Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yehowara Qulix ke, Ne ku Şeytan Mîrê-cinara

Yehowara Qulix ke, Ne ku Şeytan Mîrê-cinara

Cem her kesa ji me heye bijartin. Lema jî em gerekê bijbêrin, kêra qulix kin Yehowara, yan Şeytan û cinên wîra. Çimkî em nikarin herdara qulix kin. Bi rastiyê jî çiqas bi bîlanî ye ku Yehowara qulix kin!

Yehowa Xwedêyê Qenc e

Çawa ku em pêhesiyan, cina xweş tê meriya biçerçirînin û bixalifînin. Lê Yehowa Xwedê tiştên usa nake. Ew meriya usa hez dike, çawa ku bav zarên xwe hez dike. Xêncî vê yekê, ew heye Kaniya “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” (Aqûb 1:17). Yehowa tu tiştên qenc ji însanetê kêm nake, çimkî ew meriya usa qayîm hez dike, ku hela hê Kurê xweyî tayê tenê jî bona me kire qurban (Efesî 2:4-7).

Kurê Xwedê Îsa merivên nexweş qenc dikirin, û bi vê yekê hezkirina xwe dida kifşê

Dişirmîş be derheqa wê yekê ku çi dikir Îsa Mesîh, çaxê li ser erdê bû. Mesele ewî lal qenc dikirin, çevê kora vedikirin. Ewî usa jî yên kotî û seqet qenc dikirin. Cin ji meriya derdixistin, û hemû cûre nexweşî qenc dikirin. Xêncî vê yekê, Îsa bi qewata Xwedê hela hê mirî jî sax dikirin (Metta 9:32-35; 15:30, 31; Lûqa 7:11-15).

Xwedê tu car derewa nake û meriya jî naxalifîne. Ew timê rastiyê xeber dide û tu kesî naxapîne (Jimar 23:19).

Ji Şixulên Netemiz Xwe Dûr Bigire

Çawa konê pîrê, mêşê zeft dike, usa jî hebandina qelp û edetên ku li ser hîmê derewiya Şeytan Mîrê-cina ne, bi mîlyona meriva dixalifînin. Lê gelo ev derew çi ne? Ev heye tirs hindava miriya û cina. Xêncî vê yekê, fikirên derheqa tiştên usa çawa nifirkirin, cedukirin, benikkirin, telîsme, moriyên çeva û nîşana nezerê (amûlêt), rihetiyê nadine wan. Dêmek ev meriv hatine girêdanê bi hînkirin û edetên ku li ser hîmê derewiya Şeytan Mîrê-cina ne. Lê qulixkarên Yehowa nakevine nava van hemû şixulên netemiz.

Yehowa Xwedê ji Şeytan Mîrê-cina qewattir e. Û heger tu Yehowara qulix kî, ewê te ji cina xwey ke (Aqûb 4:7). Heger tera cedu jî bikin, wê ser te hukum neke. Mesele di Nîjeryada sê sêrbazên qewî bi cedukirinên xwe, xwestin yek ji Şedên Yehowa bikuştana, kîjanî ku înkar kir ji şeher derkeve. Çaxê ceduyên wan li ser Şedê Yehowa hukum nekirin, hingê yek ji wan sêrbaza usa tirsiya ku çû cem wî, û hîvî dikir wekî ew bibaxşîne.

Efesiya kitêbên xweye sêrbaziyê şewitandin

Heger cin te diçerçirînin, navê Yehowa hilde û ewê te xwey ke (Metelok 18:10). Lê seva ku xweykirina Xwedê bistînî, tu gerekê xwe temiz kî, dêmek cem xwe nehêlî wan hemû tişta, çi ku sêrbaziyêva û hebandina cinava tevgirêdayî ne. Qulixkarên Yehowa Xwedê di Efesa berêda, hema usa jî kirin. Wana top kir hemû kitêbên xweye sêrbaziyê û şewitandin (Karên Şandiya 19:19, 20). Roja îroyîn Şedên Yehowa gerekê hema usa jî bikin. Cem xwe nehêle, dêmek ji xwe dûrxe tiştên usa ça cedu, moriyên çeva, nîşana nezerê, telîsme, kitêbên sêrbaziyê û tiştên ku sêrbaziyêva tevgirêdayî ne û yan çi ji xirabiyê xwey dikin.

Piştgiriya Hebandina Rast Bike

Seva ku dilê Xwedê şa kin, bes nîne ku tenê hebandina qelp înkar kin, û tiştên xirab jî nekin. Lazim e berdewan kin bi xîret piştgiriya hebandina rast bikin. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku em çi gerekê seva vê yekê bikin:

Timê li ser civata Şedên Yehowa hazir be (Îbranî 10:24, 25).

Kitêba Pîroz hîn be (Yûhenna 17:3).

Meriyara dannasîn bike (Metta 24:14).

Yehowara dua bike (Fîlîpî 4:6, 7).

Binixume (Karên Şandiya 2:41).

Heleqetiya Te Bira Tevî Şedên Yehowa Hebe

Li ser erdê merivên Şeytan û cina hene, yên ku derewiyê hîn dikin û tiştên xirab jî dikin. Lê cimeta Yehowa jî heye. Ew Şedên Yehowa ne (Îşaya 43:10). Li nav temamiya dinyayêda ewana weke heyşt mîlyona ne. Ewana hemûşk ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku meriyara qenciyê bikin, û rastiyê jî hîn dikin. Di gelek welatada tu dikarî Şedên Yehowa di Odên Civatêda bivînî. Li wir ewana wê gelek şa bin, çaxê te bivînin.

Şedên Yehowa alî gelek meriya dikin, wekî Xwedêra qulix kin. Ewana wê bi dil û can tevî te hînkirina Kitêba Pîroz malda derbaz kin. Ewana wê usa jî alî te bikin pêbihesî, ku ça gerekê rast Xwedêra qulix kî. Şedên Yehowa hînkirina Kitêba Pîroz bê pere derbaz dikin. Ewana pir şa ne ku rastiyê meriya hîn kin, çimkî ewana Yehowa Xwedê û meriya hez dikin.

Şedên Yehowa wê alî te bikin ku Xwedêra qulix kî