Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xweyê Me Yehowa ye

Xweyê Me Yehowa ye

“Xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî Yehowa ye û li wê cimetê, kîjan ewî bijart kire warê Xwe” (ZEB. 33:12, DT).

KILAMÊN: 40, 50

1. Çira Yehowa ye xweyê her tiştî? (Binihêre şiklê ewlin.)

YEHOWA xweyê her tiştî ye! “Ezman û ezmanê ezmana, erd û hemû çi li ser e”, yên wî ne (Qan. Dcr. 10:14; Eyan. 4:11). Hemû meriv jî yên wî ne, çimkî ewî ewana efirandin (Zeb. 100:3). Lê yeke nava temamiya terîxiya însanetêda, Xwedê hine meriv başqe kirine, yên ku bi cûrê mexsûs para wî ne.

2. Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa kê bijart bi cûrê mexsûs ça cimeta xwe?

2 Mesele, Zebûra 135-da ser xizmetkarên Yehowa wedê Îsraêla berê, tê gotinê ça “milkê” wî (Zeb. 135:4). Usa jî kitêba Hoseyada hatibû pêxembertîkirinê wekî merivên ji ne miletê Îsraêlî jî wê bibine cimeta Yehowa (Hos. 2:23). Ew pêxembertiya Hoseya hate sêrî çaxê Yehowa merivên ji ne miletê Cihû bijart, seva tevî Îsa padşatiyê bikin (Kar. Şand. 10:45; Rom. 9:23-26). Ew “miletê buhurtî” milkê Yehowayî mexsûs e. Ewana bi ruhê pîroz kifşkirî ne û hatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana (1 Pet. 2:9, 10). Lê em çi dikarin bêjin derheqa Mesîhiyên îroyîn, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne? Yehowa wana jî hesab dike ça cimeta xwe û bijartiyên xwe (Îşa. 65:22).

3. a) Îro kê tevî Yehowa heleqetiya mexsûsda ne? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Îro “keriyê pêzî biçûk”, dêmek yên ku wê ser ezmana bijîn, û “pezêd . . . din”, yên ku wê ser erdê bijîn, tevayî “kerîk” in, kîjan ku Yehowa ça cimeta xwe hesab dike (Lûqa 12:32; Yûhn. 10:16). Bêşik, em dixwazin bişêkirînin vê yekê ku Yehowa mera qedirekî usa daye, wekî heleqetiya meye mexsûs tevî wî heye. Vê gotarêda emê şêwir kin ku em ça dikarin Yehowara bidine kifşê, wekî evî qedirê mexsûs qîmet dikin.

EM XWE TESMÎLÎ YEHOWA DIKIN

4. Ça em dikarin razîbûna xwe Yehowara nîşan kin, wekî îzin daye me tevî wî dostiyê bikin? Û Îsa ça razîbûna xwe da kifşê?

4 Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin bi temamiya dilê xwe, em razîbûna xwe jêra didine kifşê. Pê nixumandinê em gişkara şedetiyê didin, wekî em para Yehowa ne û ku em hazir in timê gura wîda bin (Îbrn. 12:9). Çaxê Îsa hate nixumandinê, ewî jî tiştekî usa kir. Dikarin bêjin ewî Yehowara got: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim ya Xwedê” (Zeb. 40:7, 8). Rast e çaxê Îsa hate bûyînê îda ji wî miletî bû kîjan ku tesmîlkiriyê Xwedê bû, lê yeke ewî Yehowara da kifşê wekî ew hazir e qirara wî bîne sêrî.

5, 6. a) Yehowa çi got çaxê Îsa hate nixumandinê? b) Meselê bînin ku Yehowa ça dinihêre ser tesmîlbûyîna me wîra.

5 Yehowa ça nihêrî ser nixumandina Îsa? Kitêba Pîroz dibêje: “Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derket, ezman vebûn û ewî dît ku ruhê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser wî danî. Û dengekî ji ezmana got: ‘Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me’” (Met. 3:16, 17). Rast e Îsa îda para Bavê xweyî ezmana bû, yeke dilê Yehowa gelek şa bû, çaxê dît ku Kurê wî dixwaze û hazir e emirê xweda qirara Wî bîne sêrî. Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, hingê jî dilê wî şa dibe, û ew wê ese me kerem ke (Zeb. 149:4).

6 Bidine ber çevê xwe, merivekî gelek kulîrkên bedew baxçê xweda çandiye. Rojekê qîza wîye biçûk ji baxçe kulîrkekê diqetîne û pêşkêş dide bavê xwe. Femdarî ye ev kulîrk ya bavê wê ye. Lê bavê hizkirî, ne jî wê bifikire ser vê yekê, çimkî zane wekî qîza wî ji hizkirinê ew kulîrk da wî û ew wê bi dil evê pêşkêşa wê hilde. Ew bav wê nava hemû kulîrkên xweda, kulîrka ji qîza xwe qîmet ke. Ew mesele dide kifşê, wekî dilê Yehowa jî gelek şa dibe, çaxê em bi dil emirê xwe tesmîlî wî dikin (Derk. 34:14).

7. Malaxî çawa da kifşê ku Yehowa ça dinihêre ser wan, yên ku bi dil û can jêra xizmet dikin?

7 Bixûne Malaxî 3:16. Hergê we hê xwe tesmîlî Yehowa nekiriye û nixumandî nînin, derheqa vê yekê bifikirin. Rast e hûn ça dinê ketine, îda yên Yehowa bûne, çawa hemû meriv. Lê bifikirin wekî Yehowa wê çiqas şa be, hergê hûn wî qebûl kin ça Serwêrê xwe û emirê xwe tesmîlî wî kin (Metlk. 23:15). Yehowa wana nas dike yên ku bi dil jêra xizmet dikin, û navê wan “kitêba bîranînêda, DT” dinivîse.

8, 9. Yehowa çi dewa dike ji wana, navê kîjana kitêba wîye bîranînêda nivîsar e?

8 Lê seva ku navê me kitêba Yehowaye bîranînêda nivîsar be, û em nava cimeta wîda bin, em borcdar in tiştekî bikin. Malaxî raste-rast got, wekî em gerekê ji Yehowa bitirsin û ser navê wî bifikirin. Hergê em xêncî Yehowa xwe tesmîlî kesekî yan tiştekî dikin, axiriyêda navê me wê kitêba wîye jîyînêda bê hildanê (Derk. 32:33; Zeb. 69:28).

9 Bes nîne tenê soz bidine Yehowa ku emê qirara wî biqedînin, û bêne nixumandinê. Ewê yekê em tenê carekê dikin, lê paşê îda temamiya emirê xwe jêra xizmet dikin. Ew yek ku em aliyê Yehowa ne çawa cimeta wî, em gerekê timê pê jîyîna xwe îzbat kin. Em gerekê ça îro usa jî axiriyêda, û heta ku em sax in, gura wîda bin (1 Pet. 4:1, 2).

EM XWESTINÊN XIRAB DITERIKÎNIN

10. Çi firqî gerekê hebe orta xizmetkarê Xwedê û yê ku Xwedêra xizmet nake?

10 Gotara pêşiya vêda, me serhatiya derheqa Qayîn, Silêman û Îsraêliya şêwir kir. Ewana gişk jî digotin yançi Yehowa dihebînin, lê bi rastî jêra amin nîbûn. Ew meselên wan eşkere didine kifşê, wekî ewên ku xweyê wan bi rastî Yehowa ye, gerekê miqerm xwe li rastiyê bigirin û miqabilî xirabiyê bin (Rom. 12:9). Dîna xwe bidin ku kitêba Malaxîda Yehowa got ku wê eşkere bê kifşê “firqiya orta merivê rast û merivê xirab, orta xizmetkarê Xwedê û yê ku Xwedêra xizmet nake” (Malx. 3:18, DT).

11. Çira merivara gerekê eyan bê kifşê, wekî me xwe tesmîlî Yehowa kiriye?

11 Dîsa mecaleke din heye ku em dikarin Yehowara bidine kifşê, wekî em qîmet dikin ku ewî em ça cimeta xwe bijartin. Pêşdaçûyîna me aliyê ruhanîda gerekê “hemûyava eyan be” (1 Tîmt. 4:15; Met. 5:16). Xwe bipirsin: “Gelo merivara eyan e wekî ez bi temamî Yehowara amin im? Gelo ez firnaq dibim gava divêjime meriva ku ez Şedê Yehowa me?” Dilê Yehowa wê bêşe hergê paşî wê yekê çaxê ewî em bijartin ça cimeta xwe, em şerm dikin merivara bêjin ku ew xweyê me ye. (Zeb. 119:46; bixûne Marqos 8:38.)

Ew yek ku tu ça dijî, eşkere dide kifşê wekî tu Şedê Yehowa yî? (Binihêre abzasa 12, 13)

12, 13. Çira ser hineka nayê kifşê wekî ewana Şedên Yehowa ne?

12 Yazix, lê hela hê hine Şedên Yehowa jî çev didine “ruhê vê dinyayê”. Bona wê yekê zelal îda nayê kifşê firqiya orta xizmetkarê Xwedê û yê ku xizmetkarê Xwedê nîne (1 Korn. 2:12). Ruhê vê dinyayê meriva hêlan dike pey “dilhavijiyêd binyata merivayê” kevin (Efes. 2:3). Mesele, rast e gelek şîret mera têne dayîne derheqa kincxwekirin û xemilandinê, yeke hinek dîsa jî necayîz xwe dikin. Ewana kincê teng û vekirî xwe dikin, hela hê ser civatê jî. Hinek jî pê porê xwe dîna meriva dikişînine ser xwe (1 Tîmt. 2:9, 10). Lema jî çaxê ewana nav merivada nin, îda çetin e têderxin ku kê ye xizmetkarê Yehowa û kê ye hevalê dinyayê (Aqûb 4:4).

13 Hene xûşk-birên usa jî, ku xwe usa didine kifşê, ça merivên vê dinyayê. Mesele, çaxê ewana wedê xwe derbaz dikin, reqas û rabûn-rûniştina wan usa ne, ku necayîz in bona Mesîhiya. Ewana şiklê xwe dikin întêrnêtê û têda tiştên usa dinivîsin, ku tê kifşê wekî ewana merivne ruhanî nînin. Dibeke civatêda ew Mesîhî gunekî giran nakin wekî bêne şîretkirinê, lê yeke ewana dikarin xirab hukum bin ser wan xûşk-bira, yên ku dixwazin rabûn-rûniştina xwe temiz xwey kin, çawa cimeta Xwedêra dikeve. (Bixûne 1 Petrûs 2:11, 12.)

Nehêle wekî merivên ku miqerm aliyê Yehowa nagirin, ser te hukum kin

14. Em ji çi gerekê xwe xwey kin, wekî heleqetiya xwe tevî Yehowa unda nekin?

14 Her tişt vê dinyayêda meriva hêlan dikin berbi “dilhavijî, çevhavijî” û kubar-babaxiyê (1 Yûhn. 2:16). Lê em para Yehowa ne, û lema jî em çev nadine vê dinyayê. Em gerekê “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin” û “aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:12). Em ça xeber didin, ça dixwin-vedixin, ça li xwe dikin, dixemilînin, û dixebitin, ew her tişt gerekê merivara eyan nîşan ke, wekî em tesmîlbûyên Yehowa ne. (Bixûne 1 Korintî 10:31, 32.)

HIZKIRINA ME HINDAVA HEVDA BI DIL Û CAN E

15. Çira em gerekê xûşk-birara heyf û bi hizkirin bin?

15 Ew yek ku em ça nin hindava xûşk-bira dide kifşê, wekî em çiqas qîmet dikin dostiya xwe tevî Yehowa. Ewana jî para Yehowa ne, û hergê em vê yekê bîr nekin, emê timê xûşk-birara heyf û bi hizkirin bin (1 Têsln. 5:15). Îsa gote şagirtên xwe: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35).

16. Kîjan mesele ji Qanûna Mûsa dide kifşê, ku Yehowa ça ne hindava cimeta xwe?

16 Were pê mesela bivînin ku em gerekê hindava xûşk-birên civatêda çawa bin. Berê, paristgeha Yehowada hebûn tişt, ku başqe dikirin bona hebandinê û dihatine hesabê pîroz. Qanûna Mûsada dihate gotinê, wekî çawa miqatî wan tişta bin, û ewên ku ev temî neaniyana sêrî, gerekê bihatana kuştinê (Jimar 1:50, 51). Hergê Yehowa ew tiştên ku hebandina wîda didane xebatê xwey dikir, îlahî ew wê çiqas xwey ke wan xizmetkarên xweye amin, ku ewî jibart ça cimeta xwe! Carekê çaxê Yehowa tevî cimeta xwe xeber dida, elam kir: “Yê destê xwe li we dixe, ew li bîboka çevê min dixe!” (Zeker. 2:8, DT).

17. Yehowa guh dide çi?

17 Malaxî got wekî Yehowa guh dide û dibihê ku çawa cimeta Wî tevî hev xeber didin (Malx. 3:16). Belê, Yehowa “yêd para xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19). Ew haş ji her kirên me û giliyên me heye (Îbrn. 4:13). Çaxê em xûşk-birara heyf nînin, Yehowa evê yekê divîne û me dibihê. Lê ew usa jî divîne gava em hindava wanda mêvanhiz, destvekirî û heyf in û usa jî hevdu dibaxşînin (Îbrn. 13:16; 1 Pet. 4:8, 9).

YEHOWA “CIMETA XWE JI BER XWE NAVÊJE”

18. Ça em dikarin Yehowara bidine kifşê, wekî em qîmet dikin ku cimeta wî ne?

18 Bêşik, em dixwazin Yehowara nîşan kin, wekî dişêkirînin wî qedirî ku em nava cimeta wî ne. Em zanin wekî ew safîkirineke bîlan bû ku me xwe tesmîlî wî kiriye. Rast e em îro nav “nisilê neheq û xalifîda” dijîn, lê em dixwazin “bêleke û bêqusûr” bimînin û “şewq bidin mîna ronayêd ezmana” (Fîlî. 2:15). Em xwe ji her xirabiyê dûr digirin (Aqûb 4:7). Û em xûşk-birên xwe hiz dikin û qedirê wan digirin, çimkî ewana jî para Yehowa ne (Rom. 12:10).

19. Yehowa çi kerema dide wan, yên ku para wî ne?

19 Kitêba Pîroz soz dide: “Xudan cimeta Xwe ji ber Xwe navêje” (Zeb. 94:14). Belê, çi jî emirê meda biqewime, Yehowa wê timê tevî me be. Hela hê mirin jî nikare me ji hizkirina Yehowa biqetîne (Rom. 8:38, 39). “Heger em dijîn, bona Xudan dijîn û heger em dimirin bona Xudan dimirin. Awa heger em bijîn yan bimirin, para Xudan in” (Rom. 14:8). Em gişk gelek hîviya vê rojê ne, gava Yehowa hemû dostên xweye amin yên ku mirine, ji mirinê rake (Met. 22:32). Lê em îro jî gelek keremên wî divînin. Çawa ku Kitêba pîroz dibêje, “xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî Yehowa ye û li wê cimetê, kîjan bijart kire warê Xwe” (Zeb. 33:12, DT).