Derbazî serecemê

Te Çi Nêt Daniye Pêşiya Xwe?

Te Çi Nêt Daniye Pêşiya Xwe?

FÊRNANDO * berxwe diket. Du rûspiya gotinê ku dixwazin tevî wî xeber din. Paşî çend serlêdanên berpirsiyarê mihalê, rûspiya îda tevî wî xeber dabûn û gotinê ku çida ew dikare pêşda here, seva ku civatêda cabdariya bistîne. Wede diçû û Fêrnando îda dudilî dibû ku wê ça rûspî wî kifş kin. Û wan paşwextiyada berpirsiyarê mihalê dîsa serlêdana civata wî kir. Gelo vê carê rûspî wê çi jêra bêjin?

Fêrnando rind guh dida giliyên rûspîkî. Ew bira besa 1 Tîmotêyo 3:1 kir û got, wekî rûspiyê civatê nema standine, kîderêda tê gotinê wekî ew ça rûspî hatiye kifşkirinê. Fêrnando ecêbmayî ma û pirsî: “Te çi got?”. Bira dîsa giliyên xwe wekiland, û derbêra beşera Fêrnando xweş bû. Gava civatêda derheqa kifşkirina wî elam kirin, gişk şa bûn.

Gelo tiştekî xirab vê yekêda heye, ku bixwazin civatêda cabdariya bistînin? Na. Li gora 1 Tîmotêyo 3:1, “heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze”. Gelek bira ew şîret qebûl dikin, ruhanîda pêşda diçin û dibin meselên baş vê yekêda, ku civatêda cabdariyên xwe rind tînin sêrî. Bi saya vê yekê, bi seda hezara rûspiyên serwaxt û berdestiyên civatê bona cimeta Xwedê bûne pêşkêş. Lê çimkî civat hê zêde dibin, hewcetiya bira diha zêde heye, yên ku dixwazin cabdariya hildine ser xwe. Lê ça ewana dikarin vê nêtê daynin pêşiya xwe û bi cûrê rast bigihîjine vê nêtê? Gelo lazim e wekî birên ku dixwazin cabdariya bistînin, mîna Fêrnando berxwe kevin?

ÇI TÊ HESABÊ “TEM”?

Kitêba Pîrozda xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê ça “tem” tê hesabê “tiştekî gelek bixwazin, dêmek bigihîjine tiştekî”. Ew mîna vê yekê ye, ku çaxê temê meriv dikişîne êmîşeke ser baxê, ew xwe dirêjî vê êmîşê dike wekî biqetîne. Lê ev nayê hesabê wekî meriv ji bo timayê dixwaze cabdariya bistîne. Çira? Çimkî ewên ku dixwazin ça rûspî xizmet kin, gerekê bixwazin “şixulekî qenc” bikin, ne ku civatêda xwe bilind kin.

Yekê Tîmotêyo 3:​2-7 û Tîto 1:5-9-da derheqa hine dewakirina tê gotinê. Derheqa wan dewakirinên bilind, birakî bi navê Raymond, yê ku gelek wext ça rûspî xizmet dike, dibêje: “Ez difikirim wekî diha ferz e, wekî em çi cûre meriv in. Hemikî lazim e wekî bira gotarvan û dersdarên baş bin, lê yeke ew tişt pûç in hergê meriv bêqisûrtiyê xwey neke, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhiz û berbihêr nîbe”.

Bi dil û can cûre-cûre şixulên civatêda kar bike

Bêqisûrtiya birê ku dixwaze civatêda cabdariya bistîne wê bê kifşê vê yekêda, hergê ew xwe ji qelpiyê û bênamûsiyê dûr bigire. Ew gerekê yekî xwegirtî be, aqilda giran, maqûl û serwaxt be. Xûşk-bira wê îtbariya xwe rêberiya wî bînin û alîkariyê ji wî bixwazin. Birê usa mêvanhiziyê dide kifşê, kesên cahila û yên ku teze hatine nava rastiyê, dişidîne û qewî dike. Ew alîkariyê dide nexweşa û kesên emirda mezin, çimkî ew qenciyê hiz dike. Ew bona kara merivên din van xeyset hunura nav xweda pêşda tîne, ne ku wekî bê kişfkirinê. *

Çaxê birak dixwaze cabdariya bistîne, rûspiyên civatê bi şabûnê alî wî dikin û şîreta didine wî. Lê vî birayîva girêdayî ye hela ewê van şîreta bide xebatê û van xeyset-hunura nav xweda pêşda bîne, wekî kifşkirinê bistîne, yan na. Berpirsiyarekî cêribandî bi navê Hênrî, dibêje: “Hergê tu dixwazî cabdariya bistînî, bi dil û can ser xwe bixebite wekî bidî kifşê ku tu dewakirinên ji Kitêba Pîroz tînî sêrî”. Ew bira besa rêza Waîz 9:10 dike, û dibêje: “‘Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza [qewata] xwe wê bike’, ÎM. Rûspî çi şixulî jî bidine te, bi dil û can bike. Her şixulê civatê hiz bike, hela hê şûştina pola jî. Wede şûnda kesên din wê şixul û cefê te bivînin”. Hergê tu dixwazî bibî rûspî, şixulhiz be û hemû şixulên xizmetiya pîrozda xîret be û her tiştî ça lazim e bike, wekî meriv îtbariya xwe te bînin. Tu gerekê milûk bî, ne ku xwehiz bî (Met. 23:8-12).

JI NIHÊRANDIN Û RABÛN-RÛNIŞTINA NERAST DÛR BE

Hinekên ku dixwazin bibine rûspî, derheqa xwestina xwe ne ku raste-rast dibêjin, lê giliya davêjin, yan jî dibeke dixwazin ser koma rûspiya hukum kin, wekî wana kifş kin. Hinek jî ancax şîretên rûspiya qebûl dikin. Birên usa gerekê pirs bidine xwe: “Gelo ez dixwazim tenê ya xwe bikim, yan ez bi milûktî dixwazim alî pezên Yehowa bikim?”.

Ewên ku dixwazin cabdariya bistînin, gerekê bîr nekin derheqa vê dewakirinê ku “nexşê qenc nîşanî kêrî kin” (1 Pet. 5:1-3). Birê ku bona civatê mesele ye, gerekê fikirên wî qelp nîbin û ew gerekê qelpiyê neke. Ew gerekê bi sebir be, firqî tune cabdariya wî heye yan na. Gava bira dibe rûspî, ew nişkêva ji hemû kêmasiyên xwe aza nabe (Jimar 12:3; Zeb. 106:32, 33). Xêncî vê yekê, dibeke ew bira nav xweda kêmasiya navîne, lê yên din dibeke cûrekî mayîn difikirin û kêmasiyên wî divînin (1 Korn. 4:4). Lema jî hergê rûspî ji dil şîreteke ser hîmê Kitêba Pîroz didine te, eciz nebe, lê guh bide wan û şîretê qebûl ke.

LÊ HERGÊ TU GELEK WEXT HÎVIYÊ YÎ?

Hine birara dikare bê kifşê wekî ewana îda gelek wext hîviya kifşkirina xwe ne. Diqewime tu jî gelek dixwazî bibî rûspî û berxwe dikevî, çimkî îda çend sal e hîviya vê yekê yî. Hergê usa ne, dîna xwe bide van giliyên ji Kitêba Pîroz: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne, lê gihîştina merem, mîna dara jîyînê ye” (Metlk. 13:12).

Gava merema dilê meriv nayê sêrî, dilê wî dişkê. Mesele, Birahîm xwe usa texmîn dikir. Yehowa wîra soz da ku wê kurekî bide wî, lê sal derbaz dibûn wîra û Sarayêra zar nedibûn (Destp. 12:1-3, 7). Kalemêrtiya xweda Birahîm got: “Ya Xwey Xudan! Tê çi bidî min? Ezî va bê zuret mame . . . Te ku zuret neda min”. Yehowa wî da bawerkirinê ku ewê eseyî sozê xwe bîne sêrî û wê jêra kur bide. Lê lapî kêm 14 sal derbaz bû heta ku ew soz hate sêrî (Destp. 15:2-4; 16:16; 21:5).

Gelo Birahîm şabûna xwe unda kir heta ku sozê Xwedê hate sêrî? Na. Ew tu car dudilî nedibû ku Xwedê xweyê sozê xwe ye. Lema jî ew bi sebir hîviya vê roja xweş bû. Pawlosê şandî got: “Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê” (Îbrn. 6:15). Axiriya-axiriyê Xwedayê Himzor, wî mêrê amin usa kerem kir ku ewî ne jî dida ber çevê xwe. Gelo tu ji Birahîm dikarî çi hîn bî?

Hergê tu dixwazî bibî rûspî, lê sal derbaz dibin û te kifş nakin, berdewam ke îtbariya xwe Yehowa bîne. Şabûna xwe xizmetiyêda unda neke. Varrên, yê ku alî gelek bira kiriye wekî ruhanîda pêşda herin, dibêje ku ev yek çira usa ferz e: “Wext lazim e seva ku eşkere be hela bira hazir e cabdariya hilde ser xwe yan na. Fereset û nihêrandina wî, hêdî-hêdî rabûn-rûniştina wîda eyan dibe û vê yekêda, ku ew çi cûreyî wan şixula tîne sêrî, yên ku didine wî. Hine bira difikirin ku ewana wê tenê hingê pêşdaçûyî bin, hergê kifşkirineke mezin bistînin. Ev nihêrandina nerast, dikare ser hiş-aqilê meriva hukum ke. Lê pêşdaçûyîna rast ev e, ku tu Yehowara bi aminî xizmet kî, firqî tune tu kîderê bî û çi bikî”.

Birakî deh sala zêdetir hîviyê bû heta ku bibe rûspî. Ew gilî dike ku ji kitêba Hezeqêl serê yekê ew çi hîn bû, kîderêda derheqa ereba Yehowa tê gotinê. “Yehowa xwexa dijbêre ku ereba wî, dêmek teşkîleta wî wê bi çi lezî here. Û ferz ne ev e ku wede bona me ça diçe, lê ev e ku bona Yehowa ça diçe. Hergê ez dixwazim bibime rûspî, ya lape ferz ev nîne, ku ez dixwazim bibime kê û çi nêtên min hene. Xwestinên min dikarin cude bin ji vê yekê, ku bi nihêrandina Yehowa ez hewcê çi me”.

Hergê tu dixwazî cabdariya bistînî, her tiştî bike, ku bigihîjî vê nêta xweye qenc, û çiqas destê te tê, şabûnê bike civatê. Lê hergê tu difikirî ku merema dilê te derengî dikeve, ser xwe bixebite wekî dilteng nebî û sebir kî. Raymond besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Merivê ku tenê pey xwestina xwe dikeve, ewê tu car halê xwera razî nîbe. Ewên ku timê berxwe dikevin, vê şabûnê unda dikin, ya ku xizmetiya Yehowara tîne. Berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bîne, îlahî sebir. Çiqas destê te tê ruhanîda xwe qewî ke, dêmek Kitêba Pîroz timê lêkolîn ke. Hê zêde xizmet ke, hînbûnên Kitêba Pîroz tevî wan meriva destpêke, yên ku guh didine rastiyê. Malbeta xweda cabdariyên xweye ruhanî bîne sêrî, û qulixkirina tevî malbetê derbaz ke. Çaxê mecal dikeve destê te, ku tevî xûşk-bira bî, vê yekêra şa be. Hingê ev riya ku te dibe berbi nêta te, wê bargiran nîbe û şabûnê tera bîne”.

Xût Yehowa birara ew mecal daye, wekî ser xwe bixebitin, ku bikaribin civatêda cabdariya hildin ser xwe. Ne Yehowa, ne jî teşkîleta wî naxwazin, wekî birên ku ev nêt dane pêşiya xwe, dilşkestî bin û şabûna xwe unda kin. Xwedê alîkarî û kerema xwe dide wan, yên ku bi nêtên rast wîra xizmet dikin. Tu kerema Wî “kederê serda zêde nake” (Metlk. 10:22).

Hergê tu îda gelek wext hîviya kifşkirinekê yî, dîsa jî tu dikarî ruhanîda diha pêşda herî. Hergê tu hunurên lazim nav xweda pêşda bînî, bi dil û can şixulên civatê bînî sêrî, û usa jî bona malbeta xwe xem bikî, Yehowa wê tu car şixulê te, ku tu bona wî dikî, bîr neke. Firqî tune cabdariya te çi ye, bira xizmetiya Yehowa timê şabûneke mezin tera bîne.

^ Navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ Prînsîpên ji vê gotarê usa jî bona wan bira ye, yên ku dixwazin bibine berdestiyên civatê. Dewakirinên bona van bira 1 Tîmotêyo 3:8-10, 12, 13 heye.