebyeta karê bistînin?

8 Usa jî, çaxê hûn Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikin, hûn dikarin hevdu diha baş nas kin. Hergê hûn bizewicin, hûn gerekê bona qulixkirina tevî malbetê wede bivînin, wekî Xwedê zewaca weda ciyê lape ferz bigire (Waîz 4:12). Wê baş be, wekî hûn îda nihada, wedê hevdunaskirinê, destpêkin qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Hemikî, heta ku qîz û xort tevî hev dibine nas, ev nayê hesabê ku bira îda serê malbetê ye, çimkî ew hela hê malxê wê nîne. Dîsa jî, hergê ewana timê tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn kin, ewana dikarin bivînin hela dostiya her kesî ji wan tevî Yehowa çawa ne. Laysa û Maks, jin-mêrê ku Amêrîkayêda dijîn, gilî dikin ku wana çi kar distand, gava tevayî edebyet lêkolîn dikirin. Maks dibêje: “Çaxê me teze destpêkir hevdu nas kin, me edebyetên derheqa hevdunaskirinê, zewacê û malbetê lêkolîn dikir. Bi saya wan edebyeta, me derheqa gelek têmên ferz xeber dida, derheqa kîjana ku meyê xwexa destpênekira xeberda”.

PIRSÊN DIN BONA LÊKOLÎNÊ

9. Kesên ku rastî hev tên, gerekê çi hildin hesab, çaxê safî dikin ku kêra derheqa vê yekê bêjin?

9 Hûn derheqa hevdunaskirinê kêra gerekê bêjin? Ev yek weva girêdayî ye. Sêrîda hûn dibeke safî kin her kesîra derheqa hevaltiya xwe gilî nekin (Metelok 17:27). Hergê hûn usa bikin, hûnê ji pirsên zêde û nelazim xwe xwey kin, û tu kes wê ser safîkirina we hukum neke. Ji aliyê dinva jî, hergê hûn tu kesîra derheqa hevaltiya xwe nebêjin, hûnê dibeke ciyên usa rastî hev bên, kîderê ku tu kes wê we nevîne. Ev yek dikare xof be. Lema jî wê bi bîlanî be derheqa vê yekê wan merivara bêjin, yên ku dikarin şîretên baş bidine we û alî we bikin (Metelok 15:22). Mesele, hûn dikarin hine heval yan merivên xwera, yan jî rûspiyên civatêra derheqa vê yekê bêjin.

10. Kesên ku rastî hev tên ça dikarin ji aliyê nav-namûsiyêda temizayê xwey kin? (Metelok 22:3)

10 Wedê hevdunaskirinê, hûn ça dikarin aliyê namûsiyêda temiz bimînin? Hestên we hindava hevda çiqas qewî dibin, dilê we haqas ser hev germ dibe. Lê çi dikare alî we bike aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînin? (1 Korintî 6:18) Derheqa tiştên bênamûs xeber nedin, tenê nemînin û bi zêdeyî îçkê venexwin (Efesî 5:3). Tiştên usa dikarin xwestinên nerast pêşda bînin û bibine sebeb, ku hûn bênamûsiyê bikin. Lema jî seva ku hevaltiya we temiz bimîne, cara derheqa vê yekê xeber din ku gerekê hûn çi bikin û çi nekin (Bixûne Metelok 22:3). Dîna xwe bidine mesela Almaz û Dawîd, yên ku Etyopyayêda dijîn. Ewana dibêjin: “Em ciyên usa rastî hev dihatin, kîderê ku gelek meriv hebûn, yan jî gava tevî hevala top dibûn. Em tu car erebêda yan jî malda tenê nediman. Usa me xwe ji cêribandina xwey dikir”.

11. Kesên ku rastî hev tên gerekê çi hildine hesab, çaxê safî dikin nazikayê hindava hevdu bidine kifşê?

11 Gelo kesên ku rastî hev tên dikarin nazikayê hindava hevdu bidine kifşê? Çaxê hezkirina we zêde be, diqewime hûnê safî kin hine cûrê nazikayê hindava hevda bi cûrên layîq bidine kifşê. Lê hergê hestên weye sêksûalî hindava hevda gur be, wî çaxî hûnê îda nikaribin bi çevê temiz ser hev binihêrin (Stirana Silêman 1:2; 2:6). Hergê hûn fesal nîbin, hûnê nikaribin xwe kontrol kin û tiştekî usa bikin, çi ku wê dilê Yehowa bêşîne (Metelok 6:27). Lema jî serê-sêrîda safî kin ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz hûnê çi sînora xwera daynin c (1 Têsalonîkî 4:3-7). Pirsê bidine xwe: “Merivên mihala me ça ser vê yekê dinihêrin, çaxê em nazikayê hindava hevda didine kifşê? Gelo kirên wî cûreyî dikarin xwestinên nerast dilê meda pêşda bînin?”

12. Hergê wedê hevnaskirinê problêm pêşda bên, qîz û xort gerekê çi bikin?

12 Hûn ça dikarin çetinaya safî kin? Hergê carna orta weda hine problêm pêşda tên, gelo ev yek tê hesabê ku hûn layîqî hev nînin? Na. Çimkî nihêrandinên cotên zewicî jî ji hev cude dibin. Lê zewaca qewîda, jin-mêr hazir in qedirê nihêrandinên hev bigirin û problêmên nav xweda safî kin. Lema jî, ev yek ku hûn niha problêmên xwe ça safî dikin, dikare bide kifşê, ku zewaca we wê baş be, yan na. Ji xwe bipirsin: “Gelo em dikarin bi nermî û bi qedir derheqa problêma xeber din? Gelo em hazir in şaşiyên xwe bînin ser xwe û îda van şaşiya nekin? Gelo em rê didine hev, baxşandinê ji hevdu dixwazin û hazir in bibaxşînin hev?” (Efesî 4:31, 32). Lê hergê hûn wedê hevdunaskirinê timê hevdura qayîl nînin û dikevine dewa, zewacêda jî derece wê baş nebe. Hergê hûn fem kin, ku hûn para hev nînin, diha baş e hûn heleqetiya xwe bidine sekinandinê, ev yek wê bona we herda jî safîkirina baş be d.

13. Çi dikare alî qîz û xort bike wekî safî kin, ku çiqas wext rastî hev bên?

13 Hevnaskirin gerekê çiqas wext bikişîne? Safîkirinên bi lez gelek car axiriya xirab tînin (Metelok 21:5). Lema jî, hevdunaskirina we gerekê haqas wede bikişîne, çiqas lazim e, wekî hûn hevdu rind nas kin. Lê dîsa jî hergê menî tune ye, wedê hevnaskirinê gerekê gelek dirêj nekişîne. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne” (Metelok 13:12). Usa jî, çiqas wext derbaz dibe, haqas çetin e aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînin (1 Korintî 7:9). Lema jî dewsa ku hûn dîna xwe bidinê, ku îda çiqas wext e hûn rastî hev tên, diha baş e ji xwe bipirsin: “Pêşiya ku safî kim wî merivî bistînim yan na, dîsa çi ez gerekê derheqa wî pêbihesim?”

KESÊN DIN ÇA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN?

14. Em ça dikarin alî wan xûşk-bira bikin, yên ku rastî hev tên? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Em ça dikarin alî wan qîz û xorta bikin, kîjan ku rastî hev tên? Em dikarin wana teglîfî ser nan-xwarinê kin, ser qulixkirina tevî malbetê, yan jî tevayî wede derbaz kin (Romayî 12:13). Ev yek dikare alî wan bike, wekî ewana hevdu diha baş nas kin. Gava ewana dixwazin tevayî herine cîkî, gelo em dikarin tevî wan herin, yan jî wana teglîfî mala xwe kin, wekî mecala wan hebe tevayî xeber din? (Galatî 6:10) Alîsa, besa kîjanê ku me jorê kir, dibêje ku ewê û Êşwîn çi dişêkirandin: “Em gelek şa dibûn, çaxê hine xûşk-bira mera digotin, ku em dikarin bêne mala wan, wekî mecala min û Êşwîn hebe tevayî başqe xeber din, lê tenê nemînin”. Hergê cotê ku rastî hev tên, tera bêjin tevî wan herî cîkî, vê mecalê bide xebatê wekî alî wan bikî. Bira dîna te lê be, wekî ewana tenê nemînin, him jî mecalê bide wan, wekî ewana başqe tevayî xeber din (Fîlîpî 2:4).

Hergê em xûşk û birakî nas dikin, yên ku rastî hev tên, em dikarin mecala bigerin ku alî wan bikin (Binihêre abzasa 14-15)


15. Dîsa çi cûreyî heval dikarin alî wan bikin, yên ku rastî hev tên? (Metelok 12:18)

15 Em usa jî dikarin pê xeberdana xwe piştgiriya wan xûşk-bira bikin, yên ku nasiya xwe didine hev, dêmek em gerekê bizanibin ku derheqa wan çi xeber din û çi na. Cara em gerekê xwegirtinê bidine kifşê û giliya bela nekin (Bixûne Metelok 12:18). Mesele, dibeke em dixwazin kesên dinra bêjin, ku filan xûşk û bira rastî hev tên, lê dibeke ev cot dixwaze vê yekê xwexa kesên dinra bêje. Em gerekê çilovîska derheqa wan bela nekin û bona tiştên şexsî wana sûcdar nekin (Metelok 20:19; Romayî 14:10; 1 Têsalonîkî 4:11). Xêncî vê yekê, dibeke ewana naxwazin, ku meriv pirsên derheqa zewacê bidine wan. Xûşkeke bi navê Êlîs û mêrê wê, dibêjin: “Gava kesên din derheqa nêtên meye zewacê pirs didane me, em eciz dibûn, çimkî me hela hê xwexa derheqa vê pirsê şêwir nekiribû”.

16. Hergê xûşk û bira safî dikin hevaltiya xwe bidine sekinandinê, em gerekê ça ser vê yekê binihêrin?

16 Hergê kesên ku bi nêta zewacê rastî hev tên, safî kin hevaltiya xwe bidine sekinandinê, em gerekê nekevine nav şixulên wan, pirsên şexsî nedine wan û tu kesî ji wan neheq nekin (1 Petrûs 4:15). Xûşkeke bi navê Lêa dibêje: “Carekê min bihîst, wekî hineka dixwestin pêbihesin ku çira ez û ev bira, rastî kîjanî ez dihatim, me heleqetiya xwe da birînê. Ev yek gelek dilê min êşand”. Çawa ku jorê hatibû gotinê, çaxê cotek safî dike îda rastî hev neyê, ev nayê hesabê ku wana tiştek nerast kiriye. Ev yek gelek car dide kifşê, ku wana ça lazim e hevdu nas kiriye û dereca xweda safîkirina rast kirin. Lê dîsa jî, dibeke paşî vê safîkirinê ewana dilşkestî bin û tenêbûnê texmîn kin. Lema jî em gerekê ber dilê wanda bên û alî wan bikin (Metelok 17:17).

17. Kesên ku bi nêta zewacê rastî hev tên, gerekê çi bikin?

17 Ça me dît, hevaltiya bi nêta zewacê cara hêsa nîne, lê ev usa jî dikare wedekî xweş be. Cêsîka tîne bîra xwe: “Rast bêjim, hevdunaskirin bona me qe hêsa nîbû, lê dîsa jî hêja bû, ku me haqas wext û qewata xwe ser vê yekê xerc kir”. Hergê tu jî niha rastî kesekî têyî, her tiştî bike, wekî hûn hevdu rind nas kin. Usa hevnaskirina we wê bigihîje nêta rast û hûnê safîkirina lape baş bikin.

KILAMA 49 Şa ke Dilê Yehowa

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b Seva hê zêde înformasiya, binihêre kitêba Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî, Para 2, rûp. 39-40.

c Mizdana organên cinsî yên kesekî din tê hesabê bênamûsiya sêksûalî. Hergê tiştekî usa biqewime, rûspiyên civatê gerekê top bin, wekî vê yekê şêwir kin. Destdayîna memika û xeberdana bênamûsî pê sms, yan pê têlê jî tê hesabê kirên netemiz, û li gora derecê rûspî gerekê vê yekê jî şêwir kin.

d Seva hê zêde înformasiya, binihêre “Pirsên Xwendevana” ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Tebaxê, sala 1999.