Derbazî serecemê

“Her Kesê Xurca Xwe Hilgire”

“Her Kesê Xurca Xwe Hilgire”

“Her Kesê Xurca Xwe Hilgire”

“Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (ROMAYÎ 14:12).

1. Sê xortên Îbranî gerekê çi safî kirana?

 SÊ XORTÊN Îbranî, ku Babîlonêda dijîtin, ber pirsa mirin û jîyînê sekinîbûn. Wana gerekê safî kira gura qanûna dewletê bikin û serê xwe ber heykel daynin, yan vê yekê înkar kin. Wanara gotibûn, ku hergê ewana serê xwe ber heykel daneynin, wana wê bavêjine firna gur. Wedê Şedrak, Meşak û Abednego tune bû wekî ji kesekî şîretê bixwazin û ew yek wanara ne jî lazim bû. Wana bi mêrxasî got: “Tu bizanibe ku ya padşah, emê ji îlahên [xudanên] tera xulamtiyê nekin û neperizin peykerê [heykelê] zêrîn yê ku te daniye” (Daniyêl 3:1-18, ÎM). Wana fem dikir, wekî ewana wê xwexa bona kirên xwe cabdar bin.

2. Bi rastî kî dewsa Pîlato şixulê Îsa safî kir, û gelo Pîlato bona wê safîkirinê cabdar nîbû?

2 Ji vê serhatiyê weke şeş qirne şûnda, merivek gunekar hesab kirin û ber serwêrekî dane sekinandinê. Ewî serwêrî şixulê wî merivî lêkolîn kir û fem kir, wekî ew neheq nîne. Lê cimeta ku top bibû, dewa dikir, wekî ew meriv bê kuştinê. Rast e sêrîda serwêr xwest wî biparêze, lê dîsa jî kete ber bayê cimetê û nexwest xurca xwe hilgire, dêmek borcê xwe bîne sêrî. Ewî destên xwe şûştin û got: “Ez ji xûna vî bêsûc im”. Paşê ewî ew meriv tesmîlî dijminên wî kir, kîjana ku ew stûnêva mix kirin. Belê, Pîlato Pontiyo dewsa ku borcê xwe bianiya sêrî û hindava şixulê wî merivî, dêmek Îsa Mesîh, xwexa safîkirin bikira, îzin da ku cimet dewsa wî safî ke. Ewî pê çiqas av jî destê xwe bişûşta, yeke avê nikaribû ev gunê wî temiz kira (Metta 27:11-26; Lûqa 23:13-25).

3. Çira em gerekê îzinê nedin, ku kesek dewsa me safîkirina bike?

3 Çi em dikarin derheqa xwe bêjin? Çaxê lazim e safîkirinê bikin, em mîna sê xortên Îbranî xwexa safîkirinê dikin, yan mîna Pîlato îzinê didine kesên din, wekî dewsa me safî kin? Hêsa nîne safîkirina bikin. Lazim e merivne gihîştî bin, seva ku safîkirina rast bikin. Mesele, dewsa zara dê-bav safîkirina dikin. Îlahî zor e safîkirina bikin gava rastî çetinaya tên û lazim e gelek tişt hildin hesab. Lê dîsa jî ev yek barê usa giran nîne, ku dewsa me ew xûşk-bira “hildin”, yên ku ji me zêdetir “ruhanî ne” (Galatî 6:1, 2). Safîkirin ev borcdarî ye, bona kîjanî “ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Romayî 14:12). Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5). Ça em dikarin hîn bin ku safîkirinên bîlanî bikin? Ya ewlin, were dîna xwe bidine kêmasiyên xwe, ser kîjanî ku em gerekê bixebitin ku rast kin.

Dewakirina Sereke

4. Em ji neguhdarîbûna jin-mêrê pêşin kîjan dersa ferz hîn dibin?

4 Destpêka însanetêda jin-mêrekî safîkirineke usa kirin, ku pey xwe axiriya xirab anî. Wana safî kir, wekî ji dara qencî û xirabî naskirinê bixwin (Destpêbûn 2:16, 17). Çi wan merivên pêşin hêlan kir, ku safîkirina usa kirin? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Kulfetê dîna xwe dayê wekî berê darê baş bû bona xwarinê, berbiçeve hewaskar û dilhavijî bû bona zanebûnê, dest avîte berê wê xwar û da mêrê tevî xwe, ewî jî xwar” (Destpêbûn 3:6). Bi rastî xwehizî bû meniya safîkirina Hêwayê. Adem jî çev da wê. Axiriya safîkirina wan ew bû, ku “gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû” (Romayî 5:12). Ji neguhdarîbûna Adem û Hêwayê em derseke ferz hîn dibin. Dêmek, bê rêberiya Xwedê, meriv wê timê safîkirinên nerast bikin.

5. Yehowa Xwedê bi saya çi rêberiyê me dike û em gerekê çi bikin, wekî ji rêberiya wî karê bistînin?

5 Em çiqas bextewar in, wekî Yehowa Xwedê em bêy rêberî nehîştine! Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gava tu bi aliyê rastê yan bi aliyê çepêva averê dibî, wê guhên te ji paşva, vê gotinê bibihîzin: ‘Rê ev e, di vê riyêra herin!’” (Îşaya 30:21, ÎM). Yehowa Xwedê bi saya Xebera xwe rêberiyê me dike. Em gerekê Nivîsarên Pîroz lêkolîn bikin û zanebûna rastiyê bistînin. Seva ku safîkirinên rast bikin, em gerekê “xwarina giran”, dêmek xwarina ruhanî bistînin, ya ku “bona merivên gihîştî ye”. Bi saya wê xwarina ruhanî, em “sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14). Em nav xweda evî feresetî ku “qencî û xirabiyê” ji hev derxin pêşda tînin bi wê yekê, ku zanebûna ji Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê.

6. Çi lazim e bikin, seva ku îsafa me rast bixebite?

6 Gelek ferz e guh bidine îsafa xwe gava safîkirina dikin. Îsaf alî me dike, wekî têderxin hela me filan tişt rast safî kiriye yan na. Ew carna me “neheq” dike, carna jî heq derdixe (Romayî 2:14, 15). Seva ku îsafa me rast rêberiyê me bike, em gerekê vê pê zanebûna Xebera Xwedê hîn kin û ewê zanebûnê emirê xweda bînin sêrî. Hergê em usa nekin, îsafa me wê hêsa bikeve ber bayê eyd-qeydên mihala me. Hergê em guh nedine îsafa xwe û normên Xwedê biteribînin, gelo çi wê bê serê îsafa me? Wede şûnda îsafa me wê “kizirî” be, dêmek tu tiştî texmîn neke, çawa ku çermê şewitî û hişkbûyî (1 Tîmotêyo 4:2). Lê îsafa ku ser hîmê Xebera Xwedê hînkirî ye, wê seva me şîretkarê baş be.

7. Çi lazim e, seva ku safîkirinên rast bikin?

7 Ça em îda pêhesiyan, seva ku safîkirinên bîlanî bikin, lazim e zanebûna rastiya ji Kitêba Pîroz bistînin û emirê xweda bidine xebatê. Gava lazim e bijartinê bikin, ferz e lez nekevin. Lazim e wede veqetînin, wekî prînsîpên usa Kitêba Pîrozda bivînin, kîjan ku bona dereca me ne. Lê çaxê gerekê zû pirsekê safî kin, ça mesele dereca Şedrak, Meşak û Abednegoda bû, emê bona wê yekê hazir bin, hergê me îda îsafa xwe ser hîmê Kitêba Pîroz hîn kiriye. Were niha du dereca şêwir kin û bivînin, wekî ça ruhaniya me dikare alî me bike, ku safîkirina rast bikin.

Tevî Kê Em Hevaltiyê Dikin?

8, 9. (a) Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin ku xwe ji hevalên xirab dûr bigirin? (b) Gelo li gora Kitêba Pîroz hevaltiya xirab tê hesabê tenê hevaltiya tevî bênamûsa? Şirovekin.

8 Pawlosê şandî nivîsî: “Nexapin! ‘Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike’” (1 Korintî 15:33). Îsa Mesîh şagirtên xwera got: “Hûn ne para dinyayê ne, lema dinya dijene we” (Yûhenna 15:19). Li gora wan prînsîpa, em fem dikin wekî lazim e hevaltiya nêzîk nekin tevî bênamûsa, zinekara, diza, serxweşa, û yên mîna wan (1 Korintî 6:9, 10). Çiqas zanebûna meye rastiyên Kitêba Pîroz zêde dibe, haqas diha baş em fem dikin, wekî lazim e xwe dûr bigirin ne ku tenê ji merivên usa lê usa jî ji sînem, bernamên têlêvîziyonê, kompoterê û kitêbên usa. Wê yekê em dikarin bêjin derheqa wedederbazkirinê malperên sosiyalîda, kîderê ku meriv tevî hev dibine nas (Zebûr 26:4).

9 Lê gelo hêja ye tevî merivên usa hevaltiyê bikin, kîjan ku nav-namûs in, lê baweriya xwe Xwedê naynin? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Em fem dikin, wekî hevalên xirab tenê ew nînin, yên ku bênamûs in. Lema jî wê bi bîlanî be, hergê em tenê tevî wan meriva hevaltiya nêzîk bikin, kîjan ku Yehowa Xwedê hiz dikin.

10. Çi wê alî me bike ku safîkirinên bîlanî bikin hindava heleqetiya tevî merivên vê dinyayê?

10 Em nikarin bi temamî xwe ji merivên wê dinyayê dûr bigirin, ev yek ne jî tê dewakirinê (Yûhenna 17:15). Merivên usa hemû ciya rastî me tên, mesele wedê xizmetkirinê, mektebêda, ser xebatê. Xûşk yan bira, ku hevalzewacê wan bawermend nîne, mecbûr in hê zêde wede tevî yên wê dinyayê derbaz kin, ne ku Mesîhiyên din. Lê merivê ruhanîda gihîştî fem dike, wekî firqî heye orta wê yekêda ku çaxê tu mecbûr î tevî merivê vê dinyayê wede derbaz kî û wê yekê ku hevaltiya nêzîk tevî wan bikî (Aqûb 4:4). Hergê em wê yekê hildin hesab, emê bikaribin safîkirinên bi aqilayî bikin, mesele pirsên usada: Hêja ye ez tevî hevaldersxanên xwe bikevime nava wedederbazkirinên mektebê, mesele ça sport û reqas? Yan jî, hêja ye tevî hevalxebatçiyên xwe herim rêstoranê yan jî ser nanxwarinê?

Bijartina Xebatê

11. Gava em xebatê xwera dijbêrin, berî ewlin çi gerekê hildin hesab?

11 Prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, ku borcdariya xwe bînin sêrî, dêmek xebateke cayîz xwera bijbêrin, wekî ebûra neferên xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8). Ya pêşin, em gerekê hildin hesab ku çi dikeve nava vê xebatê, dêmek emê çi bikin. Hemikî, emê xebateke usa nejbêrin, kîderê ku lazim be wê yekê bikin, çi ku Xwedê qedexe dike. Mesîhiyên rast înkar dikin xebatên usa, ku pûtparistî, dizî, xebitandina xûnêye nerast û tiştên mîna wanva girêdayî ne. Xêncî wê yekê emê usa jî nexapînin û qelpiyê nekin, hergê jî mezinê xebatê wê yekê ji me dewa ke (Karên Şandiya 15:29; Eyantî 21:8).

12, 13. Em gerekê dîsa kîjan tiştên din hildin hesab, çaxê xebatê dijbêrin?

12 Hergê jî xebat miqabilî prînsîpên Xwedê nîne, dîsa jî hene tişt, ku gerekê hildin hesab. Çiqas em ruhanîda pêşda diçin, haqas em diha baş fem dikin ku kîjan tişta hildin hesab. Diqewime xebata me ne ku raste-rast lê bi cûrekî din tiştekî usava girêdayî ye, çi ku ber çevê Xwedê reş e, mesele lazim e kazînoda caba têlê bidin? Xêncî wê yekê bona me gelek ferz e, ku heqê xebatê ji ku tê û ciyê xebatê çi cî ye. Mesele, gelo Mesîhî wê qayîl be ku dêrêda dîwara reng ke, ne bi wê yekê ew piştgiriya rêlîgiya qelp dike? (2 Korintî 6:14-16)

13 Emê çi bikin hergê mezinê xebata me tevî rêlîgiyekê peymanê girêde ku ciyê hebandina wan teze ke? Dereca usada lazim e hildin hesab, hela em dikarin bi cûrekî derecê biguhêzin û emê çi şixulî bikin? Lê çi em dikarin bêjin derheqa xebata usa ku normên Kitêba Pîroz nateribînin? Mesele nemevan gerekê nema bive cûre-cûre ciya, usa jî ciyên usa kîderê ku meriv tiştên xirabva mijûl dibin. Diqewime em dikarin bona wê derecê prînsîpa ji Metta 5:45 bidine xebatê? Lê usa jî ferz e hildin hesab ku îsafa me wê ça xwe bide kifşê, hergê em ewê xebatê her roj bikin (Îbranî 13:18). Bi rastî jî, seva ku bi bîlanî xebatê bijbêrin, lazim e îsafa xwe hîn kin û femkariyêda pêşda herin.

“Hemû Rîyên Xweda Tu Xwedê Nas ke”

14. Em çi gava gerekê bavêjin, seva safîkirinên bîlanî bikin?

14 Lê çi em dikarin bêjin derheqa derecên jîyînêye din, mesele bijartina xwendinê û mêtodên qenckirinê? Seva ku safîkirinên rast bikin, lazim e bifikirin hela kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz em dikarin bona dereca xwe hildin hesab û bifikirin ça em dikarin wana bidine xebatê. Silêman Padşa usa got: “Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe. Hemû rîyên xweda tu Xwedê nas ke û Ewê hemû şiverîyên te rast-dûz ke” (Metelok 3:5, 6).

15. Ji mesela Mesîhiyên qirna yekê em çi hîn dibin derheqa safîkirina?

15 Gelek car safîkirinên me ser merivên din jî hukum dibin, lema jî mera lazim e ewê yekê jî hildin hesab. Mesele, Mesîhiyên qirna yekêra îda nelazim bû hindava nanxwarinêda xwe li Qanûna Mûsa bigirin. Ewana îda dikaribûn xwarina ku qanûna Mûsa qedexe dikir, bixwarana, hergê menîke din tune bû ku nexwin. Pawlosê şandî derheqa xwarina goşt, ya ku qurban pûtara didan, usa got: “Heger xwarin dibe kevirê li ber piyê birê min, gerekê îdî tu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pişk nekim” (1 Korintî 8:11-13). Pawlosê şandî Mesîhiyên qirna yekê hêlan dikir, wekî îsafa meriva hildin hesab û wana nelikumînin. Safîkirinên ku em dikin gerekê nebine kevirê likumandinê bona kesên din (1 Korintî 10:29, 32).

Bîlaniya Xwedê Bigere

16. Duakirin ça alî me dike ku safîkirinên rast bikin?

16 Duakirin gelek alî me dike, wekî safîkirina bikin. Aqûb usa nivîsî: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake” (Aqûb 1:5). Em dikarin bêy dudilîbûnê duakirinêda ji Yehowa bîlaniyê hîvî kin, wekî zêna me zêde ke seva safîkirinên rast bikin. Wê baş be, wekî em Xwedayê tayê-tenêra gilî kin, ku em bona çi berxwe dikevin û lavaya wî bikin ku rêberiyê me bike. Wî çaxî ruhê pîroz wê alî me bike ku rind fem bikin rêzên ku bona dereca me layîq in, û wê bîne bîra me wan rêza jî, kîjan ku diqewime wê lezê nayê bîra me.

17. Ça kesên din dikarin alî me bikin, wekî safîkirinên rast bikin?

17 Gelo meriv dikarin alî me bikin? Erê, bona wê yekê Yehowa Xwedê xûşk-birên cêribandî daye me (Efesî 4:11, 12). Em dikarin ji wan hîvî kin ku şîreta bidine me, îlahî hergê em gerekê safîkirineke ferz bikin. Mesîhiyên ruhanîda gihîştî û cêribandî dikarin rêzên usa ji Kitêba Pîroz nîşanî me bikin, yên ku bona dereca me kêrhatî ne û alî me bikin, “wekî kîjan here qenc e, . . . wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:9, 10). Lê dîsa jî em gerekê bîr nekin, wekî tu kes gerekê dewsa me safîkirinê neke, çimkî ev yek borcê me ye.

Gelo Axirî Timê Wê Baş Be?

18. Axiriya safîkirina baş dikare çi cûreyî be û çima?

18 Gelo safîkirinên, ku ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz in û li gora îsafa me ne, wê timê axiriya baş bînin? Hemikî erê, lê diqewime sêrîda em ji bo safîkirina xwe rastî çetinaya jî bên. Mesele, Şedrak, Meşak û Abednego zanibûn, wekî gerekê bihatana kuştinê ji bo wê yekê ku înkar dikirin serê xwe ber heykel daynin (Daniyêl 3:16-19). Şagirtên Îsa jî dereceke usada bûn. Çaxê ewana civîna Giregirara gotin, wekî gerekê gura Xwedêda bin, ne ku gura merivada, ewan meriva pêşiyê ew kutan û paşê berdan (Karên Şandiya 5:27-29, 40). Xêncî wê yekê, çaxê em safîkirineke rast dikin, peyra diqewime em ji bo “wext û rewş [qewimandin]” bikevine çetinayê (Waîz 9:11). Lê hergê em ji bo safîkirina xweye baş rastî çetinaya bên, em dikarin bi temamî bawer bin, wekî Yehowa wê alî me bike ku her tiştî teyax kin, û axiriyêda jî wê bi merdanî me kerem ke (2 Korintî 4:7).

19. Çima em dikarin bê tirs safîkirina bikin?

19 Çaxê em gerekê tiştekî safî kin, mera lazim e prînsîpên ku bona dereca me layîq in, bivînin û bifikirin, wekî ça bînin sêrî. Em gelek ji Yehowa razî ne, wekî ew bi alîkariya ruhê xweyî pîroz û xûşk-birên cêribandî alî me dike! Bi saya piştgirî û rêberiya wî cûreyî, emê bikaribin bê tirs wî borcê xwe hildin ser xwe û safîkirinên bîlanî bikin.

Hûn Çi Pêhesiyan?

• Çi lazim e, seva ku safîkirinên rast bikin?

• Çawa gihîştîbûna ruhaniya me hukum dibe ser wê yekê, ku em kê ça heval xwera dijbêrin?

• Em çi gerekê hildin hesab çaxê safîkirinên bona xebatê dikin?

• Ji kîderê em dikarin alîkariyê bistînin, seva ku safîkirinên bîlanî bikin?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Şikil]

Em ji neguhdarîbûna Adem û Hêwayê derseke ferz xwera hildidin

[Şikil]

Pêşiya ku safîkirineke ferz bikin, prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin