Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 5

Xilazkirin Pêşkêşeke Gelek Mezin e ji Xwedê

Xilazkirin Pêşkêşeke Gelek Mezin e ji Xwedê
  • Ji çi Xwedê me xilaz dike?

  • Xwedê çawa me xilaz dike?

  • Kara te ji xilazkirinê çi ye?

  • Ça tu dikarî razîbûna xwe nîşan kî?

1, 2. (a) Tu kîjan pêşkêşê bi qîmet hesab dikî? (b) Çira qurbana ku Yahowa Xwedê da, pêşkêşeke ji hemûşka qîmettir e?

BI TEXMÎNA te kîjan pêşkêş rastî jî qîmet e? Pêşkêşa qîmet eseyî nîne wekî biha be. Bi rastiyê qîmeta pêşkêşê tevî pera girêdayî nîne. Hergê tu boy pêşkêşekê gele şa dibî û ew pêşkêş tera rastî jî lazim bû, dêmek ev e pêşkêşa qîmet seva te.

2 Tu pêşkêşeke qîmet, nikare beramberî vê pêşkêşê be, ya ku Yahowa Xwedê daye me. Rast e Xwedê gelek tiştên baş mera daye. Lê pêşkêşa ji hemûşka mezintir ji aliyê Xwedêda ev e, ku ewî Kurê xweyî tayê tenê kire qurban seva meriya. (Bixûne Metta 20:28.) Ji vî serî emê pêbihesin, wekî ça bi saya vê qurbanê meriv têne xilazkirinê, û wekî ev rastî jî pêşkêşeke pir qîmet û mezin e, çimkî bi saya vê xilazkirinê, hemû problêmên me dikarin safî bin û emirê me jî dikar e gelek bextewar be. Xilazkirin rastî jî heye nîşana hizkirina mezin ji aliyê Xwedêda hindava meriya.

XWEDÊ ME JI ÇI XILAZ DIKE?

3. Bi saya qurbanê, Xwedê çi dixwaze bike? (b) Çi em gerekê fem bikin, wekî qayîl bin ku xilazkirin ji Xwedê pêşkêşeke pir qîmet e?

3 Hema bi saya qurbanê, Yahowa Xwedê dixwaze meriya ji dîltiya guna û mirinê xilaz ke (Efesî 1:7). Seva ku hê rind femdarî be xeberdan derheqa kîjan xilazkirinê diçe û çira ew lazim bû, em gerekê dîsa bînine bîra xwe, di baxçê Adenêda çi qewimî. Hergê em fem bikin Adem çi unda kir gava ewî gune kir, emê qayîl bin ku xilazkirina Xwedê pêşkêşeke pir qîmet e.

4. Emirê Ademê qedandî çi cûreyî bû?

4 Çaxê Yahowa Adem efirand, ewî Ademra tiştekî pir qîmet da, ev heye emirê qedandî. Lê zanî ev çi tê hesabê? Yahowa Adem bi hiş û bedena qedandî efirand, dêmek hiş û bedena bê kêmasî, lema jî Adem gerekê qe nexweş neketa, ne kal bûya, ne jî bimiriya. Ew merîkî bêqusûr bû, û heleqetiya wî tevî Yahowa gelek baş û nêzîk bû. Kitêba Pîroz dibêje ku Adem kurê Yahowa Xwedê bû (Lûqa 3:38). Heleqetiya Adem tevî Yahowa usa nêzîk bû, ça bav û kur hevra baş û nêzîk in. Yahowa tevî Adem xeber dida û xebata hewas dida wî, û wîra şirovedikir ku ew çi gerekê bike û çi neke (Destpêbûn 1:28-30; 2:16, 17).

5. Ev çi tê hesabê ku Adem “dilqê Xwedêda” hatiye efirandinê?

5 Adem “dilqê Xwedêda” hatiye efirandinê (Destpêbûn 1:27, PKM; Aqûb 3:9). Lê ev yek çi tê hesabê? Em ji serê pêşin pêhesiyan ku Yahowa Xwedê Ruh e û nayê dîtinê, ew mîna meriva bi bedenê nîne (Yûhenna 4:24). Lema jî ew yek ku Adem dilqê Xwedêda hate efirandinê, tê hesabê ku Adem bi xeyset û hunurên usa hate efirandin, yên ku cem Yahowa Xwedê hene, mesele: hizkirin, bîlanî, heqîhiz û qewat. Adem dîsa di tiştekîda mîna Xwedê hatibû efirandinê, azabûna wî hebû. Mesele azabûna heywana tune, ewana nikarin dişirmîş bin û tiştekî bi xwe safî kin. Lê Adem ne mîna heywana hate efirandinê. Xwedê azabûn da wî, wekî ew xwexa bona jîyîna xwe safî ke, riya qenc bijbêre yan ya xirab. Hergê Adem riya rast bijbarta gura Xwedê bikira, ewî wê di cinetêda û bextewariyêda heta-hetayê bijîta.

6. Çaxê Adem gura Xwedê nekir ewî çi unda kir? (b) Ji bo vê yekê çi hate serê zuretên wî?

6 Neguhdarîkirina Adem gele biha li ser wî rûnişt. Ewî emirê xweyî qedandî û keremên din, unda kir. Lema jî ew kal bû û xilaziyê mir (Destpêbûn 3:17-19). Lê hê xirab ew e, ku ji bo gunê Adem, seva hemû meriya emirê qedandî hate undakirinê. Di Kitêba Pîrozda usa nivîsiye: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Belê, gune ji Adem derbazî me hemûya bû. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Adem xwe û hemû merî “firot”, û kire dîlê gune û mirinê (Romayî 7:14). Çimkî Adem û Hêwa xwexa safî kirin gura Yahowa Xwedê nekin, lema jî halê wan îda nikaribû bihata rastkirinê. Lê gelo niha halê me wê çawa be?

7, 8. Çi tê hesabê kirîn?

7 Çimkî em gişk hatine firotanê, lema jî Yahowa Xwedê xwest paşda me bikire û xilaz ke. Xebera kirîn du tişt dikare bê hesabê. Ya pêşin, kirîn tê hesabê, çaxê kesek heq dide wekî tiştekî yan kesekî vegerîne. Mesele ça hergê yek bikeve kelê û kesek heq bide, wî ji kelê aza ke. Ya duda jî, kirîn tê hesabê heqê zirarekê yan deynekî dadî. Mesele ça hergê tu avta kesekî lêxî bişkênî û paşê heqê wê zirarê bidî xweyê avtê, wekî avta xwe çêke.

8 Deynê ku Adem li ser me hîşt gelek mezin e. Lema jî pirs pêşda tê: Çawa em dikarin ji dîltiya gune û mirinê xilaz bin? Were em niha derheqa kirîna ji Yahowa Xwedê, hê zêde xeber din, û pêbihesin ev çi tê hesabê seva me.

XWEDÊ ÇAWA ME XILAZ DIKE?

9. Qîmeta kirînê gerekê çiqas bûya?

9 Çimkî emirê qedandî hate undakirinê, lema tu merivê neqedandî nikare heqê wê zirarê bide (Zebûr 49:7, 8). Merivê neqedandî xwexa bin deynada ne û nikare deynê kesekî din bide. Lema jî zirar çiqas e, gerekê qîmetê kirînê jî haqas be. Di Kitêba Pîrozda jî qanûneke usa hatiye nivîsarê: “Emir ji ber emirva” (Qanûna Ducarî 19:21, PKM; Metta 5:38). Dêmek dewsa emirê qedandî çi lazim bû wekî bihata dayînê? Belê, hilbet emirê merivekî qedandî, yê ku wê bibûya “kirîna” beramberî zirarê (1 Tîmotêyo 2:6).

10. Yahowa çi cûreyî em kirîn?

10 Lê çi cûreyî Yahowa Xwedê em kirîn? Bona kirînê ewî milyaketekî xwe şande erdê. Ev milyaket seva Yahowa milyaketekî lapî delal bû, û Kurê wîyî tayê tenê bû. (Bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10.) Ewî gura Bavê xwe kir, û bi razîbûnê ezman hîşt û hate ser erdê (Fîlîpî 2:7). Çawa em îda di vê kitêbêda pêhesiyan, Yahowa keremetek kir, ewî emirê Kurê xwe derbazî zikê Meryemê kir. Dêmek, bi saya ruhê pîroz, Îsa ça merîkî qedandî hate bûyînê û ew li bin hukumê gune nîbû (Lûqa 1:35).

Yahowa Kurê xweyî tayê tenê seva me berva da

11. Ça merîkî dikaribû bi mîlyona meriv xilazkirana?

11 Lê gelo, ça merîkî dikaribû bi mîlyona meriv xilazkirana? Hela bîne bîra xwe, ça hemû merî gunekar bûne? Gava Adem gune kir ewî emirê xweyî qedandî unda kir. Lema jî ewî nikaribû qedandîbûn derbazî meriya bikira, lê dewsê ewî gune û mirin derbazî hemû meriya kir. Di Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê, ku ew “Ademê paşin e”, ew merîkî qedandî û bê gune bû (1 Korintî 15:45). Îsa kete dewsa Adem û em ji gune xilaz kirin. Ewî gura Yahowa Xwedê kir û emirê xweyî qedandî seva meriya da. Bi vê yekê Îsa heqê gunê Adem da, û guman da hemû meriya (Romayî 5:19; 1 Korintî 15:21, 22).

12. Bi aminiya xwe wedê cêribandinê, Îsa çi îzbat kir?

12 Di Kitêba Pîrozda hûr bi hûr tê gilîkirinê, ku ça pêşiya mirinê, Îsa dane cefê. Ew dane ber qamçiya, qerfê xwe wî kirin û paşê jî wî darva mix kirin (Yûhenna 19:1, 16-18, 30; Elametiyê Zêde ser rûpêla 204-206). Gelo çira lazim bû ku Îsa usa biçerçiriya? Di serê mayînda emê pêbihesin, wekî Şeytan Mîrê-cina pirseke usa pêşda anî, ku tu kes ji qulixkarên Yahowa Xwedê wedê cêribandina, nikare aminiya xwe xwey ke. Lê wedê cêribandin û peyketinên giran jî Îsa dîsa Xwedêra amin ma, û bi vê yekê caba Mîrê-cina da. Hin jî Îsa îzbat kir, wekî Mîrê-cina çi jî bike, merivê qedandî dikare bêqusûrtî û aminiya xwe xwey ke. De bide hesabê xwe Yahowa çiqas şa dibû, gava Kurê wîyî delal heta xilaziyê wîra amin ma (Metelok 27:11).

13. Ça kirîn hate dayînê?

13 Lê ça kirîn hate dayînê? 14 Nîsanê, di sala 33-da dewrana meda, Yahowa hîşt wekî Kurê wîyî delal û qedandî bikujin. Îsa “carekê bona her tim”, emirê xweyî qedandî seva meriya da (Îbranî 10:10). Roja sisiya Yahowa Xwedê Îsa ji mirinê rakir, lê îda ew ça kesê ruhanî bû. Îsa gura Xwedê kir û hemû tişt hema usa kir çawa Xwedê dixwest, û ew paşda vegeriya cem Xwedê li ezmana. Yahowa Xwedê qebûl kir ku Îsa emirê xwe da qurban, seva xilazkirina meriya ji gune û mirinê (Îbranî 9:24). Bi qurbanbûna xwe, Îsa heqê gunê Adem da û niha merî dikarin ji gune xilaz bin. (Bixûne Romayî 3:23, 24.)

KARA TE JI KIRÎNÊ ÇI YE?

14, 15. Çi gerekê em bikin, seva ku baxşandinê bistînin?

14 Rast e em merivên gunekar in û neqedandî ne, lê bi saya qurbanbûna Îsa em yeke dikarin gelek kerema bistînin. Were em niha pêbihesin hela çi karê ji qurbanbûna Îsa em dikarin bistînin, yê ku Yahowa Xwedê pêşkêş daye me.

15 Baxşandina guna. Ji bo gunekariya me, mera çetin e çi ku rast e em wê bikin, çimkî her kes ji me, ça di xeberdanêda, usa jî di şixulada timê şaşiya dike. Lê bi saya qurbanbûna Îsa em dikarin “baxşandina guna” bistînin (Kolosî 1:13, 14). Seva vê yekê lazim e, ku em gunên xwe bidine rûyê xwe û tobe bikin. Xêncî vê yekê em gerekê bi milûktiyê û bawerbûnê ji Yahowa baxşandinê bixwazin, wekî ew bibaxşîne me. (Bixûne 1 Yûhenna 1:8, 9.)

16. Bi saya çi em dikarin bi îsafeke temiz Xwedêra qulix kin, û îsafa temiz çida alî me dike?

16 Îsafa temiz li ber Yahowa Xwedê. Çimkî em gunekar in û gele car xwe şaş dikin, lema jî îsafa me rihet nîne û me diçerçirîne. Lê bi saya qurbanbûna Îsa, Yahowa bi hizkirinê û bi rema dilê xwe gunên me dibaxşîne û îzinê dide, wekî merivên gunekar bi îsafeke temiz bikaribin wîra qulix kin (Îbranî 9:13, 14). Dêmek em dikarin arxayîn û serbest Yahowara dua bikin û xwe nêzîkî wî bikin (Îbranî 4:14-16). Hergê em îsafa xwe temiz xwey kin ev yek wê mera edilayê bîne û wê alî me bike, wekî em xwe baş texmîn kin û bextewar bin.

17. Ew yek ku Îsa Mesîh seva hemûya bû qurban, çi kerema dikare mera bîne?

17 Gumana jîyîna heta-hetayê di cinetêda. Di kitêba Romayî 6:23-da nivîsar e. “Çimkî maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa”. Di serê 3-da em pêhesiyan derheqa keremên ku di cinetêda hîviya me ne (Eyantî 21:3, 4). Ev hemû kerem, dêmek emirê heta-hetayê û sihet-qewata baş, eseyî wê bêne sêrî, çimkî Îsa Mesîh seva me emirê xwe da. Seva ku em bikaribin evan kerema bistînin, lazim e wekî em razîbûna xwe nîşan kin ji bo vê pêşkêşê, ya ku Yahowa Xwedê daye me.

ÇA TU DIKARÎ RAZÎBÛNA XWE NÎŞAN KÎ?

18. Çira em gerekê ji bo vê pêşkêşa qîmet, Yahowara razî bin?

18 Çira em gerekê ji bo vê pêşkêşa qîmet Yahowara razî bin? Mesele, pêşkêş seva me wê pir qîmet be, hergê em zanin ku hevalê me seva vê pêşkêşê gele pere, wede û qewata xwe xerc kiriye seva ku evê pêşkêşê bide me. Ev yek kifş dike, ku hevalê me bi rastiyê jî me hiz dike. Gava em vê pêşkêşê distînin dilê me hema bi şabûnê tije dibe. Usa jî kirîn, ev pêşkêşeke pir qîmet e ji aliyê Yahowa Xwedêda, çimkî Yahowa ji xwe qurbaneke mezin û biha da. Di Yûhenna 3:16-da nivîsar e: “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da”. Bi rastiyê jî qurbanbûna Îsa Mesîh eşkere nîşan dike, wekî Yahowa me hiz dike. Ev usa jî eyan dike ku xwexa Îsa Mesîh jî me hiz dike, lema jî ew hazir bû seva me emirê xwe bide, wekî em bikaribin xilaz bin. (Bixûne Yûhenna 15:13.) Ev pêşkêşa qîmet ji Xwedê, gumanê dide me, ku Yahowa û Îsa Mesîh bi rastiyê jî me her yekê hiz dikin (Galatî 2:20).

Ya pêşin, hergê tu pêbihesî derheqa Yahowa, tuyê nîşan kî ku dişêkirînî pêşkêşa ji Yahowa Xwedê dêmek kirînê

19, 20. Ça tu dikarî nîşan kî, ku dişêkirînî pêşkêşa ji Yahowa Xwedê û wîra razî yî?

19 Lê ça tu dikarî nîşan kî wekî dişêkirînî evê pêşkêşa ji Yahowa Xwedê û ji wî razî yî? Ya pêşin, gelek ferz e wekî em nêzîkî Efirandarê me Yahowa bin û derheqa wî pêbihesin (Yûhenna 17:3). Hînbûna Kitêba Pîroz bi alîkariya vê kitêba ku niha tu dixûnî, wê alî te bike hê rind Yahowa nas kî. Hergê tu pêbihesî derheqa Yahowa, hizkirina te hindava wî hê wê mezin be. Ev hizkirin wê alî te bike dilê Yahowa Xwedê xweş bêyî û wî şa bikî (1 Yûhenna 5:3).

20 Baweriya xwe qurbanbûna Îsa Mesîh bîne. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Ewê ku Îsa bawer dike, jiyîna wîye heta-hetayê heye” (Yûhenna 3:36). Lê ça tu dikarî bawerbûna xwe Îsa bînî? Bawerbûna te tenê li ser giliya gerekê nîbe, çimkî “bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Lê bi rastiyê bawerbûna me kirên û şixulên meva tevgirêdayî ye. Hergê em çev bidine Îsa Mesîh û giliyên wî biqedînin di emirê xweda, emê nîşan kin ku baweriya me heye (Yûhenna 13:15).

21, 22. (a) Çira ferz e wekî her sal em bêne li ser Êvara bîranîna mirina Îsa? (b) Di serê mayînda emê derheqa çi pêbihesin?

21 Werên li ser Êvara Bîranîna mirina Îsa Mesîh. Êvarê 14 Nîsanê, di sala 33-da Îsa cejineke gele ferz derbaz kir, ya ku di Kitêba Pîrozda wêra tê gotinê “şîva Xudan” (1 Korintî 11:20; Metta 26:26-28). Li ser vê eydê usa jî dibêjin Êvara bîranîna mirina Îsa Mesîh. Îsa ev eyd derbaz kir, seva ku şagirtên wî û mesîhiyên rast timê bînine bîra xwe, ku Îsa emirê xweyî qedandî seva me kire qurban. Derheqa vê yekê Îsa got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19). Derbazkirina vê eydê her sal, tîne bîra me wekî Yahowa û Îsa Mesîh ji bo hizkirinê qurbaneke mezin û biha dan bona me. Hazirbûna me li ser eydê, şêkirandin û razîbûna me dide kifşê. *

22 Ew yek ku Yahowa seva me Kurê xweyî tayê tenê berva da, bi rastiyê jî, ji aliyê Yahowa Xwedêda pêşkêşeke pir qîmet e (2 Korintî 9:14, 15). Ev pêşkêş hela hê dikare alî wan meriva jî bike, yên ku mirin e. Di serê mayînda derheqa vê yekê, emê hê zêde pêbihesin.

^ abz. 21 Hê zêde elametî derheqa “şîva Xudan” binihêre rûpêlên 206-208.