Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 1

Rastî Derheqa Xwedê?

Rastî Derheqa Xwedê?
  • Gelo Xwedê me hiz dike?

  • Xwedê yekî ça ne, û gelo navê wî heye?

  • Gelo em dikarin nêzîkî wî bin?

1, 2. Çira baş e pirsa bidin?

TE TEXMÎN kiriye çawa zar hiz dikin pirsa bidin? Ewana bê hesab pirsa didine mezina, mesele ev çi ye, ev çira usa ne yan usa nîne? Carna dibek jî seva ku caba rast bidî wanara, tu gele cefê dikişînî, lê yeke mîna vê zaroka ku li ser şikil tê kifşê, ewana dîsa jî dipirsin: “Lê çira?”

2 Bi rastiyê pirsa ne tenê zar didin, lê yên mezin jî. Meriv çiqas jî mezin dibe, haqas hê gele tişta dixwaze pêbihese. Mesele, ça gerekê merî bijî, wekî dûrî kul-derda û bêbextiyê be. Lê hene meriv yên ku îda pirsa nadine xwe, û cabên li ser pirsên ferz nagerin.

3. Çira gelek merî caba li ser pirsên ferz nagerin?

3 Hela dişirmîş be li ser navê vê kitêbê, usa jî li ser pirsên serecemê û li ser pirsên destpêka serê pêşiyê. Eva pirsên lapî ferz in di emirê meda. Lê gelek, cabên pirsên usa îda nagerin. Gelo çira? Gelo Kitêba Pîroz caba van pirsa dide? Geleka tirê ku cabên Kitêba Pîroz çetin in seva femkirinê. Hinek jî şerm dikin pirsa bidin. Lê hene yên usa jî, yên ku dişirmîş dibin, wekî derheqa caba van pirsa gerekê tenê ulmdar û meriyên zandar dişirmîş bin. Lê tu ça dişirmîş dibî?

4, 5. Ev hine pirsên ferz ku pêşda tên kîjan in, û çira em gerekê cabên wan bigerin?

4 Gelek merî, mîna te dixwazin li ser pirsên usa ferz caba xwe bistînin. Dibek te jî pirsên usa daye xwe: ‘Gelo nêt-meremê emir çi ye? Eva jîyîna ku meriv dijîn, gerekê usa bûya? Gelo Xwedê yekî ça ne?’ Eva rind e wekî tu pirsên usa didî xwe, û heta tu caba rast li ser van pirsa nestînî, nesekine. Çimkî mamostakî navdar, bi navê Îsa Mesîh * giliyên usa gotiye: “Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe” (Metta 7:7).

5 Hergê hûn “bigerin” caba van pirsên ferz, hûnê têderxin ku ev yek gelek karê tîne (Metelok 2:1-5). Kî jî tera çi bêje, tu sed selefî bizanibe, wekî caba pirsên usa hene, ewana di Kitêba Pîrozda nivîsî ne. Cabên Kitêba Pîroz bi rastiyê seva femkirinê çetin nînin. Lê serda jî ewana dikarin gumanê bidine te û emirê te hê baş kin. Hînbûna Kitêba Pîroz wê alî te bike emirê xwe îda îroda bextewar kî. Were pêşiyê em pêbihesin caba pirsên usa li ser kîjanî gelek meriv difikirin.

GELO XWEDÊ BONA ME XEM DIKE, GELO EW DILREM E?

6. Çira gelek ji meriya dişirmîş dibin, wekî Xwedê bona me xem nake?

6 Gelek ji meriya dibêjin wekî na. ‘Hergê Xwedê dilrem bûya, emir dinyayêda wê baş bûya’. Gava em li dinê dinihêrin em tenê şer, neheqiyê û zulmê dibînin. Û em xwexa jî timê nexweş dikevin diçerçirin û meriyên xweye nêzîk unda dikin. Lema jî gelek dibêjin: ‘Hergê Xwedê bona me xem bikira, ewî wê nehîşta wekî haqas neheqî û zulm bêne serê me’.

7. (a) Ça ulmdar û kahîn meriya didine bawerkirinê, ku sebebê hemû kul-derda Xwedê ye? (b) Çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa kul-derdên me?

7 Hê ecêb ew e, wekî carna xwexa ulmdar û kahîn meriya didine bawer kirinê ku sebebê hemû kul-derda Xwedê ye. Mesele çaxê tiştekî xirab li serê kesekî diqewime, ewana dibêjin, wekî qirara Xwedê bû. Bi wê yekê ewana Xwedê neheq derdixin. Lê eva rast e? Gelo çi hîn dike Kitêba Pîroz? Di kitêba Aqûb 1:13-da nivîsar e: “Bira tu kes, yê ku nava cêribandinêda ye, nebêje: ‘Xwedê min bi xirabiyê dicêribîne’, çimkî Xwedê xirabiyada nayê cêribandinê û ne jî yekî dicêribîne”. Dêmek ev neheqiyên ku li dinê diqewimin, kirên Xwedê nînin. (Bixûne Îbo 34:10-12.) Rast e ew dihêle ku tiştên xirab biqewimin. Lê ku tu tiştekî bihêlî biqewime û ku xwexa evê yekê bikî. Orta wan firqiya mezin heye.

8, 9. (a) Bi kîjan meselê tu dikarî nîşan kî, wekî firqî heye, orta neheqiyê bihêlî, yan jî xwexa bikî? (b) Rast e Xwedê hîşt wekî meriv di riya xirabda herin, lê çira nerast e, wekî em seva vê yekê Xwedê neheq derxin?

8 Were em li ser meselekê dişirmîş bin, derheqa bavekî qenc û bîlan, û kurê wîyî mezin, yê ku hê mala dê-bavê xweda dijî. Derbekê ew safî dike ji dê-bavê xwe başqe be û riya xweda here. Bide hesabê xwe, ewî rêke xirab jibart û bû xweyê kul-derda. Texmîna we ew kul-derdên wî, bavê wî anî li serê wî? Femdarî ye, wekî na (Lûqa 15:11-13). Derheqa Xwedê jî em dikarin usa bêjin. Rast e Xwedê hîşt, wekî însanet ji wî başqe be û rêke xirabda here. Lê ev nayê hesabê, wekî Xwedê xwexa kul-derd anî li serê wan. Lema jî ev gunekî mezin e, ku meriv bona hemû kul-derdên xwe, Xwedê neheq dikin.

9 Lê gelo çira Xwedê hîşt, wekî însanet rêke xirabda here? Xwedê heye Efirandarê meyî himzor û bîlan, ew borcdar nîne hemû kirên xwe mera şiroveke. Lê çimkî ew me hiz dike, lema jî ewî xwexa xwest mera hemû tiştî şiroveke. Derheqa vê yekê hê zêde emê di serê 11-da pêbihesin. Ça jî hebe tu car dişirmîş nebe, wekî seva problêmên me Xwedê ye neheq. Dewsa vê yekê bizanibe ku Xwedê gumanê dide me, wekî problêmên me wê safî bin! (Îşaya 33:2).

10. Çira em dikarin bawer bikin ku Xwedê hemû zulmî wê bide hildanê?

10 Xêncî wê yekê, Xwedê pîroz e (Îşaya 6:3). Ev tê hesabê, wekî Xwedê rast û temiz e. Ew bê qusûr e. Lema jî em dikarin bi temamiyê, îtbariya xwe Xwedê bînin. Lê em dikarin usa îtbariya xwe meriya bînin? Hilbet na, çimkî merî dikare neheqiyê û nerastiyê bike. Hergê hene meriyên heq û rast, di destê kîjanada serwêrtî heye, ewana yeke nikarin dewsa wan zîyana dadin, yên ku meriyên zulm didine me. Lê Xwedayê me himzor e, û ew hin dikare û hin jî dixwaze zulmê bide hildanê. Xwedê wê usa bike, wekî zulm îda tucar tune be. (Bixûne Zebûr 37:9-11.)

XWEDÊ ÇA DINIHÊRE LI SER NEHEQIYÊN DOR-BERÊ ME?

11. (a) Ça Xwedê dinihêre li ser neheqiyên vê dinyayê? (b) Xwedê çi li ser xwe texmîn dike, çaxê dibîne ku tu diçerçirî?

11 Çaxê Xwedê neheqiyên vê dinyayê û neheqiyên ku himberî te têne kirinê dibîne, gelo ew çi li ser xwe texmîn dike? Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî Xwedê “kamil e û heq e” (Qanûna Ducarî 32:4, PKM). Lema jî Xwedê dixwaze wekî meriv heqiyê bikin, ne ku neheqiyê. Eva gelek ferz e seva Xwedê, çimkî hemû neheqiyên ku meriv dikin ber çevê Xwedê reş e. Kitêba Pîroz dibêje, ku berê, çaxê dinya bi zulmiyê tije bû Xwedê “gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6, PKM). Xwedê nehatiye guhastinê (Malaxî 3:6). Ber çevê wî dîsa jî hemû zulmê vê dinyayê reş e. Û ew berxwe dikeve çaxê dibîne ku meriv çawa diçerçirin. Kitêba Pîroz dibêje ku: “Ew bona we xem dike”. (Bixûne 1 Petrûs 5:7.)

Kitêba Pîroz hîn dike wekî Yahowa Efirandarê hemû dinyayê ye, û hizkirina wî pir mezin e

12, 13. (a) Ji ku cem me heye hunurên lapî baş, dêmek hizkirin? (b) Çima tu dikarî bawer kî, wekî Xwedê eseyî hemû neheqiya û çetinaya bide hildanê?

12 Em ji ku zanin wekî neheqiyên vê dinyayê Xwedê xweş nayên? Bona vê yekê gele îzbatkirin hene. Mesele Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê merî mîna xwe efirandiye (Destpêbûn 1:26). Ev hunurên baş çi ku cem me hene, ji Xwedê ne. Mesele, tu çi li ser xwe texmîn dikî çaxê dibînî ku merîkî qenc û heq diçerçire? Hergê neheqiyên usa te xweş nayên, bizanibe wekî hê zêde Xwedê xweş nayên.

13 Hunurekî lapî baş yê ku cem me heye, ev hizkirin e. Eva jî ji Xwedê ye. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Dêmek cem me hizkirin lema heye, çimkî Xwedê ev hunurê xwe derbazî me kiriye. Roja îroyîn em dibînin ku dinyayêda gele neheqî têne kirinê. Wekî destê te bihata, teyê hemû neheqî bida hildanê? Hilbet teyê bixwesta ev yek bikira, çimkî hizkirina te heye. Hergê em dixwazin xirabiyê bidine hildanê, dêmek Xwedê ji me zeftir dixwaze. Lema jî Xwedê eseyî hemû neheqî û zulmî wê bide hildanê. Ev sozên ku li ser rûpêla 4 hatiye nivîsarê, ne tenê xwestina dila ye, û ne jî çîrok in. Ev sozên Xwedê ne û eseyî wê bêne sêrî! Lema jî tu çiqasî zef derheqa Xwedê pêbihesî, haqasî baweriya te hindava sozên wî wê hê zêde be.

XWEDÊ DIXWAZE WEKÎ EM WÎ NAS BIKIN

Çaxê tu dixwazî tevî yekê bibî nas, tu çi dikî? Pêşiyê navê xwe jêra dibêjî, usa nîne? Xwedê jî navê xwe ji Kitêba Pîroz mera eyan dike

14. Navê Xwedê çi ye, û çira em gerekê evî navî bidine xebatê?

14 Çaxê tu dixwazî tevî yekê bibî nas, tu çi dikî? Pêşiyê navê xwe jêra dibêjî, usa nîne? Lê gelo navê Xwedê çi ye? Îro nîvê zef ji meriya bawer dikin wekî gele xudan hene, û navê wan her kesa heye. Lê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî Xwedayê rast yek e. Hine ulmdar jî dibêjin wekî Xwedê yek e û navê wî “Xudan e”, yan jî “Xwedê” ye. Lê bi rastiyê ev navê Xwedê nîn in. Ev sernav in, mesele ça “padşa” yan “serok”. Kitêba Pîroz hîn dike, wekî sernavên Xwedê gelek hene, “Xudan” “Xwedê” ev tenê hine ji van sernava ne. Hin jî Kitêba Pîroz hîn dike, wekî tenê navekî Xwedê heye, Yahowa. Di Kitêba Pîrozda ya ser zimanê Kurmancî, kitêba Derketinê 3:15-da, dîna xwe bide nasiya bi steyrkê nîşankirî, kîderê usa nivîsar e: “Bi zimanê îbranî xebera ‘Xudan’ YHWH nivîsar e û tê xwendinê çawa ‘Yahweh’, yan jî ‘Yahowa (PKM)’”. Hergê di welgerandina Kitêba Pîrozda yê ku bal te heye, navê Yahowa tune, tu dikarî di vê kitêbêda binihêrî rûpêla 195-197 û pêbihesî çira ew ji hine welgerandina hatiye derxistinê. Lê bi rastiyê di Kitêba Pîroze orîjînalêda navê Xwedê weke bi hezara car heye. Bi vê yekê tê kifşê, wekî Yahowa xwexa dixwaze ku em navê wî bizanibin û hildin. Dêmek Yahowa Xwedê dixwaze pê Kitêba Pîroz xwe tera eyan bike.

15. Navê Yahowa çi dide kifşê?

15 Xwedê navê usa xwera jibartiye, ku gele tiştên ferz tê hesabê. Navê wî Yahowa, tê hesabê ku ew her sozekî xwe dikare bîne sêrî û her nêteke xwe, ku daniye pêşiya xwe, wê bîne sêrî. * Navekî usa îda tune ye, ev nav tek e. Tenê Xwedê hêjayî vî navî ye û tenê wîra ev nav dikeve. Dêmek ji hemû aliyava yekî mîna Yahowa tune, û tu kes nikare beramberî wî be. Gelo ev çi tê hesabê?

16, 17. Em çi pêdihesin ji Kitêba Pîroz derheqa Yahowa ji wan giliya: (a) Xwedayê “Hemû Zorayiyê”? (b) Xwedayê “ji beriya hemû hebûnê, heta-hetayê”? (c) “Efirandar”?

16 Zebûra 83:18 bona Yahowa dibêje, ku ew Xwedayê “herî mezin e”. Tenê bona Xwedê Yahowa tê gotinê wekî ew e “Xwedêyê hemû Zorayiyê”. Eyantî 15:3 dibêje: “Kirêd te mezin û ecêb in Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê!” Ev gilî ku Yahowa Xwedayê “Hemû Zorayiyê ye”, tê hesabê, ku Yahowa ji hemûya zortir û qewattir e. Yekî mîna wî tune ye, û ew li ser hemûyara ye. Çimkî destpêbûna her tiştî hebûye, lê destpêbûna Yahowa tune, ew timê hebû û wê hebe. Kitêba Zebûra 90:2 dibêje: “Ji beriya tevaye hebûnê heta-hetayê, tenê tu Xweda yî (AB)”. Ev fikir meriya dide lerizandinê, usa nîne?

17 Yekî mîna Yahowa Xwedê tune, çimkî tenê ew e Efirandar. Kitêba Eyantî 4:11 dibêje: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene”. Hemû tiştên ku tu dikarî bibînî, destpêbûyî ji steyrka ku diçûrisin, heta darên cûre-cûre û mesiyên di berêda û çêmda, efirandina Yahowa ne!

GELO EM DIKARIN NÊZÎKÎ YAHOWA BIN?

18. Çira hine meriya tirê, ku ewana tu car nikarin nêzîkî Yahowa Xwedê bin, lê çi hîn dike Kitêba Pîroz?

18 Gava meriv dixûnin derheqa himzorya Yahowa, tirs dikeve dilê wan. Wana tirê ku Yahowa Xwedê ji wan gelek dûr e, û ewana tu car nikarin nêzîkî wî bin, û dibek jî ber çevê Xwedê qe tu tişt jî nayêne hesabê. Lê eva rast e? Kitêba Pîroz cûrekî mayîn hîn dike. Derheqa Yahowa ew dibêje: “Lê ew Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17: 27). Usa jî Kitêba Pîroz me şîret dike: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

19. (a) Ça em dikarin xwe li Xwedê bigirin, û ev yek çi karê wê mera bîne? (b) Kîjan hunurên Xwedê ji hemûşka zêdetir te xweş tên?

19 Lê ça tu dikarî nêzîkî Yahowa Xwedê bî? Ya pêşin, hergê tu dîsa hê zêde pêbihesî û hîn bî derheqa Xwedê. Di Kitêba Pîrozda usa nivîsar e: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Dêmek Kitêba Pîroz hîn dike, ku hergê em hînbin derheqa Yahowa emê “jiyîna heta-hetayê” bistînin! Ça îda hatibû gotinê Xwedê rastî jî “hizkirin e” (1 Yûhenna 4:16). Lê xêncî hizkirinê, dîsa gelek hunurên baş bal Yahowa Xwedê hene. Mesele Kitêba Pîroz seva Yahowa ha dibêje, wekî ew heye “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminiyêda xinêyo” (Derketin 34:6, PKM). Ew qenc e û baxşandinêra hazir e (Zebûr 86:5). Xwedê sebir dike (2 Petrûs 3:9). Ew amin e (Îbranî 11:11). Wedê xwendina Kitêba Pîroz tuyê hê zêde pêbihesî, wekî Yahowa Xwedê çawa van hunurên baş dide xebatê û eyan dike.

20-22. (a) Rast e em nikarin Xwedê bibînin, lê ev tê hesabê wekî em nikarin nêzîkî wî bin? Şiroveke. (b) Hine merî ça xêr-xwazê te, çi dikarin bikin, lê tu çi gerekê bikî?

20 Rast e tu nikarî Yahowa bibînî, çimkî ew Ruh e û nayê dîtinê (Yûhenna 1:18; 4:24; 1 Tîmotêyo 1:17). Lê bi saya xwendina Kitêba Pîroz tuyê bikaribî wî nas kî, ça Kesê ku rastî jî heye. Ça zebûrbêj got em rastî jî dikarin rema Yahowa bibînin (Zebûr 27:4; Romayî 1:20). Tu çiqas zef Kitêba Pîroz bixûnî, haqas zef Yahowa seva te wê bibe kesê rastî û zêndî, û hê zêde menî wê tera hebin, wekî Yahowa hiz bikî û hê nêzîkî wî bibî.

Bavê me yî ezmana usa me hiz dike, ça bavekî ku zarên xwe hiz dike û hizkirina xwe wanara eyan dike

21 Paşê tuyê pêbihesî, wekî çira di Kitêba Pîrozda ser Yahowa tê gotinê Bav (Metta 6:9). Ewî ne tenê emir daye me, lê ça Bavekî zarên xwe hiz dike, ew mera qenciyê dixwaze û hin jî dixwaze wekî em bextewar bin (Zebûr 36:9). Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî merî dikarin bibine dostên Yahowa Xwedê (Aqûb 2:23). De tu tenê bide hesabê xwe, wekî Efirandarê dinyayê dikare bibe dostê te!

22 Hergê tu hînbûna Kitêba Pîroz berdewan kî, diqewime hine merî ça xêr-xwazê te, te bidine zorê wekî tu Kitêba Pîroz hîn nebî. Ewana dikarin berxwe kevin derheqa wê yekê, ku tu ji dînê xwe derdikevî. Lê îzinê nede tu kesî ji wana riya te bigirin, wekî dostiyê hevalê lapî başra bikî.

23, 24. (a) Çira gerekê şerm nekî timê pirsa bidî? (b) Derheqa çi emê di serê dinda pêbihesin?

23 Dibek ku tiştek tera wê femdarî nîbe. Lê şerm neke alîkariyê bixwazî. Seva vê yekê hilbet tera milûktî lazim e. Hela hê di Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, wekî em gerekê mîna zara milûk bin (Metta 18:2-4). Lê zar şerm nakin gele pirsa bidin. Lema jî Xwedê dixwaze wekî tu pirsa bidî û cabên wan bistînî. Kitêba Pîroz pesinê wan meriya dide, yên ku dixwestin pêbihesin derheqa Xwedê. Ewana kûr Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, wekî rast bizanibin hela tiştên ku ewana dixûnin rast in, yan na. (Bixûne Karên Şandiya 17:11.)

24 Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz tuyê hê baş pêbihesî derheqa Yahowa Xwedê. Kitêba Pîroz ne mîna hemû kitêba ne. Lê gelo çira? Derheqa vê yekê emê di serê dinda pêbihesin.

^ abz. 4 Seva hê zêde elametî derheqa Îsa Mesîh, binihêrin serê çara.

^ abz. 15 Bona hê zêde elametiya, binihêre li ser rûpêla 195-197, wekî pêbihesî hela navê Xwedê çi tê hesabê û ça em gerekê evî navî rast bidine xebatê.