Derbazî serecemê

Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke

Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke

Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke

“Yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (METLK. 14:15).

1, 2. (a) Em derheqa çi gerekê bifikirin, gava safîkirina dikin? (b) Emê kîjan pirsa şêwir kin?

 EM HER roj cûre-cûre safîkirina dikin. Hinek ji wan haqas ferz nînin, lê hinek dikarin ser emirê me gelek hukum bin. Firqî tune em safîkirinên biçûk bikin yan yên mezin, nêta meye sereke gerekê ew be, ku Xwedê rûmet kin (Bixûne 1 Korintî 10:31).

2 Wera hêsa ye safîkirina bikin, yan na? Hergê em dixwazin ruhanîda cêribandî bin, em gerekê hîn bin, ku qencî û xirabiyê ji hev derxin, wekî bikaribin xwexa safîkirina bikin (Rom. 12:1, 2; Îbrn. 5:14). Dîsa çi hine menî hene, ku hîn bin safîkirinên baş bikin? Çima carna çetin e tiştekî safî kin? Û em kîjan gava dikarin bavêjin, ku bawer bin, wekî safîkirinên me Xwedê rûmet dikin?

Çima Gerekê Safîkirina Bikin?

3. Çi gerekê hukum nebe ser safîkirinên me?

3 Hergê em normên Kitêba Pîrozda dudilî bin, hevalên meyî mektebê yan xebatê, wê evê yekê têderxin. Hingê ewana wê bifikirin, wekî emê hêsa ber bayê wan kevin. Diqewime ewana bixwazibin, ku em derewî û diziyêda tevî wan bibine yek, dêmek “destê piranîyêva” herin, yan jî kirên wane xirab veşêrin (Derk. 23:2). Ewê ku zane safîkirinên ça Xwedê rûmet dikin, wê ji meriva netirse û nekeve ber bayê wan. Him jî ewê tiştekî usa neke, çi ku miqabilî îsafa wî ye, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî ye (Rom. 13:5).

4. Meriv çira dibeke bixwazin dewsa me safîkirina bikin?

4 Ne hemû merivên ku dixwazin dewsa me safîkirina bikin, xirabiya me dixwazin. Hevalên me bona kara me, dikarin zorê me bikin, ku em şîretên wan qebûl kin. Hergê jî em tevî merivên xwe najîn, ewana dîsa jî dibeke derheqa halxweşiya me xemgîn bin û bixwazin bikevine nav şixulên me û dewsa me safîkirina bikin. Mesele, em hildin hesab pirsa qenckirinêva girêdayî. Kitêba Pîroz xebitandina xûnêye nerast, qedexe dike (Kar. Şand. 15:28, 29). Lê pirsên dinda, ku sihet-qewatêva girêdayî ne, prînsîpên sert tune ne. Lema jî her kes ji me gerekê xwexa safî ke, ku kîjan mêtoda qebûl ke û kîjanê na. * Neferên me dikarin bi cûrê xwe ser wan tişta binihêrin, lê yeke Mesîhiyê nixumandî gerekê “xurca xwe hilgire”, dêmek xwexa safîkirina bike (Galt. 6:4, 5). Ya sereke bona me ew e, ku îsafa me ber Xwedê temiz be, ne ku ber meriva (1 Tîmt. 1:5).

5. Çi em dikarin bikin wekî baweriya me qewî bimîne?

5 Hergê em tu tiştî safî nekin, ew yek dikare emirê me jî bike bin qeziyê. Aqûbê şandî nivîsî, wekî “merivê ku ser du niga dikule, hemû gavên xweda ne ser ya xwe ye” (Aqûb 1:8). Merivê ku dikeve ber bayê merivên din, nikare xwexa safîkirinê bike. Ew dibe mîna wê qeyikê, ya ku ji bo pêlên berê wirda-wêda diçe-tê. Kesê usa hêsa dikare baweriya xwe jî unda ke û paşê wê yekêda meriva neheq ke! (1 Tîmt. 1:19) Çi em dikarin bikin, wekî nekevine wî halî? Em gerekê “baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Bixûne Kolosî 2:6, 7). Seva ku baweriya me usa qewî be, em gerekê safîkirinên usa bikin, kîjan ku wê ser hîmê Kitêba Pîroz bin û baweriya me eyan kin (2 Tîmt. 3:14-17). Lê çi dikare riya me bigire ku safîkirinên rast bikin?

Çira Carna Çetin Dibe Safîkirinê Bikin

6. Tirs dikare ça ser me hukum be?

6 Carna tirs riya me digire ku safîkirinê bikin. Diqewime em ditirsin wekî safîkirina nerast bikin, yan jî wekî meriv wê ji bo safîkirina me ser me bikenin. Tebiyetî ye wekî em bona tiştên usa berxwe dikevin. Tu kes naxwaze safîkirineke usa bike, kîjan ku axiriya xirab pey xwe bîne û ew ji bo wê safîkirinê şermî be. Lê hizkirina hindava Xwedê û Xebera wî dikare alî me bike ku tirsa wî cûreyî ji dilê xwe derxin. Gelo ça ew yek dikare bibe? Hizkirin hindava Xwedê wê me hêlan ke, wekî timê pêşiya ku tiştekî safî kin, Xebera wîda û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîrozda, şîreta bigerin. Ev yek wê me ji gelek şaşiya xweyî ke. Çira em dikarin usa bêjin? Şîretên Kitêba Pîroz dikarin “firasetê bidine dilsaxa, zanebûnê û aqil bidine cahila” (Metlk. 1:4).

7. Mesela Dawid Padşa çi me hîn dike?

7 Gelo safîkirinên me wê timê rast bin? Na. Em gişk jî şaşiya dikin (Rom. 3:23). Mesele, Dawid Padşa merivekî bîlan û Xwedêra amin bû, lê carna ewî jî safîkirinên nerast dikir, ji bo çi jî paşê ew û merivên din diçerçirîn (2 Sam. 12:9-12). Lê yeke Dawid nedihîşt, wekî şaşiyên wî riya wî bigirin ku safîkirinên usa bike, kîjan Xwedê xweş tên (1 Padş. 15:4, 5). Hergê me berê şaşî kirine, emê netirsin dîsa jî safîkirina bikin, hergê mîna Dawid bîra xweda xweyî dikin, wekî Yehowa dilşewat û rem e, ew şaşiyên me dibaxşîne. Yehowa berdewam dike komekê bide wan, yên ku wî hiz dikin û gura wîda dimînin (Zeb. 51:1-4, 7-10).

8. Ji giliyê Pawlos derheqa zewacê em çi pêdihesin?

8 Em dikarin bona safîkirinên xwe zef xemgîn nebin. Gelo ça? Hergê fem bikin, wekî bona derecekê ne ku tenê safîkirinek, lê gelek cûre safîkirin dikarin rast bin. Were dîna xwe bidine giliyê Pawlos derheqa zewacê. Ji bîna ber Xwedê ewî nivîsî: “Lê heger yek fem dike, wekî hindava dergîstiya [azepbûna, DT] xweda rastiyê nake, temê wî jî xirab bûye ku gerekê bizewice, bira usa bike çawa dixwaze, gune nake, bira hevdu bistînin. Lê ewê ku giranî ser wî tune, lê li temê xwe dikare û dilê xweda qirar kiriye ku dergîstiya [azepbûna, DT] xwe usa xwey ke çawa berê, ew tiştekî qenc dike” (1 Korn. 7:36-38). Pawlos şîret da, wekî ya lape baş ev e, ku meriv azep bimîne, lê safîkirina rast ne tenê ew e.

9. Gelo em gerekê bikevine heyra wê yekê, ku meriv wê çi bêjin derheqa safîkirinên me? Şirovekin.

9 Gelo em gerekê bikevine heyra vê yekê, ku meriv wê çi bêjin derheqa safîkirinên me? Hine derecada ferz e nihêrandina meriva hildin hesab. Dîna xwe bidinê ku Pawlos çi got derheqa wê xwarinê, ya ku diqewime pûtara hatibû qurbankirinê. Ewî digot, wekî ew safîkirina ku wê xwarinê bixwin dikare nerast nîbe, lê ew dikare xirab hukum be ser merivên bi îsafa sist. Derecên usada Pawlos safî kir ku ça xwe bide kifşê? Ewî nivîsî: “Heger xwarin dibe kevirê li ber piyê birê min, gerekê îdî tu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pişk nekim” (1 Korn. 8:4-13). Ferz e, wekî em jî bifikirin ku safîkirinên me wê ça ser îsafa meriva hukum bin. Lê berî ewlin em gerekê bifikirin, wekî safîkirinên me wê ça hukum bin ser dostiya me tevî Yehowa (Bixûne Romayî 14:1-4). Prînsîpên Kitêba Pîroz ça alî me dikin ku safîkirinên usa bikin, kîjan ku wê Xwedêra rûmetê bînin?

Şeş Gavên ku Berbi Safîkirinên Rast Dibin

10, 11. (a) Malbetêda ça em dikarin bidine kifşê, wekî xweserîxwe nînin? (b) Rûspî çi gerekê bîr nekin, çaxê tiştekî civatêda safî dikin?

10 Xweserîxwe nîbin. Pêşiya ku tiştekî safî kin, pirsê bidine xwe: Gelo ewa borcdariya min e ku wê derecêda safîkirinê bikim? Padşa Silêman nivîsî: “Gava kubarî tê, bêhurmetî jî tê, lê serwaxtî tevî şkestîya ye” (Metlk. 11:2).

11 Dê-bav dikarin îzinê bidine zara ku hine safîkirina bikin, lê zar gerekê nefikirin, wekî ewana hemû derecada dikarin safîkirina bikin (Kols. 3:20). Rast e, malbetêda hine cabdariyên dê û kulfeta hene, lê ewana gerekê qebûl kin, wekî bin serwêrtiya mêrê xweda nin (Metlk. 1:8; 31:10-18; Efes. 5:23). Usa jî mêr gerekê fem bikin, wekî serwêrtiya wan sînorkirî ye û ewana bin serwêrtiya Îsada nin (1 Korn. 11:3). Civatêda rûspî rêberiyê didin, lê gerekê ewana bawer bin, wekî ji wê yekê çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e “derneyên” (1 Korn. 4:6). Ewana usa jî pey wan rêberiya diçin, kîjan ku ji “xulamê amin” distînin (Met. 24:45-47). Em dikarin xwe û merivên mayîn ji gelek xemgînî û problêma aza kin, hergê milûk bin û wan safîkirina bikin, kîjan ku îzina me heye.

12. (a) Çira lazim e ku em lêkolîna bikin? (b) Şirovekin wekî meriv ça dikare lêkolîna bike.

12 Lêkolînê bikin. Silêman nivîsî: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metlk. 21:5). Hergê wera mecal vebûye ku bikevine xebatê û hûn difikirin qebûl kin yan na, ferz e wekî lez nekevin. Ser hîmê êmosiya safîkirina nekin. Pêşiyê, her tiştên wê pirsêva girêdayî lêkolîn kin, şîreta ji wan kesa hîvî kin, yên ku wê pirsêda cêribandî ne û bifikirin, wekî kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz hûn gerekê hildin hesab (Metlk. 20:18). Seva ku lêkolînkirina we terbetî be, xwera binivîsin, ku hûnê çi karê bistînin û wê çi cabdariyên we hebin. Pêşiya ku safîkirinê bikin, xerca bidine “ber hesêb” (Lûqa 14:28). Xêncî wê yekê bifikirin, wekî ew safîkirin ça dikare hukum be ne ku tenê ser hebûna we, lê usa jî ser ruhaniya we. Rast e, bona lêkolîna usa wede lazim e, lê ev yek wê alî we bike ku safîkirineke leze-bez nekin û serê xwe nekine xetayê.

13. (a) Giliyê ji Aqûb 1:5 çida me didine bawerkirinê? (b) Dua ça dikare alî me bike ku bîlaniyê bistînin?

13 Bona bîlaniyê dua bikin. Safîkirinên me wê hingê Xwedêra rûmetê bînin, hergê em ji wî hîvî kin, wekî safîkirinada alî me bike. Aqûbê şagirt nivîsî: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake” (Aqûb 1:5). Şerm nîne hergê em qebûl kin, wekî safîkirinada em hewcê bîlaniya Xwedê ne (Metlk. 3:5, 6). Hergê em îtbariya xwe tenê hiş-aqilê xwe bînin, em hêsa dikarin şaş bin. Çaxê em dua dikin, wekî Xwedê bîlaniyê bide me û prînsîpên ji Xebera wî lêkolîn dikin, em îzinê didin wekî ruhê pîroz alî me bike, ku têderxin hela bi rastî em çira dixwazin bi wî cûreyî bikin (Îbrn. 4:12; bixûne Aqûb 1:22-25).

14. Çima em gerekê safîkirinada xwe paş nexin?

14 Safîkirinê paş nexin. Heta ku lêkolînê derbaz nekî û bona bîlaniyê dua nekî, lez nekeve safîkirinê bikî. Merivê bîlan wede vediqetîne û “dîna xwe dide gavên xwe” (Metlk. 14:15). Alîkî dinva jî xwe ji safîkirina paş nexe. Merivê ku xwe paş dixe, dikare timê meniya bigire, seva ku xwe heq derxe (Metlk. 22:13). Lê dîsa jî ew bi vê yekê safîkirinê dike. Dêmek, safî dike ku îzinê bide kesên din, wekî serwêrtiya emirê wî bikin.

15, 16. Çi lazim e bikin, wekî safîkirinên xwe bînin sêrî?

15 Safîkirina xwe bînin sêrî. Ew cefayê ku me dît seva safîkirina baş bikin, wê temam badîhewa be hergê em derbêra gava nevêjin, seva ku li gora safîkirina xwe bikin. Silêman nivîsî: “Her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike” (Waîz 9:10). Em gerekê her tiştî bikin seva ku bigihîjine nêta xwe. Mesele, mizgînvan dibeke safî ke, wekî bibe pêşeng. Gelo ewê bikaribe wê safîkirina xwe bîne sêrî? Hemikî erê, hergê ew îzinê nede, wekî xebat û wedederbazkirin wede û qewatê jê bistînin, kîjan ku bona xizmetiyê lazim in.

16 Timê hêsa nîne ku safîkirinên baş bînin sêrî. Gelo çira? Menî ew e ku “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhn. 5:19). Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî em gerekê şer bikin û “şerê me . . . miqabilî mîrên vê dinya terî ye û miqabilî ordiyên ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne” (Efes. 6:12). Him Pawlosê şandî, him jî Cihûdayê şagirt didine kifşê, wekî yên ku safî kirine Xwedê rûmet kin, gerekê şerê ruhanî bikin (1 Tîmt. 6:12; Cihûd. 3).

17. Yehowa dixwaze, wekî em hindava safîkirinên xweda çi bikin?

17 Safîkirina xwe binihêrin û hergê lazim e guhastina bikin. Hemû safîkirin wê usa neyêne sêrî, çawa ku em hîviyê bin. Carna jî em rastî “wext” û qewimandinên usa tên, bona kîjana em hazir nîbûn (Waîz 9:11). Lê Yehowa dixwaze, wekî em rastî çi çetinaya jî bên, li gora hine safîkirinên xwe bijîn. Mesele, hergê kesekî xwe tesmîlî Yehowa kiriye, yan jî ketiye zewacê, ew safîkirin gerekê neyêne guhastinê. Xwedê dixwaze, wekî em li gora wan safîkirina bijîn (Bixûne Zebûr 15:1, 2, 4). Lê heçî zef ji safîkirinên me haqas ferz nînin. Merivê bîlan car-cara safîkirinên xwe dinihêre. Ewê îzinê nede, wekî qurebûn û serhişkî rê wî bigirin ku ew safîkirina xwe hinekî yan jî bi temamî biguhêze (Metlk. 16:18). Lê bona wî ferz ew e, wekî bi jîyîna xwe rûmetê bide Yehowa.

Meriva Hîn kin wekî Safîkirinên Rast Bikin

18. Dê-bav ça dikarin zara hîn kin, ku safîkirinên rast bikin?

18 Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana hîn bin safîkirinên usa bikin, ku rûmetê Yehowara bînin. Mesela dê-bava dersdarê lapî baş e (Lûqa 6:40). Hine derecada dê-bav dikarin zarara şirovekin, wekî wana filan tişt ça safî kiriye. Ewana dibeke îzinê bidine zara, wekî hine pirsa xwexa safî kin. Çaxê safîkirina zara axiriya baş bîne, ewana dikarin payê wan bidin. Lê çi bikin hergê zar safîkirineke nerast dike? Rêaksiya dê-bavaye pêşin usa ne, ku zarên xwe ji axiriya xirab xwey kin. Lê ev yek timê zarara karê nayne. Mesele, dê-bav îzinê didin zarê, wekî kaxaza îzina ajotinê bistîne. Paşê zar qanûneke ajotinê diteribîne û ji bo wê yekê cirmê didine ser wî. Rast e, dê-bav dikarin ewê cirmê bidin, lê hergê zar mecbûr be ku xwexa bixebite û cirmê bide, ewê hîn be ku bona kirên xwe cabdariyê hilde ser xwe (Rom. 13:4).

19. Em gerekê xwendekarên xwe çi hîn kin û ça em dikarin wê yekê bikin?

19 Îsa temî da peyçûyên xwe, wekî meriva hîn kin (Met. 28:20). Tiştekî ferz, çi ku em dikarin bona xwendekarên Kitêba Pîroz bikin, ew e ku wana hîn kin wekî safîkirinên rast bikin. Seva ku ew hînkirin kêrhatî be, nelazim e wanra bêjin ku ewana çi gerekê bikin. Diha baş e wana hîn kin, wekî ewana ser prînsîpên Kitêba Pîroz bifikirin, seva ku bikaribin xwexa têderxin, hela kîjan safîkirin rast e. Axiriya axiriyê “ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Rom. 14:12). Lema jî bona me her kesî ferz e safîkirinên usa bikin, ku rûmetê bidine Yehowa.

[Spartin]

^ Seva ku evê pirsê diha kûr lêkolîn kin, binihêrin gotar “Nihêrandina Min ser Firaksiyên Xûnê û ser Wan Mêtodên Qenckirinê, ku Xûna Min bê Xebitandinê, Çi Cûreyî ye?” ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Mijdarê, sala 2006, rûpêlên 3-6.

Weyê Ça Caba Xwe Bida?

• Çira em gerekê hîn bin safîkirina bikin?

• Tirs ça dikare ser me hukum be û ça em dikarin tirsê ji dilê xwe derxin?

• Kîjan in şeş gav, ku em dikarin bavêjin, wekî îzbat bin ku safîkirinên me rûmetê didine Xwedê?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Çargoşe/​Şikil]

Gavên ku Berbi Safîkirinên Rast Dibin

1 Xweserîxwe nîbin

2 Lêkolînê bikin

3 Bona bîlaniyê dua bikin

4 Safîkirinê paş nexin

5 Safîkirina xwe bînin sêrî

6 Safîkirina xwe binihêrin û hergê lazim e guhastina bikin

[Şikil]

Merivê ku nikare xwexa safîkirinê bike, mîna wê qeyikê ye, ya ku ji bo pêlên berê wirda-wêda diçe-tê