Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇAWA JI STRÊSÊ DERÊN

Jîyîna bê Strês, Rêalî ye

Jîyîna bê Strês, Rêalî ye

Bîlaniya Kitêba Pîroz alî me dike, wekî ji bo tiştên biçûk nekevne strêsê. Hemikî xwexa em nikarin xwe ji wan hemû tişta xwey kin, çi ku strêsê pêşda tîne. Lê Efirandarê me dikare alî me bike. Ewî hela hê kesek jî kifş kiriye, wekî bê hewara me. Ev Îsa Mesîh e. Çaxê ew ser erdê bû, ewî gelek tiştên baş dikir bona meriya. Û zûtirekê ew wê ji wan tişta zêdetir bike bona halxweşiya me. Mesele:

ÎSA WÊ NEXWEŞIYA BIDE HILDANÊ.

“Cimetê her cûre merivêd nexweş anîne cem wî, . . . , û ewî ew hemû jî qenc kirin (METTA 4:24).

ÎSA WÊ CÎ-SITARÊ Û XWARINÊ BIDE HEMÛYA.

“Wê [bineliyên Mesîh] xaniyan ava bikin û rûnên û rezan daynin û mêwa wê bixwin. Wê ew ava bikin û wekî din kes rûnenê” (ÎŞAYA 65:21, 22).

SERWÊRTIYA ÎSA WÊ EDILAYÊ Û BÊXOFIYÊ BÎNE.

“Bira rojêd wîda rastî gul de û edilayî gelek be, heta ku hîv betavebe. Bira hukum ke ji berê heta berê û ji çemê Firatê heta serê dinê. . . . hemû dijminêd wî tozê balêsin” (ZEBÛR 72:7-9).

ÎSA WÊ NEHEQIYÊ BIDE HILDANÊ.

“Dilê wî, wê bona kesîb û belengaza bişewite Ewê nefsa wan ji bindestî û zordariyê aza ke” (ZEBÛR 72:13, 14, DT).

ÎSA WÊ KUL-DERDA Û MIRINÊ BIDE HILDANÊ.

“Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:4).