Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

JI RÛPÊLÊN TERÎXIYÊ

Alhazên

Alhazên

Diqewime we nebihîstiye derheqa Ebû Elî al-Hasan îben al-Heysam. Li Roavayê ew eyan e ça Alhazên, navê Latînî çi ku tê hildanê ji navê wîyî Erebî al-Hesen. Çi jî hebe, tiştên ku ew jîyîna xweda dikir, îro mera karê tîne. Ser wî dibêjin “kesî lapî girîng û hukumdar nava temamiya terîxiya zandariyê”.

Alhazên, sala 965 D.M., li bajarê Besrê hatiye dinyayê. Niha ev bajar li Îraqê ye. Ew mijûl bû stêrnasiyêva, kîmyayêva, matematîkêva, bijîşkiyêva, mûzîkêva, optîkêva, fîzîkêva û helbestva. Îro cem me hene tiştên usa, ji bo çi jî em dikarin Alhazênra spasdar bin.

BENDAV SER ÇEMÊ NÎLÊ

Serhatî derheqa Alhazên gelek bela bibû. Ewî xwest ser ava çema Nîlê bendav çêke, ku ava Nîlê bin kontrolê be. Û ev yek weke 1 000 sal pêşiya wê yekê bû, ça di sala 1902-da bendava Eswanê hatibû avakirinê.

Çawa terîxî dibêje, Alhazên hazir kir plana çêkirina bendavê ser çemê Nîl, seva ku ji zihayê û sêlavê, Misir xilaz be. Çaxê serwêrê Qahîrê bi navê Abû al-Manşûr al-Hekîm bi-Amrîh Alleh, sernavê kîjanî ku Xalîf bû, bihîst derheqa plana Alhazên, ewî ew teglîf kir li Misirê seva ku Alhazên bendav çêke. Lê çaxê Alhazên bi çevên xwe ev çem dît, ewî fem kir ku ji qewata wî der e ev bendav çêke. Alhazên tirsiya ku padşa ew ceza bike, lema jî ew xwe dewsa dîna danî. Ev yek heta mirina Xalîfê kişand, dêmek 11 sal şûnda di sala 1021-da. Wê halê xweda, gelek wedê Alhazên hebû ku derheqa nêtên xwe bifikire.

“KITÊBA OPTÎKAYÊ”

Çaxê Alhazên hate azakirinê, ewî nivîsî “Kitêba Optîkayê” ya ku ji heft para bû û ev hate hesabkirinê, ça “kitêbeke lap girîng di terîxiya fîzîkayêda”. Di vê kitêbêda ew şêwir dike derheqa êkspêrêmêntên xwe bona şewqê. Mesele ku çawa şewq paravedibe ser cûre-cûre renga, ji neynikê dibiriqe û yên din. Ew usa jî lêkolîn dikir têgihîştina çev, anatomya û sazkirina çev.

Di qirna 13-da, kitêba wî ji Erebî li ser Latînî hatibû welgerandinê, û qirna şûnda, zandarên Ewrûpayê ji kitêba wî hine tişt digotin. Çimkî ev kitêbeke navdar bû. Nivîsandina Alhazên derheqa şûşê, hîmeke ferz danî bona hosteyên Ewrûpayê ku berçevk çêkin. Çaxê Alhazên du şûşe ber hev danîn, ev jî bû hîmê çêkirina hûrbîn û dûrbînê.

KAMÊRAYA KEVIN

Alhazên têderxist prînsîpên ku paşî bûne hîmê kişandina şikla. Ewî çêkir kamêraya obskûrayê. Ev bû “otaxa terî”, kîderê ku qulikek hebû û ji vê qulikê şewq dikete hundir û paşopê li ser dîwêra otaxê, nîşan dikir şikila ku li derva bû.

Alhazên saz kir kamêraya kevin

Di sala 1800-da, di vê kamêrayêda hine hacet zêde kirin, bi saya çi jî ev dikaribû şikilên baş çêkira. Axir çi derket? Kamêra. Hemû kamêrayên modêrn û xwexa jî çev dixebitin bi prînsîpên çawa ku di kamêraya obskûrayêda hebû. *

MÊTODA ZANDARIYÊ

Alhazên usa jî lêkolîna tebyetê dikir. Lêkolîna wî gelek ecêbmayî bû bona wan çaxa. Ew bû yek ji wan lêkolînkara, yê ku dîsa dicêriband hine têoriya û neditirsiya dayne bin şikê tiştên qebûlkirî, hergê îzbatiya vê yekê tune bû.

Lêkolîna zandariya modêrn em dikarin bi giliyên usa temam kin “Baweriya xwe îzbat ke!” Hine meriv hesab dikin, ku Alhazên heye “bavê mêtoda zandariyêye modêrn”. Lema jî em dikarin bêjin, wekî îro gelek tişt hene, seva çi jî em dikarin ji wî spasdar bin.

^ abz. 13 Hevgirêdana orta vê kamêraya kevin û çev, pêşiyê li roavayê nefemdarî bû, heta ku Yohenes Kêplêr ev di qirna 17-da şirowekir.