Derxistina ji Civatê Hizkirinê Eyan Dike
Xûliyan dibêje: “Çaxê civatêda elam kirin, wekî kurê me ji civatê hate derxistinê, min tirê dinê ser minda hilşiya. Ji zarên din ew yê lapî mezin bû û em tevî wî gelek nêzîk bûn, çimkî me gelek tişt tevayî dikir. Ew zarekî baş bû. Nişkêva ewî destpêkir xwe nerast bide kifşê. Jina min timê digiriya û min nizanibû ça ber dilê wêda bêm. Me fem nedikir, çima tiştekî usa qewimî û me xwe neheq dikir”.
Hergê derxistina ji civatê haqas êş tîne, çira em dikarin bêjin, wekî ev yek hizkirinê eyan dike? Ser hîmê kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz meriv ji civatê tê derxistinê? Bona çi meriv ji civatê tê derxistinê?
DU MENÎ JI BO ÇI MERIV JI CIVATÊ TÊ DERXISTINÊ
Du menî heye ji bo çi jî Şedê Yehowa ku nixumandî ye dikare ji civatê bê derxistinê. Ya pêşin çaxê ew gunê giran dike, û ya duda çaxê gunê xwe nade rûyê xwe.
Rast e Yehowa kamiliyê ji me dewa nake, lê dîsa jî ew hîviyê ye ku emê li gora prînsîpên wîye pîroz bijîn. Yehowa gunên giran qedexe dike. Mesele yên usa ça bênamûsî, dizî, pûtparistî, talankir, mêrkujî û sêrbazî (1 Korn. 6:9, 10; Eyan. 21:8).
Diqewime hûnê qayîl bin, wekî normên Yehowa bi serwaxtî ne û me diparêzin. Gişk jî dixwazin tevî merivên edilayîhiz, merîfet û bi îtbar bijîn. Xûşk-birên meye ruhanî hema merivne usa nin, çimkî çaxê wana emirê xwe tesmîlî Yehowa kirine, bi wê yekê wana soz dane ku wê li gora rêberiya Xebera wî bijîn.
Lê çi diqewime çaxê Mesîhiyê nixumandî ji bo sistbûna xwe gunê giran dike? Xizmetkarên Yehowaye wedê berê jî gunên giran dikirin, lê yeke Xwedê pişta xwe nedida wan. Were dîna xwe bidine mesela Dawid Padşa. Rast e ewî bênamûsî kir, meriv kuşt, lê Natan pêxember gote wî: “Xudan gunehê te afû kir” (2 Sam. 12:13, ÎM).
Xwedê baxşande Dawid, çimkî ewî bi dil û can gunê xwe da rûyê xwe (Zeb. 32:1-5). Rojên meda jî xizmetkarên Yehowa ji civatê têne derxistinê tenê wî çaxî, gava ewana tobe nakin yan jî berdewam dikin gune bikin (Kar. Şand. 3:19; 26:20). Çaxê nayê kifşê, wekî merivê ku gune kiriye, bi dil û can tobe dike, rûspiyên ji komîtêya dîwankirinê, gerekê wî ji civatê derxin.
Pêşiyê usa dikare bê kifşê, wekî ev safîkirin gelek sert e, îlahî çaxê merivê meyî hizkirî ji civatê tê derxistinê. Çi jî hebe, Xebera Xwedê zelal mera dide kifşê, wekî ev safîkirin ser hîmê hizkirinê ye.
DERXISTINA JI CIVATÊ KARÊ TÎNE
Îsa got wekî “serwaxtî bi emelên xwe kifş dibe ku ev rast e” (Met. 11:19). Çaxê meriv gunê xwe nade rûyê xwe, derxistina wîye ji civatê gelek aliyava karê tîne. Dîna xwe bidine wan sê tişta, çida derxistina ji civatê karê tîne:
Derxistina ji civatê navê Yehowa rûmet dike. Ji bo vê yekê, ku navê Yehowa ser me ye, rabûn-rûniştina me ser navê wî hukum dibe (Îşa. 43:10). Gava meriv dîna xwe didine rabûn-rûniştina zara, ewana fem dikin ku dê-bavên wan çi cûreyî ne. Anegorî wê yekê, rabûn-rûniştina wan meriva, yên ku navê Yehowa ser wan e, hukum dibe ser nihêrandina meriya derheqa Yehowa. Çaxê xizmetkarên Yehowa xwe li normên wîye bilind digirin, navê Xwedê rûmet dibe. Ev yek rind dihate kifşê, gava wedê Hezeqêl pêxember cimetên pûtparist navê Yehowa cimeta Cihûyava girêdidan (Hezql. 36:19-23).
Hergê em bênamûsiyê bikin, bi vê yekê emê navê Xwedê bêhurmet kin. Petrûsê şandî şîreteke usa da Mesîhiya: “Mîna zarên guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinên xweye nezaniya xweda. Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. Çawa nivîsar e: ‘Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im’” (1 Pet. 1:14-16). Rabûn-rûniştina nav-namûsî û maqûlî, navê Xwedê rûmet dike.
Hergê Şedekî Yehowa xwe li xirabiyê girtiye, hemikî heval û merivên wîyî nêzîk derheqa vê yekê wê pêbihesin. Derxistina ji civatê dide kifşê, wekî tenê ew meriv dikarin nava cimeta Xwedêda bin, yên ku li gora normên wîye pîroz dijîn. Carekê Swîsreyêda mêrek hate Oda Civatê û got, wekî dixwaze bibe Şedê Yehowa. Xûşka wî ji civatê hate derxistinê bona bênamûsiyê. Ewî got wekî dixwaze bikeve nav teşkîleteke usa, kîderê ku çevê xwe ser gune danadin.
Derxistina ji civatê temizaya civatê xwey dike. Pawlosê şandî Korintiyara digot, wekî çiqas xof e gava merivê ku gune dike ji civatê nayê derxistinê. Pawlos seva ku bide kifşê wekî ça kirên wan meriva dikarin ser civatê hukum bin, mesela hevîrtirşk anî û got: “Hinek hevîrtirşk temamiya şkevê hiltîne”. Paşê ewî şîreteke usa da: “Yê xirab ji nava xwe derxin” (1 Korn. 5:6, 11-13).
Ça tê kifşê ev meriv derheqa kîjanî Pawlos digot, bênamûsî dikir û qe şerm jî nedikir, û endemên civatê jî wî rast derdixistin (1 Korn. 5:1, 2). Hergê civatê ev gunê giran pişt guhê xweva bavîta, ev yek wê ser nihêrandina Mesîhiyên din jî hindava normên namûsiyê hukum kira. Merivê ku çevê xwe ser gunê giran dadide, bi wê yekê ew kesên din hêlan dike, wekî normên Xwedê bêhurmet kin (Waîz 8:11). Merivên ku gunên xwe tobe nakin, mîna “leke ne”, û ji bo wan xûşk-bira dikarin baweriya xwe unda kin (Cihûd. 4, 12).
Derxistina ji civatê dikare meriv hêlan ke ku bê ser hişê xwe û vegere civatê. Carekê Îsa metelokek derheqa xortekî cahil gilî kir, kîjan ku mala bavê xwe hîşt û milkê xwe bi cûrê necayîz xerc kir. Ev kurê neguhdar xwexa îzbat bû, wekî jîyîna ji mal der, zemet û boş-betal e. Axiriyê ev hate ser hişê xwe, tobe kir û vegeriya malê (Lûqa 15:11-24). Ew yek ku bavê ji meteloka Îsa, bi şabûn rastî kurê xwe hat, alî me dike hestên Yehowa fem bikin. Yehowa dibêje: “Ez ne ji mirina yê xirab, lê ji vegerîna zilamê xirab ku ji rêya xwe vegere û bijî zewqê [şabûnê] digirim” (Hezql. 33:11).
Anegorî meteloka Îsa, kesên ji civatê derxistî dikarin bêne ser hişê xwe, fem bikin ku çi unda kirine û hêlan bin vegerin malbeta xweye ruhanî. Axiriya kirên wane xirab û usa jî bîranîna derheqa wî wedeyî, ku ça ewana bextewar bûn, gava heleqetiya wan tevî Yehowa û cimeta wî baş bû, dikarin wana hêlan kin ku tobe bikin.
Seva ku derxistina ji civatê karê bîne, lazim e hizkirinê bidine kifşê û sebir kin. Zebûrêda Dawid usa got: “Bira yê rast min şîret ke, ev yek şîrinayî ye, bira min hilê, ew yek rûnê xas e” (Zeb. 141:5). Dereceke usa bide ber çevê xwe: Zivistanê du mêr diçine serê çiyê. Yek ji wan gelek diweste û dicemide, xewa wî tê û ew dixwaze razê. Lê hergê ew ser berfê veleze û xewra here, wê biqerime û bimire. Heta ku xilazkar bên, hevalê wî sifetê wî dixe, seva ku ew xewra neçe. Rast e hevalê wî bi vê yekê wî dêşîne, lê emirê wî xilaz dike. Dawid Padşa jî fem dikir, wekî gava merivê rast wî şîret dike, ev yek dikare dilê wî bêşîne, lê axiriyêda ev yek jêra karê tîne.
Gelek car bi saya derxistina ji civatê, meriv karê distîne. Kurê Xûliyan derheqa kîjanî me sêrîda got, weke dehe sal şûnda emirê xwe guhast, vegeriya civatê û niha ça rûspî xizmet dike. Ew dibêje: “Çaxê ez ji civatê hatime derxistinê, min zelal fem kir ku cûrê jîyîna min, min berbi çi dibe. Ev cezakirin minra gelek lazim bû” (Îbrn. 12:7-11).
HIZKIRINÊ BIDINE KIFŞÊ
Rast e derxistina ji civatê derdekî mezin e, lê dîsa jî ev xilaziya her tiştî nîne. Her kes ji me dikare tiştekî bike, seva ku merivê ji civatê derxistî karê bistîne.
Rûspiyên ku merivra dibêjin wekî ew ji civatê hatiye derxistinê, çev didine Yehowa û bi hizkirinê wê yekê dikin. Ewana usa jî bi nermî wî merivîra şirovedikin, ku ew çi gerekê bike, seva ku vegere civatê. Rûspî car-cara teseliya wan dikin, yên ku didine kifşê wekî dixwazin vegerin bal Yehowa, seva ku bînin bîra wan ku dîsa ewana çi guhastina gerekê bikin. *
Neferên wî kesî ku ji civatê hatiye derxistinê, hizkirina xwe hindava wî û hindava civatê bi wê yekê didine kifşê, ku piştgiriya vê safîkirinê dikin. Xûliyan dibêje: “Rast e ew dîsa jî kurê me bû, lê bi kirên xwe, ewî dîwar kire orta me û xwe”.
Hemû endemên civatê hizkirina xwe hindava yê ji civatê derxistî, bi vê yekê eyan dikin, ku tevî wî xeber nadin (1 Korn. 5:11; 2 Yûhn. 10, 11). Usa ewana piştgiriya safîkirina Yehowa dikin, kîjan ku ew bi destê rûspiya tîne sêrî. Xêncî wê yekê, xûşk-bira bi dilşewatî ber dilê neferên wî kesîda tên, ku ji civatê hatiye derxistinê. Em gerekê xwe usa nedine kifşê ku tê bêjî ewana jî ji civatê hatine derxistinê (Rom. 12:13, 15).
Xûliyan dibêje: “Derxistina ji civatê gelek lazim e. Ev alîkariyê dide, wekî li gora normên Yehowayî nav-namûsiyê bijîn. Rast e pêşiyê ev êşê tîne, lê axiriya wê berên baş in. Hergê min çevê xwe ser gunên kurê xwe bigirta, ewî wê tu car xwe rast nekira”.