Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Dixwazî Kê Te Nas ke û Qîmet ke?

Tu Dixwazî Kê Te Nas ke û Qîmet ke?

“Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (ÎBRN. 6:10).

KILAMÊN: 39, 30

1. Kîjan xwestina tebiyetî heye bal hemû meriva?

WEYÊ ça xwe texmîn kira heger merivê ku hûn nas dikin û qedirê wî digirin, navê we bîr kira, yan hela hê jî hûn qe nehatana bîra wî? Ew yek wê dilê we nehata, usa nîne? Lê çira? Çimkî bal me her kesî heye xwestineke tebiyetî, em dixwazin wekî me qebûl kin. Xêncî vê yekê, em dixwazin wekî meriv usa jî bizanibin em merivne çi cûreyî ne û kirên me bişêkirînin (Jimar 11:16; Îb. 31:6).

2, 3. Çawa xwestina me ku meriv me qîmet kin, dikare aliyê nerastda here? (Binihêre şiklê ewlin.)

2 Lê hergê em fesal nîbin, ew xwestina me wekî meriv me qîmet kin, dikare aliyê nerastda here, çimkî em gunekar in. Em dikarin bixwazin wekî meriv me bilind kin û mera firnaq bin. Dinya Şeytan meriva hêlan dike wekî pey navdariyê û hurmetê kevin. Çaxê meriv dikevine ber bayê vê yekê, ewana bîr dikin ku kê bi rastiyê hêjayî hurmetê û hebandinê ye, dêmek Bavê meyî ezmana, Yehowa Xwedê (Eyan. 4:11).

3 Wedê Îsada hine serwêrên rêlîgiya, nerast dinihêrîn ser hurmet û qebûlkirinê. Îsa gote şagirtên xwe: “Hevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hiz dikin bi çuxêd dirêj bigerin, bazarada silavê bidine wan, kinîştada kursiyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rûnên”. Paşî wan giliya ewî got: “Dîwana wanê hê giran be” (Lûqa 20:46, 47). Lê Îsa payê jinebîke belengaz da, ya ku gelek hindik pere qurban kir û dibeke kesekî dîna xwe neda wê (Lûqa 21:1-4). Belê, Îsa ser navdariyê û qebûlkirinê cûrekî mayîn dinihêrî. Ew gotar wê alî me bike, wekî rast binihêrin ser vê yekê, dêmek usa çawa ku Yehowa Xwedê xweş tê.

ALIYÊ YEHOWADA BÊNE QEBÛLKIRINÊ HURMETEKE LAPE MEZIN E

4. Aliyê kêda hûn dixwazin bêne naskirinê û qîmetkirinê, û çira?

4 Lê aliyê kêda hêja ye wekî em bêne naskirinê û qîmetkirinê? Îro meriv dixwazin navê xwe bilind kin, mesele bi xwendina bilind, xebateke baş, û navdengiya vê dinyayêda. Lê Pawlos şirovekir wekî hêja ye aliyê kêda em bêne naskirinê û qîmetkirinê. Ewî got: “Niha ku we Xwedê nas kiriye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tu tişt û dîsa dixwazin xulamtiyê wanra bikin?” (Galt. 4:9). Rastî jî qedirekî çiqas mezin e ku em dikarin aliyê Xwedêda bêne naskirinê, dêmek aliyê Serwêrê Herî Bilind! Ew bi dil dixwaze em heleqetiya xwe tevî wî nêzîk kin. Yehowa me nas dike, me hiz dike, û dixwaze em bibine dostên wî. Ewî em usa efirandine, ku em bikaribin tevî wî dostiyê bikin (Waîz 12:13, 14). *

5. Em çi gerekê bikin seva aliyê Xwedêda bêne naskirinê?

5 Xwedê Mûsa wî cûreyî kerem kir. Çaxê ewî ji Yehowa hîvî kir, wekî îzin bide wî seva ew bi temamî fem ke rêyên Wî, Yehowa usa caba wî da: “Ezê vê yekê jî bikim ku te got, çimkî te li ber çevê min kerem dît û ez te pê navê te nas dikim” (Derk. 33:12-17). Çaxê Yehowa me nas dike, em jî dikarin gelek kerema bistînin. Lê em çi gerekê bikin wekî aliyê Yehowada bêne naskirinê? Em gerekê wî hiz kin û emirê xwe tesmîlî wî bikin. (Bixûne 1 Korintî 8:3.)

6, 7. Çi dikare bibe menî ku em dostiya xwe tevî Yehowa unda kin?

6 Lê em gerekê fesal bin wekî heleqetiya xwe tevî Bavê xweyî ezmana unda nekin. Em mîna Mesîhiyên Galatî, kîjanara ku Pawlos nivîsî, gerekê xwey kin xwe ji “sixirêd vê dinêye bêqewate ne tu tişt”, û usa jî ji navdarî û qebûlkirina vê dinyayê (Galt. 4:9). Ew Mesîhiyên qirna yekê, îda aliyê Xwedêda naskirî bûn û Xwedê wana qebûl dikir. Lê yeke Pawlos got wekî ew xûşk-bira “dîsa vedigerin” pey tiştên pûç. Cûrekî mayîn bêjin, ev bû gotina Pawlos: “Hûn usa pêşda çûne, çira hûn paşda vedigerin û pey tiştên bêkêr û pûç dikevin?”

7 Lê gelo dikare tevî me jî usa biqewime? Belê, hergê em fesal nîbin. Çaxê me Yehowa nas kir, me jî mîna Pawlos pişta xwe da navdarî û qebûlkirina vê dinyayê. (Bixûne Fîlîpî 3:7, 8.) Diqewime me dikaribû xwendina bilind bistanda, yan navdeng bûna, yan jî gelek pere qazanc kira, lê me terka wan tişta da. Yan jî dibeke em aliyê mûzîkêda rind hoste ne, û em dikaribûn navdar û dewletî bûna. Lê me nexwest vê dinyayêda navê xwe bilind kin, lema me terka wan hemû tişta da (Îbrn. 11:24-27). Bidine hesabê xwe ku wê çiqas neaqilayî be, hergê em niha bifikirin ku me badîhewa ew tişt ji destê xwe berda! Fikirên usa dikarin me hêlan kin wekî dîsa pey tiştên usa kevin, kîjan me hesab kiribû wekî pûç in û ne tu tişt in. *

QEBÛLKIRINA YEHOWA BIGERE

8. Çi wê alî me bike wekî qebûlkirina Yehowa bigerin, ne ku ya vê dinyayê?

8 Ça em dikarin nekevine heyra vê yekê wekî ew dinya me qebûl ke, lê dewsê qebûlkirina Yehowa bigerin? Em gerekê bîr nekin du tiştên ferz. Ya pêşin, Yehowa timê nas dike û qîmet dike wana, yên ku bi aminî jêra xizmet dikin. (Bixûne Îbranî 6:10; 11:6). Belê, ew gelek qîmet dike her xizmetkarekî xwe, û ew ser “neheqiyê” nîne wekî xem neke bona merivên ku jêra amin in. Yehowa timê “yêd para xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19). Çevê wî “ser rîya rasta ye” û ew zane çawa wana ji cêribandina xilaz ke (Zeb. 1:6; 2 Pet. 2:9).

9. Mesela bînin ku Yehowa çawa qebûlkirina xwe cimeta xwera dide kifşê.

9 Cara Yehowa cimeta xwera qebûlkirina xwe bi cûrekî mexsûs dide kifşê (2 Dîr. 20:20, 29). Mesele, bînin bîra xwe, Yehowa ça ber Bera Sor cimeta xwe xilaz kir çaxê ordiya Firewine qewî pey wan ket (Derk. 14:21-30; Zeb. 106:9-11). Ew qewimandin usa ser cimetê hukum bû, wekî hela hê paşî 40 sala jî wana derheqa vê qewimandinê xeber didan (Yêşû 2:9-11). Zûtirekê Gog ji Magogê wê pey me keve, lê em gelek qewî dibin gava difikirin derheqa hizkirin û qewata Yehowa (Hezql. 38:8-12). Gava ew wede bê, emê gelek şa bin, çimkî me qebûlkirina Xwedê digeriya, ne ku ya vê dinyayê!

10. Em derheqa Yehowa çi gerekê bîr nekin?

10 Em usa jî gerekê bîra xweda xwey kin tiştekî ferz: Yehowa dikare qebûlkirina xwe mera usa bide kifşê, ku tu car em ne jî hîviyê bûn. Merivên ku seva vê yekê qenciyê dikin wekî yên din bivînin, wê ji Yehowa xelatê nestînin. Lê çira? Çimkî ewana bi temamî heqê xwe distînin, çaxê meriv payê wan didin. (Bixûne Metta 6:1-5.) Lê Îsa got ku Bavê wî “dizîva . . . dibîne” wana, yên ku bona kirên xweye qenc, hurmet û payî nestandine. Ew kirên wan divîne û wê her yekîra heqê wî bide. Lê cara Yehowa me bi cûrekî mexsûs xelat dike, ku em ne jî hîviyê bûn. Were em çend mesela şêwir kin.

QÎZIKEKE MILÛK BI CÛREKÎ MEXSÛS TÊ QEBÛLKIRINÊ

11. Yehowa ça Meryemêra qebûlkirina xwe da kifşê?

11 Yehowa qîzikeke milûk Meryem bijart, seva ew bibe diya Kurê wî, dêmek Îsa. Meryem şeherê biçûkda Nisretêda dijît, kîjan ku dûrî Orşelîmê û paristgeha wîye mezin bû. (Bixûne Lûqa 1:26-33.) Lê çira Meryem hate bijartinê bona wî qedirekî mezin? Milyaketê Xwedê, Cibrayîl, jêra got wekî ew qîzika “kerem lê bûyîyê” ye. Pê giliyên Meryemê, ku tevî meriva xwe Êlîzabêtê xeber dida, tê kifşê ku ew yeke ruhanî bû û Xwedê gelek hiz dikir (Lûqa 1:46-55). Belê, Yehowa dîna xwe dida Meryemê, û bona aminiya wê lê kerem kir ku qedirekî usa jêra da, kîjan ku ewê ne jî dikaribû bida ber çevê xwe.

12, 13. Îsa çi cûreyî hurmet stand çaxê teze hate bûyînê, û usa jî çaxê ew 40 rojî bû wî birin paristgehê?

12 Yehowa hurmet neda merivên navdeng, mesele serwêrên Orşelîmê yan Beytlehmê, ku derheqa bûyîna Îsa wanra elam kira. Milyaket şivanên milûkra eyan bûn, yên ku ji Beytlehm der çolê bûn ber kerê pêz bûn (Lûqa 2:8-14). Ew şivan paşê çûn û zara tezebûyî dîtin, dêmek Îsa (Lûqa 2:15-17). Meryem û Ûsiv rastî jî wê çiqas şa bûna, ku Îsa wî cûreyî hate hurmetkirinê! Dîna xwe bidinê ku Şeytan çiqas cude dibe ji Yehowa. Çaxê Şeytan steyrnas şandin bal Îsa û dê-bavê wî, temamiya Orşelîmê tevîhev bû çaxê derheqa zarê pêhesiyan (Met. 2:3). Bona vê elametiyê, gelek zar bêmenî hatine kuştinê (Met. 2:16).

13 Çil roj paşî bûyîna Îsa, Meryemê gerekê Yehowara qurban bianiya paristgeha Orşelîmêda. Ji Beytlehmê ew rê weke 9 kîlomêtra bû (Lûqa 2:22-24). Çaxê Meryem tevî Ûsiv rêda bû, difikirî ku diqewime kahîn wê ber hemûşka derheqa Îsa bêje û ku axiriyêda Îsa wê çi bike. Bi rastî Îsa paristgehêda hate hurmetkirinê, lê ne usa ça dibeke Meryemê dida ber çevê xwe. Yehowa bi Şimhûnê “rast, xwedêxof”, û usa jî bi Hanaya pêxember ku 84 salî bû û jinebî bû, eyan kir ku ew zar wê bibe Mesîhê sozdayî (Lûqa 2:25-38).

14. Yehowa çi kerem daye Meryemê?

14 Lê derheqa Meryemê em çi dikarin bêjin? Gelo Yehowa dîsa jêra da kifşê qebûlkirina xwe seva vê yekê, ku ewê Kurê wî bi aminî xwey dikir û mezin dikir? Belê. Xwedê kirên wê û giliyên wê Xebera Xweda daye nivîsarê. Dibeke Meryemê nikaribû tevî Îsa rêwîtî bikira wedê xizmetiya wî ku sê sal nîva kişand. Diqewime ew hingê jinebî bû û Nisretêda ma. Rast e ewê nikaribû tevî wî here, lê ew wedê mirina Îsa wêderê bû (Yûhn. 19:26). Paşê, Meryem tevî şagirtên din Orşelîmêda bû, gava ruhê pîroz hate ser wan (Kar. Şand. 1:13, 14). Ewê jî dibeke ruhê pîroz stand, çaxê wêderê bû. Hergê ew yek usa bû, ew tê hesabê wekî ewê dîsa jî qedirekî mezin stand, dêmek wê tevî Îsa heta-hetayê ser ezmana be. Rastî jî Xwedê bona xizmetiya wêye amin çiqas wê kerem kir!

YEHOWA KURÊ XWE HURMET DIKE

15. Yehowa ça qebûlkirina xwe hindava Kurê xwe da kifşê, çaxê ew ser erdê bû?

15 Îsa nedixwest wekî serwêrên rêlîgiya yan jî polîtîk wî qebûl kin û hurmetê bidine wî. Lê ew çiqas dilşa bû gava xwexa Yehowa sê cara ji ezmana qebûlkirina xwe jêra da kifşê. Hema paşî nixumandina Îsa, Yehowa got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Met. 3:17). Ça tê kifşê, tenê Yûhennayê Nixumdar ewan giliya bihîst. Paşê, weke salek pêşiya mirina Îsa, sê şandiya dengê Yehowa bihîstin çaxê ewî got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” (Met. 17:5). Çend roj pêşiya mirina Îsa jî, Yehowa tevî Kurê xwe ji ezmana xeber da (Yûhn. 12:28).

Hûn çi pêhesiyan ji vê yekê ku çawa Yehowa Kurê xwe kerem kir? (Binihêre abzasa 15-17)

16, 17. Yehowa ça Îsa kerem kir ku ew ne jî hîviyê bû?

16 Rast e Îsa zanibû ku wê bi mirina şermî bimire, çawa buxdanbêj, lê ewî dua kir wekî qirara Yehowa bê sêrî, ne ku ya wî (Met. 26:39, 42). Ewî stûna cefê hilda, “şerm ber tiştekî hesab nekir”, û tu car hurmet û qebûlkirina ji vê dinyayê nedixwest, lê ya ji Bavê xwe (Îbrn. 12:2). Çawa Yehowa jêra qebûlkirina xwe da kifşê?

17 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî got ku dixwaze vegerîne ew rûmeta ku berê ser ezmana bal wî hebû, çaxê tevî Bavê xwe bû (Yûhn. 17:5). Lê tu cîkî nayê gotinê wekî Îsa ji vê zêdetir dixwest. Ew tu car ne jî difikirî wekî ser ezmana bibe yekî hê mezin. Lê Yehowa çi kir? Ewî Îsa usa xelat kir ku wî “bilind kir”, û jêra keremeke usa da, ku pêşiya wî tu kes nesitandibû. Ew heye jîyîna nemirî * (Fîlî. 2:9; 1 Tîmt. 6:16). Rastî jî bona aminiya xwe Îsa çiqas hate keremkirinê û hurmetkirinê!

18. Çi wê alî me bike qebûlkirina vê dinyayê negerin?

18 Çi wê alî me bike wekî em qebûlkirina vê dinyayê negerin? Em gerekê bîr nekin ku Yehowa timê dişêkirîne, qebûl dike û kerem dike xizmetkarên xweyî amin û gelek car ew keremên usa dide wan, ku ewana ne jî hîviyê ne. Rastî jî kê zane kîjan kerem hîviya me ne? Lê îro, çaxê em tengasiya û cêribandinada sebir dikin, were tu car bîr nekin, wekî ew dinya wê hurmeta xweva kuta be (1 Yûhn. 2:17). Bavê meyî Ezmana Yehowa ser neheqiyê nîne, wekî kirên me û ew hizkirina ku em bona navê wî didine kifşê, bîr bike (Îbrn. 6:10). Belê, Yehowa wê me kerem ke, û diqewime usa ku em niha ne jî dikarin bidine ber çevê xwe!

^ abz. 4 Yehowa qebûlkirina xwe bi vê yekê dide kifşê, çaxê qedir dide me, me kerem dike, xwey dike, xelat dike û ça dostên xwe hesab dike.

^ abz. 7 Welgerandinên Kitêba Pîroze dinda, ev gilî “ne tu tişt”, hatiye welgerandinê ça “bêkêr”, “kesîb”, “hîştî”, û “belengaz”.

^ abz. 17 Ew yek keremeke mexsûs bû, çimkî derheqa jîyîna nemirî Nivîsarên Îbranîda tu cîkî nayê gotinê.