Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Axiriya Pir Baş

Axiriya Pir Baş

Zûtirekê Şeytan û cinên wî, wê bêne girêdanê

Şeytan Mîrê-cina û cinêd wî, wê îda însanetê nexalifînin. Yehowa ewana ji ezmana avîtine li ser erdê (Eyantî 12:9). Di axiriya nêzîkda Xwedê wê dîsa jî miqabilî Şeytan û cinên wî derê. Werên em pêbihesin ku Yûhennayê şandî, dîtinoka xweda ku ji Xwedê bû, çi dît: “Hingê min dîna xwe dayê, va milyaketek ji ezmên dihate xwarê, kilîta geliyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû. Ewî ew zîya girt, awa gotî ew merê berê, ku xwexa Mîrêcin û Şeytan e û hezar salî girêda. Ewî ew avîte geliyê hey-wayê, ser wî kilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, heta hezar sal temam be” (Eyantî 20:1-3). Wede şûnda Şeytan û cinên wî wê bêne kutakirinê heta-hetayê (Eyantî 20:10).

Merivên zulm jî wê bêne qirkirinê (Zebûr 37:9, 10; Lûqa 13:5).

Mirî wê Sax bin!

Yên mirî, wê vegerine jîyînê

Paşî wê yekê çawa ku Şeytan û cinên wî bêne qirkirinê, Yehowa wê li ser însanetê gelek kerema bibarîne. Bike bîra xwe ku paşî mirinê, yên mirî tu cîkîda berdewan nakin najîn, ewana betavedibin. Îsa Mesîh, mirin beramberî xewa kûr kir, dêmek xewa ku bê xewn e (Yûhenna 11:11-14). Ewî usa got, çimkî zanibû, ku wedekî usa wê bê, çaxê yên mirî wê ji xewa mirinê vegerine jîyînê. Îsa got: “Wext nêzîk dibe, ku hemûyên tirbada wê . . . rabin” (Yûhenna 5:28-29; beramberî Karên Şandiya 24:15 bike).

Belê, yên mirî wê dîsa vegerine jîyînê li ser erdê. Dewsa ku bibihên elametiyên derheqa mirinê, emê elametiyên xêrê bibihên ku mirî sax dibin! Bi rastiyê jî wê şabûneke çiqaş mezin be, wekî em bikaribin merivên xweye nêzîk yên ku wê ji xewa mirinê rabin, dîsa jî bivînin û bi dil-eşq silav kin!