Derbazî serecemê

Tebiyet Çi Me Hîn Dike?

Tebiyet Çi Me Hîn Dike?

Tebiyet Çi Me Hîn Dike?

“Lê belê niha ji heywananva bipirse û ew bila hînî te bikin û ji çivîkên ezmananra, bila bigihînin te. An jî ji axêra bibêje û bila hînî te bike; mesiyên behrê jî ji tera dibêjin” (ÎBO 12:7, 8).

WAN PAŞWEXTIYA zandar û înjênêra destpêkirin ji şînkayê û ji heywana hine tişta hîn bin. Ewana dîzayna cûre-cûre efrîna lêkolîn dikin û ji wana gelek tişt hîn dibin, wekî bikaribin tiştên teze saz kin yan jî hine mêxanîzma diha baş kin. Ev yek nava înjênêrada tê navkirinê bîomîmêtîka. Emê niha çend mesela şêwir kin. Wedê şêwirkirinê bifikirin: “Gelo, kî bi rastî hêjayî pesina ye bona dîzayna tebyetêye usa baş?”

Ji Milên Hût Hîn Dibin

Gelo, sazkarên teyarê, ji hûtên kûz çi dikarin hîn bin? Bi rastî ewana ji hûta dikarin gelek tişt hîn bin. Mesele, giraniya hûtê kûz weke 30 ton e, dêmek giraniya wê haqas e, çiqas ereba mezine barkirî. Cendekê hût hişk e û milên wî dirêj in. Ev hûtê 12 mêtrê avêda hêsa diçe tê. Mesele, çaxê hûtê kûz nêçîrê dike, ew dikeve binê koma mesiyên biçûk û bi zivirandina cûrê spîralê hildikişe berbi jor. Him jî wê demê hût bîna xwe mîna topên kefê derdixe. Ew top dibine tor, dîamêtra kîjana ku mêtir nîvekê zêdetir nîne. Hût bi alîkariya vê torê mesiya hildikişîne berbi jorê, paşê ew devê xwe vedike û êpêce mesiya carekêra dadiqurçîne.

Zandarara gelek hewas bû pêbihesin, wekî çawa ew mesiyê usa mezin dikare bi spîralên usa hilkişe. Zandara têderxist, ku hût evê yekê bi saya milên xwe dike. Perên teyarê hilû ne, lê milên hût usa nînin, ew girdî-girdî ne.

Çaxê hût nav avêra lez hildikişe, ew milên wî ku girdî-girdî ne, qewata wî zêde dikin ku hêsa hilkişe. Gelo çi cûreyî? Jûrnalek “Natural History” şirovedike, wekî bi saya milên girdî-girdî av ser milên hûtra hêsa derbaz dibe, hela hingê jî gava hût qayîm hildikşe. Hergê milên wîyî pêşin hilû bûna, ew wê nikaribûya wan spîralava hilkişiya, çimkî ava ber milên wî wê bibûya zivirok û qewata hût wê sist bûya.

Gelo ev tiştê teze ku zandara têderxistin, bona çi dikarin bidine xebatê? Seva ku perên teyarê jî bi vî cûreyî bêne çêkirinê, wê hindik tişt lazim bin, bi alîkariya çi jî wê hêsa be pêlên hewê ça lazim be biguhêzin. Perên usa wê diha qewî bin, û wê hêsa bêne xweykirinê. Zandarekî bîomêxanîkayê Con Long difikire, wekî nêzîk e ew roj, “çaxê perên hemû teyara girdî-girdî, ça mîna milên hûtên kûz, bêne çêkirinê”.

Perên Teyredeya ser Berê

Gişk zanin, wekî perên teyarê bi cûrê perên teyreda hatine çêkirinê. Lê wan paşwextiya înjênêra karibûn hê zêde nêzîkî orîjînalê bin. Jûrnalek “New Scientist” şirovedike, wekî zaningeha Florîdayêda modêla teyarê hate avakirinê, ya ku bi dîstansiyonê dihate rêberîkirinê. Ev teyare dikare mîna teyredên ser berê derbêra lez hilkşe nava hewayê û usa jî berjêr be.

Ev teyredên berê hewêda gelek hêsa difirin, çimkî perên wan enîşkêda û usa jî milda diteve. Jûrnalekêda “New Scientist” tê gotinê, wekî înjênêra, modêla perê vê teyredê hildane hesab û “teyareke 60 santîmêtrê bi motoreke biçûk saz kirine. Ev teyere dihate rêberîkirinê bi hesinên zirave hevvakirî, kîjana ku perên teyarê didane xebatê”. Teyara usa dikare nava avayên bilindra hêsa bifire û derbaz be. Organîzasyoneke Amêrîkî, kîjan ku bona teyara cabdar e, dixwaze teyareke modêrn saz ke, ku şeherên mezinda bikaribe çekên xîmîkî û bîolojî, bivîne.

Lepên Gêkonê

Em gelek tişt dikarin ji lepên meregîska hîn bin. Mesele, meregîska biçûk, cisinê kîjanî gêkonî ye, hêsa tiştava hildikişe jorê, ew hela hê ser arîkava jî diçe. Derheqa feresatê meregîskêye usa hela hê wedê berêda zanibûn (Metelok 30:28). Gelo ev meregîsk çi cûreyî dikare usa here û nekeve?

Ev meregîsk dikare jorêva hela hê tiştên lap hilûva jî xwe bigire û here, çimkî ser lepên wê pirçên gelek hûr hene, kîjan ku kefa lepên wê dadidin. Ev pirç tu tiştekî usa dernaxin ku meregîsk tiştava bê zeliqandinê, lê bi rastî ev qewata molêkûliye biçûk derdixin. Molêkûlên du tişta hevva têne girtinê, çimkî qewata hevkişandinê nêzîk e, û ev eyan e ça qewata Van-dêr-Waals. Bi tebyetî qewata giraniyê ji wan hemû qewata qewîtir e, û lema jî em nikarin ser dîwêrra bi destên xwe ça meregîsk hilkişin. Lê pirçên hûr ser lepên gêkonê, alîkariyê didin, wekî ew qewî xwe bigire, mesele çaxê ew dîwêrva hildikişe. Bi saya qewata Van-dêr-Waalsê û bi hezara pirça, ew dikare rind xwe tiştava bigire û nekeve.

Gelo ev tiştê teze ku zandara têderxistin, ça didine xebatê? Matêriyalên sîntêtîk ku bi prînsîpa pirçên ser lepên gêkonê hatine çêkirinê tê navkirinê “benê gêkonî”. Evê dikarin bidine xebatê dewsa “Vêlkro” dêmek ev benên ku hevva digirin. Ev îdêya jî zandara ji tebiyetê hildabûn *. Giliyê zandarekî ku jûrnalekêda “The Economist” hatiye nivîsarê, da kifşê, wekî ew matêriyala ku bi prînsîpa “benê gêkonî” hatiye çêkirinê, dikarin usa jî bidine xebatê “mêdîsînayêda, xût wan derecada, çaxê nabe ku tutqalên (klêy) xîmîkî bidine xebatê”.

Kî bi Rastî Hêjayî Pesna ye?

Niha NASA, dêmek Saziya Miletiyê ya ku dixebite ser têknîkayê, lêkolîna teyara û kosmosê, difikire roboteke bi gelek niga saz ke, kîjan ku wê bikaribe mîna dûpişka rê here. Înjênêrên ji Fînlandayê îda traktora bi şeş niga saz kirine, kîjan ku mîna kêzikeke terikî dikare nava ciyên çetinra jî derbaz be. Zandarên din jî matêriyalek ji klapanên lap hûr çêkirine, yên ku mîna paçên berên dara çamê ne û dikarin vebin û bêne dadanê. Sazkarên ereba dixebitin, wekî erebeke usa saz kin, ku forma wê mîna vê mesiyê be, bedena kîjanî ku mîna qutiyê ye û poçda jî zirav dibe. Hine zandar jî molûskên berê lêkolîn dikin, wekî bona êlekên eskeriyê matêriyaleke usa çêkin, ku him sivik be, him jî diha qewî be û wana ji ziyanê xwey ke.

Bi rastî jî meriv dikarin ji tebyetê gelek tiştên kêrhatî hîn bin. Lema jî lêkolînkara danegeheke usa saz kirin, kîderê ku ewana dikarin weke çend hezar sîstêmên bîolojî, dêmek gelek bername û înformasiya, kompoterêda xwey kin. Jûrnalek “The Economist” dibêje, wekî ev bername dikare alî înjênêra bike, ku “safîkirina problêmên xwe, tebyetêda bivînin, seva ku bikaribin dîzaynên nû saz kin”. Sîstêmên bîolojî, kîjan ku hatine xweykirinê, têne navkirinê “patêntên bîolojî”. Bi tebyetî xweyê patêntê, meriv e yan jî kompaniya ye, kîjan ku bi fermî derheqa îdêya yan dîzayna xweye teze, elam dikin. Jûrnalek “The Economist” derheqa danegehê, kîderê ku “patêntên bîolojî” têne xweykirinê, usa dibêje: “Çaxê zandara safîkirinên bîomêtîkaye orîjînal nav kirin, ‘patêntên bîolojî, usa wana da kifşê, ku bi rastî xweyê patêntê tebyet e”.

Gelo çi cûreyî tebyet usa hatiye efirandinê, ku ji wê îdêyên usa hewas têne hildanê bona çêkirina dîzaynên teze? Gelek zandar difikirin, wekî hemû keremetên tebyetê ev heye eyankirina şaşiyên êvolûsiyayê nava mîlyona salada. Lê nava zandarada yên usa jî hene, nihêrandina kîjana lap cude dibe. Mîkrobîoloj Maykil Bîxî rojnemekêda “The New York Times” usa nivîsî: “Eşkere ye wekî dîzayna [tebyetê] bi nêt hatiye efirandinê, bi alîkariya çi jî dikarin îzbatiya vê yekêye hêsa bivînin: hergê tiştek tê kifşê, rê diçe û dike qîre-qîr mîna werdekê, femdarî ye wekî ev werdek e, lema jî îzbatiyên din îda lazim nînin”. Ji vê yekê çi tê kifşê? Bîxî dibêje: “Dîzayna tebyetê gerekê neyê înkarkitinê, çimkî ev usa jî eyan e”.

Înjênêrê ku perê teyarê usa saz kiriye, ku diha bêxof e û rind dixebite, bi rastî jî hêjayî pesna ye bona evê dîzayna xwe. Ewên ku kudur bona pêçandina birîna, perçe bona kincdirûtinê û motorê qewî çêkirine, bi rastî jî bona çêkirina destên xwe hêjayî pesna ne. Lê ewê ku îdêya yan jî dîzayna kesekî din didize û dike ser navê xwe, tê hesabê qaçax û yê ku qanûnê diteribîne.

Bi rastî zandarên usa cêribandî, ji tebiyetê îdêya û dîzayna hildidin, seva ku tiştekî saz kin, lê paşê jî dibêjin ku ew hemû tişt nişkêva yan jî bi êvolûsiyayê pêşda hatiye. Gelo ev yek rast e? Hergê hela hê kopiya jî eyan dikin, wekî sazkar heye, lê orîjînal çiqas dikare vê yekê eyan ke? Bi rastî, kî diha hêjayî pesina ye: dersdarê cêribandî yan şagirtê ku tenê çev dide dersdarê xwe?

Îzbatkirina Logîkî

Çaxê gelek merivên cêribandî wan îzbatiyara bûne nas, ewana qayîl bûn wan giliyara, kîjan ku zebûrbêj nivîsî: “Xudano, çiqasî gelek in kirêd Te! Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, efirînêd Teva erd tijî ye” (Zebûr 104:24). Pawlosê şandî jî usa got: “Rast ji efirandina dinyayêda hunurêd wiye nexuya, awa gotî qudreta wiye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide” (Romayî 1:19, 20).

Lê gelek merivên dilvekirî, kîjan ku Kitêba Pîroz qîmet dikin û baweriya xwe Xwedê tînin, difikirin ku Xwedê êvolûsiya da xebatê, seva ku hemû keremetên tebyetê biefirîne. Lê Kitêba Pîroz çi hîn dike?

[Spartin]

^ abz. 15 Vêlkro dêmek benên ku hevva digirin, hatine çêkirinê ser hîmê şînkayîyê. Ev heye keleng.

[Blurb on page 5]

Tebiyetê çi cûreyî karibû ev hemû îdêyên baş bîne sêrî?

[Blurb on page 6]

Gelo kî ye xweyê wan patênta, kîjan ku ji tebiyetê têne hildanê?

[Box/​Pictures on page 7]

Hergê hela hê kopiya jî eyan dikin, wekî sazkar heye, lê orîjînal çiqas dikare vê yekê eyan ke?

Perên wê teyarêye ku dikare hêsa bi gelek cûra bizvire, li ser hîmê perên wan teyreda hatine sazkirinê, yên ku ser berêra nin

Lepên meregîskê tu car qirêj nabin û ne jî dewsa lepên wî, leke dimîne. Ewana xwe her tiştîva digirin, xêncî matêriyala ji têflonê, kîjan ku şimşat e. Ser vê matêriyalê ewana dişimitin, lê dîsa xwe pêva digirin. Zandar dixebitin, wekî ser hîmê vê yekê dîzaynekê saz kin

Bedena mesiyê cûrê qutî, qewî ye û poçikêda hevekî dirêj e, û ev yek sazkarên ereba hêlan dike, dîzaynên nû derxin.

[Credit Lines]

Airplane: Kristen Bartlett/​University of Florida; gecko foot: Breck P. Kent; box fish and car: Mercedes-Benz USA

[Box/​Pictures on page 8]

BÎLANIYA JI ZIKMAKIYÊ

Bîlaniya ji zikmakiyê ya gelek heywana heye, kîjan ku alî wan dike riya xwe têderxin (Metelok 30:24, 25). Werên em du mesela şêwir kin.

Mûristang riya xwe têderdixin Gelo çi cûreyî mûristangên ku diçin xwarinê xwera bivînin, dikarin bê problêm paşda vegerin ciyê xwe? Zandarên ji Brîtaniya Mezin, têderxistin, wekî hine mûristang ne tenê bi saya bîna rêça xwe paşda vedigerin ciyê xwe, lê usa jî bi saya rêya ku ewana kifş dikin. Bona vê yekê ewana geometriyayê didine xebatê. Mesele, jûrnalek “New Scientist” dibêje, wekî mûristangên ji cûrên firewinî, “ji ciyên xwe gelek rê çêdikin, kîjan ku cûre-cûre aliya dinihêrin, qolçê wan riya û ciyê wan, 50-60 derece ye”. Gelo ev sîstêma çida mexsûs e? Çaxê mûristang paşda tê ciyê xwe û nêzîkî wan xeza dibe, ew bi zikmakiyê wê rê dijbêre, kîjan ku zef xar nîne, û usa hêsa digihîje ciyê xwe. Jûrnalek “New Scientist” dibêje: “Geometriya vê sîstêmê, alî mûristanga dike, ku riya xwe bivînin, îlakî wî çaxî, gava ewana du aliyava diçin. Usa ewana badîhewa qewata xwe xerc nakin û virda-wêda naçin neyên”.

Kompasên Teyreda Gelek teyrede him hewa xirabda, him jî gava çûne ciyê dûr, dikarin hêsa riya xwe têderxin. Lê gelo ev ça têderdixin? Zandara fem kir, wekî teyrede dikarin deşta Erdêye magnît (miqnatîs) texmîn kin. Lê li gora jûrnalekê “Science”, “xezên erdêye magnît gelek ji hev cude dibin, û ne her car aliyê bakurê rast nîşan dikin. Ev yek cîva girêdayî ye”. Gelo çi alî teyreda dike, ku ewana riya xwe unda nakin? Her êvar teyrede kompasa xweye zikmakiyê himberî roavayê dikin. Çimkî tev li gora demsalê, wedê roavayê cîguhastî dibe. Zandar dibêjin, wekî teyrede bi saya “sihetên bîolojî dikarin wan guhastinada hêsa demsala têderxin”

Gelo kî mûristang usa efirandiye, ku ewana geometriyayê zanin? Gelo kî kompas, sihetên bîolojî û hiş daye teyreda, ku ewana dikarin usa rind bidine xebatê? Ev bi saya êvolûsiyayê usa çêbûну yan bi saya Efirandarê bîlan?

[Credit Line]

© E.J.H. Robinson 2004