Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Lêkolînkirina Kitêba Pîroz Hê Kêrhatî û Hewas Bikin

Çawa Lêkolînkirina Kitêba Pîroz Hê Kêrhatî û Hewas Bikin

YÊŞÛ cabdariya mezin stand. Ewî gerekê cimeta Îsraêl bivira Erdê Sozdayî, lê ew şixul nehêsa bû. Yehowa wî qewî kir û dil da wî bi wan giliya: “Mêrxas û qewî be”. Usa jî Xwedê gote Yêşû, ku hergê ew Qanûna wî her roj bixûne û bîne sêrî, ewê pêşda here û bi bîlanî tişta bike (Yêşû 1:7, 8, DT).

Em zemanên xirabda dijîn, û em jî rastî çetinaya tên (2 Tîmt. 3:1). Em mîna Yêşû dikarin evê şîreta ku Yehowa dabû wî, qebûl kin. Em dikarin Kitêba Pîroz her gav bixûnin, û prînsîpên Yehowa bidine xebatê wekî safîkirinên bîlan bikin.

Lê gelek ji me dibeke qayîl bin, wekî nehêsa ye lêkolîna bikin. Lê lêkolînkirina Kitêba Pîroze şexsî gelek ferz e. Dîna xwe bidine çargoşa bi navê “Ewan Şîreta Bînin Sêrî”, û ew yek wê alî we bike lêkolînkirina xwe hê kêrhatî û hewas bikin.

Zebûrbêj distira: “Min bike wê şiverîya emirêd Xwe, ku wanda deman û heyran im ez bi xwe” (Zeb. 119:35). Hûn dikarin ji lêkolînkirina Xebera Xwedê şabûnê bistînin. Hûnê gelek xiznên ruhanî bivînin, gava berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin.

Rast e mera mîna Yêşû nelazim e rêberiya cimetê bikin, lê çetinayên me jî hene. Lema jî em gerekê çev bidine wî ku Xebera Xwedê lêkolîn bikin û çi têda nivîsar e bînin sêrî. Hergê em usa bikin, emê jî pêşdaçûyî bin û tişta bi bîlanî bikin.