Derbazî serecemê

XEBERDANA LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ

Gelo Çira Xwedê Dihêle ku Em Biçerçirin?

Gelo Çira Xwedê Dihêle ku Em Biçerçirin?

Wira hatiye dayînê xeberdana Şedeke Yehowa tevî cînara wê. Bide ber çevê xwe ku Şedeke Yehowa bi navê Meyrem diçe cem kulfeteke bi navê Sara.

ÇAWA XWEDÊ SER KUL-DERDÊN ME DINIHÊRE?

Meyrem: Roj xêra we, Sara. Ez şa me, wekî hûn malê ne.

Sara: Ça baş e hûn hatin.

Meyrem: Wê rojê me xeber dida derheqa vê yekê, ku gelo Xwedêra yeke, gava em diçerçirin? * We got ku hûn zûdava dixwazin caba vê pirsê bistînin, îlahî gava diya we kete qeziyê. Lê niha ew ça xwe texmîn dike?

Sara: Hey baş, hey xirab, lê îro hinekî baş e.

Meyrem: Ez şa me, wekî ew îro baş e. Bi rastî hêsa nîne wê derecêda şabûna xwe xwey kî.

Sara: Hûn rast in. Carna ez gelek dilteng dibim, gava derheqa halê wê difikirim.

Meyrem: Erê, ez we fem dikim. Diqewime tê bîra we wê rojê min wera soz da ku ezê caba pirsekê bidim, ku çira Xwedê îzin dide, wekî em biçerçirin hergê qewata wî heye ku cefê me bide hildanê.

Sara: Erê, tê bîra min.

Meyrem: Kitêba Pîrozda caba wê pirsê heye, lê were pêşiyê em bikine bîra xwe xeberdana xweye wê rojê.

Sara: Baş.

Meyrem: Me dît, wekî hela hê xizmetkarên Xwedê yên amin jî pirsê didin ku çira haqas kul-derd diqewimin. Gava pêxemberek derheqa wê yekê ji Xwedê pirsî, Xwedê wî sûcdar nekir û ne gote wî, wekî baweriya wî tune.

Sara: Bona min ev fikireke teze bû.

Meyrem: Em usa jî pêhesiyan ku dilê Yehowa dêşe, gava ew divîne ku em diçerçirin. Mesele, Xebera Xwedêda tê gotinê ku gava cimeta wî diçerçirî, dilê wî dêşiya. * Gelo em berdiliyê nastînin, gava pêdihesin wekî Xwedê bi temamî me fem dike?

Sara: Belê, hemikî.

Meyrem: Û ça me dît, Efirandarê me, qewata kîjanî gelek mezin e, dikare her tişt bike, wekî kul û derdê me bi temamî bide hildanê.

Sara: Minra femdarî nîne. Heger qewata Xwedê heye, wekî hemû kul-derda kuta ke, çira ew dihêle ku haqas tiştên xirab biqewimin?

KÊ RASTIYÊ GOT?

Meyrem: Seva ku caba vê pirsê bistînin, were em dîna xwe bidin Kitêba Pîroz, kitêba pêşin, Destpêbûn. Hûn tevî serhatiya Adem û Hêwayê û derheqa berê qedexekirî nas in?

Sara: Erê min bihîstiye. Xwedê wanra got ku ji berê baxekî nexwin, lê wana gura wî nekir û xwar.

Meyrem: Rast e. Lê çi Adem û Hêwayê hêlan kir ku gune bikin? Caba vê pirsê wê alî me bike fem bikin, ku çira meriv diçerçirin. Hûn dikarin bixûnin Destpêbûn serê 3, rêza 1 heta 5?

Sera: Temam. “Ji nava wan hemû terewilên çolêye ku Xudan Xwedê efirandibûn, yê herî hilekar mer bû. Ewî gote jinê: ‘Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darên baxçe gerekê nexwin?’ Kulfetê gote mer: ‘Ji berên darên baxçe em dikarin bixwin. Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin’. Mer gote kulfetê: ‘Na, hûn tu car namirin, lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevên weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin’”.

Meyrem: Zef razî me. Were em hinek ser wan rêza bifikirin. Ya pêşin, dîna xwe bide, wekî mer tevî Hêwayê xeber dida. Ji kitêbeke din ya Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî bi rastî Mîrê-cina bi saya mer tevî Hêwayê xeber da. * Mîrê-cina pirs dane Hêwayê derheqa temiya Xwedê hindava baxekê. We dîna xwe da çi axirî hîviya Adem û Hêwayê bû, heger wana berê vê baxê bixwara?

Sara: Ewana wê bimirana.

Meyrem: Rast e. Dîna xwe bidine, ku Şeytan buxdaneke mezin avîte ser Xwedê. Ewî got: “Na, hûn tu car namirin”. Bi wê yekê Mîrê-cina Xwedê derewîn derxist!

Sera: Ez derheqa wê yekê qe nefikirîme.

Meyrem: Gava Mîrê-cina Xwedê derewîn derxist, ewî pirseke usa pêşda anî, bona safîkirina kîjanî wede lazim bû. Tu serva diçî çira nedibû, wekî ew pirs derbêra bihata safîkirinê?

Sara: Rast bêjim, na.

Meyrem: Temam, soz mesele ez dibêjim wekî ez ji te qewattir im. Çawa tu dikarî îzbat kî, ku ez nerast im?

Sara: Ez nizanim. Diqewime em dikarin hevdura bikevine lecê.

Meyrem: Rast e, mesele em dikarin tiştekî giran hilbirin. Kê barê diha giran hilbire, ew diha qewat e. Gava pirs diçe derheqa qewatê, ew yek hêsa ye îzbat kî, usa nîne?

Sara: Bi rastî jî usa ne.

Meyrem: Lê gava xeberdan derheqa helaliyê diçe, îda hêsa nîne wê yekê îzbat kî. Rast e?

Sara: Belê, usa ne.

Meyrem: Hêsa ye qewata kesekî lecêda îzbat kî, lê helaliya kesekî îzbat kî bi rastî usa hêsa nîne.

Sara: Hema usa jî heye.

Meyrem: Dêmek, seva ku ev pirs bê safîkirinê, lazim e wekî wede derbaz be ku bê îzbatkirinê kê ji me rast û helal e.

Sara: Bi logîkî ye.

Meyrem: Niha were em dîsa dîna xwe bidin Kitêba Pîroz. Gelo Mîrê-cina got, wekî ew ji Xwedê qewattir e?

Sara: Na.

Meyrem: Heger usa bûya, Xwedê wê derbêra ev pirs safî kira. Lê Mîrê-cina got, wekî ew ji Xwedê rasttir û helaltir e. Em dikarin bêjin, wekî bi rastî ewî Hêwayêra got: “Xwedê we dixapîne, lê ez wera rastiyê dibêjim”.

Sara: Ez ser wê yekê ne jî fikirî me.

Meyrem: Xwedê bîlan e û ewî zanibû, wekî wede lazim e seva ku eşkere be kê rast e û kê derewîn e.

PIRSA HERÎ FERZ

Sara: Lê gava Hêwa mir, çira ev yek îzbat nekir, wekî Xwedê her tişt rast digot?

Meyrem: Alîkîva bêjin, erê. Lê Mîrê-cina ne tenê ev pirs pêşda anî, hela binihêre rêza 5. Te têderxist ewî dîsa çi Hêwayêra got?

Sara: Ewî got, ku heger Hêwa vê berê bixwe, wî çaxî wê çevê wê vebe.

Meyrem: Erê û ku ewê bibe mîna Xwedê û wê bizanibe ça qenciyê ji xirabiyê hev derxe. Bi wê yekê Mîrê-cina xwest bida kifşê, wekî Xwedê tiştekî baş ji meriva vedişêre.

Sara: Niha femdarî ye.

Meyrem: Te dît, Mîrê-cina dîsa pirsek pêşda anî.

Sara: Kîjan pirs?

Meyrem: Mîrê-cina xwest bêje, wekî Hêwayêra û hemû însanetêra wê diha baş be bê rêberiya û serwêrtiya Xwedê bijîn. Yehowa zanibû, wekî wede lazim e seva ku Mîrê-cina giliyên xwe îzbat ke. Lema jî Xwedê îzin da, wekî Mîrê-cina wedelû bibe serwêrê vê dinê. Û ev çetinayên der-dorê me îzbat dikin, wekî ne ku Xwedê lê Mîrê-cina serwêrê vê dinê ye. * Lê Xwedê me bê çare nehîşt.

Sara: Tu çi dixwazî bi wê yekê bêjî?

Meyrem: Kitêba Pîroz du rastiyên derheqa Xwedê îzbat dike. Ya pêşin, gava em diçerçirin, dilê Xwedê ser me dişewite û ew dixwaze alî me bike. Mesele, ev yek tê kifşê ji giliyên Dawid Padşa, yên ku Zebûr 31:7-da nivîsî ne. Dawid jîyîna xweda rastî gelek kul-derda hat, lê dîna xwe bide ew duayê xweda çi Xwedêra dibêje. Tu dikarî evê rêzê bixûnî?

Sara: Wira tê gotinê: “Pê huba Te ezê eşq û şa bim, çimkî ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî”.

Meyrem: Rast e Dawid diçerçirî, lê ewî berdilî distand, çimkî zanibû wekî Yehowa haş ji kul-derdê wî heye. Ev yek ku Yehowa Xwedê me fem dike û haş ji kul-derdên me heye berdiliyê dide me, usa nîne?

Sara: Hemikî, em dilbîniyê distînin.

Meyrem: Rastiya duda jî ew e ku Xwedê wê nehêle, wekî em heta-hetayê biçerçirin. Kitêba Pîroz dide kifşê ku zûtirekê ewê serwêrtiya Mîrê-cina bi temamî kuta ke. Xwedê wê koka hemû kul-derda bîne û wan derda jî rûyê kîjanîda tu û diya te diçerçirin. Heger tera dest dide, heftiya mayîn ezê dîsa bêm û emê şêwir kin, ku çira em dikarin dudilî nebin, wekî zûtirekê Xwedê hemû kul-derdên me bide hildanê. *

Sara: Baş, ezê hîviya te bim.

Diqewime hûn dixwazin cabek ser pirseke ji Kitêba Pîroz pêbihesin. Yan jî dibeke hûn dixwazin derheqa bawerî û şixulên Şedên Yehowa pêbihesin. Hergê erê, şerm nekin û derheqa wê yekê Şedên Yehowara bêjin, gava hûn rastî wan bên. Şedên Yehowa wê bi dil û can caba pirsên we bidin.

^ Binihêrin gotar “Xeberdana li ser Hîmê Kitêba Pîroz” bi navê “Gelo Xwedêra Yeke, ku Em Diçerçirin?” ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Tîrmehê, sala 2013.

^ Binihêrin Îşaya 63:9.

^ Binihêrin Eyantî 12:9.

^ Binihêrin Yûhenna 12:31; 1 Yûhenna 5:19.

^ Bona hê zêde înformasiyayê binihêrin kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, serê 9.