KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Niha Ez Dikarim Alî Meriya Bikim
SALA BÛYÎNÊ: 1981
WELAT: GUATEMALA
BERÊ: BIÇÛKTAYA ÇETIN
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez bajarekî biçûkda, Akûlda, hatime bûyînê, kîjan ku ji Guatemalayê aliyê roavayê orta çiyada bû. Malbeta min ji miletê Îşîl e, dêmek nisila ji bereka Maya. Xêncî zimanê Îspanî, min ser zimanê miletê xwe jî xeber dida. Biçûktaya minda şerê bajarvaniyê derbaz dibû, kîjan ku Guatemalayêda weke 36 sala kişand. Û wî çaxî gelek merivên ji miletê me mirin.
Çaxê ez çardeh salî bûm, birê minî heft salî, pê bombê dilîst û ew nişkêva teqiya. Ji bo vê qewimandinê ez kor bûm, lê birê min mir. Min temamiya biçûktaya xwe cîkî başqekirîda derbaz kir, ku bajarê Guatemalayêda bona zarên kor saz kiribûn. Vêderê ez hatime hînkirinê, wekî herfên Birêl bixûnim û fem bikim. Dersdarên min îzin nedidan, ku zarên din tevî min xeber din û min fem nedikir çima ewana usa dikin. Ji bo vê yekê hemû zara xwe ji min dûr digirtin. Min xwe tenê texmîn dikir. Lê çaxê salê du cara ez diçûme mal, şabûna nigê min erd nedigirt. Ez şa dibûm tevî diya xwe bim, çimkî ew gelek heyf bû û timê ji min fem dikir. Lê çaxê ez bûme dehe salî, diya min mir. Ev yek derdekî gelek giran bû bona min, çimkî tenê diya min, ez hiz dikirim.
Çaxê ez 11 salî bûm, ez vegeriyam bajarê xwe û min tevî malbeta birê xwe dijît, yê ku kurê bavê min û dêmariya min bû. Ewana bona hewcên minî fîzîkî xem dikirin, lê bona halê minî êmosiyalî tu kes nedifikirî, û ez gelek hewcê hizkirinê bûm. Carna çevên min tije hêsir dibûn û min ji Xwedê dipirsî: “Çima diya min mir? Çima ez kor bûm?” Meriva minra digot, wekî ev qirara Xwedê ye. Ez fikirîm wekî Xwedê bêrem û neheq e. Min dixwest xwe bikuşta, lê min mecal nedidît.
Ji bo vê yekê ku ez kor bûm, ez aliyê fîzîkî û êmosiyalîda sist bûm. Biçûktayêda çend cara aliyê sêksûalîda zorbetî min kirin. Min derheqa vê yekê tu kesîra gilî nedikir, çimkî ez difikirîm, wekî tu kes wê nekeve heyra min. Meriva xwe ji min dûr digirtin û tevî min xeber nedidan, lema min jî xwe ji wana dûr digirt. Ez timê dilteng bûm û min îtbariya xwe tu kesî nedianî.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Carekê mektebêda wedê hêsabûnê, Şedên Yehowa nêzîkî min bûn, ewana cotê zewicî bûn. Dersdarekî, gunê xwe min dianî, lema jî ewê gote wan, wekî bên teseliya min bikin. Ewana derheqa sozên Xwedê minra gilî kirin, wekî merivên meyî hizkirî ku mirin e, wê dîsa vegerin jîyînê, û çevên yên kor jî wê vebin (Îşaya 35:5; Yûhenna 5:28, 29). Xeberdana wan gelek min xweş hat, lê minra çetin bû tevî wan xeber dim, çimkî ez hînî xeberdanê nedibûm. Ev cotê zewicî dîsa jî dihatin û rastiya Kitêba Pîroz min hîn dikirin. Ewana hindava minda timê qenc û bi sebir bûn. Xêncî wê yekê ewana 10 kîlomêtra zêdetir nava çiyara derbaz dibûn, seva ku bêne bajarê me û min bivînin.
Birê min gote min, wekî ça tê kifşê ew jin-mêr dewletî nînin, lê gelek temiz û bi maqûlî xwekirî bûn. Ewana gelek bona min xem dikirin û hela hê jî pêşkêş minra dianîn. Ez difikirîm, wekî tenê Mesîhiyên rast dikarin usa bi dil û can bona kesekî xem bikin.
Ez Kitêba Pîroz bi saya edebyetên ku bi herfên Birêl neşirkirî bûn, hîn dibûm. Min hînkirinên Kitêba Pîroz fem dikir, lê hine tişt minra çetin bû bi dil qebûl kim. Mesele, minra çetin bû bawer bikim, wekî Xwedê bi rastî bona min xem dike, û ku merivên din jî dikarin min hiz bikin. Min fem dikir, çima Yehowa hîşt, wekî zulmî hebe, lê minra çetin bû ewî hesab kim ça Bavê hizkirî. *
Hêdî-hêdî bi saya zanebûna ji Kitêba Pîroz, nihêrandina min ser jîyînê dihate guhastinê. Mesele ez pêhesiyam, wekî dilê Xwedê dişewite, çaxê ew divîne ku meriv çawa diçerçirin. Xwedê derheqa xizmetkarên xwe, yên ku ji bo kesên din diçerçirîn, usa gotiye: “Min cefê cimeta xweye Misirêda dît ... ez haş ji tengasîya wan heme” (Derketin 3:7). Çaxê min fem kir ku Yehowa çiqas dilşewat û rem e, min xwest jîyîna xwe tesmîlî wî bikim. Û sala 1998-da ez ça Şedê Yehowa hatime nixumandinê.
Weke salek şûnda paşî nixumandinê ez hînbûneke mexsûs derbaz bûm, kîjan ku bona merivên kor nêzîkî bajarê Êskûyîntla hatibû sazkirinê. Rûspîk ji vê mihalê pêhesiya, ku ez rêke çiqas dirêj têm ku ji bajarê xwe bême ser civata û minra zef çetin e. Çimkî ev civat pişt çiya bû û ya lape nêzîkî min ew bû, ji kîderê ev jin mêr dihatin û Kitêba Pîroz ez hîn dikirim. Minra hêsa nîbû, ku riya usa dirêj herim, seva ku bigihîjime civatê. Rûspiyê civatê tevî malbeteke Şedên Yehowa ji bajarê Êskûyîntlayê xeber da, seva ku ez mala wanda bijîm û ewana alî min bikin herime civata. Hingêva ewana bona min usa xem dikin, tê bêjî ez neferê mala wan im.
Xêncî vê derecê xûşk-bira gelek car hizkirina xwe hindava minda didane kifşê. Bi rastî hizkirina wan min da bawerkirinê, wekî ez nava Mesîhiyên rastda nim (Yûhenna 13:34, 35).
ÇI KAR MIN STAND:
Ez îda xwe tenê û bêqîmet hesab nakim. Niha him nêta jîyîna min, him jî hêviya min heye. Dewsa ku dîna xwe bidime halê xweyî giran, ez heçî zef dîna xwe didim wê yekê, wekî alî meriya bikim, ku rastiya ji Kitêba Pîroz pêbihesin. Ez gelek şa me, wekî mecala min heye ça rûspiyê civatê xizmet kim û hine civatada ber gelek meriya têmên Kitêba Pîrozva girêdayî bixûnim. Ez hela hê jî ser civatên mezine sêrojî pê gotara derdiketim, kîderê bi hezara meriva hazir bûn.
Sala 2010-da Êl Salvadorêda ez Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bûm. Evê mektebê alî min kir, wekî cabdariyên xweye civatê hê rind bînim sêrî. Bi saya vê hînbûnê ez îzbat bûm, ku Yehowa gelek min qîmet dike û hiz dike. Yehowa alî hemûya dike, wekî şixulê wî bînin sêrî, firqî tune qewata kê digihîje çi.
Îsa got: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Berê ez difikirîm ku nikarim alî kesekî bikim, lê îro ez bi rastî bextewar im, çimkî qewata min digihîjê evê yekê bikim.
^ Bona hê zêde elametî, ku çima Xwedê dihêle, wekî zulmî hebe, binihêrin kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 11, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine.