Derbazî serecemê

Kengê Normên Nav Namûsiyê Destpêbû Xirab Bin?

Kengê Normên Nav Namûsiyê Destpêbû Xirab Bin?

Kengê Normên Nav Namûsiyê Destpêbû Xirab Bin?

TEXMÎNA we normên nav-namûsiyê çi çax destpêbû xirab bin? Wedê weda yan wedê kal-bavên weda? Şerê Hemdinyayêye Yekê, ku sala 1914-da destpêbû, ev hebû destpêka xirabbûna normên nav-namûsiyê. Profêsor Robêrt Wol kitêba xweda usa nivîsiye: “Merivên ku ev şer dîtine bawer in, wekî sala 1914, meha Tebaxêda dinyak çû û dinyake din hat” (“The Generation of 1914”).

Terîxzan Norman Kantor dibêje: “Normên nav-namûsiyê ku usa jî nimiz bûn, lapte erdê xistin. Hergê polîtîk û seresker ser bi mîlyona bineliyên xwe dinihêrîn ça ser heywanên bona serjêkirinê, îda kîjan normên rêlîgiyayê û nav-namûsiyê dikaribûn meriva bidine sekinandinê ji wê yekê ku hindava hevda mîna terewila nîbin? . . . Ev xûnrêtin ku wedê Şerê Hemdinyayêye Yekê [1914-1918] qewimî, qîmeta emirê meriva lapte unda kir”.

Terîxzanekî Înglîz Gerbêrt Ûêls, kitêbeke xweda dide kifşê, wekî paşî wê yekê ça têoriya êvolûsiyayê hate qebûlkirinê, “xirabbûna normên nav-namûsiyê destpêbû” (“The Outline of History”). Lê gelo çima ev yek qewimî? Êvolûsiyonîsta digotin, wekî meriv heywan in, lê cûrê lapî bilind. Ûêls, kîjan ku xwexa êvolûsiyonîst bû, sala 1920-da nivîsî: “Wana qebûl kir, wekî meriv jî mîna kûçikên nêçîrvanêye Hindistanê heywan in, ku bi kom dijîn . . . , wana tirê wekî peraniya merivada jî kûçikên mezin gerekê usa bikin, ku yên din wana bitirsin û tesmîlî wan bin”.

Çawa ku Norman Kantor da kifşê, Şerê Hemdinyayêye Yekê normên merivaye nav-namûsiyê bi temamî xirab kir. Ew dibêje: “Nihêrandina kal-bavên me derheqa polîtîkayê, kincxwekirinê û nav-namûsiyê, kete bin şikê”. Dêra bi durûtî hînkirinên Îsa dane alîkî û têoriya êvolûsiyayê qebûl kirin, seva ku meriva berbi şer hêlan kin. Û ji bo wê yekê normên nav-namûsiyê herimîn. Gênêralê Brîgada Brîtanyayê, Frênk Krojêr, nivîsiye: “Dêrên Mesîhîtî gelek baş zanin ça nav merivada xwestina xûnrêtinê pêşda bînin, û gava lazim bû me ewana didane xebatê”.

Normên Nav-Namûsiyê Bêqîmet Bûne

Deh sal paşî Şerê Hemdinyayêye Yekê meriva normên nav-namûsiyê û qîmetên berê avîtine alîkî û îzin dane xwe ku her tiştî bikin. Terîxzan Frêdêrîk Lûîs Allên, nivîsiye: “Em aza dikarin bêjin, wekî deh salên paşî şer eyan bûn ça Salên Bêmerîfetiyê. . . . Tevî qeydên kevin qîmetên berê jî betavebûn, kîjan ku nêt didane jîyînê, û îda hêsa nîbû qîmetên teze destxin”.

Salên 1930-da ji bo krîzîsê gelek meriv kesîb bûn, lema jî Dêprêsiya Mezin destpêbû, ji bo çi jî meriv xwegirtî bûn. Lê xilaziya wan sala însanet kete nava şerekî mezin, kîjanî ku her tişt diha xirab kir, dêmek Şerê Hemdinyayêye Duda. Welata destpêkirin çekên mezin çêkin, evê yekê meriv ji Dêprêsiya Mezin derxistin, dêmek ji krîzîsê, lê kire nava tirsê û kul-derda. Xilaziya şer bi seda şeher wêrankirî bûn. Japonyayêda pê du bomba du şeher bel-belayî bûn. Bombekê têra şeherekî kir ku wêran ke! Bi mîlyona meriv jî girtîgehada hatine çerçirandinê û mirin. Wî şerîda bi temamî weke 50 mîlyon meriv mirin, nav wanda ça mêr usa jî jin û zar bûn.

Wedê Şerê Hemdinyayêye Duda, derecên çetin û xofda meriva derheqa normên nav-namûsiyê, merîfetiyê û qedir bîr kirin û normên namûsiyêye şexsî pêşda anîn. Kitêbekêda usa dihate gotinê: “Nav-namûsî wedê şer tê bêjî hate bîrkirinê û bênamûsî ji deşta şer ça talan hate malên meriva. . . . Ji bo şer derecên xof û nerihetî pêşda hatin, çi jî bû menî ku qîmetê nav-namûsiyê ket û qîmetê emir jî unda bû” (“Love, Sex and War​—Changing Values, 1939-1945”).

Ji bo wê yekê ku tirsa mirinê timê ser meriva bû, wana rihetiya êmosiyalî digeriyan hema ser wedekî kin jî. Kulfeteke ji Brîtanyayê, seva ku bênamûsiyê rast hesab ke, usa got: “Bi rastî em merivne bênamûs nîbûn, şer diçû lema jî usa bû”. Eskerekî Amêrîkayê usa got: “Gelek dikarin bêjin, wekî em bênamûs bûn, lê ne em cahil bûn û her deqekê em dikaribûn bimirana”.

Merivên ku şer dîtine tu car bîr nakin tirs û çetinayên ji bo şer, dilê wanda birîna kûr dimîne. Heta roja îro jî hela hê ewên ku wedê şer zar bûne, diçerçirin ji bo wan bîranîna û ditirsin wekî ew yek wê dîsa biqewime. Gelek ji wana bawerî û qîmetên xweye namûsiyê unda kirine. Bona meriva îda tu kes usa xweyîqedir nîbû, wekî qanûna wanra dayne û qîmetên nav-namûsiyê wanra kifş ke. Îda normên qenciyê û xirabiyê derecava hatibûn girêdanê.

Normên Rabûn-Rûniştinêye Teze

Paşî Şerê Hemdinyayêye Duda meriva destpêkirin derheqa sêksê edebyeta neşir kin û bela kin. Ji wan edebyeta yek Hesabê Kînsî bû, kîjan ku salên 1940-da Dewletên Yekbûyîda hate neşirkirinê û zêdetirî 800 rûpêla bû. Paşî vê edebyetê meriva destpêkirin bi azayî derheqa sêksê xeber din, çi ku berê şerm bû. Rast e wede şûnda eyan bû, wekî hesabên derheqa homosêksûala û merivên ku heleqetiya sêksûaliye netebiyetî qebûl dikin, vê edebyetêda zêdekirî bûn, lê têda hatibû kifşkirinê wekî paşî şer normên nav-namûsiyê diha xirab bûne.

Hine wede meriva xwe usa didane kifşê, yan çi ewana xwe li normên nav-namûsiyê digirin. Mesele, kontrol dikirin, wekî bernamên têlêvîziyonêda, radîoyêda û sînemada tiştên bênamûsî nîşan nekin. Lê evê yekê dirêj nekişand. Mînîstrê Hînbûnêye berê yê Dewletên Yekbûyî usa got: “Nêzîkî salên 1960 kûltûra merivên Amêrîkayê nişkêva destpêbû bikeve”. Ev yek hukum bû ser gelek welatên din jî. Gelo çima salên 1960-da normên nav-namûsiyê usa zû destpêkirin nimiz bin?

Vê desaliyêda jina bona mafên xwe şer dikirin û rêvolûsiya sêksûalî jî ku wan çaxa qewimî, normên nav-namûsiyêye teze pêşda anîn. Usa jî dermanên usa hatine çêkirinê, wekî jin hemle derneyên. Wî çaxî gava tirsa hemlebûnê ser meriva îda tune bû “hizkirina aza” û “heleqetiya sêksûaliye bêy borcdarî” diha bela bû.

Wî wedeyî îda sînemada û bernamên têlêvîziyonêda jî normên nav-namûsiyê dihatine teribandinê. Wede şûnda serokê Bêxofiya Miletiyêye Dewletên Yekbûyî, Zbîgnêv Birzêjînskyî, derheqa qîmetê normên nav-namûsiyê, ku bernamên têlêvîziyonêda nîşan dikirin, usa got: “Ewana pêkanîna xwestinên xwe didin ciyê pêşin, zorbetî û bêremtiyê jî didine kifşê ça tiştekî normal, û meriva berbi bênamûsiyê hêlan dikin”.

Nêzîkî sala 1970 îda malên gelekada vîdêomagnîtofon hebûn. Meriva îda dikaribûn malên xweda dizîva tiştên bênamûsî binihêriyana, çi ku wê ber çevê hemûşka kînotêatrada nenihêriyana. Lê hine wede şûnda, çaxê întêrnêt bela bû, her qulçekî dinyayêda meriva dikaribûn pê komputerê pornografiya lape mirdar bidîtana.

Evê yekê axirîke xirab anî. Nobedarekî kela Dewletên Yekbûyî usa dibêje: “Deh sal pêşda çaxê zar danîne wira, min dikaribû tevî wan derheqa qencî û xirabiyê xeber da, lê niha zar ne jî fem dikin ez derheqa çi xeber didim”.

Kîderê Dikarin Rêberiyê Bivînin?

Em nikarin ji dêrên vê dinyayê rêberiya derheqa nav-namûsiyê bistînin. Xizmetkarên dêrê dewsa ku mîna Îsa û şagirtên wî prînsîpên nav-namûsiyê pêşda bivin, bûne pareke vê dinya bênamûs. Nivîskarekî pirseke usa daye: “Wedê şer kîjan alî nabêje ku Xwedê aliyê wan e?” Çend sal pêşda keşîşekî ji Niyû Yorkê derheqa pêkanîna normên Xwedê usa got: “Dêr wî alîda teşkîleteke tek e dinyayêda, ku dewakirinên wê bînî sêrî diha hêsa ye, ne ku bikevî otobûsê”.

Tê kifşê, wekî guhastinên mezin lazim e bêne kirinê seva ku teribandina normên nav-namûsiyê bidine sekinandinê. Lê çi gerekê biguhêzin? Kî dikare wan guhastina bike û ça?

[Nivîsar]

“Ev xûnrêtin ku wedê Şerê Hemdinyayêye Yekê [1914-1918] qewimî, qîmeta emirê meriva lapte unda kir”

[Çargoşe]

NAV-NAMÛSÎ HIMBERÎ QÎMETÊN ŞEXSÎ

Berê merivara zelal femdarî bû ku çi tê hesabê nav-namûs bin. Dêmek meriv gerekê dilovan, helal, terbet û temiz be. Lê niha “qîmetên şexsî” ketine dewsa “nav-namûsiyê”. Çawa terîxzan Gêrtrûda Hîmêlfarb dide kifşê, eva problêmeke mezin e. Ewê kitêbeke xweda usa nivîsiye: “Em dikarin bêjin çi dikeve nava nav-namûsiyê, lê em nikarin bêjin çi dikeve nava qîmetên şexsî . . . çimkî îzina her kesî heye xwexa safî ke çi bona wî qîmet e” (“The De-Moralization of Society”).

Gêrtrûda kifş dike, wekî qîmetên şexsî ew in, “çi ku merivek yan koma meriva filan wedeyîda ji bo menîkî hesab dike ça tiştekî ferz, mesele nihêrandin, bawerî, hest, eyd, qeyd, xeyset û xwestekên bedenê”. Însaneta roja îroyîn difikire, wekî îzina her kesî heye ku xwexa qîmetên şexsî bijbêre çawa ku dikanêda pincarê dijbêre. Hergê ev yek rast e, gelo îda xwegirtin û nav-namûsiya rast unda bû?

[Şikil]

Wedederbazkirinên bi cûrê bênamûsî diha bela dibin