Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Navê Xwedêyî şexsî nivîsar e bi herfên Îbraniye kevin û ew gelek car di manûskrîptên Kitêba Pîroze kevinda tê dîtinê

LI GOR KITÊBA PÎROZ

Navê Xwedê

Navê Xwedê

Bi mîlyona meriv dewsa navê Xwedê cûre-cûre sernav didine xebatê. Mesele sernavên usa ça Xudan, Yê Herî Zor, Allah, yan Xwedê. Lê bi rastî navê Xwedêyî şexsî heye. Gelo lê eseyî ye navê wî bidine xebatê?

Navê Xwedê çi ye?

HINE MERIV ÇI DIBÊJIN

 

Gelek Mesîhî bawer dikin ku navê Xwedê Îsa ye. Yên din jî dibêjin ku rast e Xwedayê Himzor yek e, lê ne hewce ye navê wî bidine xebatê. Hene yên usa jî, ku dibêjin wekî nebaş e navê Xwedê bidine xebatê.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

 

Navê Xwedayê Himzor Îsa nîne, çimkî Îsa Xwedayê Himzor nîne. Bi rastî Îsa peyçûyên xwe hîn dikir Xwedêra usa dua bikin: “Bavo, Navê te pîroz be” (Lûqa 11:2). Îsa xwexa jî usa Xwedêra dua dikir: “Bavo, navê xwe bilind ke (Yûhenna 12:28).

Di Kitêba Pîrozda Xwedê dibêje: “Ez Xudan im [Yehowa, DT], navê min ew e û ezê rûmeta xwe nedim yekî din û pesinê xwe nedim pûtên qewartî” (Îşaya 42:8). Navê “Yehowa” tê hildanê ji çar herfên Îbraniye YHWH, ku tê hesabê navê Xwedê. Ev nav di Nivîsarên Îbranîda, yê ku usa jî ça Peymana Kevin eyan e, weke 7 000 car tê dîtinê. * Ev diha zêde tê dîtinê, ne ku hemû sernavên din ça “Xwedê”, “Himzor”, yan “Xudan”. Ev ji navên usa jî, ça Birahîm, Mûsa û Dawid, daha gelek car tê dîtinê.

Tu ciya di Kitêba Pîrozda Yehowa qedexe nake ku navê wî bi qedir bidine xebatê. Lê dewsê Nivîsarên Pîroz eyan dikin, wekî xizmetkarên Xwedê bi serbestiyê ev nav didane xebatê. Ev nav usa jî xuya dibû hine navada yên ku dê-bav zarên xwera didan. Mesele navê Êlyas, çi ku tê hesabê “Xwedayê min Yehowa ye”, û Zekerya çi ku tê hesabê “Yehowa Kire Bîra Xwe”. Dêmek ewana bi azayî ev nav xeberdana her rojîda jî didane xebatê (Rût 2:4).

Xwedê dixwaze ku em navê wî bidine xebatê. Mera hatiye gotinê “Ji Yehowa razî bin, navê Wî hildin” (Zebûr 105:1, DT). Hela hê merivên ku ser “navê wî difikirin” ber çevê Xwedê qebûl in (Malaxî 3:16).

“Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî” (Zebûr 83:18, DT).

Çi tê hesabê navê Xwedê?

Hine zandar dibêjin, wekî bi Îbranî navê Yehowa, tê hesabê “Ew Pêk Tîne”. Ev yek eyan dike ku Xwedê dikare him xwe û him jî efrînên xwe bike ew çi ku ew dixwaze, seva ku qirara xwe bîne sêrî. Tenê Efirandarê himzor hêjayî vî navî ye.

EV ÇI TÊ HESABÊ BONA TE?

 

Zanebûna navê Xwedê wê nihêrandina te derheqa wî biguhêze. Tê bivînî ku çiqas hêsa ye nêzîkî wî bî. Hemikî tê çawa bikaribî nêzîkî kesekî bî hergê navê wî nizanî? Ev ku Xwedê navê xwe mera eyan kiriye, dide kifşê, wekî ew dixwaze ku tu nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8).

Tu dikarî bawer bî, ku Yehowa wê timê li gora navê xwe bike, çimkî ew heye Xwedayê ku timê sozên xwe pêk tîne. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje “kesên ku Navê te nas dikin, li te ewle ne” (Zebûr 9:10). Çaxê tu pêbihesî ku navê Yehowa xeysetên wîva girêdayî ye, mesele hizkirin, dilremî, merdanî û heqî, hingê îtbariya te hindava wîda wê hê mezin be (Derketin 34:5-7). Bi rastî jî ça dilrihet dike zanebûna wê yekê, ku Yehowa wê timê xweyê sozê xwe be, û ewê tu car miqabilî xeysetên xwe wê tiştek neke.

Qedirekî pir mezin e navê Xwedêyî Himzor bizanibin. Ev yek dikare mecalê tera bide ku çawa niha usa jî li axiriyê, keremên herheyî bistînî. Xwedê soz dide: “Ezê piştovanê wî bim, çimkî navê Min nas dike” (Zebûr 91:14).

“Her kî bangî navê Xudan bike wê xelas bibe” (Yowêl 2:32).

Navê Xwedê ser cûre-cûre zimana

^ abz. 9 Gelek welgerên Kitêba Pîroz di welgerandinên xweda, navê Xwedê berdan û dewsê bi herfên mezin nivîsîne “XUDAN”. Lê welgerên din navê Xwedê hine rêz û elametiyên bijartîda tenê nivîsîn. Lê Kitêba Pîroze “Welgerandina Dinya Teze”, gelek car nava têksta vê kitêbêda ev nav tê xebitandinê.