Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Miqabilbûn di Ezmênda

Miqabilbûn di Ezmênda

Çaxê Şeytan bi mer tevî Hêwayê xeber da, hingê Hêwa tevî Şeytan bû yek, û miqabilî Xwedê derket

Hemû kesên ruhanî yên ku Yehowa efirandin, pêşiyê qenc bûn. Lê paşê yek ji van milyaketa xirab bû. Ev Şeytan Mîrê-cina ye. Şeytan dixwest, wekî meriv wîra qulix kin, ne ku Yehowara. Û ahan çi qewimî:

Di baxçê Adenêda gelek darên berdar hebûn. Yehowa Xwedê gote Adem û kulfeta wî Hêwayê, ku ewana serbest dikarin ji van hemû darên berdar bixwin. Lê xêncî vê yekê di baxçeda dîsa darek hebû, kîjan ku Xwedê qedexe kir berên wê bixwin. Xwedê wanara got ku heger ewana bixwin berên vê darê, wê eseyî bimirin (Destpêbûn 2:9, 16, 17).

Carekê çaxê Hêwa tenê bû, mer wêra xeber da. Bi rastiyê mer xwexa xebernedida, ev Şeytan Mîrê-cina bû yê ku mer dabû xebatê, seva ku Hêwayêra xeber de. Şeytan, Hêwayêra got ku heger ew bera qedexekirî bixwe, wê mîna Xwedê bîlan be. Ewî usa jî soz dabû Hêwayê, wekî ewê nemire. Ev hemû sozên wî derew bûn. Lê Hêwayê, yeke Şeytan bawer kir û bera qedexekirî jî xwar. Paşê da Adem, û ewî jî xwar (Destpêbûn 3:1-6).

Ji vê serhatiya rast em pêdihesin, ku Şeytan miqabil û derewîn e. Ewî gote Hêwayê, ku heger ew gura Xwedê neke, wê nemire. Lê ev derew bû! Çimkî Hêwa mir û Adem jî mir. Şeytan Mîrê-cina hingê ne mir, lê ew jî wê bimire, çimkî ewî gune kiriye. Niha ew dijî û berdewan dike însanetê dixalifîne. Şeytan dîsa jî ew derewîn e, yê ku meriya mecbûr dike ku miqabilî qanûnên Xwedê derên (Yûhenna 8:44).

Miqabilbûna Milyaketên Din

Axiriyê milyaketên din jî xirab bûn. Ewana li ser erdê qîzên bedew dîtibûn, û xwestin tevî wana bikevine heleqetiya sêksûal. Lema jî ewana peya bûn li ser erdê, xwe kirine dilqê mêra û ev qîz xwera ça jin sitandin. Lê kirên usa, miqabilî qirara Xwedê bûn (Destpêbûn 6:1, 2; Cihûda 6).

Milyaketên zulm peyabûn li ser erdê, seva ku tevî qîzên bedew bikevine heleqetiya sêksûal

Evê yekê însanetêra gelek kul-derd anî. Jinên van milyaketa zar dianîn, û ev zar ne mîna zarên dinêna bûn. Çimkî çaxê ewana mezin dibûn, terikî û zulm dibûn. Axiriyê erd pêda bi zulmiyê tije bû. Lema jî Yehowa Xwedê safî kir wekî li ser erdê Sêlava mezin rake, û hemû merivên zulm jî qir ke. Tenê Nuhê amin û malbeta wî xilaz bûn (Destpêbûn 6:4, 11; 7:23).

Lê milyaketên zulm hingê nemirin, ewana paşda vegeriyane li ezmên. Ewana li wir hatine cezakirinê. Dêmek wanara îzin nehate dayînê, wekî dîsa tevî malbeta Xwedê bin, û tevî milyaketên amin bimînin. Xêncî vê yekê, Yehowa wanara qedexe kir, ku bikevine dilqê meriya. Û axiriyê ewana wedê roja dîwanê wê bimirin (Cihûda 6).

Şeytan ji Ezmên Hate Avîtinê

Şeytan Mîrê-cina û milyaketên wîyî zulm ji ezmên hatine avîtinê

Di sala 1914-da, li ser ezmana şer destpêbû. Kitêba Pîroz gilî dike ku wedê vî şerî çi qewimî: “Hingê li ezmên şer destpêbû. Mixayîl [Îsa Mesîhê saxkirî] û milyaketên xweva [yên qenc] tevî zîyê [Şeytan] şer kir, zîyê jî milyaketên xweva [yên xirab] tevî wan şer kir. Lê zîyê da der, ezmênda jî îdî cî dest wan neket, ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew merê berê bû, ku jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin, yê ku temamiya dinê xalifandiye. Ew milyaketên xweva [yên xirab] jorda hatine avîtinê ser rûyê erdê”.

Lê gelo ev şerê han ça xilaz bû? Kitêba Pîroz derhaqa vê yekê usa dibêje: “Awa şa bin, ezmanno û yên ku wanda dimînin”. Milyaketên qencra evê yekê şabûn anî, çimkî Şeytan û milyaketên wîyî xirab yanê ruhên xirab, îda li ser ezmên nînin. Lê gelo ev yek ça li ser însanetê hukum bû? Di Kitêba Pîrozda usa nîvîsar e: “Lê wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:7-9, 12).

Şeytan Mîrê-cina û milyaketên wîyî zulm, bi rastiyê jî meriya dixalifînin û li ser erdê tije kul-derd dikin. Ev milyaketên zulm têne navkirinê cin. Ewana dijminên Xwedê ne, û hemûşk jî derewî nin.