Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şîretkirin usa rêberiya zara dike, mîna rêberê ku alîkariyê dide qeyîkê, wekî ew ji riya xwe dernekeve

Bona Dê-bava

6: Şîretkirin

6: Şîretkirin

EW ÇI TÊ HESABÊ

Xebera şîretkirin dikare bê hesabê rêberiyê bidin yan hîn kin. Carna dikeve nava wê yekê ew, ku rabûn-rûniştina nerast ya zara, rast kin. Gelek car ew usa jî dikare bê hesabê ku aliyê nav-namûsiyêda zarê hîn kin, çi ku alî wî dike safîkirinên rast bike.

ÇIMA FERZ E

Çend dehe salên paşwextiyêda, gelek meriv xwe ji şîretkirina zara dûr digirin, çimkî difikirîn ku şîretkirin û rastkirina zara dikare ser wana xirab hukum ke û ewana xweda îtbar nîbin. Çi jî hebe dê-bavên serwaxt, qeydên bîlanî bona zarên xwe kifş dikin û wana hîn dikin, wekî wan qeyda pêk bînin.

Pamêla dibêje: “Zarara gerekê bêjin ku wanara çi îzin e bikin û çi na, seva ku alî wan bikin ewana bibine merivne bîlan. Zar bê şîretkirin, wek qeyîka bê rêberî ye, kîjan ku axiriyê riya xwe unda dike û nuqî avê dibe”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Payê zara bide. Hergê zara te qeydên te pişt guhê xweva davêje, wîra şiroveke ça ew yek dikare ser wî xirab hukum ke. Xêncî wê yekê hazir be timê payê zara xwe bidî, çaxê ew guh dide te.

Krîstîna dibêje: “Ez timê payê zarên xwe didim bona guhdayîna wan, çimkî wê dinyayêda guhdayîn kêm dibe. Çaxê payê zara didî, hingê ewana hêsa şîretkirinê qebûl dikin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7).

Serwaxt be. Çaxê zara şîret dikî hilde hesab emirê wî, feresetên wî û ewê yekê, ku ew hela çi cûreyî şaşî berdaye. Mesele hergê zar gura qeydê te nake têlêfonêva girêdayî, wê baş be têlêfonê ser wedekî ji wî bistînî, yan tiştekîda wî sînor kî. Heyneser seva tiştên biçûk dilteng nebe.

Wêndil dibêje: “Ez timê dixebitim ku têderxim hela zara min eyînatara gura min nekir yan usa hate standin. Çaxê meriv gelek car şaşîkê berdide, ev yek kêmasiya wî dide kifşê, çi ku gerekê bê rastkirinê”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hêrsa zarêd xwe ranekin, wekî ew ber xwe nekevin” (Kolosî 3:21).

Hizkirina xwe eyan ke. Çaxê zar fem dikin ku dê-bav ji bo hizkirinê wana hîn dikin, hingê ewana diha bi hazirbûn guh didin û şîreta dê-bavên xwe pêk tînin.

Danîyêl dibêje: “Çaxê kurê me şaşiya berdide hingê em wî didine bawerkirinê ku em firnaq dibin hemû safîkirinên wîyî başra, çi ku ewî pêşda kiribû. Em wîra şirovedikin ku ew şaşî, wê navê wî xirab neke, hergê ew şîret û alîkariya me qebûl ke”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e” (1 Korintî 13:4).