Kî ne Şedên Yehowa?
Em ji cûre-cûre welata û mileta nin, lê em bûne yek seva nêtekê û şixuleke ferz. Her kes ji me dixwaze hurmet-qîmet ke Yehowa Xwedê, yê ku Efirandarê hemû tiştî ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê. Em usa jî bi hemû qewata xwe dixwazin çev bidine Îsa Mesîh û seva me qedirekî mezin e, ku em têne navkirinê Mesîhî. Her kes ji me wede divîne, wekî her gav alî meriya bikin Kitêba Pîroz hîn bin û pêbihesin derheqa Padşatiya Xwedê. Em şedetiyê didin, dêmek xeber didin derheqa Yehowa Xwedê û qirara wî, lema jî em hatin navkirinê Şedên Yehowa.
Binihêre malpera me û hê zêde pêbihese derheqa me û hebandina me.