Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 9

Malbetên Netam Dikarin Bextewar bin!

Malbetên Netam Dikarin Bextewar bin!

1-3. Menî çi ye, wekî malbetêda tenê dê ye yan bav e û ça ew yek hukum dibe ser neferên malê?

 NAV temamiya dinyayê malbetên usa kîderê ku tenê dê yan tenê bav e, gelek zêde dibin. Roja îroyîn gelek belabûyî ye, ku mêr û jin ji hev diqetin û ji hev başqe dijîn, yan zarên wan ji zewacê der hene. Û ew yek rastî jî ziyaneke mezin tîne ça mêr-jinra usa jî zarara.

2 Dayîkekê nivîsîbû: “Ez 28 salî me, du zarên min hene û ez jinebî me. Ji bo vê yekê ez gelek dilteng dibim, çimkî naxwazim zarên min bê bav mezin bin. Fikirên usa têne hişê min, tê bêjî tu kes min hiz nake. Zarên min gelek berxwe dikevin çaxê divînin ku ez digirîm”. Xwe sûcdarkirin, hêrsketin û fikirên usa ça ez tenê mame, hertim pêşda tên û ew fikir meriva hal dêxin. Lê dê-bav gerekê bîr nekin, wekî ewana usa jî gerekê dişirmîş bin derheqa xebatê û şixulên malê. Gelek çetin e çaxê bê bav yan bê dê zara mezin dikin. Mesele carna usa diqewime, wekî çaxê hûn îda yole diçin û dikarin borcê xwe bînine sêrî, wî çaxî çetinayên teze pêşda tên.

3 Malbetên usada kîderê tenê dê ye yan bav e, zar rastî çetinaya tên. Ewana dilşkestî dibin seva wê yekê ku dê-bav ji hev diqetin, yan yek ji wan dimire. Çaxê yan dê yan bav ser serê zara nîne, ew yek xirab ser wana hukum dibe.

4. Ji ku em zanin, wekî Yehowa xem dike bona wan malbeta, kîderê dê yan bav tenê zara mezin dike?

4 Wedê berê jî malbetên usa hebûn, kîderê yan tenê dê bû yan tenê bav bû. Kitêba Pîrozda gelek car tê gotinê derheqa “sêwîya” dêmek êtîma û usa jî derheqa “jinebîya” (Derketin 22:22; Qanûna Ducarî 24:19-21; Îbo 31:16-22). Yehowa bêtalaş nîbû hindava xemên wan malbeta. Zebûrbêj Xwedê nav kir ça “bavê sêwîya, tayê jinebîya” (Zebûr 68:5). Bêşik, lê roja îroyîn jî Yehowa xem dike bona wan malbeta, kîderê dê yan bav tenê zara mezin dike! Xebera Xwedêda hene şîret, kîjan alî malbetên usa dikin.

ÇAWA ŞIXULÊ MALBETÊ BÎNIN SÊRÎ

5. Dê yan bav yên ku tenê zarên xwe mezin dikin, rastî çi çetinaya tên?

5 Werên şêwir kin derheqa şixulê malbetê. Gelek derecada alîkariya mêra lazim e, mesele wî çaxî, kengê mala teda tiştek xirab bûye û lazim e bê çêkirinê. Usa jî alîkariya jina lazim e. Mesele, çaxê jin-mêr hev diqetin yan jina mêr dimire, wî çaxî wîra gelek çetin dibe, çimkî şixulê malbetê dikeve ser stûyê wî. Lê çaxê mal tevhevkirî ye ser zara ew yek xirab hukum dibe.

Zarno, hevaltiyê bikin tevî dê-bavê xwe, yên ku we tenê mezin dikin

6, 7. a) Çi mesela baş tê gilîkirinê kitêba Metelokda derheqa “kulfeta esil”? b) Çaxê dê-bav bi xîret şixulê malbetê tînin sêrî, ew yek çi kar dikare malbetêra bîne?

6 Alîkariyê ji ku bistînin? Werên ji mesela “kulfeta esil” bivînin derheqa kîjanê ku kitêba Metelok 31:10-31-da nivîsar e. Her tişt destê wê jinê dihat; ewê dikirî, difirot, didrût, xwarin çêdikir, çolêda kar dikir û alîkarî dida malbeta xwe. Ewê jinê ça pêra digîhand ew her tişt bike? Sibeh zû heta êvarê ewê şixulê xwe dikir. Ewê xebata xwe usa parevedikir, wekî yên din jî bikaribin alî wê bikin. Lê ewê xwexa jî xebata xwe rind dianî sêrî û alîkarî dida yên din. Ewê bi şixulê xwe şabûn yên mayînra dianî. Lema jî ew hêjayî paya bû!

7 Çaxê dê yan bav tenê zarên xwe mezin dikin, ewana gerekê malbetêda şixulê xwe, bi xîret bînine sêrî. Bi dil û can ewê xebatê bînin sêrî, seva ku zarên we şabûnê bistînin. Lema wê baş be pêşda safî kin çi û ça bikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5). Bavek dibêje: “Ez dixebitim ser wê yekê ku nefikirim derheqa xwarinê heta wî çaxî ku birçî nebim”. Lê diha baş e pêşda safî kin xwarinê çêkin, çimkî xwarina ku pêşda tê çêkirinê hê xweş û baş e, ne ku çaxê leze-lez xwarinê çêdikin. Usa jî lazim e hîn bin her şixulê din jî malbetêda bînin sêrî. Mesele, hine jin hîn bûne şixulên usa bikin ça rengkirina tişta, çêkirina lûlê avê û avtên xiravbûyî. Ew her tişt ewana karibûn bikin bi şîretên wan meriva, yên ku wan şixulada cêribandî ne. Mesele bal hevalên xweyî nêzîk yan bi mêtodên din.

8. Ew zar yên ku bê dê yan bê bav mezin dibin, çawa dikarin alîkariyê bidin dê yan bavê xwe şixulê malbetêda?

8 Gelo wê rast be alîkariyê ji zara bixwazin? Dayîkek ya ku bê mêr zarên xwe mezin dike, usa dibêje: “Tu emirê zarên xwe hêsa dikî, seva ewana texmîn nekin ku bê bav mezin dibin”. Ew yek xirab nîne, wekî dixwazin emirê zara hêsa kin, lê ne hertim ew yek dikare kar be bona zara. Hine zarên xwedêxof ku wedê berê dijîtin, cabdariyên xwe malbetêda dianîn sêrî (Destpêbûn 37:2; Sitranên Silêman 1:6). Rast e gerekê barê giran nedine ser stûyê zara, lê ew yek nayê hesabê, wekî qe tu tiştî gerekî neke. Wê baş be, wekî mecalê bidine wan cûre-cûre şixula bikin, mesele, firaqa bişon û otaxa xwe bidine hev. Usa jî wê baş be hûn hine tişt tevayî bikin. Ew yek wê kar be bona her kesî.

XEMKIRIN BONA MALBETÊ ALIYÊ MATÊRIYALÎ

9. Çira hine dê yên ku bê mêr zarên xwe mezin dikin, rastî çetinayên perava girêdayî tên?

9 Ew dê-bav, yên ku tenê zarên xwe mezin dikin, wanara gelek çetin e ebûra xwe bikin. Lê diha çetin e jina cahilra, ya ku bê mêr zara mezin dike. a Ew meriv dikarin qebûl kin alîkariya matêriyalî ya ku dewleta wanda tê dayînê, heta xwera xebatekê bivînin. Kitêba Pîroz îzinê dide Mesîhiya, wekî derecên çetinda alîkariya wî cûreyî qebûl kin (Romayî 13:1, 6). Diha zef ew meriv rastî wan çetinayên giran tên, kîjan jin yan mêrê bî ne, yan ewên ku hev diqetin. Ew jin yên ku gelek sal şixulê malê tînin serî, mecbûr dibin ji mal der xebatê xwera bigerin, lê dîsa jî nikarin xebateke pak xwera bivînin, maşê kîjan baş e. Lê hergê pêşê te heye, yan tu dikarî tiştekî hîn bî ku bikî, wî çaxî hêsa ye halê malbeta xwe baş kî.

10. Çawa dê ya ku bê mêr zarên xwe mezin dike, dikare zarara şiroveke, wekî çira ew xwera xebatê digere?

10 Ecêbmayî nemîne û xwe sûcdar neke, seva wê yekê ku zarên tera xweş nayê wekî tu xebatê xwera digerî. Zarên xwera şiroveke meniya wê yekê çira tu gerekê bixebitî. Usa jî alî wan bike fem kin, wekî Yehowa ji te dewa dike, ku tu xem bikî bona xwestinên wan (1 Tîmotêyo 5:8). Hêdî-hêdî zar wê hînî wan guhastina bin. Lê tu hertim gerekê wede bivînin bona zara, wî çaxî jî gava şixulê te gelek e. Rast e kêmasiya matêriyalî gelek xirab dikare hukum be ser malbeta te, lê hizkirin û xemkirina te hindava zara wê alî wan bike hêsa ser wê yekê binihêrin (Metelok 15:16, 17).

KÊ BONA KÊ GEREKÊ XEM BIKE?

Civatêda dîna xwe bidine êtîma û jinebiya

11, 12. Derheqa kîjan normên Xwedê dê-bav gerekê bîr nekin û ça gerekê bînin sêrî?

11 Ew yek normal e çaxê dê yan bav kîjan tenê zarên xwe mezin dikin, dibine bona wan ça hevalê wan. Lê wî çaxî gerekê fesal bin, seva ku pişt guhê xweva nevêjin normên Xwedê derheqa wê yekê, ku sînorê hevaltiyê orta dê-bava û zarada heye. Mesele, çetinayên giran dikarin pêşda bên hergê ew dê, ya ku tenê zarên xwe mezin dike, borcdariya malxê malê dide ser stûyê kurê xwe. Yanê derdên dilê xwe qîza xwera vedike û wê dike nava çetinayên xwe. Ew yek dikare bal zara strêsê pêşda bîne û ji bo wê yekê ewana dikarin tevîhev bin.

12 Zarên xwera bide kifşê, wekî tu emirda mezin î û tu gerekê bona wan xem bikî, ne ku ewana bona te. (Beramber kin 2 Korintî 12:14.) Carna wê tera jî şîret û alîkarî lazim be. Alîkariyê ji rûspiyên civatê bixwaze, ji xûşk-birên cêribandî, ne ku ji zarên xwe (Tîto 2:3).

ŞÎRETKIRIN FERZ E

13. Dayîka ku tenê zarên xwe mezin dike, rastî çi çetinaya dikare bê?

13 Bi layîq îro meriv diha guh didine rêberiya mêra, ne ku jina. Dayîkek ya ku bê mêr zarên xwe mezin dike dibêje: “Bejin-balêda kurên min têne xanê ça mêrên mezin. Û çaxê kêleka wan î, çetin e xwe sist û xweda nebawer texmîn nekî”. Lê diqewime tu hela hê berxwe dikevî seva mirina mêr yan jina xweye hizkirî. Yan jî îsafa te dibeke te diçerçirîne, seva wê yekê ku tu ji mêr yan jina xwe qetiyayî. Çaxê jin ji mêrê xwe diqete û cabdariya xemkirina zara dîsa jî dikeve ser herda, wî çaxî jin dikare berxwe keve, wekî zar dikare lê bihêle û here bal bavê xwe. Xemên wî cûreyî dikare riya te bigire, rast zara xwe şîret kî.

14. Çawa ew dê-bav yên ku tenê zarên xwe mezin dikin, dikarin rast ser her tiştî binihêrin?

14 Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewledê xweserêxwe . . . rûreşîya dê ye” (Metelok 29:15). Çaxê tu temiya didî û dewa dikî ji neferên malbeta xwe ku xwe wan temiya bigirin, netirse û xwe sûcdar neke, çimkî Yehowa wê yekêda wê ese alî te bike (Metelok 1:8). Tu car pişta xwe nede şîretên ji Xebera Xwedê (Metelok 13:24). Bixebite serwaxt bî, xwe normên rastiyê bigirî û her tiştî usa bikî çawa layîq e. Wî çaxî zar wê xwe şîretkirina te bigire. Lê usa jî tu gerekê nihêrandina zarên xwe hildî hesab. Bavek yê ku bê jin zarên xwe mezin dike, dibêje: “Wedê mezinkirina zara, min hertim dikire bîra xwe, ku çiqas wanara çetin bû çaxê diya wan mir. Ez her mecalê didime xebatê seva ku tevî zara xeber dim. Çimkî wî çaxî, zar destpêdikin baweriya xwe min bînin”.

15. Hergê jin-mêr ji hev diqetin, çi ewana gerekê nekin çaxê hevdu tînin bîra xwe?

15 Hergê tu jin yan mêrê xwe qetiya yî, ew yek nayê hesabê wekî tu gerekê wî yan wê ber çevê zara reş kî. Ew yek wê karê neyne. Çaxê dê-bav şer dikin, ew yek xirab hukum dibe ser zara, wî çaxî zar dikarin qedirê dê jî bavê jî negirin. Usa jî wê baş nîbe zara xwera tiştên usa bêjin: “Bavê te çi ye tu jî ew î!” Rast e mêr yan jina te dilê te êşandiye, lê ew dîsa jî dê yan bavê zara teye. Zar hewcê hizkirin, xemkirin û şîretkirina we herda ne. b

16. Kîjan hînkirinên ruhanî kêrhatî ne bona şîretkirina zara?

16 Çawa serên derbazbûyîda dihate gotinê, şîretkirin ne tenê tê hesabê cezakirin, lê usa jî hînkirin û rastkirin. Hergê xwe hertim hînkirinên ruhanî bigirin, wî çaxî dikarin bêne xweykirinê ji gelek çetinaya (Fîlîpî 3:16). Gelek ferz e hergav bêne ser civata (Îbranî 10:24, 25). Usa jî ferz e her heftî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Lê bi rastiyê ew yek hêsa nîne bikin. Dayîkek bi helalî dibêje: “Paşî xebatê dixwazim bême mal û hêsa bim. Lê ez qewatê didime xwe, seva ku tevî qîza xwe qulixkirina tevî malbetê derbaz kim, çimkî ez fem dikim wekî ew yek lazim e. Qîza min gelek hiz dike çaxê em qulixkirina tevî malbetê derbaz dikin!”

17. Dê-bav çi dikarin hîn bin ji mesela Tîmotêyo derheqa şîretkirinê?

17 Tîmotêyo yê ku rêwîtiyêda alî Pawlos dikir, ji pîrik û dayîka xwe hatibû hînkirinê derheqa rastiyên ji Kitêba Pîroz, ne ku ji bavê xwe. Û Tîmotêyo bû Mesîhiyê cêribandî (Karên Şandiya 16:1, 2; 2 Tîmotêyo 1:5; 3:14, 15). Hergê tu zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin” kî, wî çaxî tu jî dikarî berên baş bivînî (Efesî 6:4).

ÇAWA TENÊBÛNÊ TEYAX KIN

18, 19. a) Dê-bav yên ku tenê zarên xwe mezin dikin, çira dikarin tenêbûnê texmîn kin? b) Çi şîret wê alî me bike, xwestinên xweye bedenê bikaribin kontrol kin?

18 Yek ji wan meriva yên ku tenê zarên xwe mezin dike, dilê xwe vedike: “Çaxê ez tême mal û dora min tenê çar dîwar in, yan çaxê ez zara dikime nav ciya, wî çaxî ez qe nikarim tenêbûnê teyax kim”. Belê, tenêbûn çetinaya lape mezin ne, seva wan meriva yên ku tenê zarên xwe mezin dikin. Ew normal e çaxê tu bîra heleqetiya nazik û hizkirinê dikî ya ku zewacêda bû. Lê gelo wê rast be ewê xwestinê bi cûrê nerast bînin sêrî? Rojên Pawlosê şandîda hine jinebî “temê xwe xirab” kirin û “berê xwe ji Mesîh” guhastin (1 Tîmotêyo 5:11, 12). Hergê xwestina xweye bedenê, ser tiştên ruhanîra bigirin, ew yek wê axiriya nebaş bîne (1 Tîmotêyo 5:6).

19 Mesîhîk dibêje: “Xwestinên bedenê gelek qewî ne, lê wan xwestina dikarin kontrol kin. Çaxê fikirên nerast dikevine hişê meriva, wê ne baş be derheqa wan berdewam kin bifikirin. Ew fikir ji hişê xwe gerekê derxin. Alîkarî dikare ew be jî, çaxê derheqa zara xwe dişirmîş dibî”. Xebera Xwedê şîreteke kêrhatî dide: “Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin” (Kolosî 3:5). Mesele, hergê tu dixwazî jar bî û naxwazî wekî medê te here xwarinê, gelo tê destpêkî bixûnî wan tişta kîderê derheqa cûre-cûre xwarina nivîsar e? Yanê jî tuyê xeber dî tevî wan meriva, yên ku tenê derheqa xwarina xeber didin? Dêmek na tê usa nekî! Ew mesele em dikarin beramberî xwestinên bedenê bikin.

20. a) Çi çetinayî dikare pêşda bê çaxê Mesîhî rastî nebawera tê? b) Çawa Mesîhiyên qirna yekêda û rojên meda dixebitin ser wê yekê, ku tenêbûnê texmîn nekin?

20 Hine Mesîhî rastî nebawermendê Xudan tên (1 Korintî 7:39). Gelo ew yek rast e? Na. Mesîhîke, ku ji mêrê xwe qetiya ye, dibêje: “Çaxê mêr dikî û ew jibartina te nebaş e, ew yek ji tenêbûnê xirabtir e”. Jinên jinebî yên ku dijîtin wedê berê tenêbûnê ser xwe texmîn dikirin, lê ew jinên bîlan, wedê xwe ser vê yekê xerc dikirin, wekî mêvana qebûl kin û alîkariyê bidine wan, kêra lazim bû (1 Tîmotêyo 5:10). Rojên meda jî, Mesîhiyên amin dilteng nabin, hergê nava gelek salada xwera mêr yan jina baş bona zewacê navînin. Ewana dîsa jî şixulên kêrhatîva mijûl dibin. Mesîhîke jinebî ya ku 68 salî ye, her cara çaxê xwe tenêbûnêda texmîn dikir, radibû diçû serîk jinebîke din dixist. Ew xûşk gilî dike: “Çaxê ez diçim cem kesekî mêvan, şixulê malê dikim yan xem dikim bona ruhaniya xwe, wî çaxî wedê min namîne bona wê yekê ku xwe tenê texmîn kim”. Lê şixuleke lape baş ew e ku merivên din hîn kin derheqa Padşatiya Xwedê (Metta 28:19, 20).

21. Çawa dua û xeberdana bi dil, alî meriva dikin xwe tenê texmîn nekin?

21 Rast e bi keremet nikarin usa bikin wekî tenêbûnê ser xwe texmîn nekin. Lê ew yek dikarin bi qewata Yehowa bikin. Ew qewat û alîkarî wî çaxî dikarin bistînin, çaxê “şev û rojêd xwe bi dua û reca derbaz” dikin (1 Tîmotêyo 5:5). Dua û reca, tê hesabê duakirina bi dil û bi lava, wedê çetinaya. Ew duakirin dikare bi dengê bilind û bi hêsira be. (Beramber kin Îbranî 5:7.) Gelek baş e hergê em şev û roj dilê xwe Yehowara vedikin. Xêncî wê yekê xeberdana bi dil tevî merivên din, wê alî we bike xwe tenê texmîn nekin. Wedê xeberdana usa, dikarin bibihên “gotineke qenc” û bistînin alîkarî çawa ku Metelok 12:25-da nivîsar e.

22. Çi gerekê bîr nekin çaxê xwe tenêbûnêda texmîn dikin?

22 Hergê usa diqewime wekî tu xwe tenêbûnêda teximîn dikî, berxwe nekeve û bîr neke, wekî her kes rastî çetinaya tê. Bi rastiyê jî “xûşk-birêd we jî temamiya dinyayêda” hema rastî wan çetinaya tên (1 Petrûs 5:9). Kul-derdên dilê xwe yên berê bihêle û bîr ke (Waîz 7:10). Qîmet ke ew çi ku niha bal te heye. Ya lape ferz temizaya ruhanî xwey ke û dilê Yehowa şa ke (Metelok 27:11).

YÊN DIN ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN

23. Çi ye cabdariya Mesîhiyên civatê hindava wan, kîjan ku zarên xwe tenê mezin dikin?

23 Alîkariya xûşk-birên Mesîhî gelek qîmet e. Aqûb 1:27-da tê gotinê: “Xwedênasiya rast û bêqisûr ev e: Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya”. Belê, Mesîhî gerekê alî wan malbeta bikin kîjanada dê yan bav tenê zarên xwe mezin dikin. Lê gelo ça ewê yekê bikin?

24. Çida dikarin alî wan dê yan bava bikin, yên ku tunebûnêda nin û tenê zarên xwe mezin dikin?

24 Alîkariya matêriyalî dikarin bidin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?” (1 Yûhenna 3:17). Xebera Yûnanî ya ku wira hatiye welgerandinê ça “dibîne”, nayê hesabê ku sera-bera binihêrin, lê tê hesabê rind dîna xwe dide ser. Wê baş be hergê Mesîhî dîna xwe bide ser derecên wan malbeta, kîjanada dê-bav tenê zarên xwe mezin dikin, û texmîn kin hela kêmasiya wana çida ne. Diqewime kêmasiya wan perada heye. Yan diqewime mala wanda tiştek xirab bûye û alîkariya we lazim e, wekî çêkin. Usa jî ewana dikarin şabûneke mezin bistînin, hergê hûn wana teglîf kin ser nan xwarinê. Yanê gazî wan kin çaxê tevî xûşk-bira top dibin, wekî wede derbaz kin.

25. Çawa xûşk-birên Mesîhî dikarin ber dilê wan malbetada bên, kîderê dê yan bav tenê zarên xwe mezin dikin?

251 Petrûs 3:8-da tê gotinê: “Ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin”. Dayîkek, şeş zarên kîjanî ku hene û tenê bê mêr wana mezin dike, dibêje: “Em gelek tunebûnêda bûn û ewê yekê ez dilteng dikirim. Lê carna hine xûşk-bira minra digotin, ‘Coan tu her tiştî baş dikî. Û çi ku tu dikî boş-betal nîne’. Çaxê tu zanî ku bona te dişirmîş dibin û xem dikin, wî çaxî tu qewî dibî”. Xûşkên emirda mezin jî, dikarin alîkariyê bidin malbetên usa. Mesele, wê yekêda ku guh bidin xemên wan dayîka wedê çetinayên wan, çimkî wanara dikare çetin be tevî birên civatê xeber din derheqa wê çetinayê.

26. Çawa birên civatêda dikarin alî wan zara bikin, yên ku bê bav mezin dibin?

26 Birên civatê jî dikarin alîkariyê bidin, lê bi cûrê din. Îboyê amin digot: “Ji ber ku min . . . bangî alîkariyê dikir û sêwiyê ku bêalîkar xelas dikir” (Îbo 29:12). Îro jî mêrên Mesîhî bi dil û can dixwazin alîkariyê bidine wan zara yên ku bê bav mezin dibin. Ew yek ewana bi “dilê sax, bi îsafa rihet” dikin, ne ku bi nêtên nerast (1 Tîmotêyo 1:5). Ewana dikarin tevî wan zara derkevine xizmetiyê, wana teglîfî mala xwe kin ser qulixkirina tevî malbetê, yan dikarin wede tevî wan derbaz kin. Lê ew her tişt ewana gerekê usa bikin, wekî xwestinên malbeta xwe jî bînin sêrî, bona wan bîr nekin. Alîkariya usa wê alî wan zara bike, yên ku bê bav mezin dibin, ji riya rast derneyên.

27. Ew dê-bav yên ku tenê zarên xwe mezin dikin, çida bawer in?

27 Ew dê yan bav yê ku tenê zarên xwe mezin dike gerekê xwexa “xurca xwe hilgire” ew cabdariya wan e (Galatî 6:5). Lê ew yek nayê hesabê, wekî xûşk-birên civatê û Yehowa Xwedê wana hiz nakin. Bona wan Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xudan xerîba xwey dike, alîkarîya sêwî [êtîm] û jinebiya dike” (Zebûr 146:9). Bi saya hizkirina Xwedê, malbetên usa kîderê yan tenê dê yan tenê bav e dikarin bextewar bin!

a Hergê Mesîhiya cahil ji bênamûsiyê pê maye, wî çaxî civata Mesîhiya gerekê dest pişta wê nexe. Lê hergê ew gunê xwe dide rûyê xwe, rûspî û xûşk-birên civatêda diqewime wê bixwazin alîkariyê bidine wê.

b Wira xeberdan naçe derheqa wê derecê, çaxê yek ji dê-bava gerekê zara xwey ke ji sertbûn û bêremiya wî yan wê ji kîjanî qetiya ye. Lê diqewime wekî jin yan mêrê te ji kîjanî tu qetiyayî usa dike, wekî te ber çevê zara reş ke, çimkî dixwaze wekî zar bal te nemînin. Wî çaxî tu dikarî ji hevalên xweyî cêribandî û rûspiyên civatê şîreta bixwazî, seva ku bizanibî çi dikarî bikî wê derecêda.