Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dilşewat bin Hindava “Hemû” Meriva

Dilşewat bin Hindava “Hemû” Meriva

ÇAXÊ Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku ça mizgîniyê bela kin, ewî wanra pêşda got, wekî ne hemû meriv wê guh bidine wan (Lûqa 10:3, 5, 6). Xizmetiya meda jî em dikarin rastî merivên usa bên, yên ku sar û sert in hindava me û hela hê jî tevî me şera dikin. Hingê mera dibeke çetin be hindava wanda dilşewat bin.

Merivê dilşewat divîne çetinayî û hewcên merivên mayîn, dilê wî bona wan dişewite û dixwaze alî wan bike. Lê hergê em hindava meriva dilê xwe sar kin, diqewime em usa jî xizmetiyêda xîreta xwe unda kin û îda nikaribin alî wan bikin. Çawa ku dar agir xwey dike wekî vênese, usa jî dilşewatî alî me dike wekî em xîreta xwe xizmetiyêda unda nekin (1 Têsln. 5:19).

Lê em ça dikarin dilşewatiyê nav xweda pêşda bînin, hela hê jî gava mera çetin e vê yekê bikin? Were em şêwir kin mesela Yehowa, Îsa û Pawlosê şandî, û pêbihesin ku ça em dikarin çev bidine wan.

ÇEV BIDINE DILŞEWATIYA YEHOWA

Bi hezara sala Yehowa teyax dike ku meriv navê wî bêhurmet dikin. Lê yeke ew “bona bêşêkira jî, nerasta jî qenc e” (Lûqa 6:35). Ev qenciya wî tê kifşê vê yekêda, ku ew hindava wanda bi sebir e. Lê çira? Çimkî Yehowa dixwaze “hemû meriv” xilaz bin (1 Tîmt. 2:3, 4). Rast e xirabî ber çevê Xwedê reş e, lê meriv bona wî qîmet in û ew naxwaze tu kes emirê xwe unda ke (2 Pet. 3:9).

Yehowa zane wekî Şeytan gelek bi hostetî meriva dixalifîne (2 Korn. 4:3, 4). Gelek meriv ji zarotiyêda tiştên qelp û derew hîn dibin, û paşê ew yek hukum dibe ser wan û wanra çetin dibe rastiyê qebûl kin. Yehowa gelek dixwaze alî wan meriva bike. Lê em ji ku zanin?

Dîna xwe bidinê, Yehowa ça dinihêrî ser cimeta Nînewaya berê. Ewana merivne gelek xirab bûn, lê yeke Yehowa gote Ûnis: “Heyfa min çawa ji wî bajarê Nînewaya mezin neyê, ku nav wêda sed bîst hezar merivî zêdetir hene, ku destê çep û rastê ji hev dernaxin” (Ûns. 4:11). Yehowa zanibû wekî ewana derheqa wî rastiyê nizanin, lema ewî Ûnis şand seva pêşda elamî wan ke.

Em jî mîna Yehowa meriva qîmet dikin. Em dikarin çev bidine wî, hergê bi dil û can dixwazin alî meriva bikin seva rastiyê pêbihesin hingê jî, gava em texmîn dikin ku naxwazin guh bidine me.

ÇEV BIDINE DILŞEWATIYA ÎSA

Îsa mîna Bavê xwe, hindava merivên ku ruhanîda hewce bûn, dilşewat bû. “Gava ewî elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn” (Met. 9:36). Îsa rûva meriva nedinihêrî, lê ewî tiştên kûr didît. Ewî fem dikir wekî yên ku dihatin seva guh bidine wî, aliyê serwêrên rêlîgiyêda nerast hînkirî ne û hindava xweda dilsarî didîtin. Rast e ewî zanibû ku gelek wê bona cûre-cûre meniya nebine şagirtên wî, yeke Îsa berdewam dikir gelek tişt wana hîn dikir (Marq. 4:1-9).

Berxwe nekevin hergê pêşiyê meriv guh nedine we

Çaxê emirê merivada tiştek tê guhastinê, ew dikare fikirên xwe hindava rastiyê biguhêze

Çaxê meriv mizgîniya me qebûl nakin, em jî gerekê ser vê derecê kûr binihêrin û fem kin çira ewana usa xwe didine kifşê. Hinek dibeke derheqa Kitêba Pîroz yan jî derheqa Mesîhiya nerast difikirin, çimkî divînin wekî hine merivên ku xwe dewsa Mesîhiya datînin, çiqas tiştên xirab dikin. Diqewime hinek jî derheqa baweriya me tiştên derew se dikin. Hinek jî ditirsin ku neferên wan yan jî merivên din, wê wana bikenin hergê bivînin ku ewana tevî me xeber didin.

Hine meriv yên ku xizmetiyêda rastî me tên, emirê xweda derd-kulên usa dîtine, ku gelek xirab ser wan hukum bûye. Mîsyonêreke bi navê Kîm gilî dike: “Mihaleke meda gelek meriva şer dîtine û hemû hebûka xwe unda kirine. Baweriya wan bona axiriyê tune. Ewana dilşkestî ne, tirsêda nin û îtbariya xwe tu kesî naynin. Vê mihalêda, em timê rastî merivên usa tên, yên ku miqabilî mizgîniya me ne. Carekê wedê xizmetiyê hela hê jî min dane tirsandinê ku wê min bikujin”.

Lê gelo çawa Kîm hindava wan merivada dîsa jî dilşewat dimîne? Ew dibêje: “Çaxê tevî min gelek hêrs in, ez Metelok 19:11 dikime bîra xwe, kîderê tê gotinê: ‘Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe’. Ez tînim bîra xwe wekî ewan meriva emirê xweda çi dîtine, û ew yek alî min dike dilşewat bim hindava wan. Û bi rastî ne hemû meriv usa xirab in. Vê mihalêda em serlêdanên dubare dikin”.

Em dikarin pirsê bidine xwe: “Minê ça mizgînî qebûl kira hergê ez dewsa wan bûma?” Mesele, dibeke me gelek car derheqa Şedên Yehowa tiştên derew bihîstiye. Wan derecada dibeke me jî xwe nebaş bida kifşê hindava wanda û ne jî lazim bûya dilşewatiyê mera bidine kifşê. Em gerekê giliyên Îsa bîr nekin çaxê ewî got, ku çi ku em dixwazin meriv bona me bikin, em jî bona wan bikin. Wî cûreyî emê meriva fem kin û tevî wan bi sebir bin hingê jî, çaxê nehêsa ye (Met. 7:12).

ÇEV BIDINE DILŞEWATIYA PAWLOS

Pawlosê şandî hela hê jî hindava merivên usa ku miqabilî wî derdiketin, dilşewat bû. Lê çira? Ewî bîr nedikir wekî berê ew xwexa ça bû. Ewî got: “Ez . . . berê li wî dikifirîm, ew dizêrand û neyartî li wî dikir, lê rem li min bû, çimkî min nebaweriyêda bi nezaniya xwe kirin” (1 Tîmt. 1:13). Ewî fem dikir wekî Yehowa û Îsa hindava wîda remtiya mezin dane kifşê. Dibeke çaxê ewî merivên miqabil didîtin, hingê dianî bîra xwe ku ew jî berê usa bû.

Cara Pawlos rastî wan meriva dihat, yên ku hînkirinên qelp qewî bawer dikirin. Lê gelo ewî ça xwe dida kifşê hindava wan? Karên Şandiya 17:16-da tê gotinê, wekî çaxê Pawlos Atînayêda bû, “dilê wî ne rihet bû, çimkî dît bajar nava pûtparistiyêda bû”. Lê ewê yekê rê wî negirt ku wanra şedetiyê bide (Kar. Şand. 17:22, 23). Ewî her tişt hildida hesab û çaxê lazim bû cûrê hînkirina xwe diguhast, seva ku her derecada bikaribe hineka xilaz ke (1 Korn. 9:20-23).

Em jî dikarin çev bidine Pawlos ku nihêrandina meriva fem kin. Dêmek derheqa wana çi ku em zanin, bidine xebatê seva bi hostetî mizgîniyê wanra gilî kin (Îşa. 52:7). Xûşkek bi navê Dorotî dibêje: “Mihala meda, gelek meriv usa têne hînkirinê, wekî Xwedê bêrem e û tenê sûcdar dike. Wedê xizmetiyê ez payê wan meriva didim ku ewana Xwedê bawer dikin, paşê dîna wan dikişînim ser Kitêba Pîroz kîderê tê gotinê, wekî Yehowa çiqas bi hizkirin e û çi soz dide derheqa axiriyê”.

BI QENCIYÊ SER XIRABIYÊ KEVIN

Axiriya vê dinyayê ber şêmîkê ye, lema em zanin ku meriv wê “xirabiyêda pêşda herin” (2 Tîmt. 3:1, 13). Lê em gerekê seva vê yekê dilsar nebin yan jî xizmetiyêda şabûna xwe unda nekin. Yehowa dikare mera qewatê bide, wekî em “bi qenciyê . . . ser xirabiyê” kevin (Rom. 12:21). Xûşkeke meye pêşeng bi navê Cêsîka dibêje: “Ez gelek car rastî wan meriva têm, yên ku qure ne û ser me û mizgîniya me nimiz dinihêrin. Bona vê yekê em dikarin eciz bin. Çaxê ez tevî merivên usa xeberdanê destpêdikim, ez dilê xweda Yehowara dua dikim, wekî ew alî min bike seva ez ser wî merivî mîna Wî binihêrim. Ew yek alî min dike ne ku ser xwe bifikirim, lê alî wî merivî bikim”.

Em berdewam dikin wan meriva bigerin, yên ku bona jîyîna heta-hetayê kifşkirî ne

Hinek çaxê sebira me divînin, qayîl dibin wekî em ruhanîda alî wan bikin

Em gerekê usa jî wedê xizmetiyê xûşk-bira dilgerm kin. Cêsîka dibêje: “Çaxê xizmetiyêda qewimandineke xirab diqewime tevî min yan jî tevî hevalxizmetkarê min, ez derheqa vê yekê gelek xeber nadim. Dewsê, ez xeberdana xwe diguhêzim ser tiştên pozîtîv, mesele dibêjim ku xizmetiya me çi karê tîne hergê jî meriv miqabilî me ne”.

Yehowa haş ji hemû wan çetinaya heye yên ku xizmetiyêda rastî me tên. Ew çiqas şa dibe çaxê divîne, ku em dilremtiyêda çev didine wî (Lûqa 6:36). Lê ew dilşewatiya Yehowa wê hertim nekişîne. Em bawer in wekî ew zane kengê kutasiya vê dinyayê bîne. Lê heta hingê, gelek ferz e em xizmetiya xwe daynin ciyê pêşin (2 Tîmt. 4:2). Were em berdewam kin şixulê xwe bînin sêrî, ku bi xîret xizmet kin û hindava hemû meriva dilşewat bin.