Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Xwedê Dixwast wekî Em usa Bijîn?

Gelo Xwedê Dixwast wekî Em usa Bijîn?

ÇAXÊ em rojnema dixûnin, têlêvîzorê dinihêrin, yan jî radîoyê dibihên em pêdihesin ku li dinyayê tije têrorîzm, şer-dev û neheqî diqewi­min! Xêncî wê yekê, problêmên meye başqe jî hene. Hinek berxwe dikevin ji bo nexwe­şiya, hinek jî ji bo mirina merivên xweye nêzîk diçerçirin. Dibek tu jî texmîn dikî wê yekê çi ku Îbo pêxember got: “Ez kul-derdada xeniqîme” (Îbo 10:15, DT).

Hela dişirmîş be:

  • Xwedê dixwest wekî emirê me usa bûya?

  • Kîderê em dikarin alîkariyê bibî­nin, wekî problêmên xwe safî kin?

  • Wê bê wedê usa wekî li ser erdê ­edilayî hebe?

Kitêba Pîroz rast û bi temamî cabên wan pirsa dide.

KITÊBA PÎROZ HÎN DIKE KU XWEDÊ LI SER ERDÊ WÊ WAN GUHASTINA BIKE.

Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

Tupal wê mîna gakûvî banzde” (Îşaya 35:6, DT).

Çevê kora vebin” (Îşaya 35:5).

Hemûyêd tirbada . . . wê . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29).

Yê ku li wir rûdinê [dijî], wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24).

Li ser rûyê erdê genim zêde bibe” (Zebûr 72:16, AB).

HÎNBÛNA KITÊBA PÎROZ KARÊ TÎNE

Hergê te tirê, ku ew hemû tiştên derheqa kîjanî me jorê xwand na­yêne sêrî, lez nekeve. Bîr neke ku ew sozên Xwedê ne. Hin jî Kitêba Pîroz şirovedike ku Xwedê ewan soza wê çawa bîne sêrî.

Kitêba Pîroz wê alî te bike, wekî tu îda îro bi jî­yî­neke baş û fikirandî bi­jî­yî. Hela dişirmîş be çi problêmên te hene. Dibek ­perava gi­rêdayî, yan neferê ma­lêva girêdayî, yan jî aliyê sihet-qewatêda prob­lêma te heye. Gelek merî be­rxwedikevin û dilteng in, çimkî merivên wane nêzîk mirine. Heyneser problêmên me gelek in. Lê Kitêba Pîroz bi saya cabên li ser pirsên jêrê nivîsar, dikare alî te bike tu wan problêma safî kî, û wekî berxwe­ketina û diltengya te hê kêm be:

  • Çira em diçerçirin?

  • Ça em dikarin problêmên xwe safî kin?

  • Çi em dikarin bikin, wekî jîyîna malbeta me hê baş û bextewar be?

  • Paşî mirinê emir berdewan dibe, yan na?

  • Gelo emê miriyên xwe dîsa bivînin?

  • Çira em gerekê bawer kin ku Xwedê sozên xwe wê bîne sêrî?

Ew yek, ku tu niha evê kitêbê dixûnî, dide kifşê wekî tu dixwazî pêbihesî hela Kitêba Pîroz çi hîn dike. Ev kitêb di wê yekêda wê alî te bike. Dîna xwe bidê ku xilaziya rûpêla pirs seva abzasa hene. Bi mîlyona meriya şa ne, ku tevî Şedên Yahowa bi saya pirs û caba derheqa Kitêba Pîroz tevî hev şêwir dikin. Gumana me heye, wekî tu jî bixwazî. Bira Xwedê ewê xwestina te kerem ke, û bira tu karê bistînî ji wan tiştên ku tu ji Kitêba Pîroz pêbihesî!