Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 5

Zarên Xwe ji Zarotiyêda Hîn kin

Zarên Xwe ji Zarotiyêda Hîn kin

1, 2. Dê-bav gerekê ji kê şîreta hildin, seva ku zarên xwe mezin kin?

 WEKE 3 000 sal pêşda, bavek bi razîbûnê giliyên usa got: “Ewled pêşkêşêd Xudan in” (Zebûr 127:3). Bi rastî jî zar pêşkêşeke mezin e ji Xwedê bona gelek dê-bava. Û ewên ku dibine dê-bav, fem dikin wekî ewana cabdar in bona zarên xwe.

2 Îlahî rojên meda, gelek çetin e zara rast hîn kin. Lê gelek dê-bava karibûn ewê cabdariya xwe rind bînine sêrî. Zebûrbêj got ku evê cabdariyê çi cûreyî dikarin bînine sêrî: “Heger Xudan malê çêneke, badîhewa avakir dixebitin” (Zebûr 127:1). Hergê tu timê xwe şîretên Yehowa bigirî, tuyê bikaribî bibî dê-bavê baş. Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî em bi hemûya dilê xwe îtbariya xwe Yehowa bînin, ne ku hiş-aqilê xwe (Metelok 3:5). Wedê mezinkirina zara tu hazir î ji Yehowa şîreta hildî?

DÎNA XWE BIDINÊ, KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

3. Çi ye cabdariya bava hindava zarada?

3 Dinyayêda nava gelek malbetada, mêr hesab dikin wekî mezinkirina zara cabdariya jina ye. Rast e Xebera Xwedêda tê gotinê wekî mêr gerekê xem bike bona tiştên fîzîkî, lê usa jî tê gotinê wekî cabdariya mêr malbetêda jî heye. Wêderê usa nivîsar e: “Tivdarekê şixulê der bike û erdê xwe li ser hevda bîne, paşê mala xwe çê ke” (Metelok 24:27). Li gura xwestina Xwedê dê-bav gerekê alî hev bikin û tevayî zara mezin kin (Metelok 1:8, 9).

4. Çira em gerekê kura ser qîzara negirin?

4 Hûn xwe çawa didine kifşê hindava zarên xwe? Çawa eyan e Asyayêda “dê-bav şa nabin çaxê wanara qîz tê bûyînê”. Nihêrandina wî cûreyî bela bûye Amerîkaya Latînîda jî “hela hê malbetên nav û dengda”. Lê bi rastiyê qîz jî zar in, çawa kur. Wedê berê bavekî eyan Aqûb, ser hemû zarên xwe, dêmek ser qîza jî got: “Zarêd ku Xwedê bi rema xwe dane” (Destpêbûn 33:1-5; 37:35). Usa jî çaxê zar (kur hin jî qîz) anîn bal Îsa, ewî dua li wan gişka kir (Metta 19:13-15). Em dikarin bawer bin, wekî wê yekêda Îsa nihêrandina Yehowa da kifşê (Qanûna Ducarî 16:14).

5. Mêr û jin çi gerekê hildine hesab, çaxê safî dikin çiqas zar wê bal wan hebin?

5 Wî welatîda kîderê tu dijîyî, qeyde ye wekî jin gelek zara bîne? Bi rastiyê malbetêda jin û mêr xwexa gerekê safî kin, çiqas zarên wan hebin. Lê wê ça be, hergê qewata dê-bava nagihîjê bona xwarina zara xem kin, wanara kinca bikirin û bidine hînkirinê? Lema jî pêşiya ku safî kin çiqas zarên wan hebin, mêr û jin gerekê hildin hesab ku ewana çiqas zar dikarin xweyî kin. Çimkî hine dê-bav çaxê divînin, wekî nikarin xem kin bona hewcên zarên xwe, hine ji wana didine merivên xweyî nêzîk, wekî ewana wan zara mezin kin. Gelo ew safîkirin rast e? Na. Ew gav, dê-bava aza nake ji borcdariya wan hindava zarên wan. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Mêr û jinê bîlan gerekê safî kin haqas zar bînin, çiqas ku bikaribin mezin kin. Gelo ewana dikarin pêşda xwe ji wê yekê xwey kin, wekî jin hemle derneyê? Ew safîkirina şexsî ye, hergê mêr û jin safî kirine xwe ji wê yekê xwey kin, dêmek ewana xwexa safî dikin bi çi mêtodê ewê yekê bikin. “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5). Lê her mêtodeke xwexweykirinêye usa ku zar ber jinê diçe, miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz in. Yehowa Xwedê “kanîya jîyanê” ye (Zebûr 36:9). Hergê kesek emir diqetîne paşî wê yekê, ku ew îda pêşda hatiye, ew yek beramberî kuştinê ye û bi wê yekê ew qedirê Yehowa nagire (Derketin 21:22, 23; Zebûr 139:16; Yêremya 1:5).

HEWCÊ ZARA BIQEDÎNIN

6. Wê çi çax baş be destpêkin zara şîret kin?

6 Metelok 22:6-da tê gotinê: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike”. Borcê dê-bava ew e wekî zarên xwe şîret kin. Lê gelo çi çax hê baş e şîretkirina zara destpêkin? Çiqas zû haqas baş. Pawlosê şandî digot wekî Tîmotêyo “ji zarotiya xweda” hatibû hînkirinê (2 Tîmotêyo 3:15). Xebera Yûnanî kîjan wê rêzêda hatiye xebitandinê, dihate gotinê ser zara virnî, yan jî zara ku hê nehatiye bûyînê (Lûqa 1:41, 44; Karên Şandiya 7:18-20). Dêmek, Tîmotêyo şîret dikirin kengê ew hê gelek biçûk bû û ew yek gelek baş e. Bona hînkirina zara wedê gelek baş ew e, çaxê ew hê zar e, çimkî zaro hewcê hînkirinê ne.

7. a) Çira çawa dê usa jî bav, gerekê heleqetiya xwe tevî zarên xwe nêzîk kin? b) Heleqetiya Yehowa, tevî kurê wî serê-sêrîda çi cûreyî bû?

7 Dayîkek dibêje: “Çaxê min cara ewlin zaroka xwe dît, pêra-pêra min ew hiz kir”. Heçî zef dayîk wê tevî giliyên wê razî bin. Çimkî çaxê dayîkêra zar dibe, ew gelek wede tev derbaz dike û ew yek dê û zarê nêzîkî hev dike. Zar wî çaxî jî nêzîk dibe tevî diya xwe çaxê şîrê dê dixwe. (Beramber kin 1 Têsalonîkî 2:7.) Çaxê dê zara xwe dide ber dilê xwe û şîrin-şîrin pêra xeber dide, zar pir şabûnê distîne. (Beramber kin Îşaya 66:12.) Lê bav gerekê çi cûreyî be hindava zara xwe? Heleqetiya bavê jî gerekê nêzîk be tevî zara wî. Yehowa wê yekêda mesela baş mera hîştiye. Kitêba Metelokda em pêdihesin derheqa heleqetiya Yehowa tevî kurê wî. Li wêderê tê gotinê: “Dema destpêkirina şixulê Xudan, ez cem Wî bûm,  . . . Ez şabûna Wîye her roj bûm” (Metelok 8:22, 30; Yûhenna 1:14). Mîna wê yekê, bavê baş jî hizkirin û xemgîniyê dide kifşê zara xweye tezebûyîra. Bavek şîretê dide: “Bi temamî hizkirina xwe zarên xwera bidine kifşê. Çimkî ji hemêzkirin û paçkirinê hê tu zarekê ziyanê nestandiye”.

8. Dê-bav çi gerekê bikin bona pêşdaçûyîna zara xwe?

8 Zarok hewcê tiştên din jî ne. Ji bûyînê, mejûyê zara hazir e înformasiyên teze bistîne û xwey ke, kaniya wan înformasiya ya sereke dê-bav in, dêmek berê ewlin ji dê-bava distînin. Mesele, em hildine hesab xeberdanê. Lêkolînkar dibêjin, wekî ew yek ku zar çiqas dikarin rind xeber din û bixûnin “çawa tê kifşê, girêdayî ye tevî heleqetiya orta wan û dê-bavê wan, hê zarotiyêda”. Tevî zaroka xwe xeber din û hertim jêra bixûnin. Zûtirekê zara we wê bixwaze çev bide we û hine wede şûnda hûnê wî hîn kin, ku xwexa bixûne. Usa ewê bikaribe pêşiya çûyîna mektebê xwendinê hîn be. Ew yek rastî jî kar e, îlahî wan welatada kîderê dersdar hindik in û komên mektebêda cî tune ye.

9. Derheqa kîjan nêta lape ferz dê-bav gerekê bîr nekin?

9 Nêta dê-bava ya lape ferz ew e, ku xem bikin bona ruhaniya zarên xwe. (Binihêre Qanûna Ducarî 8:3.) Gelo ew yek seva çi lazim e? Seva ku zaro çev bidine Mesîh û bibe “merivê nû” (Efesî 4:24). Niha werên em şêwir kin derheqa wê yekê, ça dê-bav dikarin destxin û bidine xebatê wan matêriyalên avakirinê û mêtodên avakirinê, kîjan ku kêrhatî ne.

RASTIYÊ BIKE DILÊ ZARÊN XWE

10. Zar gerekê kîjan hunura nav xweda pêşda bînin?

10 Qewîbûna malê wê yekêva girêdayî ye, ku çi cûre matêriyal hatine xebitandinê bona çêkirina malê. Lê bona çêkirina meriva, seva ku ew bibe kesê ruhanî, Pawlosê şandî got, wekî “zêr, zîv, kevirêd qîmet” lazim in (1 Korintî 3:10-12). Ew matêriyalên avakirinê têne hesabê hunurên usa ça bawerî, bîlanî, serwaxtî, aminî, qedir û razîbûna ji hizkirinê hindava Yehowa û qanûnên wî (Zebûr 19:7-11; Metelok 2:1-6; 3:13, 14). Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana ji biçûktaya xweda wan hunura bidine xebatê? Dê-bav wê bikaribin alî zarên xwe bikin, hergê xwe li wan rêberiya bigirin yên ku berê-berêda hatine dayînê.

11. Dê-bavê Îsraêlî çawa alî zarên xwe dikirin, wekî ewana nav xweda hunurên usa pêşda bianiyana, kîjan ku Xwedê xweş dihatin?

11 Pêşiya wê yekê ku Yehowa cimeta Îsraêl bikira erdê sozdayî, ewî dê-bavara got: “Van xeberêd ku ez îro li we emir dikim bira dilêd weda bin. Zarêd xwe qenc hînî van ke. Bona van xeber de, gava mala xweda rûniştî bî, yan rêda bî, yan paldayî bî yan radibî” (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Bi rastiyê jî dê-bav gerekê meseleke baş bin bona zarên xwe, bibine hevalê wan û bikaribin tevî wan qenc xeber din û wana hîn kin.

12. Çira dê-bav gerekê meseleke baş bin seva zarên xwe?

12 Bibine mesele. Yehowa got wekî ya ewlin ew xeber: “Bira dilêd weda bin”. Paşê ewî zêde kir û got: “Zarêd xwe qenc hînî van ke”. Dêmek Xebera Xwedê gerekê berê ewlin dilê dê-bavada be. Dê-bav gerekê rastiyê hiz bikin û anegorî wê bijîn. Çimkî tenê wî çaxî, dê-bav wê bikaribin bibine meseleke baş (Metelok 20:7). Gelo çira? Çimkî ser zara diha hukum dibe ew çi ku ewana divînin, ne ku çi dibihên (Lûqa 6:40; 1 Korintî 11:1).

13. Çawa dê-bavê Mesîhî dikarin çev bidine Îsa wê yekêda, ku wede bona zarên xwe xerc kin?

13 Bibine heval. Yehowa dê-bavên Îsraêlîra şîret da, wekî tevî zarên xwe xeber din, gava mala xweda rûniştî bin, yan rêda bin, yan paldayî bin yan radibin. Rast e dê-bav betal nînin, lê yeke ewana gerekê wede bivînin seva zarên xwe. Îsa fem dikir wekî zaro hêja ne, ku ew wedê xwe bona wan xerc ke. Çaxê xizmetkirina Îsa ser erdê nêzîkî xilaziyê dibû, meriva “zarok danîne cem Îsa, ku destê xwe dayne ser wan”. Lê Îsa ça ser wê yekê dinihêrî? Ewî “zar dane hemêza xwe, destê xwe danî ser wan” (Marqos 10:13, 16). Wedê Îsa ser erdê hindik mabû. Lê yeke ewî dîna xwe dida zara û wedê xwe bona wana xerc dikir. Bi rastiyê jî Îsa meseleke baş e!

14. Dê-bav çi karê distînin, çaxê wede tevî zarên xwe derbaz dikin?

14 Wede bona zara bivînin. Hergê hûn wede derbaz kin tevî zarên xwe, hûnê bikaribin ziman wanara bivînin. Çiqas zêde hûn tevî zara xwe xeber din, haqas hê baş hûnê wana fem bikin û têderxin xeysetê wan çi cûreyî ye. Lê bîr nekin wekî dilê xwe hevdura vekin, ew ji xeberdana her rojî zêdetir e. Dayîkek ji Brazîlyayê usa dibêje: “Ez hewce bûm hîn bim guhdar bim, dêmek bi dil guh bidimê”. Sebira wê dayîkê hate keremkirinê, çaxê kurê wê destpêkir dilê xwe jêra weke.

15. Çaxê pirs derheqa hêsabûnê pêşda tê, çi gerekê bîr nekin?

15 Bona zara “wexta kenînê heye” û “ wexta lîstinê heye” (Waîz 3:1, 4; Zekerya 8:5). Gelek hewas û baş e kengê dê-bav û zar tevayî hêsa dibin û wede derbaz dikin. Lê yazix hine malbet hesab dikin wekî ewana wî çaxî hêsa dibin tevî malbeta xwe, kengê wedê xweyî hêsabûnê ber têlêvîzorê xerc dikin. Rast e hene programên usa, kîjan ku dibeke hewas e binihêrin, lê heçî zef progiram namûsiyê bêqîmet dikin. Lema jî wê baş be wan tiştava mijûl bin tevî zara, çi ku wê karê wanara bîne. Mesele, tevayî bistirên, lîstika bilîzin, tevî hevala xeber din, herin ciyê hewas. Hêsabûna wî cûreyî wê alî we bike bi dil hevra xeber din.

16. Dê-bav çi gerekê zarên xwe hîn kin derheqa Yehowa û ça gerekê ewê yekê bikin?

16 Bibine dersdar. Yehowa got: “Zarêd xwe qenc hînî van [xebera] ke”. Ji kontêkstê tê kifşê, wekî çi û ça em gerekê hîn kin. Berê ewlin hatibû gotinê, “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamîya dilê xwe, bi temamîya canîya xwe û bi temamîya qewata xwe” (Qanûna Ducarî 6:5). Ya duda ew xeber, “qenc hînî van ke” tê hesabê zara şîret kin, seva ku nav wanda hizkirina amin hindava Yehowa û qanûnên wî pêşda bê. (Beramber kin Îbranî 8:10.) Usa jî ew xeber “hînî van ke”, tê hesabê bi wekilandinê hîn kin. Bi wê yekê Yehowa dixwaze bêje ku ça em dikarin alî zara bikin, wekî ewana pêşda bînin wan hunura, yên ku Xwedê xweş tên. Dêmek, hertim tevî wan xeber din, û xeberdana xweda roj bi roj zanebûna zara hindava Yehowada qewî kin. Ew yek hûn dikarin bikin wedê qulixkirina tevî malbetê.

17. Çida dê û bav dikarin alî zarên xwe bikin û çira?

17 Gelek dê-bav têderdixin, wekî çetin e zara bidine femkirinê. Pawlosê şandî Mesîhiya hêlan dikir: “Mîna dergûşêd [zarên] li ber bistên, heyra şîrê . . . ruhanîda bin” (1 Petrûs 2:2). Xebera heyrêda bin dide kifşê, wekî xwestina her kesî tune ye ku xwarina ruhanî bistîne. Lema jî dê-bav gerekê her mêtoda bidine xebatê, seva ku ewê xwestinê nava zarên xweda pêşda bînin.

18. Wedê hînkirina zara dê-bav çi cûre mêtod dikarin bidine xebatê mîna Îsa?

18 Seva ku meriv fem kin, Îsa bi mesela ew hîn dikirin (Marqos 13:34; Lûqa 10:29-37). Ew mêtod gelek kêrhatî ye îlahî bona hînkirina zara. Çaxê rastiyên ji Kitêba Pîroz wanara gilî dikin, bidine xebatê serhatiyên bi şikilên renganî, mesele ji kitêba “Serhatiyên Kitêba Pîroz”. a Bira şêwirkirina we gelek bi hewas derbaz be. Îzinê bidine zara, wekî ewana feresetên xwe bidine kifşê, çaxê dineqişînin yanê çaxê diramên Kitêba Pîroz nîşan dikin. Îsa pirs jî didane xebatê (Metta 17:24-27). Çaxê qulixkirina tevî malbetê derbaz dikin, wê yekêda çev bidine Îsa. Dewsa ku qanûneke Xwedê tenê bixûnin wanara, wê hê baş be pirsa bidine wan, mesele, Çira Yehowa ew qanûn da me? Çira em gerekê xwe wê qanûnê bigirin? Wê çi biqewime hergê em himberî wê qanûnê herin? Pirsên wî cûreyî wê alî zara bike bifikirin û fem bikin wekî qanûnên Xwedê kêrhatî û baş in (Qanûna Ducarî 10:13).

19. Hergê dê-bav guh didine şîretên Kitêba Pîroz, ku hindava zara çi cûreyî bin, gelo wê yekêda kara zara çi ye?

19 Seva ku heleqetiya zarên we ji biçûktaya wan tevî Yehowa Xwedê nêzîk be, hûn gerekê bona wan bibine mesela baş û hevalê baş. Usa jî hûn gerekê hîn bin rast tevî zarên xwe xeber din û rast wana hîn kin. Bi saya heleqetiya usa, zara we wê bibe Mesîhiyê bextewar. Çaxê ji aliyê hevalên mektebê rastî peyketina yan rastî cêribandina bê, ewê yeke anegorî baweriya xwe bijî. Her tim alî zara xwe bike, wekî ew berdewam ke qîmet ke heleqetiya xwe tevî Xwedê (Metelok 27:11).

ROLA FERZ ŞÎRETKIRINÊDA

20. Çi tê hesabê şîretkirin û çi cûreyî gerekê şîret kin?

20 Şîret kin, tê hesabê hîn kin, dêmek dil û fikir rast kin. Zara gerekê hertim şîret kin. Pawlos şîreta dide bava, “zarêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4). Dê-bav gerekê bi hizkirinê zarên xwe şîret kin, çawa Yehowa (Îbranî 12:4-11). Tu bi hizkirinê şîret dikî yan na, wî çaxî tê kifşê çaxê tu şirovedikî ku çira ewê yekê ji wî dewa dikî. Lema jî mera tê gotinê: “Guh bidine şîreta” (Metelok 8:33). Lê çi cûreyî gerekê zara şîret kin?

21. Wedê şîretkirina zara dê-bav kîjan prînsîpa gerekê bidine xebatê?

21 Hine dê-bav hesab dikin, wekî şîretkirin ew e, çaxê bi dengê bilind tevî zara xeber didin, wanara bikine şer yan jî pê giliya dilê wan dêşînin. Lê Pawlos usa got: “Hûn bavno, zarêd xwe hêrs neêxin” (Efesî 6:4). Her Mesîhî tê hêlankirinê “hindava hemûyada berbihêr be . . . bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke” (2 Tîmotêyo 2:24, 25). Dê-bavên Mesîhî fem dikin, wekî ewana gerekê sebirê bidine kifşê hindava zara û şîreta Pawlos bidine xebatê wedê şîretkirina wan. Carna bes nîbe tenê pê xebera zara şîret kin, diqewime cezakirin jî lazim be (Metelok 22:15).

22. Zar çi gerekê bizanibin pêşiya ku wana ceza kin?

22 Hemû zar mîna hev nayêne şîretkirinê. Hine zarara tenê şîretkirina bi xebera bes nîne. Lema jî çaxê zarên usa têne cezakirinê seva şixulê wane nerast, ew yek kar e bona emirê wan (Metelok 17:10; 23:13, 14; 29:19). Lê zar gerekê ese bizanibe seva çi ew tê cezakirinê. “Şiva şîretê serwaxtîyê dide” (Metelok 29:15; Îbo 6:24). Lê sînorê cezakirinê jî gerekê hebe. Yehowa gote cimeta xwe, wekî wê wana haqas ceza ke, çiqas bona wan lazim be (Yêremya 46:28b). Kitêba Pîroz piştgiriya wê yekê nake kengê zara bêrem ceza dikin yan bêrem dikutin, ji bo çi jî zar aliyê fîzîkî yan jî êmosîalî ziyanê distînin (Metelok 16:32).

23. Zar çi gerekê fem bikin, çaxê têne cezakirinê ji dê-bavê xwe?

23 Pêşiya ku Yehowa cimeta xwera derheqa cezakirinê elam kira ewî wanara got: “Tu netirse, . . . ji ber ku ez bi tera me” (Yêremya 46:28a). Usa jî dê û bav paşî cezakirinê gerekê xwe usa bidine kifşê, wekî zar xwe înkarkirî texmîn neke (Kolosî 3:21). Lê zar gerekê fem bikin, wekî dê-bav wana hiz dikin lema jî ceza dikin û wê hertim “tevî” wan bin û piştgiriya wan bikin.

ZARÊN XWE JI ZULMIYÊ XWEY KIN

24, 25. Ji kîjan kirên mirdar û xof, gerekê zara xwey kin?

24 Gelek merivên emirda mezin dikine bîra xwe jîyîna xweye baş, çaxê hê zaro bûn. Ewana dikine bîra xwe, ça ewana tu tiştî neditirsiyan, kengê kêleka dê-bavê xwe bûn û ewana bawer bûn, wekî dê-bavê wan wê her derecada bona wan xem bikin. Dê-bav dixwazin, wekî zarên wan kêleka wan xwe hema usa texmîn kin, lê wê dinya zulmda gelek çetin e zara xwe ji zulmiyê xwey kin.

25 Salên paşinda tişteke mirdar û nebaş gelek hatiye belakirinê, ew e ku bi zorbetî zara xirab dikin. Malazyayêda nava dehe salada, zorbetiya usa çar cara zêdetir bûye. Almanyayêda her sal weka 300 000 zar têne xirabkirinê. Lê welatekî Amêrîkaya Başûrêda bi hesabê lêkolînkirinekê, her sal 9 000 000 zar rastî vê zorbetiya mirdar tên! Êşa giran dikeve dil çaxê pêdihesin, wekî zar mala xweda rastî zulmiya usa tê û ji wan meriva kîjana nas dike û baweriya xwe wan tîne. Lê dîna dê-bava gerekê ser zarên wan be. Gelo dê-bav ça dikarin zarên xwe ji wê zulmiyê xwey kin?

26. Çi dikarin bikin seva ku zara ji qeziya zorbetiya sêksûal xwey kin? Zanebûna derheqa çi wê yekêda alîkariyê dide?

26 Eyan e ku îlahî ew zar dikevine bin zorbetiya sêksûal, kîjan derheqa wê yekê hindik tişt zanin. Lema jî seva ku zara ji wê qeziyê xwey kin, lazim e wanara, hela hê çaxê biçûk in jî, şirovekin çi tê hesabê bênamûsî. Zanebûna wê yekê wê zara xwey ke “ji riya xirab û wan merivêd mixenete derewîn” (Metelok 2:10-12). Lê gelo ew çi zanebûn e? Ew heye zanebûna prînsîpên Kitêba Pîroz, derheqa wê yekê çi baş e û çi xirab e aliyê namûsiyêda. Usa jî zanebûna derheqa wê yekê ku hine merivên mezin tiştên nepak dikin. Lema jî zar gerekê gura wan meriva nekin, kengê wanra dibêjin ku tevî wan tiştên bênamûsiyêva girêdayî bikin. (Beramber kin Daniyêl 1:4, 8; 3:16-18.) Bes nîne tenê carekê derheqa wê têmayê zarên xwera bêjin. Seva ku zar her tiştî rind bîra xweda xwey ke, lazim e gelek car bêjin. Çaxê qîz mezin dibe, bav gerekê bi hizkirinê qedirê safîkirina qîza xwe bigire, wî çaxî kengê ew dixwaze tenê bimîne û bifikire. Usa jî dê ew yek gerekê hilde hesab hindava kur. Hergê dê-bav usa bikin bi wê yekê ewana wê alî zara bikin hê kûr fem bikin çi diqewime. Lê tişta lape ewlin çi ku dikare zara ji zorbetiya sêksûal xwey ke ew e, wekî dîna dê-bava hertim ser zarên wan be.

RÊBERIYA XWEDÊ BIGERIN

27, 28. Kê dikare alî dê-bava bike, şîretkirina zarada û wedê lape baş bona şîretkirina zara kîjan e?

27 Bi rastî jî şîretkirina zara ew şixuleke nehêsa ye. Lê dê-bavên Mesîhî wî borcê xweda tenê nînin. Wedê Hakima çaxê merivekî bi navê Manoah pêhesiya ku wê bibe bav, ewî Yehowara dua kir û ji wî rêberî xwest, seva ku bikaribe rast zara xwe mezin ke. Yehowa caba duayê wî da (Hakimtî 13:8, 12, 24).

28 Roja îroyîn jî dê-bavên Mesîhî dikarin Yehowara dua bikin û alîkariyê ji wî bixwazin şîretkirina zarada. Jin û mêrê Mesîhî yên ku ji Hawayê ne, dibêjin: “Heta ku salên cahiltiyêye çetin destpêbin, 12 sal wedê we heye ku hûn şixulê xwe pêşda bivin. Û hergê hûn bi dil û can prînsîpên ji Kitêba Pîroz tînin sêrî, hûnê şabûnê û edilayê bistînin, çaxê zarên we safî kin, ku bi dil dixwazin Yehowara xizmet kin” (Metelok 23:15, 16). Çaxê zara we safîkirina wî cûreyî bike, hûnê jî bêne hêlankirinê wan giliya bêjin: “Ewled pêşkêşêd Xudan in”.

a Ew edebyet Şedên Yehowa neşirkirine.