Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 6

Çi Diqewime Paşî Mirinê?

Çi Diqewime Paşî Mirinê?
  • Gelo paşî mirinê emir berdewan dibe, yan na?

  • Çira em dimirin?

  • Çira kar e em bizanibin rastiyê derheqa mirinê?

1-3. Derheqa kîjan pirsa merî timê dişirmîş dibin, û serwêrên dînê dinyayê li ser van pirsa çi caba didin?

NAVA terîxiya dinyayê meriv timê derheqa van pirsa dişirmîş dibûn. Bi rastiyê jî ev pirsên gele ferz in, û firqî tune, em kî ne, yan ji kîderê hatine, her kes ji me dixwaze caba van pirsa bistîne.

2 Di serê pêncada em pêhesiyan, ku bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh merî gumana jîyîna heta-hetayê distînin. Usa jî ji Kitêba Pîroz em pêhesiyan, ku wê bê wede, çaxê “îdî mirinê tunebe” (Eyantî 21:4). Lê niha merî hê dimirin. Padşakî bîlan, Silêman giliyên usa got: “Yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin” (Waîz 9:5). Rast e tu kes naxwaze bimire û dixwaze wekî emirê wî dirêj be, lê meriv axiriya-axiriyê dimire. Lê çi jî hebe, em dixwazin pêbihesin, çi diqewime paşî mirinê?

3 Gava merivên meye nêzîk dimirin, em gelek dilteng dibin û ber xwe dikevin. Ji bo vê yekê em destpêdikin pirsên usa bidine xwe: ‘Gelo niha ewana kîderê ne? Gelo ewana diçerçirin? Ewana me dibînin, yan na? Lê em dikarin alî wan bikin? Gelo em dikarin dîsa carekê wana bibînin?’ Serwêrên dînê dinyayê, li ser van pirsa cabên cûre-cûre didin. Hinek hîn dikin ku hergê merî qenciyê bike, wê li ezmana bijî, lê hergê xirabiyê bike wê bikeve cenimê. Hinek jî dibêjin ku paşî mirinê merî diçe dinyake ruhanî, cem kal-bavên xwe. Hene yên usa jî, ku dibêjin wekî paşî mirinê hemû meriyên mirî top dibin, seva ku bêne dîwankirinê û paşê tezeda bêne bûyînê lê îda bi bedeneke din.

4. Çida hînkirinên dînê dinyayê yek in?

4 Hînkirinên wan rêlîgiya fikirekê pêşda tînin, wekî paşî mirinê tiştek ji meriya dertê û dijî. Ça berê, usa jî roja îroyîn, gelek ji meriya bawer dikin ku paşî mirinê meriv dikarin bibînin, bibihên, bixwin û dişirmîş bin. Lê ev yek nerast e. Nêt-fikirên me hişê meva tevgirêdayî ye. Hergê hişê me dixebite em dikarin dişirmîş bin û tiştekî safî kin. Lê çaxê merî dimire, hişê wî jî dimire, wê demê hemû nêt-fikirên wî dişirmîşbûna wî, betavedibin. Fikir bêyî hiş, nikarin hebin.

BI RASTIYÊ ÇI DIQEWIME PAŞÎ MIRINÊ?

5, 6. Çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa miriya?

5 Rastî derheqa mirinê ji hemûşka baştir Yahowa zane, çimkî ew e Efirandarê meriya. Ew zane paşî mirinê çi serê meriya diqewime, di Kitêba Pîrozda Xebera xweda ew zelal şirovedike ku: gava merî dimire, ew îda emir nake. Mirî nikarin bibînin, bibihên yan jî dişirmîş bin. Paşî mirinê, tiştek ji meriya dernakeve û najî, ne ruhê meriya ne jî nefsa meriya. *

Alav cîkîda çû?

6 Silêman padşa giliyên usa nivîsî: “Yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin; lê belê mirî . . . tiştekî nizanin”. Serda jî ew zêde dike, wekî mirî nikarin ne hiz bikin, ne jî li ser kesekî hêrs bin. (Bixûne Waîz 9:5, 6, 10.) Usa jî di kitêba Zebûr 146:4-da nivîsar e, wekî paşî mirinê “fikirên wî tune dibin (AB)”. Her kes dimire, û paşî mirina bedenê, merî nikare bijî. Em dikarin emirê meriya himberî alava mûmê bikin. Hergê mûmê vêsînin, alav wê naçe cîkî mayîn neşxule. Alav kuta dibe.

ÇI DIGOT ÎSA MESÎH DERHEQA MIRINÊ?

7. Îsa Mesîh mirin himberî çi kir?

7 Ji giliyên Îsa Mesîh em pêdihesin, ku paşî mirinê çi diqewime. Carekê, Îsa pêhesiya ku hevalê wîyî nêzîk Lazar, miriye. Îsa Mesîh gote şagirtên xwe: “Pismamê me Lazar xewra çûye”. Şagirtên Îsa zanibûn ku Lazar nexweşê girane, lema jî wana tirê Lazar razaye wekî pak be. Lê bi rastiyê ewana şaş bûn. Îsa Mesîh wanara şirovekir wekî: “Lazar mir”. (Bixûne Yûhenna 11:11-14.) Dîna xwe bidê ku Îsa Mesîh mirin himberî xewê kir. Gava Lazar mir, ew neçû li ezmana, ne jî çû li cenimê. Ew ne jî çû dinyake ruhanî bal kal-bavên xwe. Û usa jî teze nehate bûyînê bi bedeneke din. Ew bi xewa mirinê raza bû, û ewî nikaribû tu tişt texmîn kira, ne jî dişirmîş bûya. Dîsa carekê Îsa Mesîh mirin himberî xewê kir. Gava qîza Yayîro mir, Îsa got: “Ew nemiriye, lê hênijiye” (Lûqa 8:52, 53).

Yahowa merî efirand, seva ku ewana heta-hetayê li ser erdê bijîn

8. Ji ku em zanin, wekî Yahowa nedixwest ku meriv bimirin?

8 Lê gelo merema Yahowa Xwedê seva meriya çi bû? Gelo ewî dixwest ku meriv bimirana? Femdarî ye, wekî na! Yahowa merî efirand seva ku ewana heta-hetayê li cinetê bijîn. Ça em îda pêhesiyan, çaxê Yahowa merivên pêşin efirand, ewî wana kire li cineta bedew. Yahowa ewana bi sihet-qewata kamil efirandin. Û wanara tenê qencî dixwest. Mesele, ça bav û dê naxwazin wekî zarên wan nexweş kevin, biçerçirin, paşê jî kal-pîr bin û bimirin. Usa jî Yahowa, ewî zarên xwe gelek hiz dikir û dixwest ku ewana bextewar bin. Derheqa meriya Kitêba Pîroz dibêje wekî Yahowa, “abadînî [heta-hetayê] jî xist dilên wan” (Waîz 3:11). Belê, Yahowa Xwedê em usa çêkirine, ku xwestina me heye heta-hetayê bijîn. Lema jî, ewî Kurê xwe şande erdê, seva ku em emirê heta-hetayê bikaribin bistînin.

ÇIRA MERÎ DIMIRIN?

9. Kîjan qedexekirin Yahowa da Adem û Hêwayê, û çira seva wana çetin nîbû gura Yahowa Xwedê bikirana?

9 Hergê Yahowa Xwedê dixwest ku merî heta-hetayê bijîn, lê çira merî dimirin? Seva ku caba vê pirsê bistînin, were pêşiyê em pêbihesin, çi qewimî çaxê li ser erdê tenê jin û mêrek bûn. Kitêba Pîroz şirovedike: “Xudan Xwedê ji erdê her dar şîn kirin, dîtinêra hewaskar û xwarinêra xweş” (Destpêbûn 2:9, PKM). Lê qedexekirinek hebû. Yahowa gote Adem: “Ji her darên baxçeda, dilê te dikişîne kîjanê bixwe, lê ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destpêbûn 2:16, 17, PKM). Seva Adem û Hêwayê çetin nîbû gura Yahowa Xwedê bikirana. Çimkî di cinetêda gelek darên din jî hebûn, ji kîjana Adem û Hêwa dikaribûn bixwarana. Hergê wana gura Xwedê bikira wê razîbûna xwe Xwedêra nîşan kirana, yê ku emirê qedandî dabû wan, û hin jî hemû tiştên din. Bi guhdarîkirina xwe, Adem û Hêwayê wê bikaribûna nîşan kirana, wekî ewana hukumeta Yahowa qedir-qîmet dikin, û dixwazin pey rêberiya wî herin.

10, 11. (a) Ça meriyên pêşin gura Yahowa Xwedê nekirin? (b) Çira em dikarin bêjin ku seva neguhdarîkirinê, Adem û Hêwa hêjayî baxşandinê nîbûn?

10 Lê ya xirab ew e, ku meriyên pêşin gura Yahowa Xwedê nekirin. Mîrê-cina mer da xebatê seva ku Hêwayêra xeberde. Mîrê-cina got: “Rastî Xwedê gotiye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” Hêwayê caba wî da: “Ji berêd darêd baxçe em dikarin bixwin. Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin” (Destpêbûn 3:1-3, PKM).

11 Mîrê-cina jî caba Hêwayê da û got: “Na, hûn tu car namirin, lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin û [hûnê] bibine mîna Xwedê, qencî û xirabiyê ji hev derxin” (Destpêbûn 3:4, 5, PKM). Şeytan Mîrê-cina dixwest Hêwa bida bawerkirinê, ku hergê ew bera qedexekirî bixwe, wê kareke mezin bistîne. Bi gotina Mîrê-cina, Hêwayê dikaribû xwexa qencî û xirabî ji hev derxista, û dikaribû hemû tişt, çi ku dilê wê bixwesta, bikira. Hin jî Mîrê-cina buxdan avîte Yahowa Xwedê. Ewî got ku Yahowa tiştekî ji wan vedişêre û lema jî îzinê nade wana, bera ji vê darê bixwin. Hêwayê baweriya xwe Mîrê-cina anî. Ewê dest avîte berê wê darê, xwar û da mêrê xwe jî, û ewî jî xwar. Adem û Hêwayê rind zanibûn, ku Yahowa Xwedê îzin nedaye wan evî êmîşî bixwin, lê wana xwexa jibart gura Xwedê nekin. Çaxê wana ji berê wê darê xwarin, bi vê yekê ewana miqabilî fermana Xwedê çûn, ya ku seva wan kêrhatî bû û çetin nîbû. Hin jî bi neguhdarîkirina xwe, wana Bavê xweyî ezmana û hukumeta wî bêhurmet kirin. Lema jî kirên Adem û Hêwayê ne yê baxşandinê bûn!

12. Pê kîjan meselê em dikarin fem bikin, ku Yahowa li ser xwe çi texmîn kir, gava Adem û Hêwa miqabilî wî rabûn?

12 Hela bide ber çevê xwe. Mesele, hergê kurê te yan jî qîza te, yê ku te delalî xweyî kiriye û mezin kiriye, pê şixulên xwe nîşankirana ku te hiz nakin û qedirê te nagirin, ev yek wê ça ser te hukum bûya? Hilbet, wê dilê te zef bêşanda. De niha bide ber çevê xwe Yahowa çi êş ser xwe texmîn kir, gava Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin û miqabilî wî derketin.

Adem ji axa erdê hate efirandinê, û ew paşda bû ax

13. Derheqa halê Adem paşî mirinê, Yahowa çi got, û ev yek çi dihate hesabê?

13 Lema jî Yahowa nehîşt, wekî Hêwa û Ademê neguhdar, heta-hetayê bijîn. Ça wanara hatibû gotinê, ewana mirin. Adem û Hêwa îda nedijîtin. Ewana neketine dinyake ruhanî. Ev yek ji giliyên Yahowa tê kifşê, ku dibêje Adem: “Tu vegerî li wî erdî ji ku hatî hildanê, çimkî tu ax î û tê dîsa bibî ax” (Destpêbûn 3:19, PKM). Yahowa, Adem ji axa erdê efirand (Destpêbûn 2:7). Pêşiya ku Yahowa Xwedê Adem çêkira, Adem tu cîkîda nedijît, ne jî tu cîkîda hebû. Lema jî gava Yahowa gote Adem tu vegerî li wî erdî, ev dihate hesabê ku Adem gerekê bibûya ax, û dîsa vegeriya li tunebûnê.

14. Gelo çira merî dimire?

14 Hergê Adem û Hêwa gura Yahowa Xwedê bikirana, ewana îro wê sax bûna, lê çimkî wana gura Xwedê nekir, ewana bûne gunekar û di axiriyêda mirin. Lema ji bo gunê Adem, em jî dimirin, çimkî gune derbazî li ser hemû meriya bû. (Bixûne Romayî 5:12.) Gune mîna nexweşiyê ye, yê ku bi rikinetiyê derbazî hemûya dibe û tu kes nikare lê xilaz be. Ji bo vê nexweşiyê, dêmek gunekariyê axiriya-axiriyê hemû meriv dimirin. Lê mirin dijminê meriya ye, kedereke mezin meriyara tîne (1 Korintî 15:26). Lema jî em dikarin ji Yahowa Xwedê gelek razî bin, çimkî ewî Kurê xweyî delal kire qurban, seva ku me ji mirinê xilaz ke.

GELE FERZ E, BIZANBIN RASTIYÊ DERHEQA MIRINÊ

15. Çira bizanibin rastiyê derheqa mirinê, ev dilê me rihet dike?

15 Kitêba Pîroz derheqa mirinê rastiyê mera dibêje. Ev yek dilê me rihet dike. Ça em îda pêhesiyan, mirî naçerçirin, û ne jî haş ji xwe hene. Lema jî em gerekê ji wana netirsin, çimkî ewana nikarin zîyanê bidine me. Em nikarin tu tiştekîda alî wan bikin, û ewana jî nikarin tu tiştî bona me bikin. Em nikarin wanara xeber din, ewana jî nikarin mera xeber din. Gele ji serwêrên dînê dinyayê dibêjin, wekî ewana dikarin alî miriya bikin, û ew merî kî ku baweriya xwe wan tînin, ber bayê wan dikevin, pera didine wan. Lê gava em rastiyê zanin, ev yek me ji derewên wan meriya xwey dike.

16. Hînkirinên dînê meriya bin hukumtiya kêda nin, û ewana çi hîn dikin?

16 Lê hînkirinên dînê te derheqa mirinê, û hînkirinên Kitêba Pîroz, yek in? Heçî zef derheqa mirinê cûrekî din hîn dikin. Gelo çira? Çimkî hînkirinên wan bin hukumtiya Mîrê-cinada nin. Hine ji dînê dinyayê hîn dikin, ku bi rastiyê merî namire, lê paşî mirina bedenê ewana dikevine dinyake ruhanî. Şeytan Mîrê-cina vê derewiyê dide xebatê, seva ku meriya ji Yahowa Xwedê dûr xe. Lê çi cûreyî?

17. Çira hînkirin derheqa cenimê, Yahowa bêhurmet dike?

17 Ça îda pêşda hatibû gotinê, hine ji rêlîgiya yanê dînên dinya usa hîn dikin: hergê merî xirabiyê dike, ew dikeve li cenimê, kîderê hertim wê biçerçire. Hînkirina usa, Yahowa Xwedê bêhurmet dike. Çimkî Yahowa Xwedê hizkirin e, û ew tu car meriya naçerçirîne. (Bixûne 1 Yûhenna 4:8.) Mesele, tê çi dişirmîş bî derheqa merivekî, yê ku bona cezakirina zara xweye neguhdar, destê wî li ser agir bigire? Teyê qedirê merivekî usa bigirta? Yan jî teyê bixwesta wî merivîra bibî dost? Femdarî ye, wekî na! Tuyê dişirmîş bûyayî, ku ev meriv yekî gelek zulm û xirab e. Mîrê-cina jî dixwaze me bide bawerkirinê, wekî Yahowa yekî xirab e û meriya di cenimêda bi agirê, hertim diçerçirîne.

18. Miriya bihebînin, ev li ser hîmê kîjan hînkirinên ne rast e?

18 Bi alîkariya hînkirinên dînê qelp, Şeytan Mîrê-cina meriya dide bawerkirinê, wekî paşî mirinê merî dibine kesên ruhanî, û yên sax gerekê qedirê wan bigirin. Ewana hîn dikin, ku ruhê miriya dibe yan piştovanê meriya, yan jî dijminê zulm. Merî nîvê zef, baweriya xwe vê hînkirinê tînin. Lema jî ewana ji miriya ditirsin û wana hurmet dikin. Lê ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî mirî bi xewa mirinê raza ne, û em gerekê tenê Yahowa hurmet kin û wîra qulix kin, çimkî ew Efirandar û Jîyîndarê me ye (Eyantî 4:11).

19. Hergê em bizanibin rastiyê derheqa miriya, ev yek wê çida alî me bike?

19 Hergê tu bizanibî rastiyê derheqa miriya, tuyê ji hînkirinên dînê qelp neyê xapandin. Xêncî vê yekê, çaxê tu rastiyê derheqa miriya zanî, tuyê hînkirinên din jî ji Kitêba Pîroz rind fem bikî. Mesele, çaxê tu bawer dikî ku bi rastiyê paşî mirinê jîyîn îda tune, wî çaxî tê hê zêde bişêkirînî sozê Yahowa Xwedê derheqa jîyîna heta-hetayê li ser erdê.

20. Di serê mayînda emê derheqa çi pêbihesin?

20 Gelek sal pêşda, merîkî amin bi navê Îbo, pirseke usa da: “Heger meriv bimire, gelo dikare dîsa bijî?” (Îbo 14:14, DT). Gelo, merî yên ku bi xewa mirinê razane, dikarin paşda vegerin li jîyînê? Li ser vê pirsê Kitêba Pîroz cabeke usa dide, ku dilê me rihet dibe. Derheqa vê yekê emê di serê mayînda pêbihesin.

^ abz. 5 Seva ku hê kûr pêbihesî derheqa “ruh” û “nefs”, binihêre li ser rûpêla 208-211.