Kilam 8
Şîva Xudan
1. Bavê ser ezmana Yahowa,
Êvara pîroz destpêbû.
Hezkirin, bîlanî û qewat, rûmetî,
Te kifş kir çardê nîsanî.
Berxa cejinê hat xwarinê,
Çaxê Îsraêl aza bû.
Û sed sal derbaz bû ça pêşda gotî bû,
Xudan çawa qurban berva bû.
2. Niha em ber te disekinin,
Çawa berxêd ji axilê te.
Te Îsa qurban kir, hezkirin nîşan kir,
Navê te her gav bilind kin.
Em dilê xweda her gav xwey kin,
Evê êvara bîranîn.
Hergê ser riya Îsa em her gav bigerin,
Emirê heta-heta bistînin.
(Binihêre usa jî Lûqa 22:14-20; 1 Korn. 11:23-26.)