Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 17

Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?

Malavî

Koma belakirina mizgîniyê

Belakirina mizgîniyê

Civat seva rûspiya

Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?

Mizgînîda gelek car, tê gilîkirinê derheqa Barnabas û Pawlosê şandî. Wana xizmet dikir ça berpirsiyarên rêwî, û teseliya civata dikirin. Ewana bi dil û can xem dikirin, wekî birayên civata, ruhanîda pêşda herin. Carekê Pawlos gote Barnabas, “were em vegerin serîkî bidine wan xûşk-bira” (Karên Şandiya 15:36). Roja îroyîn jî nêta berpirsiyarên mihalê dîsa ew e, wekî civat ruhanîda pêşda herin.

Berpirsiyarên mihalê tên wekî me bişidînin. Her berpirsiyarekî mihalê teseliya weke 20 civata dike, û salê du cara tevî her yek ji van civata, her carê heftêkî xizmet dike. Bi rastî jî em ji berpirsiyarên mihalê û ji kulfetên wan hergê zewicî ne, gelek karê distînin û dişidin. Ewana tevî cahila û him jî tevî yên emirda mezin, dibine nas. Ewana dibine hevalkarên me şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirina Kitêba Pîrozda. Berpirsiyar tevî rûspiya şivantiyê dikin, û bi têmên hewas li ser civata û civatên mezin, me qewî dikin (Karên Şandiya 15:35).

Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in. Ewana gelek xem dikin, wekî civat ruhanîda pêşda here. Ewana tevî rûspî û berdestiyên civatê dicivin û tevayî derheqa pêşdaçûyîna civatê dişêwirîn, û berpirsiyar şîretên lazim bona cabdariya wan didine wan. Usa jî berpirsiyarên rêvî alî pêşenga dikin, wekî ewana xizmeta xweda pêşda herin. Ewana nasiya xwe didine merivên ku teze hatine civatê û derheqa pêşdaçûyîna wan pêdihesin. Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in, him jî “heval û xebatkarê” me ne (2 Korintî 8:23). Were em ji baweriya wan û aminiya wan, meselê xwera hildin (Îbranî 13:7).

  • Bi çi nêtê berpirsiyarên mihalê teseliya civata dikin?

  • Ça tu dikarî ji berpirsiyarên mihalê karê bistînî?