Here Naverokê

Here naverokê

Ewê Dereng Nemîne (Strana Komcivîna Sêrojî – 2023)

Ewê Dereng Nemîne (Strana Komcivîna Sêrojî – 2023)

(Habaqûq 2:3)

Daxe:

  1. 1. Karê destê te xweş û bedew e,

    her tişt kamil bû bi saya sebra te.

    Bavo, îro jî tu sebir dikî,

    tuyê her tiştî ji nû ve rast bikî.

    (DÎSGOTIN)

    Heta ku hemû erd bibe bê kul û derd,

    sebra me zêde bike.

    Şika me qet tune, roja te nêzîk e.

    Em bawer in ku ewê

    dereng nemîne!

  2. 2. Tuyê yên mirî ji axê rakî.

    Yehowa, tu jî bi hesreta wan î.

    Alî me bike, me qewî bike,

    heta wê rojê sebra me kêm nebe!

    (DÎSGOTIN)

    Heta ku hemû erd bibe bê kul û derd,

    sebra me zêde bike.

    Şika me qet tune, roja te nêzîk e.

    Em bawer in ku ewê

    dereng nemîne!

  3. 3. Mîna te, Xwedê, em li her derê

    li kesên dilpak digerin bi sebrê.

    Ev xizmeta me pir biqîmet e,

    bi saya wê em dibin nêzîkî te.

    (DÎSGOTIN)

    Heta ku hemû erd bibe bê kul û derd,

    sebra me zêde bike.

    Şika me qet tune, roja te nêzîk e.

    Em bawer in ku ewê

    dereng nemîne!

    Bavo, sebrê bide me!

(Li vê ayetê jî binêre: Kol. 1:11)