Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 13

Çaxê Zewac Qeziyêda ne

Çaxê Zewac Qeziyêda ne

1, 2. Çi pirs gerekê bidine xwe, çaxê zewacêda çetinayî pêşda tên?

 SALA 1988-da Lûçîa ya ku ji Îtalyayê ye ketibû dêprêsîyê. a Çimkî paşî deh sala, zewaca wê bin qeziyêda bû. Ewê gelek car dixwest wekî ew û mêrê xwe dîsa hev bên, lê tiştek dernediket. Lûçîa ji wî çû, çimkî xeysetda ewana hev nedihatin. Û ewê gerekê du qîzên xwe tenê mezin kira. Çaxê Lûçîa ewî wedeyî tîne bîra xwe, ew dibêje: “Ez sed selefî bawer bûm, wekî zewaca me nikare bê xweykirinê”.

2 Hergê zewaca weda jî problêm hene, hûnê fem bikin, Lûçîayê çi ser xwe texmîn dikir. Diqewime zewaca we rastî çetinaya tê, lema jî hûn difikirin, gelo zewaca we, wê bê xweykirinê. Hergê ew yek usa ne, her kes ji we gerekê dişirmîş be ser wê pirsê: Gelo ez guh didime her şîretên kêrhatî ji Kitêba Pîroz, kîjan ku Xwedê dide bona bextewariya malbetê? (Zebûr 119:105).

3. Ça hevqetandin hukum dibe ser ewên ku hev diqetin û ser malbeta wan?

3 Çaxê orta jin û mêr şer-dew pêşda tên, wî çaxî ewana difikirin, ku hevqetandin ew safîkirina her çetinayê ye. Rast e hine welatada hevqetandin gelek belabûyî ye, lê ji lêkolînkirinekê tê xanê, wekî gelek jin û mêr axiriyêda poşman dibin, seva safîkirina xwe. Diha zef ew meriv nexweş dikevin, kîjan seva hevqetandinê berxwe dikevin, ne ku ew meriv yên ku zewacê xwe xwey dikin. Hevqetandina dê-bava dikare ser zara jî xirab hukum be. Zar dikarin gelek sal berxwe kevin û xwe hêsîr û merim texmîn kin. Dilê dê-bavê wan û hevalên wan jî dikare bêşe bona wan, yên ku hev diqetin. Lê Xwedê yê ku zewac saz kiriye, ça dinihêre ser wê yekê?

4. Çawa dikarin çetinayên nava malbetêda safî kin?

4 Serên derbazbûyîda dihate gotinê, wekî nêta Xwedê derheqa malbetê ew bû ku zewaca wan heta-hetayê be (Destpêbûn 2:24). Lê çira haqas hevqetandin hene? Ew yek nişkêva naqewime. Bona wê yekê timê menî hene. Çetinayên biçûk nava malbetêda dikarin usa mezin bin, wekî çetin be safî kin. Lê hergê wededa bi alîkariya şîretên ji Kitêba Pîroz wan çetinaya safî kin, wê bikaribin xwe ji hevqetandinê xwey kin.

BI ÇÎROKA NEJÎN

5. Mêr û jin bona kîjan dereca rêalî gerekê hazir bin?

5 Carna orta jin û mêrda çetinayî dikarin pêşda bên ji bo wê yekê, çaxê yek ji wan dixwaze wekî emirê wî usa be, çawa çîrokada ye. Kitêbên derheqa romanê, jûrnal û fîlmên usa ser meriva hukum dikin, wekî ewana destpêdikin, seva tiştên romantîk bifikirin, çi ku ji emirê rêalî dûr e. Çaxê ew yek nayê sêrî, meriv hesab dike, wekî hate xapandinê û lema jî dibe yekî hêrs. Lê du merivên ne bêqisûr ça dikarin zewacêda bextewar bin? Seva ku heleqetiya baş zewacêda xwey kin, lazim e qewatê bidine xebatê.

6. a) Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa zewacê? b) Ji bo kîjan hine meniya malbetêda dikare çetinayî pêşda bên?

6 Kitêba Pîroz, kitêbeke kêrhatî ye. Wê kitêbêda tê gotinê, wekî zewac şabûnê tîne, lê usa jî wêderêda tê gotinê, wekî ewên ku dizewicin “wê rastî oxirmêd giran bên” (1 Korintî 7:28). Lê çawa îda hatibû gotinê jin û mêr bêqisûr nînin û dikarin şaşiya bikin. Ewana ji hev cude dibin aliyê fikirada û şîretkirinêda. Carna dikare çetinayî malbetêda pêşda bên ji bo pera, zara yan merivên nêzîk. Hergê jin-mêr tevî hev hindik wede derbaz dikin, yan heleqetiya sêksûalda bal wana problêm hene, ew yek jî dikare çetinaya bîne. b Bê îtbar nemînin, çimkî wede lazim e seva ku çetinaya safî kin! Ew meriv yên ku zewacêda nin dikarin problêmên xwe usa safî kin, wekî wan herdura jî xweş bê.

ÇETINAYA ORTA HEVDA SAFÎ KIN

7, 8. Hergê mêr û jin hev fem nakin, yan hev bêhurmet dikin, çawa şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin wê yekêda alî wan bikin?

7 Gelekara çetin e xeber din derheqa kêmasî û şaşiyên xwe. Dewsa wê yekê ku raste-rast bêjin: “Ez difikirim, te min rast fem nekir”, meriv dikare berxwe keve û hûkî bike mûkî. Hinek usa dibêjin: “Tu tenê derheqa xwe dişirmîş dibî”, yanê “Tu min qe hiz nakî”. Carna mêr yan jin xwe ker dike, çimkî naxwaze wekî şer-dew pêşda bê.

8 Diha ferz e guh bidine şîretên ji Kitêba Pîroz, kîderê usa nivîsar e: “Heger hûn hêrs kevin, guna nekin, bira ro ser hêrsa wera neçe ava” (Efesî 4:26). Mêr û jinê ku 60 sala bi şabûnê tevayî emir derbaz kirine, ji wan pirsîn, ku çi alî wan kiriye, wekî zewaca wan bextewar e. Mêr dibêje: “Firqî tune çetinayên me mezin bin yan biçûk, me usa safî kiriye, wekî gerekê xew nekeve çevê me heta em wan çetinaya safî nekin”.

9. a) Kitêba Pîroz dîna me dide ser çi, çaxê fikirên mêr û jin ji hev cude dibin? b) Seva çi mêr û jinara lazim e şikestîbûn û mêrxasî?

9 Çaxê fikirên mêr û jin ji hev cude dibin, wî çaxî her kes ji wan gerekê “bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19). Hergê ewana guh didine hev, wê bikaribin fem kin wekî herdu jî gerekê baxşandinê ji hev bixwazin (Aqûb 5:16). Seva ku bêjin, “Bibaxşîne min dilê te êşand”, lazim e şikestîbûn û mêrxasî. Mêr û jin hema bi wî cûreyî gerekê çetinayên xwe safî kin. Ew yek wê alî wan bike ne ku tenê çetinaya safî kin, lê usa jî hindava hev hestên romantîk pêşda bînin. Hestên wî cûreyî wê şabûnê wanara bîne.

BORCÊ XWE BÎNINE SÊRÎ

10. Kîjan şîreta Pawlos, dikare kêrhatî be bona Mesîhiyên roja îroyîn?

10 Kengê Pawlosê şandî bona civata Korintî neme dinivîsîn, ewî şîret da wan, wekî diha baş e bizewicin ne ku “her cûre qaviyê” bikin (1 Korintî 7:2). Îro halê dinyayê, ji halê Korintiya çêtir nîne, lê diha xirab e. Çimkî têmên bênamûsiyê derheqa kîjanî merivên wê dinê hêsa xeber didin, kincên gelek vekirî, kitêb, jûrnal û fîlmên xirab xwestina nerast pêşda tîne. Pawlosê şandî wan Korîntiyara, yên ku wî helîda bûn got: “Qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin” (1 Korintî 7:9).

11, 12. a) Deynê mêr û jin hindava hevduda çi ye û ça ewana ewê yekê gerekê bînin sêrî? b) Çaxê jin û mêr borcê xwe nikarin biqedînin, ça ewana dikarin ewê yekê safî kin?

11 Kitêba Pîroz temiyê dide Mesîhiya, yên ku zewacêda nin: “Mêr bira deynê jinê bidê, jin jî deynê mêr” (1 Korintî 7:3). Ew rêz dide kifşê derheqa dayînê, ne ku standinê. Heleqetiya sêksûal orta mêr û jin, dikare rastî jî bextewariyê bîne, hergê her kes ji wan bona kara yên din difikire. Mesele, Kitêba Pîrozda temî tê dayînê bona mêra, wekî ewana hindava jina xwe “bi femdariyê” bin (1 Petrûs 3:7). Ew şîret îlahî dikarin bidin xebatê çaxê xeberdan diçe derheqa borcê mêr û jina. Hergê mêr hindava jina xwe usa bi femdarî û bi hizkirin nîbe, wî çaxî jin wê şabûnê nestîne ji vê heleqetiya tevî mêrê xwe.

12 Wê hebin wextê usa, ku mêr û jin borcê xwe nikaribin biqedînin. Mesele, her meh wextekî usa heye, ku jin nikare borcê xwe biqedîne, yan jî çaxê gelek westiyayî ye. (Beramber kin Qanûna Kahîntiyê 18:19.) Usa jî mêr, çaxê problêmên wî ser xebatê hene û ew gelek westiya ye, wî çaxî ew nikare borcê xwe biqedîne. Çaxê wedekî usa tê, ku ser hine wext borcê xweyî sêksûal nikarin biqedînin, mêr û jin gerekê tevî hev xeber din û “bi hevra” razî bin (1 Korintî 7:5). Ew yek wê nehêle ewana tiştên nerast bifikirin. Lê hergê jin yan mêr bê menî, naxwazin borcê xweyî sêksûal bînin sêrî, wanara wê çetin be xwe bigirin çaxê rastî cêribandinê bên. Wî çaxî çetinayî nava malbetêda dikare pêşda bê.

13. Mesîhî çi dikarin bikin seva ku fikirên xwe temiz xwey kin?

13 Her Mesîhî gerekê xwe ji pornografiyê xwey ke, kîjan xwestinên nerast û netebiyetî pêşda tînin (Kolosî 3:5). Usa jî meriv gerekê fikir û kirên xwe kontrol ke, kengê mêr tevî jin xeber dide, yan jin tevî mêr. Îsa pêşda got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28). Mêr û jin wê bikaribin xwe ji heleqetiya sêksûal xweyî kin û bênamûsiyê nekin, hergê guh bidine şîretên ji Kitêba Pîroz. Ewana dikarin şabûnê bistînin ji heleqetiya nêzîk tevî jin yan mêrê xwe, û qîmet kin ewê pêşkêşê ya ku sazkarê zewacê Yehowa wanara daye (Metelok 5:15-19).

KITÊBA PÎROZDA ÇI TÊ GOTINÊ DERHEQA HEVQETANDINÊ

14. Çi derecên çetin dikarin hebin û çira?

14 Gelek baş e çaxê Mesîhî dikarin safî kin wan çetinaya yên ku zewaca wanda pêşda tên. Lê carna ne her tişt hêsa tê safîkirinê. Çimkî meriv neqedandî ne û dinya xirabda dijîn, kîjan ku bin serwêrtiya Şeytanda ye. Lema jî gelek car mêr û jin ji hev diqetin (1 Yûhenna 5:19). Mesîhî çi gerekê bike wê dereca çetinda?

15. a) Kîjan meniya tek nivîsar e Kitêba Pîrozda, ya ku îzinê dide Mesîhiya hev biqetin û malbeta teze saz kin? b) Çira hinek safî dikin bibaxşînin bênamûsiya jin yan mêrê xwe?

15 Çawa ku serê 2-da hatibû gotinê, tenê menîk heye, wekî mêr û jin hev biqetin û cara duda bizewicin, ew heye qavî c (Metta 19:9). Hergê îzbatkirinên te hene û tu zanî, wekî mêr yan jina te bênamûsî kiriye, dêmek tu ber safîkirineke çetin sekinî yî. Ji hev biqetin yan na? Ew safîkirina şexsî ye. Hine Mesîhî safî kirin bibaxşînine mêr yan jina xwe, yê ku bi dil û can gunê xwe dide rûyê xwe û axiriyêda zewaca wan dîsa jî bextewar dibe. Hene yên usa jî kîjan ku tenê bona zara safî dikin hev neqetin.

16. a) Ji bo kîjan meniya hinek safî dikin ji hev biqetin? b) Çira tu kes gerekê sûcdar neke wî yan wê merivî, yê ku safî dike biqete ji jin yan mêrê xwe, kîjan ku qavî kiriye?

16 Hergê jin yan mêr qavî kiriye, dibek ji wê yekê zara bêqanûnî tê bûyînê, yan jî ji bo qavîkirinê, nexweşiyên giran dikare derbazî wê yan wî be. Yan dibek jî lazim e zara xwey kin ji dê yan bavê bênamûs. Ça tê kifşê, lazim e gelek tişt hildine hesab, pêşiya ku safî kin biqetin yan na. Lê hergê hûn pêhesiyane derheqa bênamûsiya jin yan mêrê xwe û berdewam dikin tev dikevine heleqetiya sêksûal, ew yek tê hesabê, wekî we baxşandiye û dixwazin zewaca xwe xwey kin. Wî çaxî îda meniya we ye hevqetandinê tune ye, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz îzinê dide zewaca teze saz kin. Tu kes gerekê nekeve nav şixulê te, û tu kes gerekê te sûcdar neke seva safîkirina te. Ew safîkirina te ye çimkî tu gerekê tevî wî (wê) bijîyî. “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5).

MENÎ BONA WÊ YEKÊ KU JI HEV BAŞQE BIJÎN

17. Hergê bênamûsî nehatiye kirinê û mêr-jin ji hev başqe dibin yan hev diqetin, li gora Kitêba Pîroz wanara çi îzin nayê dayînê bikin?

17 Lê gelo tiştekî usa diqewime wekî jin û mêr ji hev başqe bin yan ji hev biqetin, bê meniya bênamûsiyê? Belê, lê wî çaxî Mesîhî nikare cara duda mêr ke yan bizewice (Metta 5:32). Rast e Kitêba Pîroz îzinê dide wekî ji hev başqe bijîn, lê wêderê usa jî tê gotinê “bira mêr neke yan jî mêrê xwera li hev bê” (1 Korintî 7:11). Kîjan derecada mêr û jin dikarin ji hev başqe bijîn?

18, 19. Kîjan derecada mêr yan jin dikarin safî kin ji hev başqe bijîn?

18 Malbet dikare bikeve bin kêmasiya matêriyalî ji bo wê yekê ku malxê malê yekî tembel e yan xeyset hunurên wîyî xirab hene. d Diqewime, ew perê malbetê xerc dike ser narkotîkayê û îçkê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heger merivek bona . . . mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Hergê meriv naxwaze bê guhastinê, serda jî perê jina xwe xerc dike ser xwestinên xwe, hingê jin dikare safî ke ji vî başqe be, seva bextewariya xwe û zarên xwe.

19 Wî çaxî jî dikarin ji hev başqe bin, çaxê mêr bêrem e û jina xwe hertim usa dikute, wekî sihet-qewata wê û emirê wê dikeve bin ziyanê. Yan çaxê mêr hertim zorê jina xwe dike, pêşberî qanûna Xwedê here, ji bo çi jî ruhaniya wê sist dibe, hingê ew dikare safî ke başqe bijî. Ew merivên ku aliyê ruhanîda ziyanê dikevin dikarin safî kin “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva”, dêmek ji hev başqe bin (Karên Şandiya 5:29).

20. a) Çi dikarin heval û rûspî bikin, lê çida ewana gerekê fesal bin? b) Çira jina Mesîhî prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa hevqetandinê û başqejîtinê bê menî gerekê nede xebatê?

20 Çaxê jin rastî zulmiya mêrê xwe tê, îzina tu kesî tune zorê wê bike seva ew ji wî biqete yan tevî wî bimîne. Rast e heval û rûspiyên cêribandî dikarin şîretên ser hîmê Kitêba Pîroz bidine wê, lê ewana gerekê fesal bin. Çimkî ewana bi temamî nizanin çi bi rastiyê malbetêda diqewime orta mêr û jinda. Ew yek tenê Yehowa zane. Hergê jina Mesîhî prînsîpên Kitêba Pîroz dixwaze bide xebatê seva ku bê menî ji mêrê xwe biqete, bi wê yekê ew dide kifşê wekî qedirê sazkarê malbetê Yehowa nagire. Lê hergê emirê wê mala wêda bin ziyanêda ye, ew safî dike başqe be, tu kes gerekê wê sûcdar neke. Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa mêrê Mesîhî jî, yê ku dixwaze ji jina xwe başqe be. “Em hemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin” (Romayî 14:10).

ZEWACEKE BIN ZIYANÊDA ÇA HATE XWEYKIRINÊ

21. Kîjan mesele dide kifşê, wekî şîretên ji Kitêba Pîroz alî malbeta dike?

21 Lûçîa derheqa kîjanî jorê hatibû gotinê, sê meh şûnda paşî wê yekê ça ji mêrê xwe çû, rastî Şedên Yehowa hat û destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Ew gilî dike: “Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê ez pêhesiyam, wekî Kitêba Pîrozda şîretên kêrhatî hene, seva safîkirina problêmên min. Heftêk bû ça min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiribû, min îda dixwest ez û mêrê xwe hev bêm. Îro ez dikarin bêjim ku Yehowa zane, ça alî wan malbeta bike, çetinayên kîjana ku hene. Çimkî ew hîn dike, ça jin û mêr gerekê qedirê hevdu bigirin. Ew yek rast nîne ku hinek dibêjin, wekî Şedên Yehowa jin û mêra hev diqetînin. Çimkî dereca minda ew yek cûrekî mayîn bû”. Lûçîa hîn bû şîretên ji Kitêba Pîroz emirê xweda bide xebatê.

22. Çida mêr û jin dikarin bawer bin?

22 Zewac gerekê kerem be, ne ku barê giran be. Yehowa bona zewacê şîretên qîmet ji Xebera xwe daye me, û ewê şîretê em nikarin beramberî tu şîreteke din bikin. Kitêba Pîroz neserwaxta serwaxt dike (Zebûr 19:7-11). Xebera Xwedê zewacê xwey dike û alîkariyê dide wan malbeta, çetinayên kîjana hene. Mêr û jin gerekê bi temamî baweriya xwe wan şîreta bînin, yên ku Yehowa Xwedê dide malbeta. Çimkî ew şîret rastî jî kêrhatî ne!

a Nav hatiye guhastinê.

b Hine ji wan pirsa serên derbazbûyda îda hatine şêwirkirinê.

c Têrmîna Kitêba Pîroz “qavî”, usa jî tê hesabê ça bênamûsî, gomosêksûalîzim, heywanara xwe heram kirin, yan jî xebitandina organên sêksî bi heramî û netebiyetî.

d Ew yek nayê gotinê derheqa wan dereca kengê mêr dixwaze bixebite, lê bi hine meniya nikare. Mesele, hergê sihet-qewata wî nebaş e yan ew nikare xwera xebatê bivîne.