Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Hevaltiya Te?

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Hevaltiya Te?

Bi saya sms, êmayl, vîdêokonfêrênsiya û cûre-cûre mêsêncêra, meriv dikarin hêsa hevdura têklî bin, hela hê jî heger cûre-cûre qulçên dinyayêda dijîn. Derecên usada têxnolojî kareke mezin dide meriva.

Lê hine meriv ku bi saya têxnolojiyê hevdura hevaltiyê dikin, rastî problêmên usa tên . . .

  • bi temamî hestên hevalên xwe fem nakin.

  • tenêbûnê texmîn dikin.

  • diha zêde dikevine heyra xwe ne ku hevalên xwe.

TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ

DILŞEWATÎ

Heger em dilşewat bin, emê bona hevalên xwe wede bivînin û hestên wan hildin hesab. Lê heger em carekêra gelek nema distînin û leze-lez caba wan gişka didin, emê nikaribin dilşewatiyê bidine kifşê.

Tu hêdî-hêdî dikarî bikevî bin hukumê têxnolojiyê. Bona te dikare diha ferz be derbekêra caba smsên hemû hevalên xwe bidî, seva ku yaxa xwe wan xilaz kî. Û vê demê tu dikarî texmîn nekî ku hevalekî te hewcê alîkariya te bû.

BIFIKIRE: Çawa hûn dikarin “ser hev şewat bin”, çaxê pê hacetên elektronîk tevî hevalên xwe xeber didin? (1 PETRÛS 3:8)

TENÊBÛN

Li gora lêkolînkirinekê, gelek meriv paşî vê yekê ku şiklê kesên nav-deng dinihêrin, xwe tenê texmîn dikin û dikevine dêprêsiyayê. Lêkolînkar dibêjin, wekî kesên usa difikirin ku “ji emirê xwe qe lezet nedîtine”.

Usa jî çaxê meriv întêrnêtêda dîna xwe didine şiklên kesên din, ew dilteng dibin, çimkî xwe himberî wan dikin û difikirin ku rind najîn. Pê şikla dikare usa bê kifşê, wekî dinê dinya wan e û kêf kêfa wan e.

BIFIKIRE: Çaxê tu şiklên meriva dinihêrî, çi dikare alî te bike, wekî tu xwe himberî wan nekî? (GALATÎ 6:4)

XWEHIZÎ

Dersdarekî dîna xwe dayê, wekî gelek şagirtên wî tenê hevalên usa xwera dijbêrin, ji kîjana wê bikaribin karê bistînin. Bona hine meriva heval ça programeke têlê ye, heger kêrî wan bê, wê bihêlin, lê heger na, wê hêsa ji hevaltiya xwe ret kin.

BIFIKIRE: Gelo şiklên teye ku tu dikî întêrnêtê, nadine kifşê wekî tu merivara dikevî lecê û yekî gelek xwehiz î? (GALATÎ 5:26)

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

TÊDERXE HELA TU ÇAWA TÊXNOLJIYÊ DIDÎ XEBATÊ

Heger têxnolojî xulamê te ye ne ku serwêrê te, dêmek ewê alî te bike tevî hevalên xwe têklî bî û diha nêzîkî wan bî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hizkirin . . . ya xwe nagere”. (1 KORINTÎ 13:4, 5)

Ji van şîretên ku jêrê hatine dayînê, kîjan ku wê tera kêrhatî bin, xwera bijbêre û hineka jî xwexa binivîse.

  • Hê zêde şexsî tevî meriva xeber de, ne ku pê sms û êmayla

  • Çaxê tu tevî kesekî xeber didî, têlêfona xwe dayne cîkî usa, wekî te eciz neke

  • Ev wedê ku tu ser întêrnêtê xerc dikî, kêm ke

  • Bibe guhdarekî diha baş

  • Tevî van hevalên xwe têklî be, yên ku tengasiyada nin