Derbazî serecemê

Pirsên Xwendewana

Pirsên Xwendewana

Pirsên Xwendewana

Kitêba Pîrozda derheqa salxiya tu tişt nayê gotinê. Lê çira Şedên Yehowa salxiya hilnadin?

Meriv kasa bi şeravê yan jî bi îçkeke din hildidin û salxê dibêjin. Eva yeka dinyayêda belabûyî ye. Ev edet berêda heye û her cîkî bi cûrê xwe dikin. Carna ewê ku salxiyê dibêje, ew û yên mayîn kasa xwe hev dixin. Merivê ku salxiyê dibêje, bona kesekî bextewariyê, sihet-qewata baş, jîyîna dirêj û tiştên din dixwaze. Lê merivên din kasên xwe hildibirin, û dibeke tiştekî dibêjin, paşê vedixwin. Bi vê yekê ewana razîbûna xwe didine kifşê. Bona geleka, vî qeydîda tiştekî xirab tune. Ewana hesab dikin, wekî eva nîşana qedirgirtinê ye. Lê meniyên ferz hene, ku çima Şedên Yehowa salxiya hilnadin.

Hemikî menî ev nîne, wekî Şedên Yehowa naxwazin kesek bextewar be yan jî sihet-qewat be. Mesele, koma rêberiyêye qirna yekê, nema xwe civatêra bi wan giliya xilaz kir: “Hûn xweş bin” (Karên Şandiya 15:29). Hine xizmetkarên Xwedê jî gava tevî padşa xeber didan, car-cara usa digotin: “Bila xweyê min . . . her û her bijî” yan “bila padşa her û her bijî!” (1 Padşatî 1:31, ÎM; Nehemiya 2:3, ÎM).

Lê gelo salxî ji ku pêşda hatiye? “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Çileyê, sala 1968 gotineke ji Ensîklopêdiya Brîtanîka hatibû dayînê ya sala 1910: “Ew qeydên ku bona sihet-qewata meriva salxiyê vexwin, ça tê kifşê ji rêlîgiyên kevin pêşda hatine, çaxê seva xatirê xudana yan jî miriya, şerav vedixwarin. Yûnanî û Romayî çaxê ber sifirê rûdiniştin, wana îçke dirêt, seva qedir bidine xudanên xwe. Paşê jî bona wan xudana û miriyên xwe vedixwarin”. Vê ensîklopêdiyayêda usa jî tê gotinê: “Ew qeydê îçkerêtin û vexwarinê cûrekî qurbankirinê bû, û salxiya bona sihet-qewata meriva tevî vê qurbanê tevgrêdayî ye” (Para 13, rûpêla 121).

Lê rojên meda jî evê yekê hildidin hesab çaxê salxiyê dibêjin? Kitêbekêda “International Handbook on Alcohol and Culture” ya sala 1995 usa tê gotinê: “Ça tê kifşê [salxî] ji eyd-qeydên rêlîgiyên kevin pêşda hatiye, li gora kîjana tiştên vexwarinêye pîroz ber xudana dirêtin. Ev vexwarin dikaribû yan xûn yan jî şerav bûya, çimkî ewana hîviyê bûn, wekî xudan pêş wan qurbanava xwestinên wan bînin sêrî. Ev xwestina wan çawa dua bû. Wana usa digot: ‘Her bijî!’, yan jî ‘sihet-qewat bin’”.

Hergê tiştek, yan nexşek, yanê jî sîmbolek ser hîmê rêlîgiya qelp e, ev nayê hesabê wekî Mesîhiyên rast gerekê timê xwe ji wan tişta dûr bigirin. Mesele em hildin hinar. Ensîklopêdiyeke Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Ça tê kifşê hinar usa jî sîmbola pîroz bû pûtparistiyêda”. Lê usa jî Xwedê temî dabû, wekî rîşiyê kincên kahînava hinarên bi têl çêkirî cêrge kin. Usa jî stûnên sifire paristgeha Silêman pê hinara xemilandî bûn (Derketin 28:33; 2 Padşatî 25:17). Dîsa meselek. Wedekî gustîlka nîşanî eyda rêlîgîva girêdayî bû. Lê îro nîvê zef meriv derheqa vê yekê nizanin û evê gustîlka nîşanî hesab dikin ça nîşan, ku meriv zewacêda ne.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa xebitandina şeravê eydên rêlîgîda? Mesele bineliyên Şekema berê serê xwe ber Bael datanîn. Ewana diçûne mala xudanê xwe, dixwarin, vedixwarin û nifir li Abîmelex kurê Gîdeon dikirin (Hakimtî 9:22-28). Tu ça difikirî merivê ku Yehowara amin e, wê tevî wan rûnişta, vexwara û ji xudanê wana lava kira wekî nifira Abîmelex bike? Çaxê Amos derheqa wî wedeyî xeber dida, gava gelek Îsraêlî miqabilî Yehowa derketibûn, ewî got, wekî ewana ber her gorîgehekê pal didin û şerava merivên neheq hesabkirî, mala xudanên xweda vedixwin (Amos 2:8). Gelo xizmetkarên Xwedêyî rast wê tevî wê yekê bûna, wekî şerav birêtana yan jî vexwarana, seva ku hurmetê bidine xudana? (Yêremya 7:18) Gelo xizmetkarê Xwedêyî rast wê kasa bi şeravê hilbiranda û ji xudanekî hîvî bikira bona kesekî rem bixwesta yan jî axiriya baş?

Hewas ew e, ku xizmetkarên Yehowa carna destên xwe hildibirandin û ji Xwedê kerem dixwestin. Wana destên xwe berbi Xwedayê rast hildibirand. Em dixûnin: “Silêman li ber gorîgeha Xudan, . . . destên xwe ber bi ezmana vekirin. Wî got: ‘Ya Xudan, Xwedayê Îsraîl, ne li jor li ezmana ne jî li jêr li erdê Xwedayê wek te heye . . . li ezman, li warê xwe bibihîze û dema te bihîst afû bike’” (1 Padşatî 8:22, 23, 30, ÎM). Mîna vê yekê “Ezra Xwedayê mezin Xudan pîroz kir û tevaya gel destê xwe hilda û got: ‘Amîn, amîn.’ Paşê xwe tewandin deverû çûn erdê û perizîn Xudan” (Nehemiya 8:6, ÎM; 1 Tîmotêyo 2:8). Ça tê kifşê ev xizmetkarên Xwedêyî amin destê xwe berbi xudanên qelp bilind nedikirin û wanara dua nedikirin (Îşaya 65:11).

Rojên meda jî gelek meriv salxiya hildidin û dibeke fem nakin, wekî ji xudanekî qelp kerema dixwazin. Lê ewana ne jî dikarin şirovekin, wekî çira kasa şeravê hildibirin. Mesîhiyên rast borcdar nînin çev bidine wan meriya, yên ku derheqa hîmê wan eyd-qeyda ne jî difikirin.

Eyan e wekî Şedên Yehowa xwe ji hine jêstên mayîn jî dûr digirin, kîjan ku gelek meriv dikin. Mesele, gelek meriv bi jêsta hurmetê didine beyreqê. Ewana jêstên usa hesab nakin, ça pareke hebandinê. Mesîhiyên rast rê meriva nagirin, wekî tiştên usa bikin, lê xwexa nakin. Şedên Yehowa wedê cejina xwe bi bîlanî didine kifşê, wekî meriva eciz nekin. Çi jî hebe, ewana tevî wan eyd-qeyda nabine yek, yên ku miqabilî Kitêba Pîroz in (Derketin 20:4, 5; 1 Yûhenna 5:21). Îro gelek meriv salxiyê hesab nakin ça jêsteke hebandinê. Lê dîsa jî hene meniyên ferz ku Mesîhî çima salxiya hilnadin. Ev qeyd ji rêlîgiyên qelp pêşda hatiye û wedê meda jî salxî dikare bê hesabê ça hîvîkirin ji xudanên qelp (Derketin 23:2).