Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Dibe Wekî Dinya bê Zulmî be?

Gelo Dibe Wekî Dinya bê Zulmî be?

Gelo cem te yan neferên mala te tiştê usa qewimiye, ku hûn ji bo zulmiyê ziyanê ketine? Gelo tu gerekê berxwe kevî ku dibeke tu li axiriyê ji bo zulmiyê ziyanê kevî? Li ser zulmiyê dibêjin wekî ev heye “nexweşiya temamiya dinyayê”. Werên hine mesela binihêrin.

ZULMIYA MALBETÊ Û YA SÊKSÛAL: Li gora hesabê Miletên Yekbûyî, “ji sê kulfeta yek, jîyîna xweda rastî zulmiya fîzîkî yan sêksûalî tê ji aliyê rêhevalda”. Yazix, “niha li temamiya dinyayê ji pênc kulfeta yek dikare bikeve bin zulmiya usa: mesele xirabkirin”.

KRÎMÎNAL: Li gora hesabê, di Welatên Yekbûyîda, weke 30 000 zêdetir komên qaçaxa, zulmiyê dikin. Di Amêrîkaya Latînîda, ji 3 meriva 1, bo krîmînalê ziyanê dikeve.

KUŞTIN: Çawa ku hatibû kifşkirinê di sala 2012-da, weke nîv mîlîon meriv hatine kuştinê. Di şerada haqas meriv nehatine kuştinê. Himberî welatên din, di Afrîkaya Başûrêda û Amêrîkaya Navînda, çar car hê zêde meriv têne kuştinê. 100 000 meriva zêdetir di Amêrîkaya Latînîda hatibûn kuştinê, û nêzîkî 50 000 jî di Brazîlyayêda. Gelo safîkirina vê problêmê dikare bê dîtinê?

GELO DIKARIN ZULMIYÊ BIDINE SEKINANDINÊ?

Gelo çima zulmî usa bela bûye? Gelek menî hene, mesele: strês ji bo firqiya mezin di sosiyalêda û aboriyêda, zulmî hindava zara ji bo gelek îçkevexwarin û narkotîkayê, usa jî nefretkirin û hevsûdî. Dîsa jî menî ew e, ku hine merivên zulm nayêne cezakirinê.

Lê di hine ciyada îda dixebitin, seva ku zulmiyê bidine sekinandinê. Di Brazîliyayêda, şeherê Sao Paûlo, kîderê ku gelek meriv dijîn, dehe salên derbazbûyîda, hejmara kuştinê weke 80 selefî kêm bû. Di vî şeherîda hemû cûre zulmî dîsa hene, û ji 100 000 meriva 10 têne kuştinê. Lê çi gerekê bê kirinê, seva ku zulmî pêda bê sekinandinê?

Safîkirina baş ew e, ku meriv gerekê nihêrandin û rabûn-rûniştandina xwe biguhêzin. Merivên zulm gerekê xeysetên usa nav xweda biguhêzin, ça babaxî, timatî û xwehizî. Û dewsê ewana gerekê hizkirina xwe pêşda bînin, qedirê meriya bigirin û bona wan xem bikin.

Gelo çi gerekê meriva hêlan ke, seva ku nav xweda guhastinên usa mezin bikin? Hela bifikirin derheqa wê yekê, çi ku Kitêba Pîroz hîn dike:

  • “Çimkî bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin” (1 Yûhenna 5:3).

  • “Ewê ku ji Yehowa ditirse, zulmiyê nefret dike” * (Metelok 8:13, DT).

Hizkirin hindava Xwedêda, û tirsa ku dilê wî neêşînin, dikare merivên zulm hêlan ke, ku jîyîna xwe pêda biguhêzin. Gelo ev yek bi rastî usa ne?

Werên em binihêrin mesela Alêks, * yê ku ji bo qaçaxbûnê, 19 sala di kela Brazilyayêda rûniştibû. Ewî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be û di sala 2 000-da bû Şedê Yehowa. Ewî bi rastî rabûn-rûniştandina xweye zulm pêda guhast? Belê, û Alêks gelek poşman dibe ji bo hemû şixulên xirab ku ewî dikir. Ew dibêje: “Min Xwedê hiz kir, yê ku minra da kifşê, ku bi dilovanî baxşandiye min. Razîbûn û hizkirin hindava Yehowa, alî min kirin jîyîna xwe biguhêzim”.

Sezar, ji Brazîliyê pê sîlha qaçaxtî dikir. Ewî 15 sala hema vî cûreyî dijît. Lê çi wî hêlan kir ku bê guhastinê? Çaxê ew di kelêda bû, ew tevî Şedên Yehowa têklî bû û hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Sezar dibêje: “Teze min nêta jîyînê dît. Ez hîn bûm Xwedê hiz bikim û tirsa Xwedê kete dilê min. Evê tirsê ez hêlan kirim şixulên xweyî xirab bihêlim, çi ku dilê Yehowa dêşand. Min dixwest şikirdariya xwe hindava Yehowa bidime kifşê. Hema evê hizkirin û tirsê ez hêlan kirim jîyîna xwe biguhêzim”.

Pêbihesin ku çawa hûn dikarin dinya bê zulmda bijîn

Ji wan mesela çi tê kifşê? Wekî qewata Kitêba Pîroz digihîjê ku jîyîna meriva pêda biguhêze, hela nihêrandina wana jî diguhêze (Efesî 4:23). Alêks, derheqa kîjanî ku me jorê gilî dikir, dibêje: “Çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêhesiyam, seva min mîna ava temiz bû, kîjan ku hişê min ji fikirên xirab temiz kir. Evê tiştên usa temiz kir, çi ku ez berê qe nedifikirîm jî ku ezê bikaribim ji vê yekê temiz bim”. Belê, çaxê em hişê xwe bi elametiya temize ji Kitêba Pîroz tije dikin, ev yek fikirên xirab ji me dûr dixe. Dêmek Xebera Xwedê dikare me paqij ke (Efesî 5:26). Çawa hate kifşê merivên zulm û xwehiz dikarin jîyîna xwe biguhêzin û bibine merivne qenc û edilayîhiz (Romayî 12:18). Çaxê ev meriv prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê, bi wê yekê jîyîna wan baş û bi edilayî derbaz dibe (Îşaya 48:18).

Di 240 welatada, 8 mîlyona zêdetir Şedên Yehowa kilîta safîkirina zulmiyê dîtine. Merivên ji hemû mileta, û firqî tine dewletî ne yan kesîb, hîn bûn Xwedê hiz bikin. Wana usa jî merivên din hiz kirin û çawa malbeta hemdinyayê, edilayêda dijîn (1 Petrûs 4:8). Ev yek rastî jî îzbatkirineke mezin e, ku nîşan dike, wekî dinya bê zulmî dikare hebe.

DINYAKE BÊ ZULM ÎDA NÊZÎK E!

Kitêba Pîroz soz dide ku Xwedê wê zûtirekê erdê ji zulmiyê paqij ke. Ev dinya tevî şixulê xweyî zulm “bona Roja Axretê têne hiştinê, kîjanêda merivêd nepak wê unda bin herin” (2 Petrûs 3:5-7). Îda ji bo merivên zulm, yên din wê neçerçirin. Ji ku em zanin, wekî Xwedê dixwaze zulmiyê pêda bide sekinandinê?

Kitêba Pîroz dibêje: Xwedê “ji kesên xirab û yên ku zordariyê hez dikin, nefretê dike” (Zebûr 11:5, DO). Efirandarê me, edilayê û heqiyê hiz dike (Zebûr 33:5; 37:28). Lema jî ew heta-hetayê wê merivên zulm teyax neke.

Belê, dinya teze ku wê bi edilyayê tije be, îda nêzîk e (Zebûr 37:11; 72:14). Hûn dikarin hê zêde pêbihesin, wekî çi lazim e dîsa bikin seva ku bijîn diniyake bê zulmda?

^ abz. 12 Çawa ku di Kitêba Pîrozda hatiye nivîsandinê, Yehowa navê Xwedê ye

^ abz. 14 Nav hatine guhastinê.