Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Guh bidine dê-bavê xwe, ew mîna wê yekê ye ça deynê bankê bidî. Çiqas tu merivekî bi îtbar bî, haqas wê baweriya xwe te bînin

Bona Cahila

10: Merivekî Îtbar

10: Merivekî Îtbar

EW ÇI TÊ HESABÊ

Dê-bav, heval û mezinê xebatê hêsa îtbariya xwe merivên îtbar tînin. Ew meriv li gora qeyda dikin, xweyê sozê xwe ne û timê rastiyê xeber didin.

ÇIMA FERZ E

Bi rastî her derecada bende dikare haqas azayê bistîne, çiqas ku ewî îzbat kiriye wekî dikarin îtbariya xwe wî bînin.

Sarahî dibêje: “Seva ku dê-bavê te îtbariya xwe te bînin, tu gerekê bidî kifşê, wekî tu yekî serwaxt î û cêribandî yî. Ewê yekê tu gerekê ne ku hingê bidî kifşê gava tu tevî wan î, lê usa jî çaxê tu tenê yî”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne?” (2 Korintî 13:5).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Hergê tu dixwazî ku meriv hê zêde îtbariya xwe te bînin, yan jî tu dixwazî îtbariya undakirî dîsa qazanç kî, şîretên ku jêrê têne dayînê, dikarin alî te bikin.

Yekî rast be. Meriv derbêra dikarin îtbariya xwe hindava teda unda kin, çaxê bivînin ku tu derewa dikî. Aliyê dinva jî, çaxê tu merivekî rast û dilvekirî yî, îlakî hindava şaşiyên xwe, hingê meriv destpêdikin îtbariya xwe te bînin.

Kaîman dibêje: “Çaxê hemû tişt baş e, hingê hêsa ye merivekî heq bî. Lê gava tu derecên giranda kêmasiyên xwe venaşêrî, meriv hê zêde îtbariya xwe te tînin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

Merivekî îtbar be. Li gora hesaba, 78 selef merivên cêribandî di Dewletên Yekbûyîda gotine, ku “çaxê kesekî hildidin li kampaniyekêda bixebite, hingê mezinê xebatê nav merivîda dixwazin bivînin, hela ew çiqas merivekî îtbar e”. Hergê tu niha hîn dibî ku merivekî îtbar bî, axiriyêda jî gava mezin bî, ev yek wê tera kêrhatî be.

Sara dibêje: “Çaxê dê-bavê min divînin ku ez yeke cabdar im, û hemû şixulî bi cabadiriyê dikim, hingê ewana îda sed carî minra tişta navekilînin. Çiqas hê zef ez usa xwe kifş dikim, haqas hê zêde ewana îtbariya xwe min tînin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Min ev yek tera nivîsî, çimkî ez zanim tê ji gotina min zêdetir bikî” (Filîmon 21).

Sebir ke. Hemikî wede û sebir lazim e, ku merivên din bivînin wekî tu çiqas mezin bûyî, bilind bûyî û aliyê fîzîkîda qewî bûyî. Anegorî wê yekê vira jî sebir lazim e, wekî meriv bivînin ku tu bûyî yekî cêribandî û serwaxt.

Brandon dibêje: “Seva ku dê-bav û merivên din îtbariya xwe te bînin, bona wê yekê lazim e wede û qewat. Hergê tu tenê carekê didî kifşê ku yekî cabdar î, û paşî wê yekê tu tiştî nakî, tê nikaribî hîviyê bî, ku dê-bavê te îtbariya xwe te bînin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Sebirê li xwe wergirin” (Kolosî 3:12).