Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 41

Qulix ke Yahowara di Cahiltiya Xweda

Qulix ke Yahowara di Cahiltiya Xweda

(Waîz 12:1)

1. Gelî keçikno û xortêd cahil

Bona Yahowa hûn bûne heval.

Bi dê û bav û neferêd malê,

Bona we xem dike Xwedê timê.

2. Qedirê dê û bavê xwe bigire,

Dilê wana tu car neêşîne.

Her tim Xwedê û meriya tu şa ke,

Yahowa Xwedê wê te kerem ke.

3. Cahiltiya xweda Xwedê bîr neke,

Tu timê rastiya wîda mezin be.

Helaliya xwe Xwedêra nîşan ke,

Tu dilê Padşa Yahowa şa ke.

(Binihêre usa jî Zeb. 71:17; Lûr. Yêrem. 3:27; Efes. 6:1-3.)