Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 4

Îsa Mesîh Kî ye?

Îsa Mesîh Kî ye?
  • Çi şixulê ferz Îsara hatibû dayînê?

  • Ew ji kîderê hat?

  • Ew yekî ça bû?

1, 2. (a) Çira em dikarin bêjin ku, bizanibî navê kesekî ev nayê hesabê, wekî tu wî rastî jî nas dikî? (b) Çi tiştên cûre-cûre derheqa Îsa, merî dişirmîş dibin?

LI DINYAYÊ meriyên navdar gelek hene. Hinek ji wan di şeherên wanda, yan di temamiya welatda têne naskirinê. Hene yên usa jî, yên ku nav temamiya dinyayê navê wan eyan e. Lê bi rastiyê tenê navê kesekî bizanibî ev hê nayê hesabê, wekî tu wî rastî jî nas dikî, usa nîne? Çimkî dibek tu nizanî hela ew çi merî ye, ji kîderê ye û çi hunurên wî hene.

2 Mesele, rast e Îsa Mesîh weke 2 000 sal pêşda dijît, lê derheqa wî heta roja îroyîn jî meriv zanin. Her kes derheqa Îsa cûrekî dişirmîş dibe. Yek dibêje, wekî Îsa xwera merîkî qenc bû, zêde tiştek na. Yên din jî dibêjin, wekî ew pêxember bû. Lê hene yên usa jî, yên ku dibêjin wekî Îsa Mesîh Xwedê ye, û em gerekê serê xwe ber wî daynin. Lê gelo ev yek rast e?

3. Çira seva te gelek ferz e, wekî tu bizanibî rastiyê derheqa Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh?

3 Her kes gerekê bizanibe rastiyê derheqa Îsa, û tera jî ev yek ferz e. Lê zanî çira? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Belê, hergê em pêbihesin rastiyê derheqa Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh, ev yek jîyîna heta-hetayê di cinetêda, dikare mera bîne (Yûhenna 14:6). Xêncî wê yekê, Îsa meseleke baş mera hîşt, wekî em ça gerekê bijîn û ça heleqetiya baş di orta hevda xwey kin (Yûhenna 13:34, 35). Di serê pêşinda em rastiyê derheqa Xwedê Yahowa pêhesiyan. Lê niha werin em pêbihesin, çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa Îsa.

MESÎHÊ SOZDAYÎ

4. Çi tê hesabê xebera “Mesîh”?

4 Hê gelek sal pêşiya bûyîna Îsa, di Kitêba Pîrozda hatibû gotinê wekî Xwedê Yahowa, Mesîh wê bişîne ser erdê. Lê çi tê hesabê Mesîh? “Mesîh”, ev heye kesek ji aliyê Xwedêda kifşkirî. Ev xebereke Îbranî ye, û tê hesabê “Rûnkirî”. Mesele berê, gava Xwedê yek kifş dikir ça padşa, rûn ser serê wîda dikirin. Ev dibû nîşan, ku filankes bû padşa. Lema gava Îsa hat, ew bi navê “Mesîh” hate gotinê, wekî bihata kifşê ku ew ji Xwedêda bijartî û kifşkirî ye, seva şixulekî ferz. Dêmek Îsa hat li ser erdê, wekî qirara Xwedê biqedîne. Di vê kitêbêda serên mayînda emê hê zêde pêbihesin, derheqa şixulên Îsa Mesîh. Usa jî emê pêbihesin, hela em roja îroyîn ji vê yekê çi karê dikarin bistînin. Pêşiya wê yekê ça Îsa Mesîh hate bûyînê, her kes dişirmîş dibû derheqa wê yekê, ‘Hela Îsa Mesîh wê kî be?’

5. Şagirtên Îsa derheqa wî çida dudilî nîbûn?

5 Di qirna yekêda dewrana meda, şagirtên Îsa bawer dikirin û dudilî nîbûn ku Mesîhê sozdayî, ev hema Îsa ye (Yûhenna 1:41). Yek ji şagirtên Îsa bi navê Şimhûn-Petrûs gote Îsa: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedêyê sax” (Metta 16:16). Lê çira ewana di vê yekêda usa guman bûn û ça em dikarin guman bin ku bi rastiyê Îsa, Mesîhê sozdayî ye?

6. Ça Yahowa bi pêxembera, derheqa Îsa Mesîh, elametiyên hûr bi hûr da lêkirinê? Bîne mesele.

6 Pêxemberên Yahowa Xwedê, hê pêşiya bûyîna Îsa Mesîh, elametiyên hûr bi hûr derheqa wî nivîsîn. Hema evê elametiyê alî meriva kirin, wekî ewana têderxin hela kî ye Mesîh. Seva ku ev yek hê femdarî be, bide hesabê xwe, wekî tera gotine herî nav şeher ku rastî merivekî bêyî, yê ku tera qet nas nîne û te ew ne jî dîtye. Tuyê nava gelek meriva çawa wî bikaribî nas kî? Lê hergê tera pêşda bêjin wekî ev merivekî ça ne, bilindaya bejna wî çiqas e, û çi kinc lê ye, wî çaxî seva te wê hê hêsa be wî nas bikî. Usa nîne? Usa jî derheqa Îsa Mesîh û jîyîna wî, Yahowa bi pêxembera elametiyên hûr bi hûr da lêkirinê. Bi saya van pêxembertiya, yên ku dihatine sêrî, merivên amin dikaribûn têderxistana, hela bi rastiyê kî bû Mesîhê sozdayî.

7. Kîjan du pêxembertî li ser Îsa Mesîh hatin sêrî?

7 Niha em derheqa du pêxembertiya xeberdin, yên ku li ser Îsa Mesîh hatin sêrî. Mesele, weke 700 sal pêşda, Mîxayê pêxember digot ku yê sozdayî di Cihûstanêda di şeherekî biçûkda, li Beytlehmê wê bê bûyînê (Mîxa 5:2). Lê bi rastiyê Îsa kîderê hate bûyînê? Hema di vî şeherêda, Beytlehmêda (Metta 2:1, 3-9). Pêxembertiya din digot, wekî Mesîh di dewrana meda sala 29-da wê bê eyankirinê. * Ev herd pêxembertî û dîsa gelek pêxembertiyên din, îzbat dikin ku bi rastiyê Îsa heye Mesîhê sozdayî.

Îsa li hemû ciya dannasîn dikir, kîderê rastî meriya dihat

8, 9. Ça wedê nixumandina Îsa, hate kifşê ku ew e Mesîh?

8 Di xilaziya sala 29-da eşkere hate kifşê ku Îsa ye Mesîh. Di wê salêda Îsa hate bal Yûhennayê Nixumdar, wekî di çemê Ûrdunêda bê nixumandinê. Lê gelo nixumandin ev çi ye? Wedê nixumandinê, merî pêda dikeve bin avê, û bi vê yekê ev nîşan dike ku xwe tesmîlî Yahowa Xwedê dike. Yahowa soz da Yûhennayê nixumdar ku wîra nîşanê wê bide kifşê, bi saya vê yekê ewî dikaribû Mesîh nas kira. Û wedê nixumandina Îsa, Yûhenna ev nîşan dît. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku wedê nixumandinê tiştê usa qewimîn: “Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derket, ezman vebûn û ewî dît ku Ruhê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser wî danî. Û dengekî ji ezmana got: ‘Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me’” (Metta 3:16, 17). Paşî wê yekê ça Yûhenna dît û bihîst çi ku qewimîn, ew îda dudilî nîbû, ku Îsa ji Xwedê Yahowa hatiye şandinê (Yûhenna 1:32-34). Çaxê ruhê Xwedê, dêmek qewata Xwedê li ser Îsa hate xwarê ew bû Mesîh, dêmek ew hate bijartinê, seva ku bibe serkar yan padşa (Îşaya 55:4).

9 Ew pêxembertiyê ji Kitêba Pîroz, yên ku li ser Îsa hatine sêrî, û usa jî ew gilî, çi ku Yahowa xwexa got, eşkere eyan kirin ku Îsa Mesîhê sozdayî ye. Lê Îsa Mesîh yekî ça bû, û ji kîderê ew hat? Derheqa van pirsa jî, Kitêba Pîroz cabên rast dide.

ÎSA JI KÎDERÊ HAT?

10. Kitêba Pîroz çi hîn dike derheqa jîyîna Îsa, pêşiya hatina wî li ser erdê?

10 Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Îsa pêşiya hatina xwe ser erdê, di ezmanada dijît. Mîxayê pêxember digot ku, Mesîh gerekê di Beytlehmêda bê bûyînê û hin jî ewî got ku, ew “ji demên kevin e” (Mîxa 5:2). Gele car Îsa xwexa jî digot ku pêşiya bûyîna wî ser erdê, ewî li ezmana dijît (Bixûne Yûhenna 3:13; 6:38, 62; 17:4, 5). Ewî gelek wede tevî Yahowa derbaz kiriye, lema jî heleqetiya wî tevî Yahowa gele nêzîk bû.

11. Ça Kitêba Pîroz nîşan dike, ku Îsa Kurê Yahowayî hizkirî ye?

11 Îsa Kurê Yahowayî hizkirî ye. Derheqa wî usa jî nivîsar e, ku ew “Nixuriyê Xwedê ye, ser hemû efirînara”, çimkî pêşiya efirandina hemû tiştî, Yahowa ew efirandibû * (Kolosî 1:15). Îsa seva Yahowa gelek qîmet û delal e, çimkî ew Kurê wîyî “tayê tenê” ye (Yûhenna 3:16). Ev tê hesabê ku Yahowa xwexa Îsa efirand. Û paşê jî tevî Îsa, Yahowa hemû tiştên li ser erdê efirand (Kolosî 1:16). Usa jî Îsa tê navkirinê ça “Xeber” (Yûhenna 1:14). Çimkî ewî xebera ji Xwedê derbazî milyaketa û meriya dikir.

12. Em ji ku zanin wekî Xwedê û nuxiriyê wî, yek nînin?

12 Hinek bawer dikin, ku Xwedê Yahowa û nuxiriyê wî yek in. Lê gelo Kitêba Pîroz çi dibêje? Ça îda jorê hatibû gotinê, Îsa efirînê Xwedê ye. Dêmek destpêbûna Îsa hebû, lê destpêbûn û xilaziya Xwedê tune (Zebûr 90:2). Xwexa Kurê Xwedê jî tucar xwe weke Xwedê hesab nekiriye. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî bav ji kur mezintir e (Bixûne Yûhenna 14:28; 1 Korintî 11:3). Tenê Yahowa ye “Xwedêyê Herî Zor” (Destpêbûn 17:1; Eyantî 16:7). Belê, weke Yahowa Xwedê tu kes tune. *

13. Ev giliyên ji Kitêba Pîroz, ku “ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe”, çi tê hesabê?

13 Pêşiya efirandina erd û ezman, Yahowa û nuxriyê wî bi mîlyarda sal tevî hev şixulkarî dikirin. Niha bidine hesabê xwe ewana çiqas hev hiz dikin! (Yûhenna 3:35; 14:31). Kurê Yahowa Xwedê gelek rengê Bavê xweda ne. Lema jî derheqa kur Kitêba Pîroz giliyên usa dibêje, ku “ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe” (Kolosî 1:15). Belê, çawa kurê kesekî dikare di gelek tiştada mîna bavê xwe be, usa jî Îsa Mesîh di xeyset û hunurada mîna Bavê xwe ye.

14. Çawa Kurê Xwedêyî tayê tenê, ça meriv hate bûyînê?

14 Kurê Xwedêyî tayê tenê bi razîbûnê emirê li ezmana hîşt û hate ser erdê ça meriv. Lê dibek jî tu niha dişirmîş dibî, ‘Çawa efirînê ruhanî hate bûyînê ça meriv?’ Seva vê yekê Yahowa Xwedê keremetek kir. Ewî emirê Kurê xwe derbazî zikê qîzeke Cihû kir, bi navê Meryem, ya ku hê ne mêrkirî bû. Dêmek ev zarok ji bavê merivayî nehate bûyînê. Lema jî ew ça merîkî qedandî hate bûyînê, û Meryemê navê wî danî Îsa (Lûqa 1:30-35).

ÎSA MESÎH YEKÎ ÇA BÛ?

15. Çira em dikarin bêjin, ku bi saya Îsa em dikarin Yahowa hê rind nas bikin?

15 Seva ku em Îsa hê rind nas bikin, lazim e em pêbihesin, çaxê ew li ser erdê bû ewî çi dikir û çi digot. Bi saya vê yekê emê bikaribin Yahowa jî hê rind nas bikin. Lê gelo çi cûreyî? Bîne bîra xwe çi em pêhesiyan, ku Îsa sûretê Bavê xwe ye. Lema jî Îsa şagirtekî xwera got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Çar kitêbên ji Mizgîniyê, dêmek Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna gelek tişt mera gilî dikin derheqa emir, xeyset-hunur û karên Îsa Mesîh.

16. Îsa derheqa çi hîn dikir, û ev mizgînî ji kî bû?

16 Îsa usa jî eyan e ça “Dersdar” (Yûhenna 1:38; 13:13). Zanî derheqa çi ewî hîn dikir? Ya pêşin, ew derheqa “mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê” hîn dikir. Dêmek, derheqa Padşatiya Yahowa Xwedêye ser ezmana, yê ku wê li ser temamiya erdê padşatiyê bike û gele kerema bide meriyên guhdarra (Metta 4:23). Lê gelo ev mizgînî ji kê bû? Îsa xwexa giliyên usa got: “Hînkirina min ne ji min e, lê ji wî ye, yê ku ez şandime” (Yûhenna 7:16). Îsa zanibû wekî qirara Xwedê ew bû, ku hemû meriv ewê mizgîniyê derheqa padşatiyê bibihên. Di serê 8-da emê hê zêde hîn bin derheqa Padşatiya Xwedê, û pêbihesin ew padşatî wê çi bike.

17. Îsa li kîderê merî hîn dikirin, û çira ew rêke haqas dirêj diçû, seva ku meriya hîn bike?

17 Îsa li kîderê merî hîn dikirin? Hemû ciya kîderê merî hebûn: di bajarada, gundada, li bazarada û di malên wanda. Îsa hîviyê nîbû wekî merî bêne cem wî. Ew xwexa diçû cem wan (Marqos 6:56; Lûqa 19:5, 6). Lê gelo çira Îsa rêke haqas dirêj diçû, seva ku dannasîn bike û meriya hîn ke? Çimkî ewî şixulê usa dikir çi ku dilê Yahowa Xwedê xweş dihat. Îsa timê xwestina Xwedê dikir (Yûhenna 8:28, 29). Xêncî vê yekê dîsa menîk hebû seva çi Îsa dannasîn dikir. Gunê wî, meriva dihat. (Bixûne Metta 9:35, 36.) Serwêrên dînê cihûya gerekê derheqa Xwedê û qirara wî merî hînkirina, lê wana usa nedikirin û xwe ji cimetê dûr digirtin. Lema jî Îsa fem dikir, ku seva meriya gele ferz e derheqa Padşatiya Xwedê bibihên.

18. Kîjan hunurên Îsa, te xweş tên?

18 Îsa merîkî rem û dilşewat bû. Merî nêzîkî wî dibûn, çimkî ewî bona wan xem dikir û wanara heyf bû. Hela hê zar jî dihatin cem wî, çimkî ewana tevî Îsa xwe serbest yanê aza texmîn dikirin (Marqos 10:13-16). Usa jî Îsa yekî rast û helal bû. Neheqî û zulmî ber çevê wî reş bû (Metta 21:12, 13). Li wan wedada, mêra qedirê jina nedigirtin, lê Îsa timê qedirê wana digirt û bi qedir wanara xeber dida (Yûhenna 4:9, 27). Hin jî Îsa milûk û şkestî bû. Derbekê qewimî ku Îsa nigên şagirtên xwe şûşt, rast e wan çaxa ev şixul gerekê xulama bikira, çimkî ev xebateke lape nimiz dihate hesabê, lê Îsa usa dişirmîş nedibû.

Îsa li hemû ciya dannasîn dikir, kîderê rastî meriya dihat

19. Ji kîjan meselê tê kifşê ku Îsa hazir bû alî meriya bikira?

19 Îsa timê dişirmîş dibû seva meriya, û hazir bû alî wan bikira. Derheqa vê yekê gele mesele hene, yên ku nîşan dikin ku ça Îsa bi saya qewata Yahowa Xwedê merî qenc dikirin (Metta 14:14). Mesele, carekê merîkî kotî nêzîkî Îsa bû û got: “Heger tu bixwazî, dikarî min paqij kî”. Îsa çetinaya wî texmîn kir, û gunê xwe wî anî, lema jî ewî “destê xwe dirêj kir lê ket û gotê: ‘Ez dixwazim. Paqij be!’” Pey vê yekêra kotîbûn ji wî çû û ew merî qenc bû (Marqos 1:40-42). Hela bide hesabê xwe, ewî merivî çi li ser xwe texmîn dikir gava Îsa ew qenc kir!

AMIN HETA MIRINÊ

20, 21. Îsa kîjan meseleke baş mera hîşt, seva ku em gura Yahowa Xwedêda bin?

20 Îsa meseleke gele baş mera hîşt, seva ku em jî gura Yahowa Xwedêda bin û wîra helal bimînin. Rast e Îsa rastî gele cêribandina, peyketina û çetinaya dihat, lê ew timê Xwedêra amin dima. Çaxê Mîrê-cina jî ew dicêriband, Îsa yeke xwe li Xwedê digirt (Metta 4:1-11). Diqewimî ku pismamên Îsa jî, baweriya xwe wî ne dianîn û digotin ku “ewî hişê xwe unda kiriye!” (Marqos 3:21). Lê ji bo vê yekê Îsa dilteng nedibû, ewî dîsa xwe li şixulên Xwedê digirt. Rast e Îsa gele cefa dikişand, meriya qerfê xwe wî dikirin, lê yeke ewî ber hemû tiştî teyax dikir, û tu car dişirmîş nedibû, ku gerekê caba dijminên xwe bide yan kînê bikişîne (1 Petrûs 2:21-23).

21 Dijminên Îsa ber mirinê ew gele diçerçirandin, lê Îsa heta mirinê amin ma. (Bixûne 1 Petrûs 2:24.) Tu tenê bide ber çevê xwe, wê roja ku Îsa gerekê bikuştana, çi serê wî kirin! Eskerên romaya ew girtin, wî dane ber qamçiya, qerfê xwe wî dikirin, bi kulma li wî dixistin. Gava ew îda dardakirî ber mirinê bû, got: “Temam qewimî!” (Yûhenna 19:30). Roja sisiya Yahowa Xwedê wî ji mirinê rakir, lê îda ew ça kesê ruhanî bû (1 Petrûs 3:18). Paşî 40 rojî, Îsa vegeriya li ezmana. Li wir ew îda “li milê Xwedê yê rastê rûnişt” û hîviyê ye, ku ji Xwedê hukumê padşatiyê bistîne (Îbranî 10:12, 13, ÎM).

22. Ew ku Îsa heta mirinê amin bû, çi mecal mera vebû?

22 Bi saya wê yekê ku Îsa heta mirinê amin bû, çi mecal mera vebû? Ça jî Yahowa pêşda qirar kir, gumana jîyîna li cinetê heta-hetayê cem me heye. Derheqa wê, ku ça bi mirina Îsa qirara Yahowa Xwedê wê bê sêrî, di serê mayînda emê hê zêde pêbihesin.

^ abz. 7 Binihêre pêxembertiya Daniyêl derheqa Îsa Mesîh li ser rûpêla 197-199.

^ abz. 11 Mena gotina “Kurê Xwedê” ne ew e, ku Xwedê jin xwera anî û wanra kurek çêbû. Fikirên usa nerast in û şaş in. Dibek jî we bihîstiye ku dibêjin filankes kurê Kurda ye, yan jî kurê gunda ye. Lê ev nayê hesabê ku gund bav e, yan jî jina gund heye. Bi vê yekê tê eyan kirinê, wekî ew kur ji kîderê ye. Mena giliyê Kurê Yahowa Xwedê jî usa tê femkirinê, ku Îsa Mesîh ji Xwedê tê, û Xwedê tê navkirinê ça Bav, çimkî ew Efirandar e (Îşaya 64:8). Lema jî ji wê dema ku Xwedê Îsa efirandibû, Îsara dibêjin Kurê Xwedê. Xêncî wê yekê hemû milyaket û usa jî mêrê pêşin, Adem, têne navkirinê ça kurên Xwedê (Îbo 1:6; Lûqa 3:38).

^ abz. 12 Derheqa wê yekê ku Yahowa Xwedê û nuxriyê wî yek nînin, hê zêde hûn dikarin pêbihesin ji Elametiyê Zêde, ser rûpêla 201-204.