Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 14

Tevî Hev Kalbûn-Pîrbûnê Derbaz kin

Tevî Hev Kalbûn-Pîrbûnê Derbaz kin

1, 2. a) Çi guhastin diqewime, çaxê meriv emirda mezin dibe? b) Çira xizmetkarên Xwedê wedê berê, şabûn distandin ji kalbûn-pîrbûnê?

 SAL derbaz dibin, emir jî tê guhastinê. Meriv qidûm dikeve û qewat ji wî diçe. Çaxê xwe neynîkêda dinihêrin, divînin wekî sifetê wan qurçimî ye, porê wan sipî dibe û dadiwaşe. Carna jî ewana zû tişta bîr dikin. Lê çaxê zar mezin dibin û malbeta xwe saz dikin, heleqetiya dê-bava tevî zara tê guhastinê. Wî çaxî jî tê guhastinê çaxê nebî wanara dibin. Bal hine meriva, yên ku emirda mezin dibin û naxebitin, hemû tişt tê guhastinê.

2 Kalbûn-pîrbûn, dikare bibe cêribandin bona meriva (Waîz 12:1-8). Werên bînine bîra xwe xizmetkarên Xwedê wedê berê. Rast e wana nikaribû xwe ji mirinê xilaz kirana, lê wana ji emirê xwe bîlanî û serwaxtî standin û ewê yekê rihetiya dil da wan wedê kalbûn-pîrbûnê (Destpêbûn 25:8; 35:29; Îbo 12:12; 42:17). Çi alî wan kir şabûnê unda nekin ji bo kalbûn-pîrbûna xwe? Alîkarîke mezin ew bû, ku ewana bi wan prînsîpa dijîtin, kîjan em niha Kitêba Pîrozda divînin (Zebûr 119:105; 2 Tîmotêyo 3:16, 17).

3. Çi şîret Pawlosê şandî da merivên emirda mezin?

3 Kitêba Tîtoda, Pawlosê şandî şîreta kêrhatî da merivên emirda mezin. Ewî nivîsî: “Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, baweriyê, hizkirinê û sebirêda serxwe bin. Pîrejin jî bira usa pergal bin, çawa li merivêd Xwedê dikeve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin” (Tîto 2:2, 3). Hergê guh bidin wan şîreta, emê bikaribin bi mêrxasî rastî wan çetinaya bên, yên ku kalbûn-pîrbûn pêşda tînin.

HÎNÎ WÊ YEKÊ BIN ÇAXÊ ZARÊN WE CIHÊ DIBIN

4, 5. Nihêrandina hine dê-ba çi cûreyî ye, çaxê zar ji wan cihê dibin? Çi alî hine dê-bava kir wekî çetin derbaz nekin çûyîna zara?

4 Gerekê hînî guhastinên teze bin. Çaxê zar mezin dibin, ewana ji dê-bavê xwe cihê dibin û malbeta xwe saz dikin. Bona gelek dê-bava ew yek dide kifşê, ku ewana îda kal pîr dibin. Rast e dê-bav şa dibin ku zarên wan mezin bûne, lê yeke bona wan berxwe dikevin. Ewana dişirmîş dibin, gelo bi rastiyê wana her tişt kiriye, seva zarên wan bikaribin bê alîkariya wan bijîn. Dê-bav bîra zara dikin, çimkî ciyê zara tê kifşê.

5 Rast e zar mezin dibin û malbeta xwe saz dikin, lê dê-bav yeke berdewam dikin berxwe kevin, bona zarên xwe. Dayîkek dibêje: “Hergê ez hertim pêbihesiyama derheqa wan û min bizanibûya ku ewana baş in, ezê şa bûma”. Bavek gilî dike: “Çaxê qîza me mêr kir û ji mal çû, mera gelek çetin bû. Mala me pêra-pêra vala bû, em hînî wê yekê hatibûn, wekî me bêyî hev safîkirin nedikirin”. Lê gelo ew dê-bav ça hînî wê yekê bûn, ku zarên wan îda tevî wan najîn? Alîkarîke mezin ew bû, ku wana destpêkir bona merivên din xem kin û alî wan bikin.

6. Çi dikare alî dê-bava bike, rast ser derecên malbetê binihêrin?

6 Çaxê zar dizewicin, rola dê-bava tê guhastinê. Kitêba Destpêbûn 2:24-da tê gotinê: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek”. Guhdayîna prînsîpên Xwedê û serwêrtiya rast wê alî dê-bava bike, ser her tiştî rast binihêrin (1 Korintî 11:3; 14:33, 40).

7. Bavekî, qîzên kîjanî mêr kirin, çi cûre xwe da kifşê?

7 Jin-mêrekî texmîn kirin, wekî paşî wê yekê ça du qîzên wan mêr kirin, mal gelek vala bû. Bav sêrîda ser zevên xwe dixeyîdî. Lê çaxê ewî destpêkir bifikire derheqa wê yekê ku mêr serê malbetê ye, ewî fem kir, wekî zevên wî bona malbeta xwe cabdar in. Lema jî çaxê qîzên wî ji wî şîret dixwestin, ewî ji wan dipirsî, derheqa wê yekê mêrê wan çi dişirmîş dibin û ewî piştgiriya zevên xwe dikir. Niha zevên wî, wî hesab dikin ça bavê xwe û hevalê xwe, ji kîjana bi şabûnê dikarin şîreta hildin.

8, 9. Ça hine dê-bav qebûl dikin ewê yekê, ku zarên wan ji wana başqe dibin?

8 Çi hûn gerekê bikin, hergê ewên ku teze zewicî ne, nihêrandina wera qayîl nînin, lê tiştekî usa nakin çi ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e? Mêr û jin zarên kîjana ku zewicî ne, gilî dikin: “Em her gav alî wan dikin nihêrandina Yehowa hildin hesab. Lê hergê em qayîl nînin tevî nihêrandina wan, em nakevine şer-dewa tevî wan, em dixebitin ser wê yekê, wekî piştgiriyê û alîkariyê bidine zara”.

9 Hine welatên Asyayêda, dayîkara çetin e qebûl kin vê yekê ku kurên wan îda mezin bûne û ji wan cihê dibin. Lê hergê ewana hildin hesab temiyên ji Kitêba Pîroz, ku ewana gerekê qedirê mêra bigirin ça malxê malê, wî çaxî wanara wê hêsa be ziman bûkê xwera jî bivînin. Mesîhîk hesab dike, wekî çûyîna kurên wê ji mal, “şabûn bû bona wê”. Çimkî ew gelek şa dibû çaxê didît, wekî kurên wê cabdariyên xwe dikarin bînin sêrî. Ewê yekê emirê wê û mêrê wê hêsa kir.

BONA HEVDU XEM BIKIN

10, 11. Kîjan şîretên ji Kitêba Pîroz alî meriva dikin xwe dûr bigirin ji wan telika yên ku rastî merivên emirda mezin tên?

10 Çaxê meriv emirda mezin dibe û dibe weke 50 salî, fikir û kirên wî jî têne guhastinê. Ew guhastin ser her kesa bi cûrê wî hukum dibe. Hine mêrên emirda mezin dixwazin cahil bêne kifşê, lema jî kincên usa xwe dikin, ku ne layîqî emirê wan e. Lê gelek jin ber xwe dikevin, seva wê yekê ku bal wana mênopaûza pêşda tê, dêmek nav organîzma wanda guhastin pêşda tên. Çaxê merivên emirda mezin flîrtê dikin tevî cahila, ew yek dikare kumreşiyê û xeyîdê pêşda bîne bal jin yan mêrê wan. Lê mêrên emirda mezin, yên xwedêxof û “serwaxt”, xwestinên xweye nerast xweda dişewitînin (1 Petrûs 4:7). Hema bi wî cûreyî, jinên xwedêxof û serwaxt, kîjan mêrên xwe hiz dikin û dixwazin Yehowa xweş bên, her tiştî dikin seva zewaca xwe xwey kin.

11 Padşê Lemûêl ji Xwedê hatibû hêlankirinê, wekî gotinên payîdayînê binivîse, seva “kulfeta esil” ya ku “temamîya emirê xweda . . . qencîyê” dike, ne ku xirabîyê. Çaxê jin emirda mezin dibe û digihîje weke 50 salî, ew dikare xemgîn be û medekirî be. Lê mêrê Mesîhî wê fem bike, wekî jina wîra çiqas çetin e xemgîn nebe û medekirî nîbe ji bo wê yekê. Hizkirin wê wî hêlan ke payê wê bide (Metelok 31:10, 12, 28).

12. Dîsa çi çax mêr û jin dikarin bona hevdu xem kin?

12 Çaxê we zarên xwe mezin dikir, we xwestinê xwe da alîkî, seva ku her tiştî bona zara bikin. Lê niha çaxê zar ji we cihê bûne, wede ye bona hevdu xem bikin. Mêrek gilî dike: “Çaxê qîzên min mêr kirin û ji mal çûn, min diha destpêkir bona jina xwe xem bikim”. Mêrekî din dibêje: “Em seva sihet-qewata hevdu xem dikin û dikine bîra hev, wekî gerekê sihet-qewata xweye fîzîkî qewî kin, mesele gîmnastîkayêva mijûl bin”. Seva ku tenêbûnê texmîn nekin, ewana hevala û xûşk-birên civatê teglîfî mala xwe dikirin. Hergê bona yên din xem kin ew yek bi rastiyê keremê tîne. Bi wê yekê em usa jî Yehowa şa dikin (Fîlîpî 2:4; Îbranî 13:2, 16).

13. Hergê mêr û jin dilvekirî û rast in hindava hev, ça ew yek dikare alî wan bike, wedê kalbûn-pîrbûnê jî?

13 Îzinê nedin ku ji bo kêmasiya xeberdanê, hûn hindava hevdu sar bin. Dilvekirî bin hindava hevda (Metelok 17:27). Mêrek dibêje: “ Em her tiştî dikin, seva ku bona hev xem kin û qedirê hev bigirin, çimkî ew yek alî me dike, hê hev fem bikin”. Jina wî tevî giliyên wî qayîl dibe, û serda zêde dike: “Çaxê em emirda mezin bûn me fem kir, wekî çiqas hewas e tevayî çayê vexwin, xeber din yan tiştekî din bikin”. Ew yek ku hûn dilvekirî ne û rast in, dikare heleqetiya we zewacêda qewî ke. Û usa jî dikare alî we bike xwe ji tîrên Şeytan xweyî kin, yê ku dixwaze malbet xirab ke.

NEBIYÊN XWERA ŞA BIN

14. Pîrika Tîmotêyo çi kir, seva ku Tîmotêyo çawa Mesîhî mezin be?

14 Nebî “kofîya” kal pîra ne (Metelok 17:6). Xeberdana tevî nebiya, bi rastiyê şabûnê tîne û rihetiyê dike dil. Kitêba Pîrozda tiştên baş têne gotinê derheqa Loyîsê diya Eynikê, kîjanê tevî qîza xwe, nebiyên xweyî biçûk Tîmotêyora derheqa baweriya xwe gilî dikir. Ew zar mezin bû û zanibû, wekî diya wî û pîrika wî rastiya ji Kitêba Pîroz qîmet dikin (2 Tîmotêyo 1:5; 3:14, 15).

15. Kalik-pîrik çi dikarin bikin bona şîretkirina nebiya, lê çi gerekê nekin?

15 Kalik û pîrik dikarin wî alîda alîkariyê bidin. Dê-bavno we îda zarên xwera gilî kiriye derheqa normên Yehowa. Niha hûn dikarin nebiyên xwera ewê yekê gilî kin! Gelek car nebî bi dil û can guh didin wan serhatiya, kîjanî kalik-pîrik wanara gilî dikin. Kalik-pîrik naxwazin cabdariya bava hildine ser xwe, seva ku rastiyê bikin dilê nebiyên xwe (Qanûna Ducarî 6:7). Lê ewana dikarin alîkariyê wê yekêda bidine wî. Mîna zebûrbêj ewana jî dikarin dua bikin û bêjin: “Kaltî û rû-remantîya minda jî min nehêlî, Xwedêyo, heta qewata Te nisilê mayînra bêjim û qudreta Te hemû hatîyara” (Zebûr 71:18; 78:5, 6).

16. Kalik û pîrik çi dikarin bikin, wekî riyê wanda çetinayî nava malbetêda pêşda ney?

16 Yazix, lê gelek car kalik û pîrik rû didine nebiyên xwe. Lema jî usa diqewime, wekî orta wan û dê bavê zara şer-dew pêşda tê. Çaxê kalik-pîrik hindava nebiya qenc in, nebî hêsa dikarin dilê xwe kalik-pîrikên xwera vekin, ne ku dê-bavê xwera. Gava dê-bav zarên xwera dikine şer, zar bawer in wekî kalik-pîrik wê pişta wan bigirin, ne ku pişta dê-bavê wan. Çi gerekê bikin wê derecêda? Wê derecêda bîlaniyê bidine kifşê û şîreta bidine nebiyê xwe, wekî ewana her tiştî rast dê-bavê xwera gilî kin. Wanara şirovekin, hergê ewana usa bikin, ewana bi wê yekê dikarin dilê Yehowa şa kin (Efesî 6:1-3). Hergê lazim be hûn dikarin bêjin nebiyên xwe, ku dikarin pêşda tevî dê-bavê wan xeber din, seva ku ewana guh bidine wan. Bi dil û can gilî kin nebiyê xwera derheqa wan zanebûn û cêribandina, yên ku we emirê xweda standiye. Xeberdana usa wê karê bîne nebiyên wera.

NIHÊRANDINA RAST XWEY KE SER KALBÛN-PÎRBÛNÊ

17. Merivên emirda mezin, çida dikarin çev bidine zebûrbêj?

17 Sal derbaz dibin û meriv fem dike, wekî niha nikare haqas bike çiqas berê dikir û nikare bike ew çi ku niha dixwaze bike. Lê meriv ça gerekê binihêre ser wê yekê ku ew kal yan pîr dibe? Carna meriv xwe usa texmîn dike tê bêjî hela hê 30 salî ye, lê çaxê xwe neynîkêda dinihêre dibîne, wekî ew yek usa nîne. Dilteng nebe. Zebûrbêj Yehowara dua dikir: “Di pîrbûnêda tu min ji xwe nevêje, gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede!” Gerekê bixebitin ser vê yekê, ku çev bidine xîreta zebûrbêj, seva ku nav xweda ewê xîretê pêşda bînin. Ewî got: “Belê ez hergav hêvîdar im, ji bo te pesindar û spasdar im” (Zebûr 71:9, 14, ÎM).

18. Mesîhiyên emirda mezin çawa dikarin wedê xwe bi xîret û rast bidine xebatê?

18 Hine xûşk-birên emirda mezin yên ku îda naxebitin, ewê mecelê didine xebatê, wekî hê zêde pesina bidine Yehowa. Mêrekî emirda mezin yê ku îda naxebite, usa got: “Min pêşda safî dikir çi ez gerekê bikim, çaxê qîza min mektebê xilaz ke. Min safî kir xizmet kim ça pêşengê hertim, lema jî min bîznêsa xwe firot seva ku hê zêde Yehowara xizmet kim. Min dua dikir û ji Xwedê rêberî dixwest”. Hergê wedekî usa bê ku hûn jî gerekê îda nexebitin ji bo kalbûn-pîrbûnê, bira gotinên Efirandarê me dilê we germ kin: “Nêta kalepîrbûna we jî ez ew im û heta ku porên we sipî bibin, ezê we hilgirim” (Îşaya 46:4).

19. Çi şîret tê dayînê wan merivara yên ku emirda mezin in?

19 Gelek çetin e çaxê meriv emirda mezin dibe û naxebite. Pawlosê şandî şîret da mêrên emirda mezin, wekî ewana gerekê xwegirtinê bidine kifşê. Lema jî gerekê mecalên hêsa negerin bona jîyînê. Çaxê meriv emirda mezin dibe û naxebite, wî çaxî diha lazim e xwegirtinê bidine kifşê. Lema jî “her gav şixulê Xudanda pêşda herin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan” (1 Korintî 15:58). Hê zêde alî meriva bikin (2 Korintî 6:13). Gelek Mesîhiyên emirda mezin, bi dil û can xizmet dikin haqas, çiqas ku sihet-qewata wan û emirê wan îzinê dide. Rast e sal derbaz dibin, lê meriv gerekê “baweriyê, hizkirinê û sebirêda” serxwe bimîne (Tîto 2:2).

ÇAWA TEYAX KIN, MIRINA MÊR YAN JINA XWE

20, 21. a) Roja îroyîn dîsa çi dibe menî, wekî mêr û jin ji hev diqetin? b) Çi meseleke baş Hanayê hîştiye?

20 Roja îroyîn ji bo mirinê jin yan mêr tenê dimînin. Ew meriv, jin yan mêrê kîjana mirine, zanin wekî ew niha xewa kûrda nin, lê wext wê bê û ewana dîsa wê rastî wan bên (Yûhenna 11:11, 25). Çaxê merivên xweyî nêzîk unda dikî, ew derdekî giran e. Ça dikarin teyax kin ber wî derdî? a

21 Alîkarîke mezin ew e, çaxê difikirî derheqa wê yekê, ça wan derecên çetinda xizmetkarên Xwedê wedê berê xwe dane kifşê. Hana heft sal paşî mêrkirina xwe bû jinebî. Ew îda 84 salî bû çaxê Kitêba Pîrozda derheqa wê hatibû lêkirinê. Hana gelek berxwe diket bona mirina mêrê xwe. Lê çi alî wê dikir? Ewê şev û roj xizmetiya pîroz dikir paristgeha Xwedêda (Lûqa 2:36-38). Hanayê ku emirê xwe bi dua û xizmetiya pîroz derbaz dikir, evê yekê derdê wê derman dikir.

22. Çi alî hine jinebiya û mêrên bî kiriye, wekî xemgîn nebin?

22 Jinikek ya ku 72 salî ye û îda 10 sal e ku mêrê wê miriye, gilî dike: “Niha minra çetin e ji bo wê yekê, ku tu kes kêleka min tune, wekî ez dilê xwe jêra vekim. Mêrê min her car guh dida min. Me derheqa civatê û xizmetiya xwe xeber dida”. Jinebîke din dibêje: “Rast e wede derbaz dibe û kul derdê dil kêm dibin, lê ez dikarim bêjim, wekî qenckirina lape baş ew e, ça tu wî wedeyî didî xebatê. Niha îda tu merivên din rind fem dikî, û dikarî hê zêde alî wan bikî”. Tevî giliyê wê jinebiyê razî bû mêrekî bî 67 salî: “Çaxê alî merivên din dikî, ew yek alî te dike, êşa dilê xwe hêsa kî”.

XWEDÊ XIZMETKARÊN XWEYÎ EMIRDA MEZIN QÎMET DIKE

23, 24. Kitêba Pîroz çi dilgermî dide wan meriva, yên ku jin yan mêrê bî ne?

23 Rast e mirin jin û mêr ji hev dûr dixe, lê Yehowa hertim tevî me ye. Dawid Padşa yê ku wedê berê dijît, distira: “Tiştekî ji Xudan ez dixwazim û ez heyra vê yekêda me, temamîya rojêd emirê xweda, xana Xudanda ez bimînim, ji dîndara Wî ez têr nebim û heyra Paristgeha Wîda bim” (Zebûr 27:4).

24 Pawlosê şandî hêlanê dide, “qedirê jinebiya bigire, yêd ku bi edetî jinebî ne” (1 Tîmotêyo 5:3). Ew şîret dide kifşê, wekî ew jinebî bal kîjana merivên nêzîk tune ne, dikarin alîkariya matêriyalî ji civatê bistînin. “Qedirê” jinebiya bigirin usa jî tê hesabê wana qîmet kin. Jinebî û mêrê bî dikarin dilgermiyê bistînin ji zanebûna wê yekê, ku Yehowa wan qîmet dike û hergav piştovanê wan e! (Aqûb 1:27).

25. Merivê emirda mezin çi nêt dikarin daynin pêşiya xwe?

25 Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye”, û “rûmeta mezina rû-gulîyê sipî ye” (Metelok 16:31; 20:29). Firqî tune hûn zewacêda ne yan tenê mane, yeke hûn dikarin xizmetkirina xwe Yehowara daynin ciyê pêşiyê. Çaxê hûn usa bikin, Yehowa wê we qebûl ke û hûnê bikaribin şabûna heta-hetayê bistînin ser erdê cinetêda, kîderê kul-derdên kalbûn-pîrbûnê wê tune bin (Zebûr 37:3-5; Îşaya 65:20).

a Hê kûr derheqa wê pirsê dikarin pêbihesin ji broşûra “When Someone You Love Dies” (“Çaxê Merivê Meyî Nêzîk Dimire”), kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine.