Derbazî serecemê

Lazim e Xercê Dewletê Bidin?

Lazim e Xercê Dewletê Bidin?

Lazim e Xercê Dewletê Bidin?

MERIVÊN ku xerca bi dil û can didin, hindik in. Gelek dibêjin, wekî ev xercên ku ewana didin, bona tiştên bêkêr têne xebitandinê yan jî dikeve cêva hineka. Hine kes jî ji bo meniya namûsiyê naxwazin xerca bidin. Bineliyên şeherekî Rohilata Navînê şirovedikin, ku çira xerca nadin: “Em pera bona wan çeka nadin, bi kîjana zarên me têne gulekirinê”.

Gelek meriv usa difikirin û nihêrandina wî cûreyî teze nîne. Serokê Hindistanê, Mahatma Gandî şirovekir ku çira îsafa wî nahêle, ku ew xerca bide: “Merivê ku eşkere yan jî bi cûrekî din piştgiriya wê dewletê dike, ya ku ordiya wîye eskeriyê heye, dikeve nava gune. Her merivek, firqî tune cahil be yan emirda mezin, hergê xercên dewleta usa dide, dikeve nav gune”.

Fîlosofekî qirna 19, Hênrî Dêwîd Toro, ser hîmê namûsiyê şirovekir wekî çima wan xerca nade, kîjan ku bona şer têne xebitandinê. Ewî pirs da: “Gelo binelî gerekê îzinê bide dewletê ku hema demekê jî rêberiya îsafa wî bike? Hergê erê, lê bona çi her merivekîra îsaf hatiye dayînê?”

Ev pirs hemikî bal Mesîhiya jî pêşda tê, çimkî Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê, wekî îsafa Mesîhiya gerekê hemû aliyava temiz û rihet be (2 Tîmotêyo 1:3). Lê usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî îzina dewletê heye ku xerca top kin. Têda usa nivîsar e: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be [serwêrên însan], ku ser wîra ne, çimkî tu hukumetî bêyî destûra Xwedê tune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne. Lema em gerekê gura hukumetada bin, ne tenê wekî em li ber hêrsê nekevin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me rihet bihêle. Bona vê yekê jî hûn xerc jî didin, çimkî ew xulamên Xwedê ne, borcdarên xercstandinê ne. Awa kêra çi dikeve, li wan vegerînin, kêra xerc dikeve, xerc bidinê” (Romayî 13:1, 5-7).

Lema jî Mesîhiyên qirna yekê bi hazirbûnê xercên dewletê didan, hergê jî heçî zef ji wan xerca bona eskeriyê didane xebatê. Roja îro Şedên Yehowa jî hema usa dikin. * Lê gelo çima ewana wê yekê dikin? Gelo Mesîhî gerekê guh nedine îsafa xwe pirsa xercdayînêda?

Xerc û Îsaf

Ji xercên ku qirna yekêda Mesîhiya didan, heçî zef bona eskeriyê didane xebatê. Wana ev xerc didan seva ku îsafa wan rihet be. Lê îsafa Gandî û Toro îzin nedida wan ku xerca bona piştgiriya eskeriyê bidin.

Dîna xwe bidinê, wekî Mesîhî temiya ji Romayî serê 13 dianîn sêrî ne tenê ji bo wê yekê ku neyêne cezakirinê, lê usa jî wekî îsafa wan “rihet” be (Romayî 13:5). Ça em divînin, îsafa Mesîhiya ji wana dewa dike wekî xerca bidin, hergê jî ev bona wan tişta têne xebitandinê çi ku Mesîhî înkar dikin. Seva ku diha rind evê yekê fem bikin, em gerekê hildin hesab tişteke ferz derheqa îsafê, dêmek dengê dilê me ku mera dibêje, em rast dikin yan na.

Çawa Toro jî dîna xwe dayê, îsaf cem her kesî heye, lê hemû îsaf rêberiya rast nadin. Seva ku rabûn-rûniştina me li Xwedê xweş bê, îsafa me gerekê ser hîmê normên Xwedê bê hînkirinê. Gelek car mera lazim dibe nihêrandina mîna ya Xwedê nav xweda pêşda bînin, çimkî fikirên wî ji yên me bilindtir in (Zebûr 19:7). Lema jî em gerekê rind fem bikin ku nihêrandina Xwedê ser serwêrên dewletê çi cûreyî ye.

Pawlosê şandî derheqa serwêrên dewletê got ku ewana “xulamên Xwedê ne” (Romayî 13:6). Ev yek çi tê hesabê? Berî pêşin ewana terbetiya welêt xwey dikin û bona kara bineliya qulix dikin. Hela hê dewletên lapî xirabda jî serwêr xem dikin wekî postxane, sîstêma hînkirinê, agirvês û polîs bixebitin. Xwedê haş ji hemû kêmasiyên serwêra heye, lê wedelû dihêle wekî ewana serwêrtiyê bikin. Ew ji me dewa dike wekî xercên dewletê bidin û bi wê yekê qedir hindava qirara wî bidine kifşê, dêmek qirara wîye ku serwêr hebin.

Lê dîsa jî Xwedê tenê wedelû dihêle ku meriv serwêrtiyê bikin. Xwedê qirar kiriye hemû serwêrên dinyayê kuta ke û dewsê Padşatiya ezmana kifş ke. Bi saya vê Padşatiyê Xwedê wê hemû ziyana ku serwêrên meriva gelek qirna dane însanetê, bide hildanê (Daniyêl 2:44; Metta 6:10). Lê niha Xwedê îzinê nade Mesîhiya, wekî ewana bi neguhdarîbûnê miqabilî serwêra derên, mesele xerca nedin.

Lê dibeke hûn dîsa jî mîna Gandî difikirin, wekî xercdayîn gune ye, çimkî ew bona eskeriyê tê xebitandinê. Mera wê diha hêsa be nihêrandina Xwedê qebûl kin hergê em bidine ber çevê xwe, wekî kesê ku ciyê bilind sekinî ye, deşta jêrê diha rind divîne, ne ku ew kes ku jêrê ber çiyê sekinî ye. Mîna wê yekê çaxê em nihêrandina mîna ya Xwedê nav xweda pêşda tînin, kîjan ku ji nihêrandina meriva bilindtir e, hingê em destpêdikin mîna wî ser tişta binihêrin. Bi saya Îşaya pêxember, Xwedê got: “Fikrên min ji fikrên we bilindtir in” (Îşaya 55:8, 9, ÎM).

Hukumetiya bi Tam?

Kitêba Pîroz hîn dike, ku em gerekê xerca bidin, lê ew nayê hesabê, wekî hukumetiya meriva tam e. Îsa hîn dikir, wekî hukumetiya meriva sînorkirî ye. Çaxê ji Îsa pirsîn, ku li gora nihêrandina Xwedê lazim e xercên dewleta Romayî bidin yan na, ewî got: “Çi ku yên Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yên Xwedê ne bidine Xwedê” (Marqos 12:13-17).

Hukumetî, bi giliyên Îsa “Qeyser”, pera neşir dikin û qîmeta wan safî dikin. Lema jî li gora nihêrandina Xwedê îzina wan heye dewa bikin ku bi xercdayînê wan pera paşda vegerînin. Lê dîsa jî Îsa da kifşê, wekî “yên Xwedê”, dêmek jîyîn û hebandina me, tu hukumetî nikare bike bin hukumê xwe. Çaxê qanûnên dewletê miqabilî qanûnên Xwedê ne, wî çaxî Mesîhî “gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29).

Hine Mesîhî diqewime berxwe dikevin, ku xercên wan ça têne xebitandinê. Lê yeke ewana nakevine nav şixulê dewletê û miqabilî dewletê dernakevin bi wê yekê ku xerca nedin. Rabûn-rûniştina usa wê kêmasiya baweriya wan eyan kira hindava wê yekê, ku Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê. Dewsê, ewana bi sebir hîviya wî wedê kifşkirî ne, çaxê Xwedê bi saya Padşatiyê, kîjan ku daye Kurê xwe Îsa Mesîh, bikeve nava şixulê vê dinyayê. Derheqa wê Padşatiyê Îsa gotibû: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36).

Qedandina Temiyên Kitêba Pîroz Karê Tîne

Hergê hûn temiya Kitêba Pîroz derheqa xercdayînê bînin sêrî, hûnê karê bistînin. Hûnê dûr bin ji wê cezakirinê, kîjan ku ew meriv distînin, yên ku qanûnê diteribînin û him jî tirsa girtinê wê ser we tune be (Romayî 13:3-5). Lê ya ferz ew e, ku wê îsafa we ber Xwedê temiz be û hûnê bi rabûn-rûniştina xweye baş wî hurmet-rûmet kin. Hemikî, himberî ewên ku xerca nadin, perê we ji bo xercdayînê kêm dibe. Lê çi jî hebe dikarin bawer bin, wekî Xwedê çawa ku soz daye, wê bona xizmetkarên xweye amin xem bike. Nivîskarekî Kitêba Pîroz, Dawid usa gotiye: “Ez zar bûme û niha jî mezin bûme, min nedîtîye yê rast wêda avîtî, yan jî zarên wî ku nên pars kin” (Zebûr 37:25).

Heyneser, hergê hûn temiya Kitêba Pîroz derheqa xercdayînê rind fem bikin û bînin sêrî, hûnê rihetiya dil bistînin. Xwedê we cabdar hesab nake seva wê yekê, ku dewlet wan xerca çi cûreyî dide xebatê, çawa ku ew merivê ku kirêda dimîne, cabdar nîne seva wê yekê, ku xweyê malê pê perê wî çi dike. Mêrek navê kîjanî ye Stêlviyo, pêşiya ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkira, bi sala zemet dikişand seva ku welatê wîda guhastinên polîtîkî bêne kirinê. Lê paşê ewî terka vê nêta xwe da. Çira? Stêlviyo dibêje: “Ez mecbûr bûm qebûl kim, wekî qewata meriya der e ku vê dinyayêda heqiyê, edilayê û yektiyê bikine nav însanetê. Tenê Padşatiya Xwedê dikare dinyayê aliyê başda biguhêze”.

Hergê hûn jî mîna Stêlviyo vê yekêda bawer bin û bi aminî “yên Xwedê . . . bidine Xwedê”, hingê hûnê bivînin ku ça serwêrtiya Xwedêye heq wê hemû ziyan û nerastiya ku serwêrtiya meriva aniye, bide hildanê.

[Spartin]

[Nivîsar]

Mera lazim e nihêrandina mîna ya Xwedê nav xweda pêşda bînin, çimkî fikirên wî ji yên me bilindtir in

[Nivîsar]

Hergê Mesîhî bi guhdarîkirinê xerca didin, ewana îsafa xwe temiz xwey dikin û didine kifşê ku îtbariya xwe wî sozê Xwedê tînin, ku dibêje wekî wê bona hewcên wan xem bike

[Şikil]

“Çi ku yên Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yên Xwedê ne bidine Xwedê”

[Elametî Derheqa Kanî]

Copyright British Museum