Derbazî serecemê

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Li gora temiyên ji Kitêba Pîroz derheqa xûnê, Şedên Yehowa ça dinihêrin ser vê yekê, ku xûna xwe bona prosêdûrên mêdîsînayê bidine xebatê?

Wedê vê safîkirinê, Mesîhî gerekê ne ku ser hîmê nihêrandina xwe yan jî şîretên hekîma safîkirina bike, lê ew gerekê kûr lêkolîn ke, wekî Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê çi tê gotinê. Gelo çira? Çimkî vê yekêva girêdayî ye heleqetiya wî tevî Yehowa.

Yehowa, yê ku emir daye me, ji me dewa dike wekî em xûnê nedine xebatê (Destpêbûn 9:3, 4). Qanûna Xwedêda kîjan ku Îsraêlên berêra hatibû dayînê, dihate gotinê wekî xûnê nedine xebatê, çimkî ev tê hesabê emir. Xwedê got: “Çimkî emirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê kewandinê bona emirê xwe bikin, çimkî xûn bona emir kewandinê dike”. Lê çaxê meriv bona xwarinê heywanek serjê dikir, ewî gerekê çi bikira? Xwedê got: “Gerekê bihêle xûn jê here û pê xwelîyê xûnê binixême” * (Qanûna Kahîntiyê 17:11, 13). Yehowa çend cara ev temî diwekiland (Qanûna Ducarî 12:16, 24; 15:23). Edebyeteke Îbranîda tê gotinê: “Gerekê xûnê xwey nekin, lê birêjin ser erdê, û bi vê yekê bidine kifşê, wekî ev nayê xwarinê” (“Soncino Chumash”). Îzina tu Îsraêlî tune bû xûna bînberekî xwey kira û bida xebatê, çimkî emirê wî ji Xwedê ye.

Rast e paşî mirina Mesîh îda nelazim bû Qanûna Mûsa bînin sêrî, lê yeke Xwedê dîsa jî xûnê pîroz hesab dike. Şandiya bin rêberiya ruhê pîrozda temî dane Mesîhiya wekî ‘dûrî xûnê bin’. Mesîhiya gerekê sera-bera ser vê temiyê nenihêriyana, çimkî xebitandina xûnê beramberî bênamûsiyê û pûtparistiyê dibû (Karên Şandiya 15:28, 29; 21:25). Gava qirna 20-da, mêdîsînayêda meriva îda destpêkirin çawa donar xûna xwe bidin û xûnê berî xwe din, Şedên Yehowa fem kirin ku ew yek ne li gora Xebera Xwedê ye. *

Cara hekîm nexweşa hêlan dikin, wekî çend heftî pêşiya opêrasiyonê xûna xwe tesmîl kin (xûnhildana pêşiya opêrasiyonê), seva ku wedê opêrasiyonê heger hewce be, xûna wî berî wî din. Lê topkirin, xweykirin û berîdayîna xûnê miqabilî vê yekê ye, çi ku kitêba Qanûna Kahîntiyê û Qanûna Ducarîda tê gotinê. Îzin tune xûnê xwey kin, lê gerekê birêjin ser erdê, dêmek ça bêjî paşda vegerînin bal Xwedê. Rast e îro Qanûna Mûsa îda qewatêda nîne, lê Şedên Yehowa qedirê prînsîpên ji van qanûna digirin, û xwe ‘dûrî xûnê digirin’. Lema jî em xûnê ne didin, ne jî didine xweykirinê seva ku paşê berî me din, çimkî ew yek miqabilî qanûna Xwedê ye.

Lê çaxê lazim tê wekî cûre-cûre prosêdûra bikin yan jî xûna xwe bona analîza bidin, ew raste-rast miqabilî prînsîpên Xwedê nînin. Mesele, gelek Mesîhî xûna xwe bona analîza tesmîl dikin, û paşê hekîm vê xûnê dirêjin. Hekîm usa jî dikarin meriva hêlan kin berbi prosêdûrên diha çetin, wekî xûna wan bi cûrekî mayîn bidine xebatê.

Mesele, wedê hine opêrasiya, hekîm hêmodîlûsiyayê didine xebatê, dêmek riya xûnê diguhêzin hine xûn dikeve aparatê, lê ev xûna ku organîzmêda maye, ron dikin. Paşê çaxê ev xûna ku aparatêva ne paşda berî organîzmê didin, hêmoglobîna xûnê dîsa tê cî. Mêtodeke din jî ew e, çaxê wedê opêrasiyonê, xûna ku ji birînê diçe, top dikin û fîltir dikin. Bi saya vê yekê êrîtrosît têne xwey kirinê û paşda vedigerin nava xûnê. Ev prosês tê navkirinê xweykirina xûnê, dêmek xûn badîhewa naçe. Mêtodeke din jî heye, çaxê xûn dikeve aparatekê, ya ku wedelû dewsa organeke din dixebite, mesele dewsa dil, pişik yan jî gurçik. Paşê xûn ji vê aparatê paşda vedigere organîzma merivê nexweş. Mêtodeke din jî ev e, ku xûn sêparatorêda (sêntrîfûg) top dibe, seva ku xûn temiz be. Yan jî cara nêta hekîma ev e, ku komponênteke xûnê başqe kin, wekî paşê pareke organîzmêye dinda bidine xebatê. Prosêdûrên usa jî hene, çaxê hine xûna meriv hildidin, wekî lêkolîn kin yan jî dermana tev xin, û dîsa berî organîzmê didin.

Îro cûre-cûre prosêdûr û mêtodên qenckirinêye teze dertên. Hemikî nêta me ev nîne ku hemû cûre prosêdûra lêkolîn kin û derheqa van yeka safîkirina bikin. Mesîh gerekê xwexa safî ke, ku çawa bona opêrasiyonê, analîza û cûre-cûre qenckirina xûna xwe bide xebatê. Ew gerekê pêşda ji hekîma pêbihese ku xûna wî wê çi cûreyî bidine xebatê. Paşê jî ew gerekê pê îsafa xwe safîkirina bike (Binihêre çargoşe).

Mesîhî gerekê bîr nekin, ku wana xwe tesmîlî Yehowa kiriye û soz dane wî, wekî vê temiyê bînin sêrî ku “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya qewata xwe û bi temamiya hişê xwe” (Lûqa 10:27). Şedên Yehowa heleqetiya xwe tevî Yehowa gelek qîmet dikin. Jîyîndarê me hemûya me hêlan dike, wekî em baweriya xwe xûna Îsaye ku hatiye rêtinê, bînin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yektiya wîda [Îsa Mesîhda] em aza bûne bi xûna wî, awa gotî afûbûna guna standiye. Eva yeka ji dewlemendtiya kerema wî ye” (Efesî 1:7).

^ Profêsor Frênk Gorman usa dibêje: “Rêtina xûnê ser erdê, diqewime qedir nîşan dikir hindava jîyîna heywan û hindava Xwedê, yê ku efirandarê vê jîyînê ye û berdewam dike bona vê jîyînê xem bike”.

^ “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tîrmehê, sala 1951, pirsên sereke derheqa xûnê hatibûn şirovekirinê, ku çira Mesîhî gerekê xûnê berî xwe nedin.

[Çargoşe/​Şikil]

VAN PIRSA BIDINE XWE 

Hergê hine xûna min ji bedena min derxin û sîrkûlasiya vê xûnê hine wede bê sekinandinê, wî çaxî îsafa min wê îzinê bide min, wekî ewê xûnê dîsa hesab kim parek ji bedena xwe, û mecbûr nebim ku “li ser erdê birêjim”?

Hergê wedê prosêdûra hekîmtiyê parek ji xûna min bê hildanê, hine tişt bê guhastinê, û paşê paşda berî bedena min din, gelo îsafa min kîjan ku bi Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê, wê min biçerçirîne, yan ez dikarim qayîl bim?