Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?

Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?

Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?

BIDE ber çevê xwe, wekî siheta te xirab bûye û naxebite. Tu difikirî bivî ku, wekî çêkin, çimkî gelek ciya çêdikin. Rêklamada derheqa çêkirina siheta gelek înformasiya dinivîsin. Hine rêklam didin bawerkirinê, wekî dikarin rind çêkin, lê ev yek nehergav rast e. Paşê tu pêdihesî, wekî nêzîkî mala te hostek dijî, kîjanî ku dîzayna vê sihetê çêkiriye. Xêncî wê yekê, ew hazir e bêpere siheta te çêke. Îda femdarî ye, tuyê siheta xwe bal kê bidî çêkirinê.

Niha evê sihetê beramberî hêviya xwe bike. Hergê tu jî mîna gelek meriya texmîn dikî, wekî vê dinya xirabda hêviya xwe unda dikî, tuyê alîkariyê ji kê bixwazî? Gelek meriv dibêjin, wekî dikarin alîkariyê bidine te, ku problêmê xwe safî kî. Lê bi rastî gelek şîretên wan dikarin kêrhatî nîbin û te bixalifînin. Lema jî gelo wê diha baş nîbe, ku alîkariyê ji wî bixwazî, kê tu pê vî feresetê hêviyê efirandî? Kitêba Pîroz derheqa Efirandar dibêje: “Ew ...ji me her kesî ne dûr e” û hazir e alî me bike (Karên Şandiya 17:27; 1 Petrûs 5:7).

Femkirina Kûr Derheqa Hêviyê

Kitêba Pîroz derheqa hêviyê hê rind û kûr şirovedike, ne ku ça îro doxdir, zandar û psîxoloj şirovedikin. Li ser zimanên ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsarê, xeberên ku hatine welgerandinê ça hêvî têne hesabê gelek hîviyê bî û hîviya tiştekî baş bî. Ev yek dide kifşê, wekî du tişt dikevine nava hêviyê. Ya yekê, hizreta tiştekî baş î. Û ya duda, meniya te heye, ku bawer kî, wekî ev yek wê bê sêrî. Ev hêvî derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, rêalî ye û li ser hîmê îzbatiya ye.

Dêmek usa tê kifşê, wekî hêvî dibe mîna baweriyê, kîjan ku gerekê li ser hîmê îzbatiya be, ne ku li ser hîmê nihêrandina kesekî (Îbranî 11:1). Lê Kitêba Pîroz firqiyê dike orta baweriyê û hêviyê (1 Korintî 13:13).

Werên bi meselê şirovekin: Bide ber çevê xwe tu ji hevalekî xwe hîvî dikî, wekî tiştekîda alî te bike. Û hêviya te heye, ku ewê bê hewara te. Hîmê hêviya te qewî ye, çimkî tu baweriya xwe hevalê xwe tînî, wî rind nas dikî û zanî ew çiqas qenc û merd e. Rast e hêvî û baweriya te hevva girêdayî ne, yeke firqî orta wanda heye. Lê ça tu dikarî hema vî cûreyî hêviya xwe bidî ser Xwedê?

Hîmê hêviyê

Xwedê kaniya hêviya rast e. Wedê berê ser Yehowa digotin “hêviya Îsraêlê” (Yêremya 14:8). Hêviya Îsraêliya Yehowa Xwedê bû. Hêviya usa ne tenê xwestin bû, lê hîmê wêye qewî hebû. Nava qirnada çaxê Yehowa Xwedayê Îsraêliya bû, ewî gelek soz didan û ew soz dianîn sêrî. Yêşûyê kurê Nûn, rêberê cimeta Îsraêlê got: “Hûn ... dizanin ku, . . . yek jî ji gotinên ku Xwedayê we Xudan daye we, vala derneket” (Yêşû 23:14).

Hezara sal derbaz bûne û pêkanîna wan soza heta roja îro baweriya me qewî dikin. Kitêba Pîrozda gelek sozên Xwedêyî baş, usa jî serhatiyên terîxiyê ku hatine sêrî, nivîsar in. Ev sozên pêxembertiyê usa rêalî ne, ku car-cara derheqa wan usa hatiye gotinê, tê bêjî îda hatine serî.

Lema jî ser Kitêba Pîroz em dikarin bêjin, kitêba hêviyê. Çaxê em evê Kitêbê lêkolîn bikin, emê bivînin ku Xwedê hindava merivada çawa bû û hingê hîmê baweriya me wê hê bişide. Pawlosê şandî got: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman [xweyîhêvî] bin” (Romayî 15:4).

Xwedê Kîjan Hêviyê Dide Me?

Çi çax em hê zef hewcê hêviyê ne? Dibe ku hingê em hewce ne, gava merivê meyî hizkirî dimire? Mesele gelek meriv hingê xwe bê hêvî texmîn dikin, gava merivên xweyî nêzîk unda dikin. Belê, tu tişt meriva usa bêhêvî nahêle ça mirin. Mirin tê bêjî bê sekinandin pey me ketiye. Em dikarin tenê ser wedekî kin xwe ji vê xwey kin, û him jî qewata me der e miriyên xwe paşda vegerînin. Lema jî Kitêba Pîroz mirinê beramberî “dijminê xilaziyê” dike (1 Korintî 15:26).

Lê gelo bi rastî hêvî tune ye bona miriya? Vê rêza Kitêba Pîrozda kîderê mirin beramberî dijminê xilaziyê dibe, usa jî tê gotinê, wekî ew wê kokêva bê hildanê. Yehowa Xwedê ji mirinê qewattir e. Ewî ev yek cûre-cûre derecada îzbat kiriye. Çi cûreyî? Ewî yên mirî vedigerande jîyînê. Kitêba Pîrozda derheqa nehe dereca tê gotinê, ku yên mirî bi saya qewata Xwedê hatine saxkirinê.

Yehowa qewat da kurê xwe Îsa, wekî ew dostê xweyî nêzîk Lazar, yê ku çar roj mirî bû, ji mirinê rake. Îsa ev yek eşkere ber çevê gelek meriva kir (Yûhenna 11:38-48, 53; 12:9, 10).

Dibe ku hûn difikirin, çima lazim bû meriya paşda vegerînin jîyînê? Ne axir yeke ewana kal-pîr dibûn û dîsa dimirin? Rast e. Lê bi saya wan qewimandina, ne tenê xwestina me pêşda tê ku miriyên me ji mirinê rabin; lê usa jî ew derece dibin menî, ku em vê yekê bawer bikin. Dêmek, Kitêba Pîroz hêviya rast dide me.

Îsa got: “Ez im rabûn û jiyîn!” (Yûhenna 11:25). Yehowa wê qewatê bide Îsa, ku ew li temamiya dinyayê hemû merivên ku dest ji jîyîna xwe berdane, paşda vegerîne jîyînê. Îsa got: “Wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada wê dengê wî [Mesîh] bibihên” û “bona jiyînê rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Belê, hemû merivên ku bi xewa mirinê razane, mecalê distînin ku bêne saxkirinê û cinetêda ser erdê bijîn.

Îşaya pêxember derheqa saxkirina miriya usa bedew şirovekiriye, ku dilê me digire. Ewî got: “Wê miriyên te bivejin [sax bin]; wê cesedên yên min rabin! Ya hûn, yên ku di hundirê axêda radikevin, hişyar bin û bistirên! Ji ber ku xunava te mîna xunava gîhaye yî û wê erd miriyan bavêje derve”(Îşaya 26:19).

Ev yek gelek dilê me rihet dike. Yên mirî halekî bêxofda nin. Mesele, ça zar zikê dêda xweykirî ye, usa jî ewên ku bi xewa mirinê tirbada raza ne, bîra Xwedayê Himzorda nin (Lûqa 20:37, 38). Zûtirekê ewana wê vegerin jîyînê û merivên wan wê pir bextewar bin çaxê wana bivînin, mîna malbeteke ku gelek şa dibe, gava zar tê bûyînê! Dêmek ça me dît, hêvî hingê jî dimîne, gava mirin jîyînê ji me distîne.

Hêvî Ça Dikare Alî We Bike

Pawlosê şandî gelek tişt me hîn dike derheqa qîmeta hêviyê. Ewî ser hêviyê got kumzirih, kîjan ku ji çekên ruhanî pareke ferz e (1 Têsalonîkî 5:8). Çima Pawlos hêvî beramberî kumzirih kir? Wedê berê, şerda eskera ser kumê çermda kumê hesinî, dêmek kumzirih dikirine serê xwe. Kumzirih serê eskera ji tîrên dijmina xwey dikir û nedihîşt ziyanê bistîne. Pawlos bi vê yekê çi dixwest hîn ke? Çawa kumzirih serî xwey dike, usa jî hêvî fikirê me xwey dike. Hergê hêviya me hindava sozên Xwedê qewî be, emê dilrihet bin hingê jî gava rastî çetinayên mezin bên. Û emê nekevin panîkê, ne jî gelek berxwekevin. Belê, kumzirihê vî cûreyî me hemûyara lazim e.

Pawlos dîsa meselek anî, ya ku nîşan dike, wekî çawa hêvî qirara Xwedêva girêdayî ye. Ewî nivîsî: “Ev hêviya me wek lengerê ... saxlem” e (Îbranî 6:19). Pawlos gelek car xilaz bibû ji hûrdexweşîbûna gemiyê, lema jî ewî derheqa ferzbûna lengerê rind zanibû. Çaxê berêda firtona mezin rabibû, gemîvana lenger davîtine berê. Çaxê lenger digihîşte binê berê û qewî erdêva digirt, hingê gemî dihate parastin, kevir û zinara nediket, hûrdexweşî nedibû.

Anegorî vê yekê, hergê sozên Xwedê bona me “hîmgirtî” û “saxlem” in, hingê hêvî wê alî me bike, wekî vî wedê ku mîna firtonê ye, xwe qayîm bigirin. Yehowa soz dide, wekî zûtirekê wedekî usa wê bê, ku şer, bêqanûnî, kul-derd û mirin jî bêne hildanê. (Binihêrin çargoşe ser rûp. 10.) Hêvî bona me dikare bibe ça lenger, kîjan ku wedê çetinda wê qewatê bide me û me hêlan ke, wekî li gora normên Xwedê bijîn. Ew wê usa jî alî me bike, ku nekevin ber bayê nihêrandina vê dinyayê, kîjan ku bênamûsiyêva tije ye.

Hêviya ku Yehowa dide, dikare alîkariya mezin xût bide te jî. Yehowa dixwaze, wekî tu pê çevê xwe bivînî û bijîyî bi wê jîyînê, ya ku ewî bona me qirar kiriye. Ew “dixwaze hemû meriv xilaz bin”. Çi cûreyî? Berê pêşin, em gerekê “rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Evê rastiyê qebûl kin, kîjan ku ji Xebera Xwedê ye û jîyînê dide. Hêviya ku Xwedê dide, mexsûs e û ev lap cude dibe ji hêviya vê dinyayê.

Bi saya hêviya usa tuyê, tu car dilteng nebî. Xwedê wê qewatê bide te, ku tu wan hemû nêta, yên ku li gora qirara wî ne, bînî sêrî (2 Korintî 4:7; Fîlîpî 4:13). Hûn dixwazin hêviya weye usa hebe? Dêmek, hergê tu hewcê hêviyê yî û hêviyê digerî, sist nebe. Mêrxas be, tuyê bikaribî hêviyê bistînî!

[Çargoşe/Şikil ser rûpêla 10]

Hîmê Hêviyê

Fikirên ji Kitêba Pîroz wê alî we bikin, ku hêviya xwe qewî kin.

▪ Xwedê, axiriya bextewar soz dide.

Xebera wîda tê gotinê, wekî temamiya erdê wê bibe cinet, kîderê ku meriv bextewariyêda ça malbetek bijîn (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 25:8; Eyantî 21:3, 4).

Xwedê nikare derewa bike.

Xwedê hemû cûre derewî nefret dike. Yehowa bêhesab pîroz û paqij e, lema jî ew nikare derewa bike (Metelok 6:16-19; Îşaya 6:2, 3; Tîto 1:2; Îbranî 6:18).

Qewata Xwedê bêsînor e.

Tenê Yehowa Himzor e. Tu tişt gerdûnêda nikare riya wî bigire, ku ew sozên xwe bîne sêrî (Derketin 15:11; Îşaya 40:25, 26).

Xwedê dixwaze, wekî tu heta-hetayê bijîyî.

​—(Yûhenna 3:16; 1 Tîmotêyo 2:3, 4).

Xwedê bi hêviyê li me dinihêre.

Ew dîna xwe dide ne ku ser şaşî û kêmasiyên me, lê ser xeyset-hunurên meyî baş û qewata ku em didine xebatê (Zebûr 103:12-14; 130:3; Îbranî 6:10). Ew bawer e, wekî emê wan tişta bikin çi ku rast e, û ew gelek şa dibe çaxê em hema usa jî dikin (Metelok 27:11).

Xwedê soz dide, ku wê alî te bike bigihîjî wan nêta, yên ku li gora qirara wî ne.

Xizmetkarên Xwedê dikarin bawer bikin, ku ewê timê piştgiriya wan bike. Ew bi merdaniyê ruhê xweyî pîroz dêmek qewata here qewî, ça alîkarçî dide (Fîlîpî 4:13).

Hêviya hindava Xwedê, naxapîne.

Xwedê yekî rast e û ew hêja ye ku em îtbariya xwe wî bînin. Ewê tu car me dilteng neke (Zebûr 25:3).

[Şikil ser rûpêla 12]

Ça kumzirih serî xwey dike, hêvî jî fikirên me xwey dike

[Şikil ser rûpêla 12]

Hêviya bi hîmê qewî, mîna lengerê dikare alî me bike, ku xwe qayîm bigirin

[Credit Line]

Courtesy René Seindal/Su concessione del Museo Archeologico Regionale A. Salinas di Palermo