Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Kê Aliyê Yehowa ye?”

“Kê Aliyê Yehowa ye?”

“Ji Xudan Xwedêyê xwe bitirse, xulamtîyê wîra bike, xwe wî bigire” (QAN. DCR. 10:20).

KILAMÊN: 28, 32

1, 2. a) Çira bîlanî ye aliyê Yehowa bigirin? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

HEMIKÎ, wê bi bîlanî be ku em xwe li Yehowa bigirin. Tu kes usa qewat, bîlan û bi hizkirinê nîne çawa Xwedêyê me! Belê, em timê dixwazin wîra amin bin û aliyê wî bigirin (Zeb. 96:4-6). Lê yazix hine xizmetkarên Xwedê çaxê rastî derecên usa tên ku gere aliyê wî bigirin, miqerm vê yekê nakin.

2 Vê gotarêda emê şêwir kin meselên wan meriva, kîjana digotin ku aliyê Yehowa ne, lê yeke tiştên usa dikirin ku Yehowa nefret dike. Ew mesele me hîn dikin ku çawa bi temamî Yehowara amin bimînin.

YEHOWA DILA DINIHÊRE

3. Çira Yehowa dixwest alî Qayîn bikira, û Ewî çi jêra got?

3 Bifikirin derheqa mesela Qayîn. Ewî xudanê qelp nediheband, lê yeke Yehowa xizmetkirina wî qebûl nekir. Lê çira? Çimkî dilê wîda xirabî kûr rûniştibû (1 Yûhn. 3:12). Yehowa Qayînra got: “Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye, lê bike ku tu hukumî li ser bikî” (Destp. 4:6, 7). Dêmek, Yehowa pêşda gote Qayîn, ku hergê ew tobe bike û aliyê Yehowa bigire, hingê Ew jî wê aliyê wî be.

4. Rast e mecala Qayîn hebû ku aliyê Yehowa bigire, lê yeke ewî çi kir?

4 Hergê Qayîn nihêrandina xwe rast kira, Yehowa wê dîsa jî wî qebûl kira. Lê ewî şîreta Yehowa qebûl nekir. Fikir û xwestinên nerast wî berbi kirên nerast birin (Aqûb 1:14, 15). Cahiltiyêda Qayîn dibeke ne jî difikirî ku wê miqabilî Yehowa here. Lê wede derbaz bû, ewî tiştên ecêb kir. Ew miqabilî Xwedê derket û birê xwe kuşt!

5. Çi dikare bibe menî ku em qebûlkirina Yehowa unda kin?

5 Îro jî Mesîhî mîna Qayîn dibeke Yehowara xizmet ke, lê tiştên usa bike ku ber çevê Xwedê reş in (Cihûd. 11). Ew dikare xizmetiyêda xîret be û timê bê ser civatê jî. Lê ew usa jî tiştên necayîz dikare bike, mesele dibeke ser tiştên bênamûsî bifikire û bide ber çevê xwe, û dilê xweda tima be, yan xûşk-bira nefret ke (1 Yûhn. 2:15-17; 3:15). Ew tişt dikarin Mesîhî berbi kirên xirab bivin, dêmek berbi gune. Ber meriva em dikarin fikir û kirên xwe veşêrin, lê ji Yehowa em tu tiştî nikarin veşêrin. Çaxê em bi temamiya dilê xwe aliyê wî nînin, ew zane, çimkî ew her tiştî divîne. (Bixûne Yêremya 17:9, 10.)

6. Yehowa ça alî me dike, wekî em “hukumî li ser” xwestinên xirab bikin?

6 Lê Yehowa lez nakeve derbêra me înkar ke. Çaxê ew divîne wekî em dikevine telikê û ji wî dûr dikevin, ew me şîret dike: “Vegerin min, ezê jî vegerim we” (Malx. 3:7). Çaxê em tevî kêmasiyên xwe şer dikin, Yehowa dixwaze wekî em miqerm miqabilî xirabiyê bin (Îşa. 55:7). Hergê em usa bikin, Yehowa wê ruhanîda û êmosiyalîda alî me bike, û qewatê bide me wekî em “hukumî li ser” xwestinên xirab bikin (Destp. 4:7).

“NEXAPIN”

7. Çawa Silêman dostiya xwe tevî Yehowa unda kir?

7 Em ji serhatiya Silêman Padşa dikarin dersê xwera hildin. Cahiltiyêda, Silêman timê rêberiya Yehowa digeriya. Yehowa bîlanî da wî û şixul da, wekî ew paristgeha mezin Orşelîmêda ava ke. Lê wede derbaz bû, Silêman dostiya xwe tevî Yehowa unda kir (1 Padş. 3:12; 11:1, 2). Qanûna Xwedê qedexe dikir ku padşa xwera “kulfet zêde ke”, çimkî “dilê wî” dikaribû bixalifiya (Qan. Dcr. 17:17). Lê Silêman ew qanûn pişt guhê xweva avît, û axiriyêda 700 jinên wî û 300 cariyên wî hebûn (1 Padş. 11:3). Gelek jinên wî ji miletê Îsraêlî nîbûn, û xudanên qelp dihebandin. Û Silêman bi vê yekê jî gura qanûna Xwedê nekir ku jinên xerîb stand (Qan. Dcr. 7:3, 4).

8. Çawa Silêman dilê Yehowa êşand?

8 Dilê Silêman hindava qanûnên Yehowa hêdî-hêdî sar bû, û axiriyêda ewî tiştên xirab kir. Silêman bona xudanên qelp Astartiya û Kemoş, gorîgeh ava kir. Ewî hela hê jî tevî jinên xwe pûtparistî kir. Ewî ew gorîgeh hema ber Orşelîmê ser bilindcî ava kir, kîderê ku ewî xwexa bona Yehowa paristgeh ava kiribû (1 Padş. 11:5-8; 2 Padş. 23:13). Diqewime Silêman xwexa xwe dixapand, wekî Yehowa çevê xwe dadide ser kirên wîyî xirab, çimkî ewî dîsa jî berdewam dikir paristgeha wîda qurbana bide.

9. Silêman çi axirî stand ku temiya Xwedê pişt guhê xweva avît?

9 Lê Yehowa tu car ser xirabiyê çevê xwe danade. Kitêba Pîroz dibêje: “Hêrsa Yehowa rabû ser Silêman, çimkî dilê wî ji Yehowa dûr ketibû . . . , yê ku du cara xwe wîra eyan kiribû û wî şîret kiribû, wekî ew pey xudanên din neçe. Lê Silêman temiya Yehowa xwey nekir”. Axiriyêda, ewî qebûlkirin û kerema Xwedê unda kir. Zuretên Silêman hukumtiya ser temamiya Îsraêlê unda kirin, û bi seda sala gelek xezeb didîtin (1 Padş. 11:9-13, DT).

10. Çi dikare aminiya me hindava Xwedê bike bin xofê?

10 Ji serhatiya Silêman eşkere tê kifşê, wekî çiqas xof e tevî wan meriva hevaltiyê bikin, yên ku fem nakin yan jî qedirê prînsîpên Yehowa nagirin. Hinek ji wan diqewime civatêda nin, lê ruhanîda sist in. Hinek jî dibeke merivên nêzîk in, cînar in, hevalxebatçî ne, hevaldersxanên wan in, yên ku xizmetkarê Yehowa nînin. Firqî tune kê jî hebe, hergê ew meriv qayîm xwe li prînsîpên Yehowa nagirin, axiriyêda em dikarin seva wan qebûlkirina Xwedê unda kin.

Hevalên te ça hukum dikin ser heleqetiya te tevî Yehowa? (Binihêre abzasa 11)

11. Çi dikare alî me bike wekî hevalên baş xwera bijbêrin?

11 Bixûne 1 Korintî 15:33. Bal gelek meriva xeyset-hunurên baş hene, û merivên ku xizmetkarên Yehowa nînin jî dikarin tiştên xirab nekin. Dibek hûn merivên usa nas dikin, lê gelo ew tê hesabê wekî hevaltî tevî wan wê karê mera bîne? Pirsên usa bidine xwe: “Hevaltiya tevî wan ça wê hukum ke ser heleqetiya min tevî Yehowa? Gelo dilê wanda çi ye? Ewana hê zef derheqa çi xeber didin? Dibe ku ewana timê derheqa modê, pera, tiştên elektronîk, wedederbazkirinê û tiştên din xeber didin? Yan dibeke xeberdanêda qerfa meriva dikin, yan jî henekên necayîz dikin?”. Îsa raste-rast got: “Çi ku dilada heye zar jî wê dibêje” (Met. 12:34). Hergê hûn divînin, wekî hevalên we nebaş hukum dikin ser heleqetiya we tevî Yehowa, derbêra tiştekî bikin, wekî hê kêm tevî wan wede derbaz kin, û hergê lazim be jî hevaltiya tevî wan biqetînin (Metlk. 13:20).

YEHOWA DIXWAZE EM BI TEMAMÎ JÊRA AMIN BIN

12. a) Yehowa Îsraêliyara ku teze ji Misirê aza bûn, çi da kifşê? b) Îsraêliya xwe ça dane kifşê çaxê Xwedê got, wekî ewana gerekê bi temamî jêra amin bin?

12 Paşî vê yekê çaxê Îsraêlî ji Misirê aza bûn, tiştên usa qewimîn ji çi jî em dikarin xwera dersê hildin. Cimet top bibû ber çiyayê Sînayê û wêderê Yehowa eşkere wanra eyan kir ku ew tevî wan e. Bi keremetî ewirekî terî derket, û Yehowa usa kir ku bû qirçîn, birûskê birq vedida, bû dû û dengê borîyê gelekî qayîm hat (Derk. 19:16-19). Wî cûreyî Yehowa Îsraêliyara da kifşê, wekî ew “Xwedêkî kumreş” e, dêmek yê ku dewa dike bi temamî jêra amin bin. Ewî usa jî soz da wan, ku ew wê amin be hindava wan, yên ku wî hiz dikin û gura temiyên wî dikin. (Bixûne Derketin 20:1-6.) Cûrekî din bêjin, Yehowa wanra got ku “Hergê hûn aliyê min bin, ezê jî aliyê we bim”. Hergê we ew sozê amin ji Yehowa Xwedê bibihîsta, weyê çi bigota? Bêşik, weyê jî mîna Îsraêliya usa bigota: “Hemû xeberêd ku Xudan gotîye, emê bikin!” (Derk. 24:3). Lê hine wede şûnda tiştekî usa qewimî, ku aminiya wan Îsraêliya hate cêribandinê.

13. Kîjan dereca aminiya Îsraêliya cêribandin?

13 Îsraêliya gava qirçînî bihîstin û dîtin birqvedana birûskê, ewirê terî û dîsa nîşanên mezin ji Xwedê, gelek tirsiyan. Lema jî wana gotine Mûsa wekî ew dewsa wan tevî Xwedê xeber de ser çiyayê Sînayê (Derk. 20:18-21). Mûsa gelek wext serê çiyê ma. Diqewime ku cimetêra çetin bû, çimkî bê rêberê xwe beriyêda tenê mabûn. Ewana gelek hînî Mûsa bibûn û ça tê kifşê îtbariya xwe mêriv dianîn. Ewana berxwe ketin û gotine Harûn: “Rabe mera xudanekî çêke, ku pêşîya me keve, çimkî ew Mûsayê meriv, yê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî” (Derk. 32:1, 2, DT).

14. Îsraêliya çida xwe dixapandin, û Yehowa ça nihêrî ser kirên wan?

14 Cimetê rind zanibû, wekî pûtparistî ber çevê Yehowa gunekî gelek giran e (Derk. 20:3-5). Lê wede derbaz bû û wana serê xwe ber golikeke zêr danîn! Îsraêliya zanibûn ku bi vê yekê ewana gura Xwedê nakin, lê yeke wana xwexa xwe dixapandin yançi ewana dîsa jî aliyê Yehowa ne. Hela hê Harûn jî kete vê telikê çaxê got ku ew golik bona “cejina” Yehowa ye. Lê Yehowa ça ser vê yekê nihêrî? Ewî hesab kir wekî wana pişta xwe dane wî û nemamiya wî kirin. Yehowa gote Mûsa wekî cimet “ji wê rîyê şihitîn” kîjanêra ku ewî “temî dabû wan” ku herin. “Hêrsa” Yehowa usa ser wan rabû, ku ewî hela hê jî dixwest bi temamî qira miletê Îsraêl bîne (Derk. 32:5-10).

15, 16. Çawa Mûsa û Harûn dane kifşê ku ewana miqerm aliyê Yehowa ne? (Binihêre şiklê ewlin.)

15 Yehowa safî kir wekî qira Îsraêliya neyne. Ji rema xwe ewî mecal da xizmetkarên xweyî amin, wekî miqîm aliyê wî bigirin (Derk. 32:14). Gava Mûsa xwexa pê çevê xwe dît ku çawa cimet ber pût dikine qajînî, distirên û direqisin, ewî ew golika zêr hilda û hûr-hûrî kir, kire toz. Paşê ewî elam kir: “Kê alîyê Xudan e, bira bê cem min!”. Ser vê yekê hemû Lêwî civîyane cem wî (Derk. 32:17-20, 26).

16 Rast e pêşiyê Harûn xwexa ew pût çêkir, lê ewî gunê xwe anî rûyê xwe û tevî wan Lêwiya aliyê Yehowa girt. Ew merivên amin, ne ku tenê aliyê Yehowa girtin, lê usa jî xwe başqe kirin ji wan, yên ku nerastî kirin. Ew aqilayî bû aliyê wanda, çimkî vê rojê bi hezara Îsraêlî seva pûtparistiya xwe emirê xwe unda kirin. Lê ewên ku aliyê Yehowa girtin, xilaz bûn û hin jî Xwedê wanra soz da ku wê wana kerem ke (Derk. 32:27-29).

17. Giliyên Pawlos derheqa serhatiya Îsraêliya, çi me hîn dikin?

17 Pawlosê şandî çaxê besa vê qewimandinê kir, giliyên usa got: “Ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em . . . ne jî bibin pûtparist, çawa ji wan hinek bûn. . . . Ew . . . bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê. Awa kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve” (1 Korn. 10:6, 7, 11, 12). Ji giliyên Pawlos tê kifşê, wekî hela hê xizmetkarên rast jî dikarin kirên xirab bikin. Ewên ku dikevine vê telikê dibeke difikirin, wekî Yehowa wana dîsa jî qebûl dike. Lê hergê meriv tenê dixwaze bibe dostê Yehowa yan jî dibêje yançi ew jêra amin e, ew nayê hesabê wekî Yehowa wî bi rastî qebûl dike (1 Korn. 10:1-5).

18. Çi dikare bibe menî ku em ji Yehowa dûr kevin, û ew yek wê çi axiriyê mera bîne?

18 Îsraêlî berxwe ketin çaxê dîtin ku Mûsa derengî dikeve, ji Sînayê berjêr nabe. Îro jî Mesîhî dikarin bîna xwe teng kin, çimkî wana tirê roja dîwana Yehowa û dinya teze, derengî dikeve. Ewana dibeke bifikirin jî wekî sozê Yehowa hê gelek dûr e, yan jî ew sozekî nebûyî ye. Hergê em miqatî xwe nebin û fikirên xwe rast nekin, emê îda xwestinên xweye bedenê ser qirara Yehowara bigirin. Paşê, hêdî-hêdî emê ji Yehowa dûr kevin û tiştên usa bikin, kîjan ku dibeke qe hişê mera jî derbaz nedibû.

19. Em çi gerekê tu car bîr nekin?

19 Em gerekê tu car bîr nekin, wekî Yehowa dewa dike ku em bi temamiya dilê xwe gura wî bikin û jêra amin bin (Derk. 20:5). Hergê em tiştên usa nakin çi ku Yehowa ji me dewa dike, wekî usa ne emê wan tişta bikin çi ku Şeytan dixwaze, û ew yek dikare mera tenê axirîke xirab bîne. Lema jî Pawlos şîret da Mesîhiya: “Hûn nikarin hin kasa Xudan vexwin, hin jî kasa cina. Hûn nikarin hin ji sifra Xudan bixwin, hin jî ji sifra cina” (1 Korn. 10:21).

XWE QAYÎM LI YEHOWA BIGIRE

20. Yehowa ça dikare alî me bike çaxê em gavên nerast davêjin?

20 Serhatiya Qayîn, Silêman û Îsraêliya, dide kifşê ku bal hemûşka heye mecal wekî “tobe kin û . . . vegerin” (Kar. Şand. 3:19). Eşkere ye, wekî Yehowa lez nakeve me înkar ke çaxê em şaşiya dikin. Dereca Harûnda em divînin, wekî Yehowa baxşande wî. Îro jî hergê em gaveke nerast davêjin, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz, û şîretên ji xûşk-bira me pêşda şîret dike. Gava em şîretên wî û rastkirina wî qebûl dikin, em dikarin rema wî bistînin.

21. Gava aminiya me tê cêribandinê, em gerekê xwera çi safî kin ku bikin?

21 Qenciya Yehowaye nehêja bona nêtekê ye (2 Korn. 6:1). Ew mecalê dide me, wekî “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin”. (Bixûne Tîto 2:11-14.) Heta ku em “li vê dinê” dijîn, emê rastî wan dereca bên, kîderê ku aminiya me hindava Yehowa wê bê cêribandinê. Lema jî were em her gav aliyê Yehowa bigirin, çimkî em gerekê tenê ji Xwedêyê xwe Yehowa bitirsin, xulamtiyê wîra bikin, û xwe li wî bigirin! (Qan. Dcr. 10:20).