Derbazî serecemê

Çira Jin Gerekê Prînsîpa Serîtiyê Qebûl ke?

Çira Jin Gerekê Prînsîpa Serîtiyê Qebûl ke?

Çira Jin Gerekê Prînsîpa Serîtiyê Qebûl ke?

“Serê jinê mêr e” (1 KORN. 11:3).

1, 2. (a) Pawlosê şandî derheqa serîtiya ku Yehowa kifş kiribû û guhdarîkirinê, çi nivîsî? (b) Vê gotarêda çi pirs wê bêne şêwirkirinê?

 PAWLOSÊ şandî nivîsî, wekî “serê her mêrî Mesîh e” û “serê Mesîh Xwedê ye”, û bi wê yekê da kifşê prînsîpa serîtiyê ku Xwedê kifş kiribû (1 Korn. 11:3). Gotara pêşiya wêda hatibû gotinê, wekî bona Îsa qedirekî mezin bû, ku gura serê xwe, dêmek gura Yehowa Xwedêda be. Usa jî hatibû gotinê, ku serê mêr Mesîh ye. Mesîh hindava merivada qenc, nerm û dilşewat bû. Mêr jî gerekê çev bidine Mesîh û civatêda hindava hemûyada usa bin, îlahî hindava jinên xweda.

2 Lê em çi dikarin bêjin derheqa jina? Serê wan kî ye? Pawlosê şandî nivîsî: “Serê jinê mêr e”. Jin hindava vê temiya ku ji bîna ber Xwedê ye, gerekê çawa bin? Gelo evê prînsîpê dikarin bidine xebatê wê derecêda jî çaxê mêr bawermend nîne? Gelo ev yek ku jin gerekê prînsîpa serîtiyê qebûl ke, tê hesabê ku îzina jinê tune fikirên xwe bêje, gava malbetêda tiştek tê safîkirinê? Jin ji bo çi hêjayî pesina ne?

“Komekdarek ku Layîqî Wî be Çêkim”

3, 4. Çima pêkanîna prînsîpa serîtiyê, zewacêra karê tîne?

3 Prînsîpa serîtiyê aliyê Xwedêda hatiye kifşkirinê. Paşî efirandina Adem, Yehowa Xwedê got: “Ne baş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim”. Çaxê Adem dît ku Yehowa komekdarek daye wî, şabûna ewî got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e” (Destp. 2:18-24). Mecala Adem û Hêwayê hebû, ku bibûna dê-bavê însaneta kamil. Zuretên wan jî wê heta-hetayê bextewariyêda ser erdê cinetêda bijîtana.

4 Ji bo miqabilîbûnê, wana her tişt unda kir (Bixûne Romayî 5:12). Lê prînsîpa derheqa serîtiyê nehatiye guhastinê. Çaxê meriv evê prînsîpê rast didine xebatê, ev kareke mezin tîne û zewacê bextewar dike. Axiriyê ewana şabûnê distînin, çawa ku Îsa şa dibû gava gura serê xwe dikir, dêmek gura Yehowa. Derheqa Îsa, pêşiya hatina wîye ser erdê hatiye gotinê: “Her tim li ber Wî şa dibûm” (Metlk. 8:30). Ne mêr, ne jî jin ji bo gunekariyê nikarin evê prînsîpê bi kamilî bînin sêrî. Lê çaxê ewana her tiştî dikin, ku evê prînsîpê bînin sêrî, ewana zewaca xweda lezetê divînin.

5. Çima jin-mêr gerekê guh bidine şîreta ji Romayî 12:10?

5 Seva ku zewac bextewar be, jin-mêr gerekê şîreta Kitêba Pîroz bînin sêrî, kîjan ku hemû Mesîhiyara hatiye dayînê: “Hzkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Rom. 12:10). Xêncî wê yekê, mêr û jin gerekê qewatê bidine xebatê, ku “hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efes. 4:32).

Çaxê Hevalzewac Bawermend Nîne

6, 7. Hergê jin gura mêrê xweyî nebawermend dike, ew yek çi axirî dikare bîne?

6 Hergê hevalzewacê te bawermend nîne, ça gerekê xwe bidî kifşê hindava wî yan wêda? Heçî zef malbetada mêr nebawermend e. Jin ça gerekê xwe bide kifşê hindava malxê xweyî nebawermendda? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Kulfetno, gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinên xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe û nave-namûs bibînin” (1 Pet. 3:1, 2).

7 Kitêba Pîroz jina hêlan dike gura mêrê xweyî nebawermend bikin. Rabûn-rûniştina jinê dikare mêrê wê hêlan ke, wekî bifikire ku ji bo çi jina wî aliyê başda usa hatiye guhastinê. Axiriyêda diqewime hewasa mêr hindava baweriya jina wîda pêşda bê û ew jî rastiyê qebûl ke.

8, 9. Jin gerekê ça xwe bide kifşê, hergê mêrê wêyî nebawermend berdewam dike hindava wêda xwe nebaş dide kifşê?

8 Lê jin gerekê çi bike, hergê mêrê wêyî nebawermend berdewam dike hindava wêda xwe ne baş dide kifşê? Kitêba Pîroz jina hêlan dike hunurên baş eyan kin, çiqas wanra çetin be jî. Mesele, 1 Korintî 13:4-da usa tê gotinê: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e”. Jin gerekê berdewam ke “bi temamiya milûktiyê û şkestî, bi sebirê” hizkirinê eyan ke (Efes. 4:2). Bi alîkariya qewata Xwedê, dêmek ruhê pîroz, meriv dikare derecên çetinda jî hunurên baş bide kifşê.

9 Pawlosê şandî nivîsî: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlî. 4:13). Ruhê pîroz dikare qewatê bide hevalzewacê bawermend, wekî wê yekê bike, çi ku bawer nedikir ku wê bikaribe. Mesele, hergê jin yan mêr xwe sert dide kifşê, ew yek dikare hevalzewacê wî hêlan ke, ku heyfê lê veke. Lê Kitêba Pîroz hemû Mesîhiya hêlan dike: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. . . . Çimkî nivîsar e: ‘Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje’” (Rom. 12:17-19). Şîreteke usa 1 Têsalonîkî 5:15-da jî nivîsar e: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabiyêva xirabiyê bike, lê her gav ser nêta qenciyê bin, hin bona hev, hin jî bona hemûya”. Bi alîkariya ruhê pîroz em dikarin wê yekê bikin, çi ku ji qewata me der e. Lema jî çiqas ferz e, wekî bona ruhê pîroz Xwedêra dua kin!

10. Îsa ça xwe dida kifşê hindava wanda, yên ku wîra xirabî dikirin?

10 Mera mesele ye ew yek ku Îsa ça xwe dida kifşê hindava wan meriva, yên ku qerfê xwe wî dikirin. Derheqa Îsa 1 Petrûs 2:23-da usa nivîsar e: “Gava dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir, gava cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar, lê xwe spartibû hakimê ser rastiyê”. Em gerekê çev bidine Îsa û îzinê nedine xwe ku hindava wan merivada xirab bin, kîjan ku mera xirabiyê dikin. Wê baş be guh bidine şîreta ku hemû Mesîhiyara tê dayînê: “Ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin. Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê” (1 Pet. 3:8, 9).

Rola Jinê

11. Çi qedirekî mezin jinara hatiye dayînê?

11 Ev yek ku jin gerekê gura mêrê xweda be, gelo tê hesabê wekî îzina jinê tuneye fikirê xwe bêje, çaxê malbetêda tiştek gerekê bê safîkirinê? Hemikî na. Yehowa gelek cabdarî daye him mêra him jî jina. Bidine hesabê xwe, ku qedirekî çiqas mezin Xwedê daye 144 000 Mesîhiyên kifşkirî. Ewana wê Padşatiya Xwedêda tevî Îsa Mesîh ser temamiya dinyayêra serwêrtiyê bikin ça padşa û kahîn! Nava wanda jin jî hene (Galt. 3:26-29). Ça tê kifşê Yehowa Xwedê nava qirara xweda roleke ferz daye jina.

12, 13. Mesela bînin ku îzbat dikin, wekî jina pêxembertî dikirin.

12 Wedê berê hine jina pêxembertî dikirin. Yowêl 2:28, 29-da tê gotinê: “Ezê ruhê xwe birijînim ser hemû mirova; wê lawên we jî, qîzên we jî pêxembertiyê bikin . . . Di wan rojada ezê bi ser dîla û bi ser cariyava jî ruhê xwe birijînim”.

13 Çaxê Orşelîmêda Roja Pênciye Hesab sala 33 D.M-da 120 şagirtên Îsa otaxeke jorinda top bûn, nav wanda jin jî hebûn. Vê rojê hemûyên ku wêderê bûn, ruhê pîroz standin. Lema jî Petrûsê şandî giliyê ji kitêba Yowêl da xebatê, kîjan ku him derheqa mêra him jî derheqa jina ye. Petrûs got: “Eva ew yek e, çi ku Yowêl pêxember gotiye: ‘Rojên axiriyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji ruhê xwe ser hemû merivada bibarînim, kur û qîzên weyê pêxembertiyê bikin, . . . ezê wan rojada ruhê xwe ser xulam û cariyên xweda jî bibarînim û wê pêxembertiyê bikin’” (Kar. Şand. 2:16-18).

14. Rola jina çi cûreyî bû belakirina rêlîgiya Mesîhîtîda?

14 Qirna yekêda jina roleke ferz dilîst şixulê xizmetkirinêda, wekî rêlîgiya Mesîhîtî bê belakirinê. Ewana derheqa Padşatiya Xwedê şedetî didan û şixulên din ku xizmetkirinêva girêdayî bûn, dikirin (Lûqa 8:1-3). Mesele, Pawlosê şandî derheqa xûşkeke bi navê Foyba got, wekî ew “berdestiya civîna Kenxêryayê dike”. Çaxê Pawlos xizmetkarara silav dişand, ewî navê gelek xûşkên amin hilda, mesele navê “Tirîfênayê û Tirîfosayê, kîjan bona navê Xudan dixebitin”. Usa jî ewî got derheqa “Persîsêya delal, ku gelekî xûdan rêtiye bona Xudan” (Rom. 16:1, 12).

15. Wedê meda şixulê belakirina mizgîniyêda jin çi rolê dilîzin?

15 Wedê meda jî şixulê belakirina mizgîniyêda jin roleke mexsûs dilîzin. Nava xizmetkarada ku heft mîlyona zêdetir in, heçî zef jin in (Met. 24:14). Gelek ji wan ça pêşeng, mîsyonêr û beytelvan xizmet dikin. Zebûrbêj Dawid distira: “Xudan dike fermanî, kulfet dibine mizgîndarên piranî” (Zeb. 68:11). Rastiya wan giliya eyan e! Yehowa gelek qîmet dike xîreta jina belakirina mizgîniyêda û qedandina qirara wîda. Ev temî ku jin gerekê gura mêrê xweda bin, nayê hesabê wekî ewana gerekê timê xwe ker kin.

Du Jinên ku Xwe Ker Nedikirin

16, 17. Mesela Serayê ça dide kifşê, wekî jin safîkirinên malbetêda gerekê xwe ker nekin?

16 Hergê Yehowa îtbariya xwe jina tîne û şixulên mexsûs dide wan, gelo nehêja ye wekî mêr jî fikirên jina xwe hildin hesab, gava safîkirineke ferz dikin? Hergê mêr usa bikin, ev yek wê bi bîlanî be. Kitêba Pîrozda usa jî hene meselên kulfeta, ku nêta xwe eyan kirine û bêy mêrê xwe tiştek safî kirine. Were dîna xwe bidin du mesela.

17 Jina baveşîr Birahîm, Sera, gelek car ji mêrê xwe hîvî dikir, wekî berî jina xweye duda û kurê wê bide, çimkî wana xwe bêmerîfetî didane kifşê. Rast e, “ev gotina” Serayê Birahîm xweş nehat, lê Xwedê gotina wêra razî bû. Yehowa gote Birahîm: “Bira ew gotina bona kurikê te û carîya te li ser te giran rûnenî, çi ku Serayê tera gotîye guhdarîya gotina wê bike” (Destp. 21:8-12). Birahîm gura Yehowa kir, guh da Serayê û ev yek kir, çi ku ewê dixwest.

18. Abîgaîlê bêy mêrê xwe çi kir?

18 Bifikirin derheqa jina Nabal, Abîgaîlê. Çaxê Dawid ji bo Şawûl Padşa çola ketibû, ewî tevî eskerên xwe nêzîkî keriyên Nabal zom lêxistibû. Dawid tu tişt ji hebûna wî merivî zeftî xwe nekir, dewsê hebûna wî diparast. Lê derheqa Nabal tê gotinê ku ew yekî serhişk û “zilamekî bêkêr e ku kes nikare gotinê jêra bike”. Çaxê Dawid bi qedir hine xurek ji Nabal xwest, ewî neda û serda jî eskerên Dawid bêhurmet kir. Gelo Abîgaîlê çi kir, gava derheqa wê yekê pêhesiya? Ewê derbêra “dusid nan, du meşk şerab, goştê pênc mîhên amadekirî, pênc sea genimê qelandî, sed weşî mewîj û dusid kadikên bastîqê hejîra hildan û li kera bar kirin” û çû ku bide Dawid, lê mêrê xwera tu tişt negot. Gelo Abîgaîlê xwe rast da kifşê? Belê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa Nabal “xist û ew mir”. Wede şûnda Dawid Abîgaîl jintî stand (1 Sam. 25:3, 14-19, 23-25, 38-42, ÎM).

Kulfeta ku Hêjayî Pesina ye

19, 20. Ji bo çi jin bi rastî qîmet tê hesabê û hêjayî pesina ye?

19 Kitêba Pîroz pesinê wan kulfeta dide, yên ku qirara Yehowa tînin sêrî. Kitêba Metelokda derheqa “kulfeta esil” tê gotinê: “Qîmetê wê ji lal-dur jortir e. Dilê malxê wê wêda guman e û ew tu kêmasîyê nabîne. Temamîya emirê xweda ewê qencîyê wîra bike, ne ku xirabîyê”. Usa jî nivîsar e: “Ew devê xwe bi serwaxtîyê vedike, li ser zimanê wê hînkirina amin heye. Ew miqatîyê mala xwe dike û nanê xweranedîtîyê ew naxwe. Zarên wê radibin xwezîya xwe wê tînin û malxê wê jî pesinê wê dide” (Metlk. 31:10-12, 26-28).

20 Ji bo çi jin bi rastî qîmet tê hesabê û hêjayî pesina ye? Metelok 31:30-da tê gotinê: “Derew e delaltî û pûç e bedewetî, kulfeta ji Xudan ditirse ewe xwezîtî”. Kulfet hingê dide kifşê ku tirsa Xwedê dilê wêda heye, çaxê ew gura prînsîpa Xwedêye derheqa serîtiyê dike. “Serê jinê mêr e” çawa ku “serê her mêrî Mesîh e, û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korn. 11:3).

Bona Pêşkêşa Xwedê Razî Bin

21, 22. (a) Kîjan meniyên Mesîhiyên zewicî hene ku ji Xwedê razî bin? (b) Çima em gerekê qedir hindava prînsîpa Xwedêye derheqa serîtiyê, bidine kifşê? (Binihêrin çargoşe ser rûpêla 17)

21 Gelek meniyên Mesîhiyên zewicî hene ku ji Xwedê razî bin! Ewana îlahî razî ne bona wê yekê, wekî ji Yehowa kerem standine ku karibûne hev bistînin û ça malbeta bextewar wîra xizmet kin (Rût 1:9; Mîx. 6:8). Xwedê usa em efirandine, ku bikaribin bikevine zewacê. Lema jî ew ji hemûya baştir zane, wekî çi lazim e bona bextewariya malbetê. Hergê hûn timê li gora qirara wî bijîn, şabûna Yehowa wê sitargeha we be hela hê wan rojên çetinda jî (Nehem. 8:10).

22 Malxê ku Mesîhî ye, jina xwe usa hiz dike ça bedena xwe, bona wê xem dike û bi nermî serîtiya xwe tîne sêrî. Jina wîye xwedêxof hêjayî hizkirinê ye, çimkî piştgiriya wî dike û qedirê wî digire. Lê ya here ferz ew e ku zewaca wan rûmetê dide Yehowa Xwedê, kîjan ku hêjayî pesina ye.

Tê Bîra We?

• Prînsîpa Yehowa hindava serîtiyê kîjan e?

• Çira hevalzewac gerekê qedirê hev bigirin?

• Kulfeta bawermend gerekê ça xwe bide kifşê hindava malxê xweyî nebawermendda?

• Mêr pêşiya ku safîkirina ferz bikin, çira gerekê fikirên jina xwe pêbihesin?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Çargoşe]

Çira Lazim e Hindava Hukumetêda Qedir Bidine Kifşê?

Yehowa bona halxweşiya efirînên xwe prînsîpên derheqa serîtiyê û hukumetiyê kifş kiriye. Evê yekê karê tîne him efirînên ruhanîra, him jî efirînên fîzîkîra. Ev yek usa jî mecalê dide wan, ku azaya xweye bijartinê rast bidine xebatê û qedir hindava Xwedê bidine kifşê. Usa jî bi saya wê yekê ewana dikarin edilayî û yektiyêda Xwedêra xizmet kin (Zeb. 133:1).

Mesîhiyên bi ruh kifşkirî serîtî û hukumetiya Îsa qebûl dikin (Efes. 1:22, 23). Hine wede şûnda Îsa Mesîh wê bide kifşê ku hukumetiya Yehowa qebûl dike, dêmek “xwexa jî wê êlimî wî Xwedêyî be, yê ku her tişt êlimî wî kir, wekî her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korn. 15:27, 28). Lema jî bi logîkî ye, wekî hemû merivên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine, ça civatêda usa jî malbetêda gerekê prînsîpa serîtiyê bînin sêrî! (1 Korn. 11:3; Îbrn. 13:17) Hergê em usa bikin, emê bawer bin wekî Xwedê ji me razî ye û wê me kerem ke (Îşa. 48:17).

[Şikil]

Duakirin dikare alî kulfeta bawermend bike, wekî hunurên baş bide kifşê

[Şikil]

Yehowa qîmet dike rola jina, ya pêşdaçûyîna şixulên Padşatiyêda