Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 2

Kitêba Pîroz, Xebera ji Xwedê ye

Kitêba Pîroz, Xebera ji Xwedê ye
  • Çida Kitêba Pîroz, ne mîna kitêbên dinêna ye?

  • Ça Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî tu çetinayên xwe safî kî?

  • Çira em dikarin îtbariya xwe pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz bînin?

1, 2. Çira em dikarin bêjin, ku Kitêba Pîroz pêşkêşa ji Xwedê ye?

HELA bide hesabê xwe ku hevalekî te tiştekî gele baş û biha tera pêşkêş bide. Wî çaxî tuyê xwe ça texmîn kî? Tuyê gelek şa bî, usa nîne? Dibek jî tuyê şa bî ku te tiştekî baş standiye, lê hê zêde tuyê şa bî seva vê yekê, ku ew hevalê te bona te xem kiriye û hevaltiya tevî te qîmet dike. Bêyî şik tuyê wîra gelek razî bî, usa nîne?

2 Kitêba Pîroz heye pêşkêşa Xwedê bona her kesî, seva çi jî em bi rastiyê gerekê razî bin. Ji vê kitêbê em tiştên usa dikarin hîn bin, çi ku zêde cîkî din nayê dîtinê yan jî hîn kirinê. Mesele, Kitêba Pîroz hîn dike derheqa efirandina erd û steyrkên ezmana, û usa jî derheqa meriyên pêşin. Di Kitêba Pîrozda şîretên usa hene, yên ku bi rastiyê jî dikarin alî me bikin, wekî em problêmên xwe safî kin. Ew usa jî şirovedike, wekî Xwedê wê çawa sozên xwe bîne sêrî û emirê li ser erdê bextewar ke. Bi rastiyê jî Kitêba Pîroz pêşkêşa ji Xwedê ye!

3. Çira em ji bo pêşkêşa Yahowa gerekê şa bin, û çira Yahowa Xwedê Kitêba Pîroz daye me?

3 Ji bo pêşkêşa Yahowa Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz em gerekê gelek şa bin, çimkî ev pêşkêş gelek tişta derheqa Yahowa Xwedê mera eyan dike. Yahowa Kitêba Pîroz lema pêşkêş daye me, wekî em bikaribin rind wî nas bikin. Kitêba Pîroz rastî jî dikare alî te bike, wekî tu nêzîkî Yahowa Xwedê bî.

4. Ew yek ku Kitêba Pîroz çiqasî kitêbeke belabûyî ye, ça li ser te hukum dibe?

4 Hergê di mala teda Kitêba Pîroz heye, ev tê hesabê wekî tu xweyê kitêbeke gelek baş û eyan î. Kitêba Pîroz li ser 2 600 zimana hatiye derxistinê, dêmek weke 90 selef ji meriya dikarin vê kitêbê bixûnin. Xêncî vê yekê, her heftiyê bi mîlyona Kitêba Pîroz têne neşir kirinê! Bi temamiyê Kitêba Pîroz yan jî parên vê, bi mîlyarda hatine neşirkirinê. Bi rastiyê jî Kitêba Pîroz ne mîna kitêbên dinêna ye.

“Kitêba Pîroz Welgerandina Dinya Teze” ser gele zimana hatiye derxistin

5. Çi tê hesabê, ku Kitêba Pîroz “ji bîna ber Xwedê ye”?

5 Heyneser, Kitêba Pîroz “ji bîna ber Xwedê ye”. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16.) Gelo ev çi tê hesabê? Kitêba Pîroz xwexa caba vê pirsê dide: “Meriva bi rêberiya Ruhê Pîroz ji Xwedêda xeber dane” (2 Petrûs 1:21). Seva ku ev yek femdarî be, meseleke usa dikarin bînin. Kalik dibêje neviyê xwera, wekî ew dewsa wî nemê lêke. Kalik dibêje, lê nevî lêdike. Dêmek di nemêda nêt-fikirên kî nivîsiye? Belê, nêt-fikirên kalikê. Usa jî meriyên ku dinivîsîn Kitêba Pîroz, ne ku fikirên xwe, lê fikirên Xwedê lêdikirin. Bi rastiyê jî Kitêba Pîroz “ji bîna ber Xwedê ye” (1 Têsalonîkî 2:13).

HEVGIRÊDAN Û RASTIYA KITÊBA PÎROZ

6, 7. Hevgirêdan û rastiya Kitêba Pîroz çi mera eyan dike?

6 Kitêba Pîroz nava 1 600 sala hatiye nivîsarê. Nivîskarên wê, di cûre-cûre zemanada dijîtin û cûre-cûre merî bûn. Hine ji wan cotkar, mesîgir û şivan bûn. Hinek jî pêxember, hakim û padşa. Mesele Lûqayê nivîskar hekîm bû. Rast e nivîskarên Kitêba Pîroz ne mîna hev bûn, ewana tevî hev girêdayî nîbûn, lê Kitêba Pîroz ji serî heta xilaziyê hev girêdayî ye û rast e.

7 Di Kitêba Pîrozda, Destpêbûnêda tê gilîkirinê ku hemû kul-derd û problêmên meriya ça destpêbûn. Lê xilaziya kitêbê jî eyan dike, wekî temamiya erdê wê çawa bibe cinet. Di temamiya Kitêba Pîrozda derheqa çend hezar salên terîxiya dinyayê tê gilîkirinê, û usa jî tê nîşan kirinê çawa qirara Xwedê hêdî-hêdî eyan dibû. Belê, hevgirêdana Kitêba Pîroz gele ecêbmayî ye, û ev yek îzbat dike ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye.

8. Ji çi tê kifşê ku Kitêba Pîroz di aliyê zandariyêda rast e? (Çend mesela gilî ke).

8 Kitêba Pîroz ji aliyê zandariyê jî rast e. Di vê kitêbêda derheqa tiştên usa nivîsar in, çi ku paşê gelek sal şûnda seva meriya eyan bûn. Mesele, berê cimetên dor-berê cimeta Îsraêlê nizanibûn çawa sihet-qewata xwe xwey kin. Lê îda wî çaxî, di kitêba Qanûna Kahîntiyêda hine qanûnên usa hatibûn nivîsarê, ku cimeta Îsraêlê, bi qedandina van qanûna dikaribûn hin xwe temiz xwey kirana, hin jî sihet-qewat bûna. Berê gelek meriv dişirmîş dibûn ku erd ser tiştekî sekiniye û ew pen e, lê Kitêba Pîroz zelal digot ku erd nava hewêda ne, tiştekîva dardakirî nîne û ew girover e (Îşaya 40:22; Îbo 26:7). Rast e Kitêba Pîroz kitêbeke zandariyê nîne, lê gava ev derheqa tiştên zandariyê gilî dike, ew timê rast e. Bi rastiyê jî kitêba ji Xwedê gerekê hema usa bûya, usa nîne?

9. (a) Ça Kitêba Pîroz xwexa eyan dike, wekî ew di aliyê terîxiyêda jî rast e? (b) Milûktiya nivîskarên Kitêba Pîroz, çi derheqa vê kitêbê mera eyan dike?

9 Kitêba Pîroz usa jî di aliyê terîxiyêda rast e. Kitêba Pîroz elametiya hûr bi hûr û rast derbazî me dike. Mesele, gava Kitêba Pîroz derheqa merivekî gilî dike, ew ne tenê navê wî mera eyan dike, lê usa jî bona temamiya rikinyata wî gilî dike. * Terîxzanên dinyayê, gava dîroka miletê xwe dinivîsîn, timê şaşiya milet vedişartin. Lê nivîskarên Kitêba Pîroz milûk û helal bûn, wana hin derheqa şaşiyên milet, hin jî derheqa şaşiyên xwe dinivîsîn. Mesele, di kitêba Jimarda derheqa şaşîke Mûsaye gelek giran tê gilîkirinê, û ev elametî Mûsa pê destê xwe nivîsîbû (Jimar 20:2-12). Rastiya û helaliya usa di nivîsarên terîxiyêda tune, lê di Kitêba Pîrozda heye, çimkî Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye.

KITÊBA KU BI ZANEBÛNÊN KÊRHATÎ TIJE YE

10. Çira ew yek ku Kitêba Pîroz kitêbeke kêrhatî ye, me ecêbmayî nake?

10 Çimkî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye, lema jî “kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmotêyo 3:16). Belê, Kitêba Pîroz kitêbeke kêrhatî ye. Ev kitêb xeyset, mehsûlet û rabûn-rûniştandina meriya rind eyan dike. Avtorê Kitêba Pîroz Yahowa Xwedê ye. Ew heye efirandarê hemû tiştî, lema jî ew gele baş me fem dike, û ji me rindtir me nas dike. Xêncî wê yekê, ew rind zane çi mera lazim e, wekî em bextewar bin. Ew usa jî rind zane, ji kîjan rê em gerekê dûr kevin, wekî nekevine qeziyê.

11, 12. (a) Di kitêba Metta 5-7-da derheqa kîjan pirsên ferz xeberdan diçe? (b) Çi şîretên baş di Kitêba Pîrozda hene, û çira ev şîret ne ku tenê berê, lê usa jî îro kêrhatî ne?

11 Were em niha hinekî derheqa hînkirineke baş xeber din, ya ku di kitêba Metta serê 5-7-da nivîsar e. Di vê hînkirinêda xeberdan diçe derheqa çend pirsên ferz. Mesele, çawa bi rastiyê jî bextewar bin, ça problêmên orta hev safî kin, çawa dua bikin û çawa rast binihêrin li ser hebûn-tunebûnê. Ev şîret ne ku tenê hêna berêda kêrhatî bûn, lê usa jî roja îroyîn, di wedê meda.

12 Di Kitêba Pîrozda hene şîret û prînsîp derheqa malbetê, xebatê û tivaqê. Şîretên Kitêba Pîroz seva her kesa kêrhatî ne û di hemû derecada dikarin bêne xebatê. Ew yek ku zanebûnên Kitêba Pîroz rastî jî kêrhatî ne, rind tê kifşê ji giliyên Yahowa Xwedê, yê ku ewî bi pêxemberekî xwe Îşaya, gotibû: “Xudan Xwedayê te, yê ku tiştê qenc fêrî [hînî] te kiriye, . . . ez im” (Îşaya 48:17).

KITÊBA PÊXEMBERTIYÊ

Îşaya pêxember derheqa wêranbûna Babîlonê digot

13. Yahowa bi Îşaya pêxember derheqa Babîlonê, çi hûr bi hûr pêxembertî kiribû?

13 Di Kitêba Pîrozda gele pêxembertî hene. Gelek ji wan îda hatin sêrî. Were em niha derheqa pêxembertîkê xeber din, yê ku Yahowa bi pêxemberekî xwe Îşaya, derbazî meriya kir. Îşaya pêşiya dewrana me di qirna heyştada dijît, û ewî derheqa wêranbûna Babîlonê pêxembertî dikir (Îşaya 13:19; 14:22, 23). Derheqa Babîlonê pêşda hûr bi hûr hatibû şirovekirinê, wekî ew wê çawa wêran be. Mesele, hatibû pêxembertî kirinê, ku ava çêm wê bimiçiqe, eskerên dijmina wê çêmva derbaz bin û bê şer bikevine Babîlonê. Lê xêncî vê yekê, hatibû pêxembertî kirinê, wekî navê wî padşê ku Babîlonê wêran ke, wê Koreş be. (Bixûne Îşaya 44:27-45:2.)

14, 15. Kîjan pêxembertî, derheqa wêrankirina Babîlonê hatin sêrî?

14 Weke 200 sal şûnda, sala 539 pêşiya dewrana me, şeva 5-6 Cotmehê, eskerên dijmina nêzîkî Babîlonê cîwar bûn. Lê gelo serkarên wan kî bû? Belê, padşê farisa bi navê Koreş. Lê were em pêbihesin, eskerên Koreş rastî bê şer ketine Babîlonê, ça ku hatibû pêxembertî kirinê?

15 Wê şevê Babîloniya kêfeke mezin dikirin. Ewana bê xem û arxayîn bûn, çimkî sûra şeher gelek mezin û qayîm bû. Lê wî çaxî Koreş bi aqilayî riya ava çêm, ku dikete şeher, birî û da guhastinê. Usa ava çêm hêdî-hêdî daket, û esker îda karibûn çêmva derbaz bin û nêzîkî dîwarên şeher bin. Lê gelo niha esker wê çawa ji dîwarên şeher derbaz bin? Wê şevê usa qewimî ku dergehê şeher vekirî mabûn!

16. (a) Çi Îşaya gotibû derheqa axiriya Babîlonê? (b) Ça pêxembertiya Îşaya bi temamî hate sêrî?

16 Derheqa Babîlonê hatibû pêxembertî kirinê, wekî zemanê derbaz bin lê li wir îda tu kes wê nejî û ereb jî çadirên xwe wê daneynin û şivan jî keriyên pêz wê neynin li wir (Îşaya 13:20). Eva pêxembertî nîşan dike, wekî Babîlon ne ku tenê wê bê zeft kirinê, lê wê bê qirkirinê jî û heta-hetayê wêran bimîne. Ev yek rastî jî usa qewimî, tu dikarî Babîlona wêran û vala pê çevê xwe bibînî di Îraqêda. Ew ji şeherê Bexdadê di aliyê başûrda 80 km. wêda ye. Ev yek îzbat dike wan giliyên Yahowa, yê ku ewî gotibû Îşaya: “Ezê wê bi gêziya kutakirinê gêzî kim” (Îşaya 14:22, 23, DT). *

Babîlona wêrankirî

17. Ça ew yek ku pêxembertî ji Kitêba Pîroz hatin sêrî, bawerbûna me qewî dike?

17 Ew ku pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz hatin sêrî, bawerbûna me hê qewî dike. Hergê Yahowa berê hemû sozên xwe dianî sêrî, dêmek di axiriyêda jî ew eseyî wê sozê xwe bîne sêrî û erdê wê bike cinet. (Bixûne Jimar 23:19.) Em rastî jî dikarin guman bin, ku jîyîna heta-hetayê wê hebe, çimkî “bona wê jîyînê, Xwedayê xweyê gotina xwe, hê dewrêd berêda soz daye” (Tîto 1:2). *

“XEBERA XWEDÊ SAX Û ZOR E”

18. Çi got Pawlosê şandî derheqa qewata “Xebera Xwedê”?

18 Çi ku em di vî serîda derheqa Kitêba Pîroz pêhesiyan, sed selefî îzbat dike, wekî Kitêba Pîroz bi rastiyê jî ne mîna kitêbên dinêna ye. Belê, ev kitêbeke hevgirêdaye, bi zanebûnên kêrhatî tije ye, kitêba pêxembertiyê ye û rast e. Lê xêncî vê yekê di Kitêba Pîrozda giliyên usa nivîsar in: “Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî biratir e, ku derbazî heta navbera ruh û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî enene dike” (Îbranî 4:12).

19, 20. (a) Ça Kitêba Pîroz dikare alî me bike wekî em têderxin ku em çi cûreyî ne? (b) Seva pêşkêşa ji Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz, tu ça dikarî razîbûna xwe nîşan kî?

19 Bi saya xwendina Kitêba Pîroz, dêmek “xebera” Xwedê, emirê me dikare bê guhastinê. Kitêba Pîroz alî me dike, wekî em xwe bicêribînin û têderxin hela em çi cûreyî ne. Dibek em dibêjin ku em Xwedê hiz dikin, lê bi saya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz em dikarin têderxin, hela nêta me çi ye, û bi rastiyê çi ye dilê meda.

20 Bi rastiyê jî Kitêba Pîroz, Xebera ji Xwedê ye. Em gerekê vê kitêbê bixûnin, hîn bin û hiz bikin. Kitêba Pîroz pêşkêşa ji Xwedê ye, lema jî em gerekê razîbûna xwe seva vê pêşkêşê nîşan kin. Hergê em dîsa jî kûr lêkolînê Kitêba Pîroz bikin, emê bizanibin hela nêtên Xwedê seva însanet çi ye. Di serê sisyada emê pêbihesin, Xwedê çi soz daye û ew çawa sozên xwe wê bîne sêrî.

^ abz. 9 Mesele, di kitêba Lûqa 3:23-38-da, hûr bi hûr tê gotinê derheqa rikinyata Îsa Mesîh.

^ abz. 16 Bona hê zêde elametiya derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz, tu dikarî bixûnî broşûra “Kitêba seva Hemû Meriya” rûpêla 27-29. Ev broşûr Şedên Yahowa li ser gelek zimana derxistine.

^ abz. 17 Niha em tenê pêxembertîkê derheqa Babîlonê pêhesiyan. Lê bi rastiyê di Kitêba Pîrozda dîsa gelek pêxembertî hene, mesele derheqa şeherê Sûr û Neynowa (Hezeqêl 26:1-5; Sêfaniya 2:13-15). Usa jî Daniyêlê pêxember got, wekî paşî Babîlonê, gerekê dewletên mezin derkevin. Ev dewleta Meda-Farisa û ya Yûnana ye (Daniyêl 8:5-7, 20-22). Binihêre rûpêla 199-201, kîderê jî tê gotinê derheqa wan pêxembertiya, ku li ser Îsa Mesîh hatine sêrî.