Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

Ça Mirina Meriva, Hukum Dike Ser Sihet-Qewata Meriyên Wan

Ça Mirina Meriva, Hukum Dike Ser Sihet-Qewata Meriyên Wan

Rast e hine zandar dibêjin wekî hemû şîn mîna hev têne derbazkirinê, lê bi rastî dilşewatiya meriva ne mîna hev in. Ev ku dilşewatiya wan ji hev cude dibe, gelo tê hesabê ku hine meriv hindik berxwe dikevin ji bo mirina merivên xwe, yan jî ewana hestên xwe nav xweda ditemirînin? Hemikî na. Bi rastî çaxê meriv dilşewatî û hestên xwe venaşêre, ev yek bona sihet-qewatê hê baş e. Gelek car şînkirin girêdayî ye tevî kûltûra meriva, xeysetê wan, qewimandinên emirê wan, û vê yekêva, ku çi cûreyî merivê xwe unda kiriye.

EV DERD WÊ ÇIQAS GIRAN BE?

Merivê ku şînê dike, diqewime nizane ku ji bo mirina merivê wî, çi dikare biqewime. Çi jî hebe, wan derecada êmosiya, çetinayî pêşda tên û ev yek tebyetî ye. Ka em hê kûr şêwir kin:

Çaxê êmosiya, me zeft dikin. Carna meriv destpêdike bigirî, çimkî gelek hizreta merivê xweye mirî ye, û êmosiyên wî timê têne guhastin. Êmosiya wî çaxî pêşda tên, gava tiştek merivê wîyî mirî tîne bîra wî, yan jî gava yê mirî xewnêda divîne. Pêşiyê rêaksiya meriya usa ne, wekî ew gelek dilteng dibe û nikare bawer ke, ku merivê wî îda tev wî nîne. Tîna ya ku mêrê xwe unda kiriye dibêje: “Pêşiyê ez ser hişê xwe nîbûm û nikaribûm bigirîm. Êmosiya û hestên min usa ez zeft kiribûm, wekî carna minra çetin bû bîna xwe bikişînim. Nedikete hişê min, wekî ev yek hatiye serê min”.

Wedê xemgîniyê, hêrsê, û xweneheqkirinê pêşda tê. Mecît dibêje: “Paşî mirina kurê min Nadir, yê ku 24 salî bû, ez û jina min Asê gelek hêrsketî bûn! Em ji bo vê yekê ecêbmayî bûn, çimkî em tu car merivne hêrs nîbûn. Me xwe neheq dikir, çimkî em difikirîn ku diqewime me êpêce tişt nekir, wekî ça lazim e alî kurê xwe bikin”. Elî, jina kîjanî ku ji bo nexweşiya giran mir, dibêje: “Pêşiyê min tirê, ku hergê Xwedê dihêle wekî ez haqas biçerçirim, dêmek ez merivekî baş nînim. Paşê min destpêkir Xwedê neheq kim wê yekêda çi ku qewimî”. Memo derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Car-cara ez hela hê jî ser jina xwe Eyşê hêrs diketim, ku ew mir û ez tenê hîştim. Paşê ez ser xwe jî hêrs diketim, ku ez usa difikirîm, çimkî bi rastî ev gunê wê nîbû, ku hemû tişt usa qewimî”.

Çaxê fikirên nelogîkî pêşda tên. Wedê usa jî heye, gava fikirên mêriv têne guhastinê û dibine nelogîkî. Mesele, ewê ku şînê dike dikare wîva usa bê kifşê, ku ew yançi miriyê xwe divîne, dengê wî dibihê, yan jî usa texmîn dike, ku miriyê wî kêleka wî ye. Vî merivîra usa jî çetin e hişê xwe topî ser hev ke û tişta bîra xweda xwey ke. Tîna dibêje: “Carna wedê xeberdanê, min texmîn dikir, wekî hişê min diçe cîkî din! Ji bo derecên mirina kurê miva girêdayî, ez timê lez diketim. Û mira çetin bû bi temamî dîna xwe bidime ser tiştekî, çimkî ez strêsêda bûm”.

Çaxê dixwazî xwe başqe kî. Merivê ku şînê dike, carna tevhevbûyî ye û ji merivên der-dorê xwe ecêz dibe. Memo dibêje: “Çaxê ez tevî cotên zewicî bûm, min tirê ez nav wanda zêde me û tevî merivên nezewicî jî min xwe nerihet texmîn dikir”. Jina Mecît, Asê tîne bîra xwe: “Ez eciz dibûm çaxê nav merivada bûm, yên ku gaznê xwe dikirin ji bo problêmên xwe, kîjan ku himberî problêmên me, ne tu tişt bûn! Carna em nav wan merivada bûn, kîjana bona kirên zarê xweye baş xeber didan. Hemikî ez bona wan şa dibûm, lê minra gelek çetin bû evê yekê bibihêm. Min mêrê xweva fem kir, wekî emir berdewam dibe, lê xwestin û sebira me tune bû, wekî ber problêma xwe teyax kin”.

Problêmên sihet-qewatêva girêdayî. Merivê ku şînê dike, medê xwe unda dike, jar dibe û xewa wî diteqise. Aram tîne bîra xwe sala pey mirina bavê xwera: “Xeva min hevketibû. Her şev, wedekîda ez hişyar dibûm û derheqa bavê xwe difikirîm”.

Elî tîne bîra xwe derheqa problêmên sihet-qewata wîva girêdayî. Ew dibêje: “Çend cara doxdir teseliya min dikir û ez didame bawerkirinê, wekî ez saxlem im. Min fem kir, wekî min şîn dikir, lema nîşanên nexweşiyê cem min pêşda hatin”. Wede şûnda ev nîşan unda bûn. Lê çî jî hebe, Elî aqilayî kir, ku çû cem doxdir. Gava meriv şîna kesekî dike, ji bo vê yekê îmûnîtêta wî sist dibe, sihet-qewata wî diha xirab dibe û nexweşiyên din pêşda tên.

Çetinayên ku pêşda tên. Bedir dibêje: “Çaxê Nadir mir, me gerekê derheqa wê yekê elam kira ne tenê heval û pizmamara, lê usa jî mezinê xebata wî û merivên dinra. Him jî lazim bû çend dokûmêntên qanûnî tije kin. Paşê me gerekê bona tiştên Nadir xem kira. Rast e wî çaxî aliyê fîzîkîda, êmosiyalîda em qudûm ketibûn, lê dîsa jî me gerekê rind dîna xwe bida wan hemû tişta”.

Wede şûnda hine çetinayên mezin pêşda tên, mesele lazim e wan hemû şixula bînin sêrî, çi ku pêşda yê mirî dikir. Mesela Tînayê evê yekê rind dide kifşê. Ew dibêje: “Temo timê xem dikir bona şixulên meyî bankêva girêdayî û şixulên bîznêsê. Niha ev yek îda bûne cabdariyên min, ji bo çi jî strêsa min daha zêde bûye. Gelo ezê bikaribim ewan hemû tişta bînim sêrî?”

Ew çetinayên ku jorê hatine gotinê eyan dikin, wekî bi rastî gelek çetin e çaxê merivê meyî nêzîk dimire. Rast e mirina merivê nêzîk dikare êşeke giran merivara bîne, lê çaxê evê yekê pêşda zanî, dikare alî te bike teyax kî. Bîr neke, wekî ne her kes ser xwe vê yekê texmîn dike, çi ku jorê hatibû gotinê. Hela hê ew meriv jî kîjanîra ku gelek çetin e, dikare dilrihetiyê bistîne, çaxê zane ku ew êmosiyên wî normal in.

EZÊ BIKARIBIM DÎSA BEXTEWAR BIM?

Hîviya çi bim: Êşa dil ku şînêva girêdayî ye herheyî nakişîne, û hêdî-hêdî ev sivik dibe. Lê ev êş pêda ji dilê meriva dernayê, û meriv nikare miriyê xwe bîra bike. Him jî wede şûnda meriv tê ser hişê xwe û îda xwe neheq nake. Car-cara tiştên usa ça mesele roja dewata wan, yan roja mirinê û tiştên din, dikarin nişkêva miriyên wan bînin bîra wan. Lê wede şûnda aliyê êmosyalîda meriv destpêdike xwe bigire û dîsa vedigere jîyîna xweye her rojî. Meriv hingê dikare rind teyax ke û jîyîna xwe berdewam ke, gava neferên mala wî alî wî dikin.

Ewê çiqas wext bikişîne? Hinek meriv meha şinê dikin. Lê gelekara salek yan dudu lazim e, wekî dilê wan hinekî hêsa be. Hinekara jî daha zêde wext lazim e a. Elî dike bîra xwe: “Min weke sê sala şînê dikir”.

Zef tişt ji xwe dewa neke. Rojekê xwera bijbêre û ewê rojê usa derbaz ke ça berê, tê bêjî tiştek ne qewimîye û bizanibe ku êşa dilê te wê her-heyî nekişîne. Bi wê yekê tuyê bikaribî êşa dilê xwe hevekî sivik kî û ewê dirêj nekişîne.

Ew hestên ku cem te ji bo şînê pêşda tên, normal e

a Derdê dilê hine meriya usa kûr e û dirêj dikşîne, wekî ew îda derbaz nabe. Ew meriv hewcê alîkarya doxdir in.