Derbazî serecemê

Kinc û Xemilandin bona Min Kevirê Likumandinê Bûn

Kinc û Xemilandin bona Min Kevirê Likumandinê Bûn

Kinc û Xemilandin bona Min Kevirê Likumandinê Bûn

GILÎ KIR AYLÎN BRAMBA

EZ MEZIN bûme malbeta Endemên Biratiya Baptîstada, ku li gora qeydên kevine Almanyayê dijîtin. Gelek tiştada baweriya me mîna baweriya Amîşa û Mênonîta bû. Rêlîgiya Baptîstên qeydên kevin, pêşda hatiye sala 1708 Almanyayêda, ça pareke Piyêtîzmê, dêmek hişyarbûna ruhanî. “Ensîklopêdiya Rêlîgîda” tê gotinê, wekî Piyêtîzm bi vê yekê cude dibe, ku qebûl dike, wekî însanet “hewcê mizgîniya Mesîh e”. Ji bo vê nihêrandinê, ev rêlîgiya bi saya kampaniya mîsyonêra gelek welatada bela bû û pêşda çû.

Sala 1719 bi rêberiya Alêksandr Mak komeke biçûk hate Dewletên Yekbûyî, Pensîlvanyayê. Paşî wê yekê cûre-cûre kom çêbûn û her yekî ji wana bi cûrê xwe hînkirinên Alêksandr Mak şirovedikirin. Dêra meye biçûkda weke 50 endem bûn. Dêrê dîna me dida ser wê yekê, wekî Kitêba Pîroz bixûnin û pey safîkirinên endemên dêrê herin.

Malbeta me lape kêm îda rikiniyata sisiya bû, ku xwe li vê baweriyê digirtin û li gora edetên vê dijîtin. Çaxê ez 13 salî bûm, ez vê rêlîgiyayêda hatime nixumandinê û min destpêkir li gora edetên wê bijîm. Ez ji biçûktayê dihatime hînkirinê, wekî îzin tune erebê, traktorê, têlêfonê, radîoyê û hacetên elektronîke din bidine xebatê. Kulfetên ji dêra me kincên usa xwe dikirin, ku nekevine çeva, nejî porê xwe dibirîn û timê serê xwe girêdidan. Lê mêra rûyê xwe berdidan. Li gora nihêrandina me, ne ji vê dinyayê bin, dihate hesabê, xwe nexemilînin, dêmek kincên modêrn xwe nekin, xişir xweva nekin û kosmêtîkê nedine xebatê. Me tirê ev tişt babaxiyê û qurebûnê eyan dike.

Em hîn kiribûn, wekî qedirê Kitêba Pîroz bigirin, ev xwarina meye ruhanî bû. Her şebeq pêşiya teştê em otaxêda tevayî top dibûn, bavê min ji Kitêba Pîroz serîk dixwend û şirovedikir. Paşê em gişk diketine ser çoka û ewî dua dikir. Lê paşî bavê min, diya min duakirina Xudan bi ezberî diwekiland. Ez gelek hîviya qulixkirina şebeqê bûm, çimkî hingê malbeta me tevayî top dibû, seva ku tiştên ruhanî şêwir kin û dua bikin.

Me fêrmeke nêzîkî şeherê Dêlfîda, (Dewletên Yekbûyî) dijît. Wêderê me cûre-cûre pincar û tiştên din bêcer dikir. Me ev xurek pê firxûna hespa dibire nava şeher û kûçe bi kûçe yan jî mal bi mal digerand û difrot. Em difikirîn wekî ev xebat heye pareke hebandina meye Xwedêra. Me pêda dîna xwe dida ser xebatê, xêncî roja Ledê, çaxê îzin tune bû şixulê giran bikin. Cara malbeta me usa qayîm şixulê fêrmayêva dihate girêdanê, wekî çetin bû hiş-aqilê xwe bidine ser tiştên ruhanî.

Zewac û Malbet

Sala 1963-da çaxê ez bûme 17 salî, min endemekî dêra me Cêyms stand. Malbeta wana îda çend rikiniyat bû, ku endemên dêra Baptîstên qeydên kevin bûn. Em her du jî qayîm hizret bûn, wekî Xwedêra qulix kin û me bawer dikir, wekî tenê rêlîgiya me rast e.

Sala 1975 îda şeş zarên me hebûn. Lê sala 1983 zara hefta mera bû. Tenê zara duda qîz bû, Rêbêka. Em gelek dixebitîn. Me çiqas dikaribû pere hindik xerc dikir. Me her tişt dikir, ku wan prînsîpa zarên xwe hîn kin, yên ku dê-bavên me û usa jî endemên dêrê em hîn kiribûn.

Rêlîgiya Baptîsta ya berê, zef dîna xwe dida ser vê yekê, ku meriv rûva ça bin. Mesele, çi cûreyî kinca xwe kin. Em difikirîn wekî meriv nikarin dilê meriva bivînin, lê kincxwekirin dide kifşê, ku dilê merivada çi ye, lema jî îzin tune bû kulfetên rêlîgiya me porê xwe zef ser xweda berdana, çimkî evê yekê qurebûn dida kifşê. Hergê nexşên ser kinca mezin û berbi çev bûna, ev yek jî nîşana qurebûnê bû. Carna hiş-aqilê xwe usa didane ser tiştên hûr, ku Kitêba Pîroz didane alîkî.

Kelêda

Xilaziya salên 1960, tiyê minî biçûk Cêsî kirine kelê, çimkî ewî ji bo baweriya xwe înkar kir here eskeriyê. Ew jî ça Baptîst hatibû mezinkirinê. Kelêda ew rastî Şedên Yehowa hat, kîjan ku mîna wî hatibûn girtinê. Ewana nediçûne eskeriyê, çimkî wana fem dikir wekî qulixkirina eskeriyêda miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e (Îşaya 2:4; Metta 26:52). Cêsî gelek car tevî Şedên Yehowa têmên Kitêba Pîroz şêwir dikir û dît ewana çi meriv in. Paşî gelek lêkolîna û hînbûna Kitêba Pîroz ew hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa. Lê ev yek me qe xweş nehat.

Cêsî çi ku hîn dibû mêrê minra gilî dikir. Ewî usa jî xem kir, wekî Cêyms hertim jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” bistîne. Xwendina wan jûrnala hewasa Cêyms pêşda anî hindava Kitêba Pîrozda. Ewî timê dixwest Xwedêra xizmet ke, lê texmîn dikir, wekî ji wî dûr e. Lema jî hemû tişt jêra hewas bû, çi ku wê alî wî bikira nêzîkî Xwedê bûya.

Rûspiyên me em hêlan dikirin, wekî jûrnalên Amîşa, Mênonîta û yên Baptîstên ku xwe qeydên kevin digirtin, bixûnin. Lê dîsa jî me ev rêlîgiya ça para vê dinyayê hesab dikirin. Bavê min zef miqabilî Şedên Yehowa bû. Ew difikirî, wekî em gerekê tu car jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” nexûnin. Lema jî çaxê min didît ça Cêyms wan edebyeta dixûne, ez berxwe diketim. Ez ditirsiyam wekî ew bikeve telika hînkirinên qelp.

Îda gelek wede bû, ku Cêyms dudilî dibû hînkirinên dêra Baptîstên qeydên kevinda, mesele ev hînkirin ku roja Ledê “tu şixul” gerekê neyê kirinê. Em hîn dikirin wekî roja Ledê îzin e avê bidine heywana, lê erdbêcerkirin îzin tune. Rûspiyên dêrê nikaribûn ser hîmê Kitêba Pîroz ev qanûn Cêymsra îzbat kirana. Axiriyêda bal min jî dudilîbûn pêşda hat hindava wan hînkirinada.

Mera gelek çetin bû, wekî dêra xwe bihêlin, çimkî em timê difikirîn wekî tenê rêlîgiya me rast e. Û me dida ber çevê xwe ku wê çiqas çetin be, hergê em ji dêrê herin. Lê îsafa me nedihîşt wekî em rêlîgiyeke usada bimînin, kîjan ku me didît wekî pey Kitêba Pîroz naçe. Lema jî sala 1983-da me nemek nivîsî, kîjanêda kifş kir mena çûyîna xwe û me hîvî kir, wekî ber hemûşka bixûnin. Em ji dêrê derxistin.

Rêlîgiya Rast Digerin

Me îda destpêkir rêlîgiya rast bigerin. Bona me ferz bû wekî endemên vê rêlîgiyayê ça hîn dikin, usa bijîn. Berî ewlin me înkar kir ew hemû rêlîgiya, endemê kîjana diçûne şêr. Dîsa me tirê wekî rêlîgiya rast gerekê “sade” be, çimkî em dîsa difikirîn, wekî kincxwekirin û cûrê jîyînê eşkere nîşan dikin, wekî ev rêlîgiya para vê dinyayê ye yan na. Sala 1983-1985 me temamiya welêtda rêwîtî dikir, cûre-cûre rêlîgiya lêkolîn dikir, mesele ya mênonîta, kvakêra û yên mayîne “sade”.

Wî wedeyî Şedên Yehowa hatine fêrma me ber şeherê Kandên, Dewletên Yekbûyî. Me ji wan hîvî kir, wekî Kitêba Pîroz tenê welgerandina Cêyms Kîng bidin xebatê. Û me rind guhê xwe dida ser wan. Min qedirê Şedên Yehowa digirt, seva wê yekê, ku ewana tevî şera nedibûn. Lê kincxwekirina wana minra dibû kevirê likumandinê, çimkî ez difikirîm ku hergê ewana pê kincxwekirina xwe ji vê dinyayê cude nabin, rêlîgiya wan nikare rast bê hesabê. Ez bawer bûm wekî merivên ku kincên sade xwe nakin, qure ne. Ez difikirîm wekî hebûk û tiştên matêriyalî meriva qure dikin.

Cêyms destpêkir here civatên Şedên Yehowa û tevî xwe çend kurên me jî dibir. Rast bêjim ez seva vê yekê gelek berxwe diketim. Mêrê min ez hêlan dikirim, wekî ez tevî wana herime civatê, lê ez nediçûm. Paşê rojekê ewî got: “Hergê tu tevî hînkirinên wan nerazî yî jî, hema carekê were û pê çevê xwe bivîne ku ewana hindava hevda çi cûreyî ne”. Evê yekê gelek dilê wî girtibû.

Axiriyêda min safî kir, wekî herime civatê, lê gelek fesal bim. Min bi milûktî kincê sade xwe kir û serê xwe jî girêda û çûme Oda Civatê. Hine kurên me pêxas bûn û kincên wan jî sade bûn. Lê dîsa jî Şedên Yehowa bi hizkirin em qebûl kirin. Hingê ez fikirîm: “Rast e em ji wan cude dibin, lê dîsa jî ewana hizkirinê didine kifşê hindava meda”.

Hizkirina wan û dilovaniya wan gelek dilê min girt. Lê min safî kiribû tenê dîna xwe bidime wan. Wedê kilama ez ranedibûm ser piya û tevî wan nedistira. Paşî civatê min bêhesab pirs dida wan. Min derheqa wan tişta dipirsî, çi ku bi texmîn min ewana rast nakin. Min usa jî hîvî dikir, wekî hine rêzên Kitêba Pîroz minra şirovekin. Rast e min usa bi qedir xeber nedida, lê dîsa jî ewana hindava minda gelek nerm bûn. Û evê yekê ser min gelek hukum kir, ku min pirsek dida cûre-cûre xûşk-bira, lê cabên wan mîna hev bû. Ji wana hineka cab ser kaxaz dinivîsîn didane minda. Evê yekê gelek alî min kir, çimkî paşê min karibû xwexa lêkolîn bikim.

Havînê sala 1985 em malêva çûne Mêmfîsê ştata Tênêsî ser civata mezin ya Şedên Yehowa. Em tenê seva vê yekê çûn, ku dîna xwe bidine wan. Hingê rûyê Cêyms berdayî bû û kincên me jî sade bûn, lê dîsa jî wedê hêsabûnê em deqekê tenê nediman. Xûşk-bira nêzîkî me dibûn û tevî me xeber didan. Hizkirin û dilovaniya wana gelek dilê me girt. Usa jî yektiya wan gelek ser me hukum dibû, çimkî em diçûne kîderê jî, hînkirinên wan yek bûn.

Ji bo hizkirin û dilovaniya Şedên Yehowa, Cêyms hêlan bû, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Ewî her pirsek, çi ku wî hîn dikirin, hûr bi hûr lêkolîn dikir, wekî îzbat be ku wî rast hîn dikin (Karên Şandiya 17:11; 1 Têsalonîkî 5:21). Wede şûnda malxê min fem kir, wekî rêlîgiya rast dîtiye, lê ez hê dudilî dibûm. Min jî dixwest vê yekê bikim, çi ku rast e, lê ez ditirsiyam bibime yeke “modêrn” û bibim “para vê dinyayê”. Çaxê ez cara ewlin tevî wan ser hînbûna Kitêba Pîroz rûniştim, ser çokeke min Kitêba Pîroze welgerandina Cêyms Kîng bû, ser çoka din jî Welgerandina Dinya Teze bû. Min her du welgerandinada rêz beramberî hev dikirin, seva ku bawer bim, wekî ewana min naxapînin.

Şik ji Dilê Min Dertê

Wedê hînbûna tevî Şedên Yehowa em pêhesiyan, wekî Bavê meyî ezmana Xwedê yek e, ne ku sisê yekêda û wekî nefsa meye nemirî tune, em xwexa nefs in (Destpêbûn 2:7; Qanûna Ducarî 6:4; Hezeqêl 18:4; 1 Korintî 8:5, 6). Em usa jî pêhesiyan wekî cenim ne ku ciyê agirê peritandinê ye, kîderê ku meriv diçerçirin, lê ciyê hemû miriya ye, dêmek mezel (Îbo 14:13; Zebûr 16:10; Waîz 9:5, 10; Karên Şandiya 2:31). Çaxê em pêhesiyan rastiya derheqa cenimê, em zendegirtî man, çimkî dêra Baptîstên berêda derheqa vê yekê lapte cûrekî din hîn dikirin.

Lê dîsa jî ez ecêbmayî dimam, wekî rêlîgiya Şedên Yehowa ça dikare ya rast be, çimkî li gora nihêrandina min ewana hela hê pareke vê dinyayê bûn. Wana bi emirê “sade” nedijîtin, çi ku bona min gelek ferz bû. Lê him jî min fem dikir, wekî Şedên Yehowa temiya Îsa tînin sêrî, çimkî hemû merivara mizgîniya Padşatiyê gilî dikin. Min nizanibû çi bikira, ez ketibûme orta du kevira (Metta 24:14; 28:19, 20).

Wê demê hizkirina Şedên Yehowa alî min kir, wekî berdewam kim cabên pirsên xwe bigerim. Temamiya civatê zef dilovan bû hindava malbeta meda. Cûre-cûre xûşk-birên civata me dihatin teseliya me dikirin. Carna wana ev yek dikire menî ku hatine şîr û hêka bikirin. Evê yekê alî me kir bivînin, wekî Şedên Yehowa merivên çiqas baş in. Rast e Şedekî Yehowa tevî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, lê evê yekê riya xûşk-birên din nedigirt ku bêne mala me. Her car çaxê ji civatê kesek ber mala mera derbaz dibû, eseyî dihat teseliya me dikir. Ev yek bona min mecal bû, wekî Şedên Yehowa diha rind nas kim, çi ku em zef hewce bûn. Hêdî-hêdî me gelek qîmet kir hizkirina wan û dilovaniya wan.

Ne ku tenê xûşk-birên ji civata me bona me xem dikirin, lê usa jî yên ji civatên din. Xûşkeke ji civateke din, Kêy Brîts kîjan ku kincên sade xwe dikir û kosmêtîka nedida xebatê, zanibû wekî pirsa kincxwekirin û xemilandinêva girêdayî, min diçerçirîne. Ew hate mala me. Min tevî wê xwe rihet texmîn dikir û aza jêra diketime xeberdanê. Carekê jî birakî me Lûîs Flor hate mala me. Ew jî mîna min ji biçûktayêda rêlîgiyeke usada hatibû mezinkirinê, kîjanê ku hîn dikir, wekî “sade” bijîn. Ewî ser çevê minra têderxist, wekî dudilîbûn min diçerçirîne. Seva ku ew ber dilê minda bê û şikê ji dilê min derxe, ewî minra nemeke dirêj ser dehe rûpêla nivîsî û şand. Qenciya wî usa dilê min girt, ku hêsir ji çevê min barîn. Heta niha jî ez car-cara evê nemê dixûnim.

Careke min ji berpirsiyarê mihalê, navê kîjanî Odêl bû, hîvî kir, wekî ew minra şiroveke rêzên Îşaya 3:18-23 û 1 Petrûs 3:3, 4. Min ji wî pirsî: “Ne ev rêz nîşan dikin, wekî seva ku Xwedê xweş bên, gerekê kincên sade xwe kin?” Ewî got: “Ne wan rêzada derheqa laçikê jî tê gotinê, wekî îzin tune bidine serê xwe û gerekê porê xwe jî venegirin. Cem Baptîstên qeydên berê edet e, wekî keçikên biçûkra guliya vergirin û kulfet jî gerekê bi laçika serê xwe girêdin. Min fem kir wekî nihêrandina min û nihêrandina Kitêba Pîroz hev nagirin. Usa jî qencî û sebira berpirsiyarê mihalê gelek dilê min girt.

Hêdî-hêdî min destpêkir bawer kim, wekî min rastî dîtiye. Lê dîsa pirsekê ez diçerçirandim: “Gelo îzin e, wekî kulfet porê xwe bibire?” Rûspiya tevî min usa şêwir dikirin: “Mesele, porê hine kulfeta gelek dirêj nabin, lê porê kulfetên din zef dirêj dibin. Gelo ev yek tê hesabê ku porê hineka ji yên mayîn diha baştir in?” Wana usa jî alî min kir, wekî ez fem bikim ku kincxwekirin û xemilandin çi cûreyî îsafa merivava girêdayî ye. Wana him jî hine edebyetên derheqa vê yekê dane min, seva ku ez malda bixûnim.

Li Gora Hînkirinên Teze Dijîn

Me merivên usa digeriyan, yên ku li gora rastiyê dijîn û me ew dîtin. Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:35). Em bawer bûn, wekî Şedên Yehowa hizkirina rast didine kifşê. Bona du zarên meye mezin Natan û Rêbêkayê, ev wede ne hêsa bû, çimkî ewana rêlîgiya Baptîstên qeydên kevinda hatibûn nixumandinê û xwe li vê baweriyê digirtin. Axiriyê rastiya ji Kitêba Pîroz, kîjan ku me wanara gilî dikir usa jî ew hizkirina ku nava Şedên Yehowada bû, dilê wan girt.

Mesele, Rêbêkayê timê dixwest nêzîkî Xwedê be. Çaxê ew pêhesiya ku Xwedê gavên me û yaziya me pêşda safî nake, wêra diha hêsa bû, ku Xwedêra dua bike. Ew usa jî hingê diha nêzîkî Xwedê bû, çaxê pêhesiya wekî ew pareke sêyakane nîne, lê kesê rêalî ye, ji kîjanî ew dikare hîn be (Efesî 5:1). Rêbêka bextewar bû, ku îda dikaribû bi giliyê xwe Xwedêra dua bike, ne ku bi zimanê kevin ji welgerandina Cêyms Kîng. Ew diha nêzîkî Xwedê bû, çaxê pêhesiya ku ew çi cûreyî gerekê dua bike, û usa jî pêhesiya derheqa qirara Xwedê ku însanet wê cinetêda ser erdê heta-hetayê bijî (Zebûr 37:29; Eyantî 21:3, 4).

Keremên ku Me Stand

Havînê sala 1987 Cêyms û ez, usa jî pênc zarên meyî mezin: Natan, Rêbêka, Corc, Dêniyêl û Con, ça Şedên Yehowa hatine nixumandinê. Sala 1989 Xarlî hate nixumandinê û sala 1994-da jî Saymon. Temamiya malbeta me bi xîret tîne sêrî ew temiya Îsa, kîjan ku got wekî em gerekê mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê elam kin.

Pênc kurên me: Natan, Corc, Dêniyêl, Con û Xarlî usa jî qîza me Rêbêka, xizmet dikirin Beytela Şedên Yehowada ya Dewletên Yekbûyî. Îda 14 sal e, ku Corc wêderê xizmet dike. Lê Saymon, kîjanî ku sala 2001 mekteb xilaz kir, wan paşwextiya destpêkir Beytelêda xizmet ke. Hemû kurên me civatên Şedên Yehowada ça rûspî yan berdestiyên civatê xizmet dikin. Malxê min jî rûspiyê civata bajarê Tayêr e, ştata Mîsûrî. Lê ez bi xîret mizgîniya xêrê bela dikim.

Niha îda sê neviyên me hene: Cêsîka, Latîşa û Kalêb. Em gelek şa ne, ku dê-bavên wan, hizkirina hindava Yehowa dilê zarên xweda pêşda tînin. Em usa jî gelek şa ne, wekî Yehowa temamiya malbeta me kişande berbi xwe û alî me kir cimeta wî bivînin, kîjan ku bi hizkirinê eyan dibe.

Dilê me ser wan meriva dişewite, yên ku hizret in Xwedêra xizmet kin, lê ji bo derecên emirê wan, îsafa wan bi cûrê nerast hatiye hînkirinê, ne ku ser hîmê Kitêba Pîroz. Em hîviyê ne, wekî wê rojekê ewana jî vê şabûnê ser xwe texmîn kin, kîjan ku em ser xwe texmîn dikin gava mal bi mal mizgîniya Padşatiyê bela dikin. Em îda digerin ne ku seva tişta bifiroşin, lê seva ku derheqa wan kerema gilî kin, kîjan ku Padşatiya Xwedê wê bîne. Her car çaxê ez tînim bîra xwe ew sebir û hizkirina ku Şedên Yehowa hindava meda didane kifşê, çevê min tije hêsir dibin û dilê min bi razîbûnê tije dibe!

[Şikil]

Çaxê ez weke heft salî bûm, û paşê diha mezin

[Şikil]

Cêyms, Corc, Xarlî û Saymon bi kincên sade

[Şikil]

Ser wî şikilî ez xurek dibim, wekî bifiroşim û ev şikil rojnamêda hatibû neşirkirinê

[Elametî Derheqa Kanî]

“Journal and Courier”, Lafayette, Indiana

[Şikil]

Tevî malbeta xwe îro