DINYA HALEKÎ GIRANDA NE
3 | Heleqetiya Baş Xwey kin
ÇIMA EV YEK FERZ E
Halê dinyayê çiqas xirab dibe, haqas heleqetî orta merivada sar dibe.
-
Meriv xwe ji hevala dûr digirin.
-
Jin-mêr hevra neqayîl dibin.
-
Dê-bav usa dîna xwe nadine xemên zarên xwe, ça lazim e.
Tu Çi Gerekê Bizanibî
-
Hevaltî gelek ferz e bona sihet-qewata teye êmosiyalî û fîzîkî, îlahî wedê oxirmên giran.
-
Strêsa ji bo çetinayên dinyayê, dikare malbeta teda gelek problêma pêşda bîne.
-
Deng-besên xirab dikarin tirs û xofê bikine dilê zarên we.
Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
Kitêba Pîroz dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).
Bifikire, hela ji hevalên te kîjan dikare bê hewara te û şîretên kêrhatî bide te. Hema zanebûna wê yekê jî ku kesek bona te xem dike, dikare qewatê bide te, wekî nava çetinayada teyax kî.